Posts mit dem Label Riya Teze werden angezeigt. Alle Posts anzeigen
Posts mit dem Label Riya Teze werden angezeigt. Alle Posts anzeigen

Samstag, 18. April 2020

Portreya Nûrî Hîzanî (Hovakim Margaryan)


Sûretê Nûrî Hîzanî, ji rojnameya Riya Teze hatiye wergirtin 

 

  Ji rewşenbîriya Kurdî 

Ermenekî Kurdîziman: Nûrî Hîzanî


Di rewşenbiriya Kurdî de biqasî Kurdan carna ji wan zêdetir jî ne Kurdên Kurdîziman bi behremendî û berhemên xwe xwedî cih in. Çi rojhilatnasên biyanî çi Mesihiyên li Kurdistanê bi lêkolînên xwe carna jî bi kilamên xwe kelopora Kurdî dewlemend kirine. Di vê nivîsê de ez ê jî berê xwe bidim Ermenekî Kurdîziman, Nûrî Hîzanî* an jî bi navê xwe yî Ermenîkî, Hovakim Margaryan**. Nûrî Hîzanî, şair, nivîskar û mamosteyê Kurdî ye ku îroroj mirov dikare ji bo wî bêje kesekî jibîrçûyî ye. Em ê jî hewl bidin agahî, dane û belgeyên di destê xwe de her wiha li gorî zanîn û kanîna xwe ji bo ronîkirina jiyan û rewşenbiriya wî berbiheve binivîsin.
Nûrî Hîzanî sala 1896’an li qeza Hîzanê gundê Xakêvê tê dinê. Di Qirkirina Ermenan de ew jî berê xwe dide Ermenistanê. Xwendina xwe ya bilind li Êrêvanê kuta dike. Wê sala 'Texnîkûma Kurdaye Pêdagogîye'*** nû teşkîl dibe, ew jî tê de wekî dersdar kar dike û gelek kitêban bo Kurdî tercume dike. Di pêşgotina kitêba wî ya Kurdî 'Hub û Xebat' de Ê. Bekoyev ji bo wî dibêje, ''Nûrî bi dil û eşq emrê cimaetê kurdara girêdaîye. Xwendevanêd kurdara Nûrî usa jî eyane çawa nivîskar û şaîr.''
Berhevoka serpêhatiyên wî bi navê 'Şebeqa sibê' di sala 1935’an de çap dibe. Paşê kitêba wî ya diduyan ku helbestên Kurmancî ne, 'Hub û Xebat' di 1962’an de li Êrêvanê ronayî dibîne. Gava ew kitêba wî derdikeve, Emerîkê Serdar derheqa wê de heman salê ji Riya Teze re dinivîse. Emerîkê Serdar li gel rexneyên xwe şabûna xwe ji Nûrî Hîzanî û kitêba wî 'Hub û Xebat' wiha nîşan dide: ''Nûrî Hîzanî hîmlî bi zaravê kurmancî dinivîse, bi kîjanî piranya kurda xeber didin. Vê derecêda ew tiştekî teze, xeberêd teqle baş lîtêratûra meye tezera tîne. Eva yeka, bêftya, tiştekî pesnandinêye.'' Ji ber ku em ê paşê behsa vê kitêbê bikin, çêtir e em vegerin ser jiyana Nûrî Hîzanî.
Nûrî Hîzanî an jî Hovakim Margaryan li gel karê xwe dersdariyê ji Riya Teze re jî gelek helbest û meqale nivîsîne. Ew dilxwazekî çak ê rejîma Sovyetê bû.
Di sala 1966’an de bi minasebeta 70 saliya wî li Êrêvanê ji alî Kurdan ve jê re şahiyeke qedigirtinê tê çêkirin. Hingî Emerîkê Serdar ku li gel niviskariya xwe rojnamavenek bû, xebera vê şahiyê ji Riya Teze re nivisiye. Em ê xebera Emerîkê Serdar ku zêde ne dirêj e, yekser neqil bikin:


Orîjînala nûçeya Emerîkê Serdar


''Êvarîya qedirgirtinê

Çendekî pêşda sera mala nvîsk’arêd Ermenîstanêda gelek merî berev bibûn. Ewana hatibûn bona bi hizkirin û qedirgirtin 70-salîa bûyîna şayîr, pêdagog Nûrî Hîzanî (Hovakîm Margeryan) bidne k’ifşê.
Nûrî Hîzanî şayîr û dersdarekî h’izkirîye. Paşî t’estîqbûna qeydê sovêtîê li Ermenîstanê, îlajî salêd 30-sa ewî xebateke hêle kirîe bona pêşdabirin û gulvedana lîtêratûra k’urdaye sovêtîê, hazirkirina dersdarêd k’urd. Xênjî e’frandinêd bedewetîê, ku h’etanî nha bi çend berevokêd başqe neşirbûne, Nûrî Hîzanî usa jî gelek xebatêd başqe-başqe û k’t’êbêd dersa t’erxmeyî zimanê k’urdî kirine, wextêda texnîkûma k’urdaye pêdagogîêda dersdar xebitîye.
Derheqa e’mr û şuxulkirina Nûrî Hîzanîye lîtêratûrîê û pêdagogîêda E’lîê Evdilr’eh’man daklad da.
H’ecîê Cndî, Mîroê Esed, Aramê Çaçan, Tîtal Mûradov derheqa wê komekdarîya dostîê û pizmamtîêda xeberdan, ku wekîlêd cmae’ta emenîaye bra dane bona pêşdabirina lîtêratûra û kûltûra k’urdaye sovêtîê. Wana nlahî derheqa emekê Nûrî Hîzanîda bi dilovanî xeberdan û jêr’a e’mrekî drêj xwestin. Lê şayîr Fêrîkê Ûsiv ew şiêra xwe xwend, ku p’êşk’êşî 70-salîa Nûrî Hîzanî kirîe.
K’utasîê Hobêlîar xeberda û r’azîbûna xweye bi alavî da hazira. Ewî usa jî çend kerî ji şuxulêd xweye bedewetîêye t’ezenvîsî xwend.’’ (R’ya TEZE, 24ê Fêvralê Sala 1966-a)

Ew xebera hanê dide kifşê ku Nûrî Hîzanî di nav civata Kurdan de kesekî hezkirî bûye, û Kurdan kar û xebatên wî yên bi û bo Kurdî şikirandine. Di Riya Teze de nivîsek 'Qewmandina Kûltûrîêye Meşûr’ de (R’ya Teze, 9-ê yanvarê sala 1966-a) bi hûrgilî qala -bi şiklê nivîsara Kurdên Sovyetê- 'Texnîkûma Kurdaye Pêdagogîye' tê kirin. Di vê nivîsêde jî navê Nûrî Hîzanî - di nivîsê de wekî Nûrî Margaryan hatiye nivîsîn- heye. Ew yek ji dersdarên pêşî ê 'Texnîkûma Kurdaye Pêdagogîye' bûye ku wê hingê dersdarên Kurdî jî pirr kêm in. Di vê mektebê de li gel Ereb Şamîlov, Emînê Evdal û Hecîyê Cindî û çend kesên dîtir dersdariyê dike. Ew mekteba ku li vir em nikarin bi hûrgilî qala wê bikin, Kurdan jê gelek sûd wergirtiye.
Berga 'Hub û Xebat'

Hub û Xebat
Di kitêba wî 'Hub û Xebat’ de 16 helbest hene ku giş bi Kurmancî ne. Helbestên wî li eşq, hezkirina welat, pêşketina endîsturiyê, zilma Tirkan, şerê Kurdan û portreyên Kurdan e. Divê mirov vê jî bêje; di warê edebî de helbestên wî zêde ne xurt in, lê temayên helbestên wî balkêş in. Mînak helbesta wî 'Kerîk ji poêma Dêrsim' yek ji wan helbestên wî ye ku hêja ye mirov qala wê bike. Di helbestê de behs dike ka çawa û çima li Dêrsimê Kurd li dijî dewleta Tırk şer dikin, her wiha pesnê qehremaniya xort û qîzên Dêrsîmê dide. Di helbestê de du nav hene ku têra xwe balkêş in. Nexasim di helbestên Kurdî ên dîtir de ên ku li Sovyetan hatine nivîsin mirov rastî wan navan nayê:

'Roj û sal pey hev diçin, şeveq vebû ser Mûnzûr-Dag,
Qîz û xort evîndar bûn, kulîlkvedan parêz û bag.

Koçer derketin zozanan, eşq kete nav war û bêrî,
Bûk û xort û bêrîvan dikin henek û laqirdî.

Ew cotê law bûne xwendî bi serbestî vegeryan mal,
Yek doxtirê veterînar, yek bû şaîrê Mircan-Dag.’

Di helbesta wî de Nûrî Dersimî
Wekî xwendevanan jî texmîn kirî, ’doxtirê veterînar’ Nûrî Dersimî, 'şaîrê Mircan-Dag’ jî Elîşêr e. Jixwe piştî çend ristan em pêrgî navê Elîşer tên, lê wekî nav 'Nûrî Dersîmî' tê de tine.

''Geryane li gund û zozanan, bi serbestî eşq xeberdan,
Ku eyankin kêye dijmin, çiqas xweşin erd û wetan.

Ew Elîşêr bi sazê zêrîn stra halê hemû kurdan.
Got: - Dêrsim, tu dilê zazî feta nabî sal û zeman.

Li ax û erd û sîngê te hatin û çûn fars û hûnan,
Ereb, aîsor, hat û mongol, ew Îskender û Têmûrlan. ''

Di dewama helbestê de şair jî êdî xwe nagire û dibêje: ’Dêrsim gerek tim serbestbe’

''Hatin welat kirin bindest, lê Dêrsim bi çem û zozan,
Mane dilşa mane serbest, ew welatê wan merxasan.

Lê tirk dikin zor û zulmê, qebûlnakin qanûnê wan,
Dêrsim gerek tim serbestbe, bi gund û mal çem û zozan.’’

Şerê Dersimê li dijî dewleta Tirk di salên 1937 û 1938’ê de gurr dibe bes em nizanin Nûrî Hîzanî ew helbesta hanê kengî nivîsiye. Dibe ku gava şer hebû nivîsîbe lê mumkin e paşê jî nivîsîbe. Çend helbestên dîtir de tarîxa lêkirina helbestê heye lê di binê vê helbestê de ti tarîx tine. Ji vê helbestê em fêhm dikin ku Nûrî Hîzanî, ji şer û peşengên Kurdan ên hingî têra xwe haydar e û li gorî şairên Kurd ên li Sovyetan serbesttir qala şerê Kurdan kiriye.

Nûrî Hîzanî û Wezîrê Nadir
Navê helbesteke wî jî 'Wezîrra' ye, wekî ji navê helbestê xuyaye qala Wezîrê Nadir dike. Pesnê dostanî û welatparêziya Wezîrê Nadir dide û wiha behsa Wezîrê Nadir dike:

''Tu geryayî li Kurdistana Îran, Cizîr,
Te dît zulmê Rom, cendirme, aga û mîr.

Zelûl mane gundî kurmancêd wan deran,
Nîvî koçer, heta niha, mane çîyan.’’

Biqasî em dizanin Wezîrê Nadir, dîplomatekî Sovyetê bû û ji bo vî karî jî çûye Rojhilatê Kurdistanê. Her wiha behsa hezkirina Wezîrê Nadir ji zimanê Kurdî, dike:

''Te digot: -Nûrî, zimanê kurdî pir şîrîne,
Mîna kilamê wan şaîran reng zêrîne,

Mîna kanyêd Bîngol, Sîpan, deng bilbile,
Mîna kilamêd yar û dostan, xweş tê ji dile.

Ew zimanê Feqyê Teyran û Cizîrî,
Zimanê Xanî û yê Wezîrê Nadirî’’

Desxetê Feqî
Helbesteke wî a din jî 'Feqîyê Teyranra’ ye. Ji helbestê kifş e Nûrî Hîzanî gelek ji helbestvaniya Feqiyê Teyran hez dike, lê bi ya min ew helbest têra xwe balkêş e:
''Destxetê te, dur û mircan,
Ma nav kunc û gozê xanyan,
Ew çend qurnê zelûlî bûn,
Hatin û çûn ser Kurdistan.’’


Bi 'Destxetê te' behsa destnivîsên Feqî dike, dibe ku Nûrî Hîzanî pêrgî destnivîsên Feqî hatibe, helbestên wî ji vir xwendibe. Gava dibêje, 'Ma nav kunc û gozê xanyan', dilê xwe bi wendabûna vê destnivîsê dişewitîne. Jixwe me di serî de got, Nûrî Hîzanî jî ji ber dewleta Osmanî derbasî alî Ûris dibe. Bes ez baş nizanim kîjan tarîxê derbas bûye mumkin e gava fermana qirrkirina Ermeniyan hatibû dayîn, yanî di navbera salên 1915-1917’an de çûbe Êrîvanê û dîsa mumkin e di dema vê êrîşa dewleta Osmanî de destnivîsên Feqî jî wenda bûbin, û ew jî bûbe şahidê vê wendabûnê.
Derheqa jiyana Nûrî Hîzanî de zêde agahî bi dest min neketin, nexasim min çer kir jî bi ser agahiya ka kîjan salê miriye, venebûm. Belkî piştî vê nivîsê derheqa jiyana wî de hin xalên ku me behsa wan nekir, ronî bibin. Her wiha kitêba Nûrî Hîzanî 'Hub û Xebat' li gorî min vekolaye, mirov dikare bêje yekem kitêba bi temamî Kurdî ye ku ji alî kesekî ne Kurd ve hatiye nivîsîn.
Armanca vê nivîsê ew bû ku dêhna xwendavanên Kurdî bide ser Ermenekî Kurdîziman û Serhedî ku jiyana wî bi Kurdan re û bi Kurdî re bihuriye. Kitêba wî bi herfên Latînî ji bo çapeke nû hazir e, ger li hev were wê çap bibe. Mirov qîmeta wê a edebî deyne alikî, qîmeteke xwe ya tarîxî û her wiha manewî jî heye loma jî bi ya min hêja ye ji nû ve çap bibe.

*Navê wî yê Kurdî li hin ciha wekî 'Nûrîyê Hîzanî' jî derbas dibe.
**Li hin cihan jî navê wî yê Ermenîkî wekî 'Hovakim Markaryan' hatiye nivîsîn.
*** Sala 1930’an li Ermenistanê ji bo perwerdekirina kadroyên dersdar li gundên Komarên Pişkafkasyayê hatiye vekirin.

Sonntag, 20. Oktober 2019

Çiya û helbest



 
FOTO: NESÎHO ASÎRAKÎ


Di sê nifşên helbesta Kurdî de gotara çiya


Di helbestên klasîk ên Kurdî de 'çiya’ ne bi konteks û wateya neteweyî xwe dide der, bêhtir di konsteksta efsane û çîrokên dînî de derdikeve pêşmerî me wekî "Kohê Qaf", "Kohê Tûr”. Her wiha di destpêka helbesta nûjen a Kurdî de jî ku ew jî teqabulî destpêka sedsala 20´an dike, hingî jî 'çiya’ di teswîrkirina welêt de parçeyeki jê ye, zêde rola wî tine. Paşê, pêde pêde bi çêbûna hizra neteweyî Kurd jî wekî her miletekî din dawa heqê xwe yê neteweyî dikin, ew dawkirina Kurdan jî dibe şerê bi dewletên dagirker re. Hin ji wan li deşt û nav bajaran hin ji wan jî li çiyayan diqewimin. Her wiha piştî têkçûna van şeran çiya dibin şahidê komkujiyên mezin jî. Ji ber vê yekê heta dewra 1960´an jî çiyayên Kurdistanê bêhtir êş û kuştin dianîn bîra Kurdan. Lê li Başûrê Kurdistanê piştî bipêşketina Şoreşa Îlonê, paşê jî li Bakurê Kurdistanê bi teqîna guleya 15´ê Tebaxê re jî êdî çiya ji nû ve dibin meydanên liberxwedanê. Ji vê demê û şûn ve, êdî ew meydana liberxwedanê xwe bi şiklekî di helbestên Kurdî de jî dide der. Dixwazim di vê nivîsê de behs bikim bê ka di helbesta Kurmancî ya sê nifşan de çawa û bi çi şiklî qala çiya hatiye kirin. Em ê bibînin ku şairên van her sê nifşan; Hawar, Riya Teze û Tîrêj digel ku li zeman û mekanên cuda bûne jî boçûn û qîmeta li çiyan çawa nêzî hev bûne. Ew ê jî şanî me bide ku çiya di çêbûn û kemilîna neteweperweriya Kurdî de bi dewr û roleke diyarker rabûye. Her wiha ew helbestên hanê ku hinek ji wan digel ku ji hest û fikra takekesî peyde bûbin jî pirranî hestên komelî û diyarkirina xemeke kolektîf e ku xwe bi kirasê 'çiya' nîşan dane.      

Nifşê Hawarê û çiya
Kovara Hawar sala 1932’yan li Şamê dest bi weşana xwe kir, ji kovareke wêdetir bû xwendingeha Kurmancî û pê re jî navenda rewşenbiriya Kurdî. Taybetiya nifşê Hawarê ew e ku aktor û şahidên serhildanên berî û piştî nîveka sedsala 20’an in. Osman Sebrî yê ku digot ''Kurd in em şêrên çiyan in’’ di kovara Hawarê de jî kesekî aktîv bû. Di nivîsa xwe ya 'Agirî' de wiha bang li çiyê dikir: ''Çiyayo bizan, şerê xesala miletekî heye ko bisekine lê ew beriya xelasiya wî miletî naqede, dom dike… Pêş de diçe''   
Çiya her çiqas bêdeng be jî hêviya wan heye ku rojekê dîsa dengê xwe li her derê belav bike. Cegerxwîn yeqîn dike ku helbet rojekê çiya ji bo ve wê geş bibe:

''Bîna barûdê
Kete pozê min
Dixwazim hawîr
Biteqim ji bin
Dîsa wek mêra bikevin çiya’’

Jixwe piştî çend salan Qedrî Can mizginiya şiyarbûna çiyê dide:
'' Dîsa li ser çiyan
Dîsa li nav meydan
Deng dike,
Ceng dike,
Berzanî… Berzanî….’’





FOTO:  VALER KOCHARYAN /ELEGEZ


Riya Teze û çiya
Di nifşê ewil ê Riya Teze de çiya bêhtir bi bedewbûn û ezameta xwe ya şirûştî xwe di helbestê de dida der. Emînê Evdalê yek ji şairên vî nifşî ye ku di helbestên wî de çiya hê politîze nebûye:
''Binhêr li çyaê Elegezê,
Çiqas rindin xişikêd wê.’’

Lê belê şairên nifşê duyem bi pirranî salên 60’î rahiştine qelemên xwe û hingî Şoreşa Îlonê jî li Başûr dest pê kiribû. Di helbestên Mîkaêlê Reşîd, Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen de em ê bi meselê dakevin. 
Li cem Mîkaêlê Reşîd çiyayên Kurdistanê ji bo Kurdan sitar in, bi kubariya xwe jî tekane ne:
"Û ç’yaê bilind boy min sitarin
Boy min mertalin pêşberî neyar,
Kuda jî herin, dinê bigerin,
Tu cîya nabînin ç’yaê ha kubar."

Dilê xwe jî daniye van çiyayan:

"Dilêm wire, li wan ç’ya,
Li wan cya,
Kîderê ku zeng û zinar
Bona kurda bûne sitar,"

Çiya parçeyekî nasnameya Kurdan e jî; herçî bixwaze Kurdan nas bike jî çiya rênîşander e:

''Tu zanî em kêne?
Em li ç’yê dimînin,
Nêzikî xudêne.’’

Her wiha Kurd hingî êşiyane û karesat jî ditine, encax ezamet û mezinahiya çiyayan dikare van terîf bike:

''Ji kul û derdê me
Nava dewr û qurna
Ev ç’ya xuliqîne.’’

Çiya cangoriyên welêt jî hewandiye di sînga xwe de, wan jî ji bîr nake:

"Ez dixwezim li wan ç’ya,
Li wan cya
Rokê rabim û bigerim,
Kîderê ku xûn bû, mirin,
Û ramûsim mezelê wan,"

Çiya wekî şahidê dem û dewrana xwe jî dizane:

"Û herkê rokê ç’ya gişk xeberdin,
Wê caba gelek pirsê me bidin,"  

'Tebyethiz’î û dilketina Fêrîk
Li gel Fêrîkê Ûsiv hebûna çiya bi serê xwe dibe coş û peroşa hestên wî, mirov dikare bibêje bona Fêrîk çiya ne eydê qewmekî ye, "non-ethnic" e. Ji helbestên epîk bêhtir bi helbestên pastoral 'tebyethiz’iya xwe dide kifşê. Ewqas ji çiyê hez dike, bengiyê wî ye jê têr nabe:
"Dîsa-dîsa we têr nebûm, çiyano
Dîndara we zivêr nebûm, çiyano,"

Carna vî dike dewsa dê jî:
"Hûn dê bûbe, hûn dê bûne, ez-dergûş,
Li hafê we firîme wek qereqûş,"

Gava dibe payîz jî melûl dibe, jê dipirse:
"Çiyano, bêjin, ka nexşê we?
War-mikanê we kuda çûn?
Ax ez digirîm bo rewşê we,
Rewş-rihanê we kuda çûn?"

Lê li gel melûliya xwe hêviya xwe ji biharê nabire:
"Emê şîn bin, şên bin car din,
Bixemilin sal û zeman,"

Gava dibêje "Pampa min" jî çiyayên Dibûrdax, Qemerdax, Elegez, Hevtêmanat ji bîr nake:
"Pamp mîna bûka, bûka xeml lê bend,
Dorê çiyayêd me girtine govend"

"Deşt û dûz" zêde bala wî nakişîne, herçî xwe xwedan bi deşt û dûzan dibînin ji wan re jî çend gotinên wî hene:
"Bira deştê we li we bimbarek bin,
Xweyê deşt-dûza,
Bira çiyayêd me li me bimbarek bin,
Me tebiyethiza."

Fena ku wî pirsa wekî "ka çi kerametên van çiyayan hene tu li ser wan dinivisî" bibihîze, bersiva pirsê dide:
"Lê helbet me jî kar û keremek
Van çiyada dîtiye"

Lê xuya ye, ditîna çiyayên Kurdistanê jî ji xwe re kiriye derd û hesret :
"Min seyr kira serê çiyayê Sîpan-Xelat,
Min seh kira fûre-fûra çemê Ferat,
Min pê danya ser topraxa kulî tebyet.."

Belkî xwe bi çiyayên xwe dewlementirî kesê dinyayê jî dihesiband:
"Ezî dewletîme bê hed, bê hesab, bê çap û qeder,/
Xezîna min heye çelkirî serê çiyayê Qemer,"

Şikoyê Hesen jî Kurd wekî qewmekî çiyayî dizane û dibêje:
''Û ez bîr nakim eslê xweî çiyayî,
Tim mînanî çiya ez zor im, kubar’’ 


FOTO: ALÎ DOOSTÎ/KIRMANŞAN


Kovara Tîrêj û çiya
Kovara Tîrêj di navbera salên 1979 û 1981’ê de tevî ku çar hejmarên wê tenê ronayî dîtine jî yek ji wan li Ewrûpayê çap bûbû, di helbesta Kurmancî û Kirmanckî de bû rengekî modern û neteweyî.  
Di nav helbestvanê nifşê Tîrêjê de belkî herî zêde Arjen Arî "çiya" wekî "bîra neteweyî" bi kar anîye, çiya di heman demê de bûye bîr jî. Ew bîra hanê jî li gel wî digel ku têkçûn û şikestinên kambax jî ditîne, "rûspî ne“:

"Di qada şer de pişta me negihişt erdê.
Te şahid bivê, va Herekol.
Miradkar, bi bext û ol
Va Cûdî
û va ye ev ax!"

Tu carî jî betal nemaye:

"Kîj wextî bêleheng ma?
Kî gavê bêkêr?"  

Jixwe, nasnameya xwe jî ji çiyayan çêkiriye loma jî dibêje "ez Çiyayî Me" û pêwendiya xwe ya xurt a bi çiyan re jî wiha raberî me:

"Dema ku dinivîsim
bêhemdê min
çiya û dîmenên çiyê
têne ber çavê min.."

Yek ji şairên nifşê Tîrêj Mem Ronga jî qîmeteke mezin dida çiyayan û sedema xwe bi çend malikan wiha rave dike:

''min parastin ji mirinê
ragihandin îro
ev çiyayên ferzane
ev zinarên jîrik

çewa hiznekim ji wan
bi qasî ku hizdikim
ji azadiyê
ji axê’’

Êdî çav û guhê Kurdan li çiya û zindanan bû, Rojen Barnas wek şahid na, wek rola çêkera tarîxa Kurdan jî dide wan:

''Bi mêrxasî destana xwe dihonin
Çi li zindanê, çi li serê çiyê’.’

Yek ji şairên vî nifşî Berken Bereh jî nav rûpelên kovara Tîrêjê bajar û kolan bi îmajeke ne baş û wekî mekana tolaziyê terîf dike, û her wiha ji bo jiyaneke nû jî çiya hêvî ye:

''bi şev bi roj
em evînek bihonin
evînek nû û mestir…

Lew
niha stran me dibêjin
stran li çiya.’’     

Li şûna encamê
Di helbesta nû ya Kurdî de ji bo xurtkirina hest û fikrên neteweyî teswîrkirina dîmenê welêt bêhtir nasyonalîzekirinê vê xwe dide der, êdî çiyayên vê jî ne çiyayek dera hanê ye, çiyayê Kurdan e, û rengê xwezeya vê jî fena rengên ala wê ye û xwedî nasnameyek e. Çawa me di sê ekol û nifşên cuda yên Kurmancî de dît, piştî bipêşketine fikra neteweyî û şerê bi dewletên serdest re helbestvanên Kurd ji bo çiyayên Kurdistanê tenê bi motîfeke teswîrkirinê qîma xwe nayînin û êdî çiya dibe aktoreke berbiçav. Çawa di dewra Hawarê de çiya bi şahidiyên xwe wekî aktorekê ye, di dewra Riya Teze û Tîrêjê de jî êdî aktoreke diyarker û zindî ye. Piştî van her sê nifş û ekolên helbestvanên Kurdî, çi li welêt çi li diyasporayê, çi klasîk çi modern şairan di helbestên xwe de cih da çiyayên Kurdistanê.   
            
Çavkanî:

Nerît û Helbest- Nerîta Neteweyî Di helbesta Nû ya Kurdî de (1880-1970), Zülküf Ergün, weşanxaneya Nûbihar, 2017
Payîz û Ba- Şi’rên Bijarte, Şikoyê Hesen, weşanxaneya Avesta, 2008
We’de-Pencere-Mitale, Mîkaêlê Reşîd, Weşanên Belkî,2019
Rêdame, Mîkaêlê Reşîd, Neşireta ''Sovêtakan Grog'', Êrêvan-1985
Hemû Berhemên Wî, Qedrî Can, weşanên Belkî, 2009
Pampa min-Berhemên bona zarokan, Fêrîkê Ûsiv, weşanxaneya Lîmûş, Êrêvan-2009
Dîvan, Melayê Cizîrî, Transkrîb û wergera Kurdî bo Tirkî: İlhami Sidar, weşanên Ayrıntı, 2018
Bijare, Fêrîkê Ûsiv, weşanxaneya Lêgal Pîyûs, Êrêvan.2010,
Destê min li destê te digere, Mem Ronga, weşanxaneya Mezopotamya, 1995
Kîme ez-Dîwana III, Cigerxwîn, 1973
Şiêran û Poêman, Emînê Evdal, weşanxaneya Belkî, 2015
Milkê Evînê, Rojen Barnas, weşanên Nûdem, 1995
Kovara Tîrêj, Hejmar 2, 1980  
Kovara Hawar, Hejmar 36, 1941
http://helbestakurdi.com



Ew nivîs di PolitikARTa 269´an de derçû

Dienstag, 8. Oktober 2019

Berbi qur’lt’a nvîsk’arêd Ermenîstana Sovêtîê

Nvîsk’arê lewzşîrin*

Payîze**.. Berêvare… Bakî hênik ji ç’yaê Elegezê tê, ser Êrêvana k’awe-k’ubarr’a derbaz dibe, dibe xuşîna darêd belgzêr’în û belg hêdî-hêdî diweşine e’rdê. Merîkî beşerxweşî p’or’z’îvîn ji soqaqa Abovîapê berjêr dibe. Ew bi dilekî baristan dor-berêd xwe dinhêr’e, Êrêvana k’awe-k’ubarr’a şa dibe, vedibeşire û paşê te hew nihêr’î lezande malê. Lezand ku wan h’emû fikrêd xwe bi lewzekî k’urdîyî şîrîn, bi xeberêd cewahir, bi nexş û nîgarava bir’êje ser k’ag’ezê.
Û awa her êvar, eger ew r’ojêd payîzêye hênike xweşbin, eger ew r’ojêd
Rûpela orîjînal a gotarê
zvistanêye sar û h’işkîbin, yanê jî r’ojêd havîna Êrêvanêye germîbin, E’rebê Şemo (E’reb Şamîlov) dertê û bi h’emdî xwe diger’e, diger’e û die’firîne, ew e’frandinana dibin k’t’êbêd p’ir’qîmete giranbaha. Dibine arzîtîya cmae’tê. Ne axir ew ji dilê cmae’t’ê xeber dide û xazna lîtêreratûra k’urdaye Sovêtîê dewlemend dike!    
H’îmdarê lîtêratûra k’urdêd Sovêtîê bi r’êke e’mre çetîne giranr’a derbaz bûye. Lê ew ji wan e’frandaraye, êd ku wê bi qur’na bimîne û a’frandinêd wî nolanî gulekê wê bîn bilind, şaxvedin, silsileta r’uh’dar û cankin.
Belê, r’ya e’mrê wî çetin û giran bûye. Sala 1897-a bi h’ezara k’urdêd am û t’am t’evî cmae’têd bindeste mayîn bûne şih’îdêd şûrê R’omê. Hema wî çaxî E’reb Şamîlov ji dîa xwe bû. Et’îmî, belengazî, r’ev û kuştin - a, ew bû h’alê cmae’ta k’urdêd R’omê. Mala bavê E’rebê xilfikî xwe avîte ber bextê cmae’ta ûrîs. Çû gundekî ûrisa Alêk’sandrovskêda cîwar bû. Ew bere-bere mezin bû. Bû berxvan, paşê şivan…
Şer’ê h’emdinyaêyî yekê. Dîsa et’îmî, belengazî… Wî çaxî Şamîlov li Sarîqamîşê li ser çêkirina r’ya maşînêya h’esin dixebite. Li vir jî şuxulvaniya wîye r’evolyûsîon destpê dibe û sala 1918-a ew derbazî nava cêrgêd Partîa Bolşêvîka dibe…
Şer’ê bajarvanîêda jî E’reb Şamîlov xwe nîşan dide çawa komûnîstekî erhede.
Sala 1920-î bajarê Moskvaê. Li vir em E’reb Şamîlov înstîtûta Lazarêvda dibînin çawa xwendk’ar. Lê h’ub û h’izkirina berbi cmae’tê w’i berbi xwe dik’işand. Ewî her teherî dixwest bê nava p’areke cmae’ta xweye azabûyî. Qasî qewata xwe k’arê bide cmae’ta xwe û awa pey xilaskirina înstîtûtêr’a em E’rebê xebath’izî egin*** li Erêvanê dibînin. Li vir ew gelek xebatêd cebdar dike û pêr’a jî derheqa r’ojêd cmae’ta xweye zelûlîê, r’ojêd qet’il û xûnê, derheqa r’ojêd wêyî gulvedayîda die’frîne. Ew ne ku t’enê bi e’frandinêd bedewetîêva pêşda tê, lê usa jî bi êd seyasetîêva.
Sala1930-î k’t’êbêd wî „E’mrê Lenîn’’, „Şivanê Biç’ûk’’, „K’oç’ek’w derewîn’’, „Kurmancêd Elegezê’’, „Heleqetîêd Fêodalîê Nava K’urdêd Pişkavkazêda’’ û xebatê mayîn dû hevdu neşir dibin. Her e’frandineke wî bi lut’bekî k’urdiyî şîrinî nazikva hatye nvîsarê, her e’frandineke wî ji r’uh’ê cmae’ta wî tê, ew her qeremanekî e’frandinêd xwe ji e’mrê cmae’tê hiltîne, êd ku bi xeysetê xweva te qey t’irê ber te sekinîne.
Sal pey sala nolanî gûzê jimare tên û derbaz dibin, lê qelema nvîsk’arê meşûr r’uh’ û qewateke t’eze distîne. Ew r’uh’ û qewata e’mrê meyî îroyîne, pêşdaçûyîn û gulvedana e’mrê merivêd Sovêtîêye, dewrana kosmîkîêye, mêrxasî û wet’enh’izîya merivêd Sovêtîêye. A, bona çi nolanî kanîke nemiç’iqî, lal û dur' ji qelema wî dir’ijine ser k’ag’ez’ê.
Belê, wîr’a berbangeke ç’îk-sayî vebûye û badilhewa nîne, ku ewî navê r’omaneke xwe danî „Berbang’”, ya ku sala 1958-a neşir bû. Sala 1959-a Êrêvanêda bi k’urdî r’omana wîya mayîn „Jîyana bextewar’’ tê çapkirinê. Vê r’omanêda  îdî meydana wî fireye. Eger „Berbang’’-êda ew e’mrê cmae’ta k’urde berêye belengaz û azabûna p’areke wê cmae’têye biç’ûk dida k’ivşê, lê vê r’omanêda bi hûrgilî dinvîse dêrheqa r’abûn-r’ûniştin, xeyset, e’detê cmae’ta xwe, şer’k’ariya wê mqabilî zevtçîêd R’omê, dostîya cmae’ta ermenîya û k’urda, azabûna wêda. Her qewmandin nolanî girêfûtkeke hevr’a têne qep’e çekirinê û e’slîne.
Sala 1966-a lîtêratûra k’urdaye sovêtîê bi r’omaneke t’ezeva jî dewlemend bû. Cara e’wlîn r’omana t’erîqîê bi lewzê E’reb Şamîlovî şîrinva bi sernvîsara „Dimdim’’ dik’eve nava lîtêratûra me. Bi vê r’omanêva nvîsk’arê meşûr r’êke t’eze vedike bona lîtêratûra me û dide k’ivşê şer’k’arîya cmaa’ta k’urda mqabilî zevtçîêd Îranê û R’omê. Gerekê bê gotinê, wekî ev r’omana nava lîtêratûra k’urdêd sovêtîêda guleke nava gulane.   
Zûtirekê emê 70-salîya bûyîna nvîsk’arê navûdeng bidne k’ivşê. Em dibêjin navûdeng, çimkî e’frandinêd wî bi zmanê ûrisî, fransî, înglîsî, almanî, ermenî, gurckî, adirbêcanî û bi zmanêd mayî hatine t’ercmekirinê û ji alîê wan cmae’tada bi h’ub û h’izkirineke mezinva hatine qebûlkirinê. E’reb Şamîlov nêzîkî 70 saliye, lê r’uh’ê wî cahile, çimkî her peşdaçûyîneke e’mrê me wî cahil dike û qewatê dide qelema wî. Îro ew ser r’omana xweye „Gundê me’’ dixebite, ya ku ewî p’êşk’êşî 50-saliya R’êvolîûsîa Oktyabrêye sosîalîstîêye mezin û 100-salîya bûyîna B. Î. Lênîn kirye. Em bi dil û can seh’et û qewatê nvîsk’arê k’urdayî  e’yanî lewzşîrin - E’reb Şamîlovr’a dixwezin!

Karlênê Çaçanî


*Ew gotar sala 1966’an 3’ê meha Mijdarê (Noyabrê) di Riya Teze de çap bûye. Gotar ji bo rojnameya Yeni Özgür Politika ji kîrîlî hatiye latînîzekirin û 8’ê Cotmeha 2019’an jî hatiye çapkirin.  
** Min bi xwe qet dest nedaye rastnivîsa gotarê. Ji xeynî alfabeya wê her tiştê nivîsê wekî xwe ye.
*** Ew peyv tam nayê xwendin.

Dienstag, 1. Oktober 2019

Kürt aydınlanmasının yılı: 1963





Kürt aydınlanması ve Dicle-Fırat



1963, Kürt aydınlanmasında önemli bir yıl. İsyan söylenceleriyle büyümüş bir kuşağın, her alanda kendini göstereceği bir yıl… Birbirinden habersiz olsalar da gelecek kuşakların belleğinde bu isimler ve girişimler aynı resmin birer parçası olacaktır. Ne mi var 1963 yılında? Ne yok ki? Kürtler açısından çok hareketli ve bereketli geçti 1963 yılı. Irak’ta rejimle Kürt savaşçıları arasında Mustafa Barzani öncülüğünde başlayan ve daha sonra ‘Eylül Devrimi’ olarak anılacak olan savaşın doruğa çıktığı, General Kasım’ın darbe ile devrildiği yıldır. Abdullah Peşêw o yıl devrime katılır ve Hewlêr dergisinde ilk kez şiiri yayımlanır. Şêrko Bêkes de 5 yıl sonra yayımlanacak olan ilk kitabında yer alacak şiirlerini o yıl yazar. Cegerxwîn Şam’da tutuklanır. Yılmaz Güney ise cezaevinden çıkar ve ilk filmlerinden biri olan ‘İkisi de Cesurdu’ filmini senaryosunu yazıp, oynar. Avrupa’daki Kürt öğrenciler ‘Hêviya Welêt’ dergisini, İstanbul’da ise Musa Anter ‘Deng’, Doğan Kılıç ‘Roja Newe’ gazetesini çıkarırlar. 12 kişi daha sonra ’23’ler Davası’ diye anılacak davada ‘Kürt Devleti kurmak isterken’ yakalanır! Ayşe Şan plak çıkarmak için İstanbul’un yolunu tutar. Riya Teze’nin de en verimli yıllarındandır. Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Mîkaêlê Reşîd, Sehîdê Îbo, Emerîkê Serdar gibi genç yazarların yazıları, şiirileri ilk kez gazetede yayımlanır. Yine girişken iki genç Ordîxanê Celîl ve Celîlê Celîl köy köy dolaşıp Kürt folklorunu derlerler.  Silvanlı Yusuf Azizoğlu Sağlık ve Sosyal Yardım Bakanı’dır. Tarık Ziya Ekinci, avukat kardeşi Tahsin Ekinci ve Canip Yıldırım ile beraber Diyarbakır’da TİP il örgütünü kurar ve aynı yıl TİP Diyarbakır’da girdiği yerel seçimlerde aldığı yüzde 12,58 oy oranıyla üçüncü parti olur. Rehim Qazî’nin Pêşmerge romanı Bakü’de Azerice yayımlanır. W. E Eaglton ‘The Kurdish Republic of 1946’ kitabını Londra’da basar. Yine başka bir Kürdolog M. B. Rudenko, Mele Mehmûdê Bazidî’nin ‘Adat û Rusûtnameyê Ekradîye’ kitabını Moskova’da yayımlar. Hala dillerde olan ‘Welatê me Kurdistan e’ şarkısı o yıl yapılır. Sanat ve siyaset dışında da hareketlilik vardır. Diyarbakırlı maceraperest çocuk Mehmet Şori ikinci kez Almanya’ya gider ve Amerika’ya kaçmak isterken yakalanır. Türk tiyatrosunda Keşanlı Ali olarak bilinen ünlü kabadayı Kürt Cemali Ankara’da öldürülür…

8 sayı çıkan Dicle-Fırat
Bir efsunu vardır 1963’ün. Kürt aydınlanmasının yılıdır derim kendi kendime. Dicle-Fırat gazetesi de var, Edip Karahan’ın çıkardığı Kürtçe ve Türkçe olan gazete. Gerçi o, 1 Ekim 1962 yılında yayın hayatına başladı fakat 8 sayısından 5’i 1963’e ait. Bu yüzden onu da 1963 Kürt Aydınlanması’nın hanesine eklersem, yanlış yapmış olmam sanırım. Toplamda 8 sayı olmasına rağmen o yıllarda çıkmış en uzun ömürlü Kürt gazetesidir. Aylık yayımlanan gazetenin bir sayısı bir gün, iki sayısı iki gün, bir sayısı da 11 gün gecikmeyle çıkmış. 23’ler Davası’nda Edip Karahan da tutuklanınca, gazete de kapatılır.
Gazetenin yazarları arasında dönemin etkin aydınları var. En aktif iki isim olan Edip Karahan ve Musa Anter gerçek isimlerinin yanı sıra farklı isimlerle de yazarlar. Dr. Sait Kırmızıtoprak, Hüseyin Sağnıç, Şevket Epözdemir ve daha niceleri de var yazar kadrosunda. Farklı şehir ve ilçelerden birçok okuyucu mektubunun yayımlandığı gazeteyi, Osman Sebrî bir şiir ile selamlar.
Bu okuyucu mektuplarından biri de 22 yaşında ölen şair ‘Selâhattin Gümgüm’e aittir. Mektubu gönderdiği tarihte 18 yaşında olan Selahaddînê Gumgumî o yıllarda Serda mahlasıyla Kürtçe şiirler yazar. Geçen yıl Serda’nın tek divanı ‘Derdê Welat’ adıyla Nûbihar yayınları tarafından basılmıştı. Yayımlandığı dönemde yasaklamalar, engellemler ve toplatılmalar ile karşı karşıya kalan gazete maddi zorluklar ile de boğuşur. Son sayısında Edip Karahan biraz da hayıflanarak şöyle seslenir: ”Urfa, Siverek, Elazığ, Iğdır, Van, Tutak bayilerimizden haber alamıyoruz. Bizi finanse eden bir sermayedar yok. Bayilerimiz de gazete paralarını göndermezlerse gazete ne ile çıkar? Gazete çıkarmak için yağmur duasına mı çıkalım?”







                                                                                     * Bu yazı 1 Ekim 2019'da Yeni Özgür Politika gazetesinde yayımlandı.

Dienstag, 5. Februar 2019

Helbestkarê hub û nûjeniyê: Mîkaêlê Reşîd


Sê berhemên helbestkarekî ji nifşê duyem ê Kurdên Sovyeta berê, Mîkaêlê Reşîd ji weşanxaneya Belkîyê li Amedê derketin. Her çendî ew li nav Kurdên Sovyetê navekî eyan be jî ji ber ku helbestên wî bi latînî nehatibûn çapkirin, li Kurdistanê ew gelekî nedihate naskirin. Amadekarê pirtûkê Îbrahîm Bulak sedama vê yekê wiha rave dike: ”Mîkaêlê Reşîd delaliyê civata xwe bû lê bi tenê bû.”
Ew bi hevçaxên xwe Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen re trioya helbesta Kurmancî bûye û bi helbesta xwe têhna şiîra Ewrûpî aniye nav helbesta Kurdî. Emerîkê Serdar ji bo wî dibêje, ‘ji mekteba şayîrtiyê derbaz bûbû’.
Amadekarê pirtûkê Îbrahîm Bulak, helbestvanekî di qubaleyên Kurdî de jibîrkirî li ser banê helbesta Kurmanciyê raxist. Êdî dora xwendevanên Kurdî ye ku vê biharê rêya xwe bi wî banî bixin.
Em bi Bulak re li ser jiyan û helbestvaniya Mîkaêlê Reşîd axivîn.

Mîkaêlê Reşîd kî ye?
Mîkaêlê Reşîd di sala 1925’an de, li paytexta Gurcistanê Tibilîsê li maleke Kurdên Êzîdî ji dayik bûye. Hê pirr biçûk e, bavê wî dimire û sêwî mezin dibe. Li gorî Emerîkê Serdar wî xwestiye bi keça Emînê Evdal re bizewice, lê daxwaza wî neçûye serî. Ew jî bi jineke Rûs re zewiciye, bavê du zarokan bûye. Di sala 1985’an de jî çûye rehmetê.
Lê gava em behsa helbestkar Mîkaêlê Reşîd bikin, ev hevpeyvîn wê têrî

behskirina wî neke. Lê dîsa jî bi kurtî be jî çend tiştan bibêjim. Nifşê duyem ê Kurdên Sovyetê, piştî salên 60´î dest bi nivîsandinê dike. Wî çaxî jî wan alfabeya kirîlî bi kar dianî loma jî bi pirranî nifşê duyem bi alfabeya kirîlî berhemên xwe nivîsandine. Di wan salan de di hêla helbestê de sê nav pêşeng in; Mîkaêlê Reşîd, Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen. Li hin cihan tê gotin, Mîkaêlê Reşîd paşê fêrî Kurdî bûye, ev agahiyeke kêm e, ew ji ber ku li gundê Rûsan mezin bûye, neçûye mektebên Kurdî. Lê wî bi Kurdî dizanî. Lewma pêşî bi Rûsî, Ermenîkî xwe li nivîsandinê diceribîne. Lê ew aşiqê Kurmancî bûye, loma jî piştî mirina wî Çerkezê Reş di helbesteke xwe de ku diyarî wî kiribû, digot: ‘Min bişon bi kurmancî’
Heger em helbestên wî yên ji bo zarokan nehesibînin, di ser hev de 7 pirtûkên wî yên bi Kurmancî hene. Niha 3 jê bi latînî çap bûn.

Çima heta niha nehatiye nasîn?
Erê, heta niha zêde nedihat naskirin lê di nav Kurdên li welêt de. Di nav Kurdên Sovyetê de navekî pirr eyan e, helbestên wî hê jî li ser zimanan in. Ji bo vê pirsê em xweşik rave bikin, divê em behsa têkiliya du ekolên sereke yên wêjeya Kurmancî; Hawar û Riya Teze bikin.
Di navbera du ekolên edebiyata Kurmancî de, Hawar û Riya Teze, têkiliyeke birêkûpek tinebe jî hay ji hev nebûn. Bi qasî em dizanin têkiliya ewil bi rêya Hecîyê Cindî bi şandina çend nusheyên Riya Teze û çend kitêbên mekteban dest pê dike. Celadet di hejmara 8’an a Hawarê de cara ewil behsa Riya Tezê û weşanên din ên çapbûyî dike.
Salên 1940’î nivîskar û rewşenbîrên Kurd Wezîrê Nadîrî, Mehmedê Siloyê Bava jî li ser navê Sovyetê bi mebesta karên dîplomatîk diçin Kurdistanê, li wir jî nasînek çêdibe. Dîsa di van çaxan de nivîskarê Kurd û xwediyê romana ‘Pêşmerge’ Rehîm Qazî jî li Bakuyê ye.
Lê nasîn û pêwendiya edebî ya herî xurt bi saya serê kurdolog Qanatê Kurdo çêdibe. Tosinê Reşîd di nivîseke xwe de behs dike û dibêje ku sala 1955’an bi rêya Qanatê Kurdo çend şiîren Cegerxwîn gihîştine destê Kurdên Yekîtîya Sovyêta berê. Dîsa nameyên Emerîkê Serdar hene ku sala 1960’î ji Cegerxwîn re şandine. Şiîrên Cegerxwîn di warê şiûra neteweyî de tesîr li wan kiriye. Lê di warê edebî de mirov nikare eynî tiştî bêje, ango fikrên wî ecibandine lê nedane pey şairtiya wî. Têkiliyên siyasî yên Sovyetê bi dewletên din re jî kiriye ku li ser rewşa edebî ya Kurdan jî tesîr çêbe. Wekî mînak sala 1966’an eskerên Baesê li Sûriyeyê bi darbeyeke eskerî dibin desthilatdar, têkiliyên xwe bi Sovyetê re xurt dikin. Di eynî salê de çend şiîrên Reşîdê Kurd di Riya Teze de neşir dibin.
Dîsa divê mirov bi bîr bixe ku Qedrî Cemîlpaşa di kitêba xwe ya ‘Doza Kurdistan’ de ku çapa wê ya ewil Nîsana 1969’an belav bûye, navê gelek nivîskarên Kurdên Sovyetê dide. Yek ji wan navan jî Mîkaêlê Reşîd e. Heta wî çaxî haya wan ji hev hebû bes nekarîne berhemên hev bi dest bixin û çap bikin – ji xeynî romana Erebê Şemo Şivanê Kurmanca meseleya wê jî dirêj e. 
Lê têkiliyên bi rêkûpêk û berbiheve berî salên 1980´yî dest pê dikin. Li wir çend kovarên li Tirkiye û Ewrûpayê derçûne, bi roleke diyarker radibin. Wekî mînak di kovara Ozgurluk Yolu de (Sibat- Adar, 1978) çend şiîrên Eskerê Boyîk belav dibin, dîsa di Ronahî Hevra, Azadî, Roja Nû, Roja Welat, Tîrêj de derheqê nivîskarên Kurd ên Sovyêtê de nivîs, hevpeyvîn, şiîr, çîrok neşir dibin. Heta 1979’an kitebekê Eskerê Boyik bi Tirkî- Kurdî ji weşanên Ozgurluk Yolu çap dibe. Dîsa digel ku van pêlên dawî Fêrîkê Ûsiv li Bakur di nav xwendevanên Kurd de eyan bûbe jî, ew bi çavên serê xwe çapbûna kitêba xwe bi herfên latînî dibîne. Kitêbeke wî ya bi navê Hîveron bi herfên latînî sala 1993’yan li Stockhomê ronahiyê dibîne.
Paşê jixwe êdî li welêt jî pirtûkên nivîskarên Kurd ên Sovyetan çap dibin. Li ser meselê, berhemên Fêrîkê Ûsiv bi saya rehmetî Firîda Hecî Cewarî li Başûr û Bakur çap bûn. Wê bixwe tîpguheztina pirtûkên Fêrîk dikir û ew belav dikirin, her wiha kir ku berhemên Heciyê Cindî jî bi latînî çap bibin. Dîsa tevahiya pirtûkên Emerîkê Serdar bi kirîlî bûn, qîza wî Nûrê alî wî kir ji bo ji nû ve bi latînî çap bibin.
Lê Mîkaêlê Reşîd ku delaliyê civata xwe bû, bi tenê bû. Li pey wî ji malbatî wî kes tinebû ku berhemên wî ji nû ve biweşîne, her wiha têkilyeke wî ya siyasî û ferdî jî tinebû bi Kurdên li welêt û Ewrûpayê re. Mixabin, halê nivîskarên me werê ye, heger bê pişt bin, ji bîra me jî diçin.

Têkiliya wî bi nivîskarên derdora Riya Teze re çawa çêbûye û bi çi awayî ye ev têkilî?
Wek min gotî ew delaliyê civata xwe bûye. Nîvîskar û lêkolînerê Kurd Tosinê Reşîd ji bo helbestên wî dibêje: ‘Mikaêlê Reşîd form û teherên şiîra Ewrûpî anîn nav wêjeya Kurdî, çawan dibêjin ‘ew di kirasê kurdî de bi cîh kirin’
Nîvîkar û helbestvanê Kurd Eskerê Boyîk jî ji bo wî dibêje: ‘’Mîkaêlê Reşîd yek ji helbestvanên Kurdên Sovyeta berê yê herî navdar û xweyê berhemên giranbiha bû. Ew pêşengê helbesta nûjen a Kurdên Sovyetê bû. Wî gelek cûre û stîlên helbesta nûjen a cîhanî anî nava helbesta Kurdî. Di helbestên xwe de teknîka helbestvaniya nûjen carna bi zanistî tevî cûrên klasîk û zargotina gelêrî dikir û cûrenaverokeke nû ya xweşik dihûnand.’’
Nivîskar Emerîkê Serdar jî wiha qala helbestvaniya wî dike: ‘’Ew şayîr û merivekî usa bû, ku layîqe derheqa wî de hertim bê nivîsarê û bîranînê. Ew şayîrekî usa bû, ku mekteba şayîrtiyê derbaz bûbû, û ew yek nava afrandinê xwe de xwey dikir.’’
Piştî wan gotinan ez dibêm qey êdî ne hewcê ye ez tiştekî din bibêjim.

Çi cudayî di nava helbesta wî û ya hevçaxên wî de heye? Meyla wî bêhtir li ser çi ye?
Herçî ne xerîbê helbestên nivîskarên Riya Teze  ye, gava helbestên Mîkaêlê Reşîd bixwîne, wê bibîne ku ew bi şêwaza xwe ji şairên dîtir cuda ye. Çawa? 
Wî di Kurmancî de şêwaza helbesta çîrokî bi serketî ceribandiye. Di Kurdî de hostayê wê Şêrko Bêkes e. Heta Şêrko Bêkes ji bo pirtûka xwe ya Dal gotiye ‘çêruke şî’r’. Di Kurmancî de Mueyed Teyîb, Rojen Barnas û Edo Dêran jî ev şêwaz ceribandiye. Helbestên Mîkaêlê Reşîd Hekîm, Bal Lenîn, Dilê Kalê, mînakên baş in ji bo şêwaza helbestên çîrokî re.
Di helbestên wî de hest û ramanên neteweyî pirr xurt in. Digel ku wî Kurdistan hîç nedîtiye jî pirr behsa Kurdistanê û şervanên Kurd kiriye. Her wiha ew gavekê bi pêş ve çûye, behsa êşa dayika Ereb jî, zilma li ser reşikan jî kiriye bi dilê xwe yî nazik. Piştî mirina şairê navdar ê Azerî Semed Vurgun, helbest nivîsandiye. Helbestkarê nûjenî û hubê ye Mîkaêlê Reşîd.

Ji hin helbestên wî xuya ye ku haya wî ji rewşa Kurdistanê hebûye. Vê yekê xwe di helbesta wî de çawa daye der?
Erê wan çaxan li Iraqê şerê Kurdan û dewletê hebû ango ez behsa salên 60’î dikim. Wî di Riya Teze û radyodê tercûmanî dikir, xeberên li ser Kurdan jî wî tercûme dikirin. Jixwe di helbesta xwe ya ‘Ez tercimeçîme’ de dibêje:
‘’Ez tercime dikim/Xûn dimewice nava temara/Kurd hê şer’dikin/Bila şa nebe dilê neyara/Wê rojeke bê/Ça nûra sibê/Ezê tercimekim be’seke xêrê/Kurdistan dijî/Neyar çû gorê.’’

Mîkaêlê Reşîd bi 4 yan jî bi 5 zimanan zanîbûye û bi sê zimanan nivîsiye. Haya wî ji dinyayê jî ji Kurdistanê jî hebû. Ji bo Hîroşîma jî helbest nivisiye ji bo şervanên Kurdan jî. Rihê wî yê neteweyî jî yê gerdûnî jî xurt e.

Ma wê rehettir nebûya ku helbestên wî li gorî rastnivîs û gramera Kurmancî ya îroyîn bihatana çapkirin?
Min bixwe qet dest nedaye transkrîpsiyona wan. Hin weşaxaneyên Kurdî berhemên Kurdên Sovyetê li gorî qaîdeyên xwe diguherînin. Nizanim ev çiqas durist e. Ma dibe mirov deqên Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî redakte bike û li gorî gramer û rastnivîsa Kurmanciya îro bifesilîne. Kurmanciya wan di heman demê de daneyên dîrokî ne. Her wiha ji bo navê Mîkaêlê Reşîd jî dixwazim bêjim bi çend şiklî navê wî tê nivîsandin, wekî; Mîkayêle Reşîd, Mîkaîlê Reşîd, Mîkayîlê Reşîd. Lê a rast, Mîkaêlê Reşîd e, tevahiya berhemên xwe bi vî navî nivîsandine.
Dawîyê jî dixwazim bêjim li hin cihan helbestên wî li ser navê hinekên din belav bûne. Wekî mînak, strana Aram Tîgran ‘Qîza Kurda’ helbesta Mîkaêlê Reşîd e, Serhat Çarnewa jî pêrar albumek derxist û eynî stran bi navê ‘Gelo Ew Kî ye’ got, lê li cihê xwediyê helbestê navê Fêrîkê Ûsiv daniye. Dîsa strana eyan a Koma Wetan ‘Çi digerî’ jî helbesta Mîkaêlê Reşîd e. Lê li hin ciyan li şûna xwediyê gotinê navê Kerem Gerdenzerî heye.


*Argeş Kehnîhejîrî ev hevpeyvîn bi min re çêkir û 5ê Sibata 2019´an di rojnameya Yeni Ozgur Politika de derçû.

Nûçeya bi tirkî derheqa pirtûka Mîkaêlê Reşîd de (30 Çile 2019 Yeni Ozgur Politika)

Nûçeya bi kurdî derheqa Mîkaêlê Reşîd de (29 Çile 2019 Yeni Ozgur Politika)

Dienstag, 25. September 2018

DENGÊ E’FRANDARÊD MEYE CAHİL: ELÎXANÊ MEMÊ


Cahilekî 18 salî di Riya Teze de: Elîxanê Memê
Ev nivîsa li jêr sala 1966an di Riya Teze de belav bûye ku wê çaxê bi alfabeya Kîrîlî neşir dibû. Riya Teze li ser nivîskarên eyan û mezin pir nivîs neşir kirine lê car car di para "DENGÊ E’FRANDARÊD MEYE CAHİL" de behsa gencên Kurdan jî kiriye.
Elîxanê Memê di vê nivîsê de xortekî 18 salî ye û bi pesn û şabûneke mezin behsa wî tê kirin. Ew xortê hanê piştî jihevbelavbûna Sovetê li Ermanistanê dibe parlementerê Êrîvanê.

Her wiha gava Kurdên Sovêta jihevbelavbûyî, 9ê mehê Hezîrana 1992a li Laçînê, Kurdistana Sor îlan dikin, Elîxanê Memê daxuyaniya vê dixwîne. 

Berhemên Elîxanê Memê
Bi Ermenîkî; Kênas Sov (Behra Jiyînê) sala 1983, Kar (Kevir) Sala 1987, Arêvî Yêrkîr (Welatê Rojê) 2004, Zagrosî Luyîsêrî (Îşikê Zagrosê) sala 2006,
bi Kurdî; Surra Hesretê sala 1989, Ax Û Nan sala 2004, Nuranî sala 2010
Wekî din jî rêdaktorê sereke yê rojnemeya Zagrosê’ê bû û heya mirina xwe jî serokatiya Yekîtiya Nivîskarên Ermenîstanê ya Beşa Kurdî dikir. 

Min tîpguhêziya ji alfabeya kurdî-kîrîlî li alfabeya kurdî-latînî kiriye û min qet dest nedaye rastnivîs û ûsila nivîsina wê.
                                           ***

28-ê ÎYÛLÊ SALA 1966-a  No: 60 (1808)

DENGÊ E’FRANDARÊD MEYE CAHİL

E’L’İXANÊ MEMÊ

E’lîxanê Memê t’eze p’ê xwe avîtiye şêmîka e’mr - îsal mek’t’eba ort’e kut’a kir. Lê t’ebîyetê timatî nekiriye, me’rîfeteke mezin daye vî xortê berbimiraz. Ew die’fr’ine, dilkê wîyî fire nhada bona merivayê, e’dlayê, bratyê û pizmamtîya cmae’ta dik’ute, xeberêd xweye t’eze dibêje.
E’lîxanê Memê sala 1948-a gundê Koşêda (neh’iya Aştarakê) hatye dinê. Eva çend r’oja, wekî mek’t’eba gunde ort’e k’uta kir. Hema înt’hama xweye e’wlinde - nvîsara zmanê ermenîde, şagirtê me’r’îfet dinvîse: „Nava merivda her tişt gotî bedewbe, r’uh’ê wî jî, xebata wî jî, şuxulvanîya w’î jî. Ez k’ubarim, wekî bajarvanê T’faqa Sovêtîême, li k’u paşwextiya gul û nûr- mexlûqetîya komûnîstyê tê çêkirinê…
Awa, r’ênîşa e’mr destê minda, ez dik’evime e’mr, bona min û bi h’ezara merivêd mîna min her r’ê û dirb hatne vekirinê… E’mrê min nava ya h’eta- h’etayêda demeke kine, ez dixwazim dinyaêda usa bijîm, wekî ew dema nava h’eta-h’etayêda bike zingîn…’
E’lîxanê Memê eva du-sê sale, wekî die’frîne û bûye h’izkiryê gelek-gelek  xwendevana. Ew bi zmanê ermanî die’frîne. E’frandinêd wîye lîrîkîêye delal gazetêd  r’espûblîkaêye başqe-başqeda r’onkayî dîtine.
Xiyal û meremê vî xortê me’rîfet yeke, wekî dîsa hînbe, xwendina blind dest bîne. Ya şabûnê ewe, wekî ew baware, ku wê înt’hemêd qebûlkirinê r’ind bide û bê qebûlkirinê.
Em îro çend e’frandinêd E’lîxanê Memê r’aberî xwendavanêd me dikin.

Dilê min 

Wexta dor min qûmistane,
Bê av, bê r’uh’, bê îsane,
Mêrga şîne bona merîya
                             Dilê Min.

Wexta dema melûlyê tê
Ax û waxê giran dertê,
Sîmê zer’e bona merîya
                               Dilê Min.

Wexta bahar xweş vedibe,
Li sîngê ç’yê cew xar dibe,
Qalç’iç’eke bona merîya
                                 Dilê Min.
Wexta şeve û te’rîstan
Hîva sar ji wê naê xan,
Şemdaneke bona merîya
                                 Dilê Min

Wexta sare, zvistane,
Ba û bager me mêvane,
K’ûra germe bona merîya
                            Dilê min
                                                
Eskerê BOYîK t’ercmekir




Êvara ç’yê
Dadinizile êvara ker’-lal
Li sîngê ç’yaê Elegezê şîn,
Vedipeşirin gund ter’e al
Bi r’amûsana bêye paşîn.

Bavê minî gavan dike „hope-hop”
Gar’anê îda berbi obê tîne,
Peşîêda diçe dya min berbihêr
''Şegoê' me beş vediqetîne.

Lê xûşka min jî li serê qeyê,
hîvîya berxvanê xwe hê dimîne.
Berxvan bi bilûr pesin û p’eyê
H’uba xûşka min xweş dilîlîne

Fêrîkê ÛSIV T’ercmekir

 

Spindar îşev
Li bag’ê meda şeve, şever’eş,
Spindar k’etîe nav xewa hingor,
Ç’ivîk distirê miqamekî xweş,
Ku melisîye ser ç’iqekî jor.

Ezî t’enême li ser banê me
Spindara k’aw li ber ç’e’vê min,
Dara zerdela ku kulîlk daye,
Dibe: xewn dîye spindara şîn   ’

Ji ermenî Seh’îdê ÎBO
T’ercmekir

 

Sonntag, 18. Juni 2017

Du mamosteyên mezin Heciyê Cindî û Celadet Bedirxan

Hevnasîna Hawar û Riya Teze

  • Di nasîna Hawarê ya Riya Tezê de navekî qedirbilind derdikeve pêşberî me. Ev kes Heciyê Cindî ye. Wêjekar, fîlolog û folklornas Prof. Dr. Heciyê Cindî bi rêya nivîskarê Ermenî Prof. Dr, Harutyun Migirdiçyan rojnameyan dişîne ji Celadet re. 


Di sedsala 20'an a wêjeya Kurmancî de meriv dikare qala du ekolên sereke bike. Yek ji wan Kovara Hawar û nivîskarên wê, ya din jî Riya Teze û nivîskarên wê ne. Her duyan jî bêyî haya wan ji hev hebe, dest bi karê weşangerî û wêjekariyê kirin. Ji bo nivîskarên ciwan ên vê demê her du weşan jî dibû rawestgeha yekemîn. Cihê xwe îsbatkirin û kemilandina nivîskariyê bû. Jixwe gelek kesên ku rêya xwe bi wan her du weşanan xistin, di wêjeya Kurmancî de bûn pêşengên şêwaza modernîzmê. 
Gelo meriv dikare ji wan her du ekolan yekê wekî 'navend' a din jî wekî 'cihî' bi nav bike? Gava ku em dêhna xwe didin analîz û lêkolînên li ser wêjeya Kurmancî, meyla bicîhkirina Hawarê li navendê zêdetir e. Hin rexneyên li ekola Riya Teze yên wekî nivîsandina bi zimanekî devokî, bandora îdeolojîk û qelsiya hûnandina mijarê û hwd, di hişê mirovan de bicîhkirina 'cihîbûnê' xurt dikin. Her wiha rengdêra 'sazûmankarî' ji bo çîrok, helbesta modern jî - her çiqas hin gengeşî dewam bikin jî - di derbarê vê mijarê de li ekola Hawar tê îstînad kirin û îmajeke 'navendî' ji bo Hawarê tê qewîkirin. 
Mijara vê nivîsê ne rûberîhevkirina her du ekolan e, hevnasîna her du weşanan e. Ji ber ku Riya Tezê weşana fermî ya Partiya Komunîst a Ermenistanê bû, ne pêkan e ku li wir behsa Hawarê bike. Lê di Hawarê de di hejmara 8'an de (12 Îlona 1932'yan derçûye) cara ewil behsa Riya Tezê û weşanên din ên çapbûyî tê kirin. 
Celadet Bedirxan, bi navê Herekol Azîzan der barê Rojnamê Riya Teze de agahiyan dide. Ji nivîsên wî xuya dibe ku hê nû haya wî ji rojnameyê çêbûye û dixwaze bi wê nivîsê Riya Teze silav bike. Celadet wiha dinivîse:
"REYA TEZE Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve. Li gora ko Rêya Teze rûjnameke deh rûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye. Em ji hevalê xwe re rêyeke xweş û dawîyeke geş hêvî dikin. Divêt ko her gav me hay ji hev hebit û gerek e ko em hevdu ser xebata hev serwext bikin." 
Nivîsa xwe bi helbesteke zarokan a ji pirtûkê jê re hatî şandin, bi dawî dike. 
Bivênevê, di serê mirov de pirsa gelo Celadet çawa ji hebûna Riya Teze agahdar bûye, peyde dibe. Jixwe Celadet Bedirxan di kovarê de tiştên ku bi Kurdan re têkildar ên ku ji weşanên cihêreng ên biyanî derçûyî, radigihand xwendevanên xwe. Wekî mînak di hejmara 19'an a Hawarê de Celadet behsa kovara Zerdeştên Hindistanê dike û ji kovarê, gotareke Îngilîzî werdigire û van agahiyên li jêr dide: 
"Birayên me ên zerdeştî, li Hindistanê, di Bombayê de kovarakê bi navê (Iran lig) bi zimanên îngîlîzî û farisî derdixînin. Kovara Zerdeştiyan di hejmareqe xwe de qala serxwerabûna miletê kurdan kiriye û di heqê me de çend pirsên biheq û dilovan nivîsandine. Herwekî me ew bendika ha jor ve û weke xwe guhastiye stûnên xwe jêr ve ji werdigerînin zarê xwe."

'Radyo Qefqasê'
Celadet li kû derê, dengê Kurdî û Kurdewarî were, tavil xeber û mîzginiya wê digihîne xwendavanên xwe. Çi radyo be û çi rojname be, çi kovar be, guhên wî pel bûn û çavên wî bel. Di hejmara 27'an de Celadet behsa radyoyên bi Kurdî dike. Di serenava 'Di Radyowê De Weşinekên Kurdî' de 'Radyoya Rohelat', a ku li Beyrûtê weşan dikir û 'Radyoya Bexda'yê dide nasîn û agahiyan dide der heqa wan de û piştre behsa 'Radyoya Rewan'ê dike lê li ser Radyoyê ne serwext e, tenê bihîstiye bi Kurdî jî weşanê dike. Ji ber vê yekê, ji bo wê dibêje, 'Radyoke Qefqasê' bang li Kurdan dike û wiha dinivîse: 
”Me çend caran ji stasyoneke Qefqasê stranine kurdmancî bihîstine. Lê heta niho me nizanî ew kîjan stasyon e, kengê û li ser kîjan pêlan diweşîne. Me gumana Rawanê kiriye. Me hêvî ji xwendevanên xwe heye heke pê dizanin bila ji me re bidin zanîn da ko em pronivîsa wê stasyonê jî di Hawarê de belav bikin.”

Nasîna Riya Tezê
Lê di nasîna wê ya Riya Tezê de navekî qedirbilind derdikeve pêşberî me. Ev kes Heciyê Cindî ye. Wêjekar, fîlolog û folklornas Prof. Dr. Heciyê Cindî bi rêya nivîskarê Ermenî Prof. Dr, Harutyun Migirdiçyan rojnameyan dişîne ji Celadet re. Îhtîmaleke mezin Heciyê Cindî bi riya endamên Federasyona Şoreşger a Ermenistanê (Taşnak) yên li Sûriyeyê, ji hebûna Hawarê serwext dibe û têkiliyê bi Celadet re datîne.
Keça Heciyê Cindî û hevjîna Ferikê Ûsiv, Firîda Hecî Cewarî di pirtûka xwe ya bi navê "Bîranînên min" de ji devê Harutyun Migirdiçyan wiha qala serhatiya şandina nameyan dike:
"Hecî minra go: 'Dixwazim pirtûkên dersa û çend rojnamên Rya teze bişînim Sûryayê, Bedirxanra. Min jî ji karkirê (navê wî vê demê nayê bîra min) Partiya komûnîstiyê pirsî, kanê em dikarin pirtûk û rojnama wanara bişînin? Ewî go: "Ezê sibê bersîva te bidim". Hilbet, ewî jî ji mezinê xwe pirs kiribû, û piştî du roja ewî gazî min kir, go: "Hevalê Mikirtçyan, hun gere xwexwe wan pirtûk û rojnama bişînin. Bişînin, bera bizanbin, wekî li Ermenîstanê çi to mecal hatine saz kirinê bona pêşdaçûyîna çanda kurda. . .'
De, piştira, Hecî pirtûkên dersa, çend hejmarên rojnamê anîn mala niviskara, adiresek jî da min û min jî ser wê adirêsê şand, adirês jî bir da wî hevalî.
Ev bûye rastî! Dadêda min derheqa vê yekêda got û dubare zêde kir: Bi destûra dîwanê min bi xwe bi riya postê pirtûk û rojname şandine Sûryayê."

Piştî çend salan pê dihise
Firîda Hecî Cewarî piştî çend salan, bi saya gotara Temûrê Xelîl pê dihise ku nameyên Heciyê Cindî gihane ber destê Celadet Bedirxan. Her wiha di heman pirtûkê de behs dike ka çima bavê wî tê girtin û çima haya wan ji naveroka nameyên Celadet Bedirxan tuneye û name çawa tên şewitandin:
"Min zanibû, wekî roja girtina bavê me -18 adara sala 1938-a, wexta polîs bona dîtina îzbatan navmala me serobinî kiribûn tenê hejmareke kovara Hewarê ya 24-a dîtibûn, lê hijmarên din, ku diya min nava sova dîwêrda, bin êzingada weşartibûn, wana neditibû (Her sal 15-e meha adarê mala bavê min îda sove vênedixistin û darê ku ber diman dildrine nava wê sovê. Girtina bavê min jî pey 15-e adarê bû). Belê, çend nemên Celadêt Bedirxan, çend kovarê Hewarê û usa jî çend nemên din mala ineda hersal usa dihatine weşartinê. Lê wexta ev pêla duda destpê bû, gava merivê amûtam dîsa digirtin, sirgûn dikirin, rihetiya bavê min tunebû. Destê wî nediçû wan tişta bavêje, bişewitîne, dayîka me jî newêrbû hêrsa bavê me rake." 
Her wiha nivîskar Eskerê Boyîk jî di pirtûka xwe ya bi navê 'Nûra Elegezê- Çend dîdem ji edebiyata Kurdên Ermenistanê' de behsa sedema girtina Heciyê Cindî dike (di pirtûka xwe de girtina Heciyê Cindî berevajî Firîda Hecî Cewarî ne weke 18'ê Adara 1938'an lê belê ya 1937'an diyar dike) û dibêje ku yek ji sedemên girtina wî nameyên wî ne ku ji Celadet re şandine. Nivîskar li wir behs dike ku Heciyê Cindî ne tenê ji ber şandina nameyan hatiye girtin û wî ji bahoza Stalînîzmê para xwe girtiye û bûye hedef.    
Li gor salixên keça Heciyê Cindî, Firîda Hecî Cewarî, meriv têdigihije ku Heciyê Cindî bixwe jî nizanîbû ka nameyên wî gihiştine Celadet yan na. Jixwe çend salan piştî şandina nameyan, Heciyê Cindî tê girtin û bi xebatên dij-şoreşgerî û casûstiyê tê tawanbarkirin. Salekê di hepsê de dimîne û di pirtûka Firîda Hecî Cewarî ya "Heciyê Cindî-Jiyan û Kar" de hestên wî piştî derketina hepsê wiha raberî me dike: 
"Rast salekê şûnda Hecî vegerîya malê. Ewî roja girtin-berdana xwe, roja 18 adarê, kivş kir çawa roja bûyîna xwe."

Ev nivîs 10´ê Tebaxê 2016 di PolitikARTê de derçû

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...