Yeşîlmen: Piştî demekê ji ber bêrîskbûna firotina berhemê, yên gelekî astnimz jî çap dikin ku ev hem pirsgirêkeke exlaqî hem jî estetîkî derdixe meydanê. Lê dîsa jî hêviya min her welat e.
Piştî salên 2000´î romana bi Kurmancî û Kirmanckî ya bi alfabeya Latînî, him di hêla hejmarê de him jî bi guherîn û veguherîna romangeriyê, geş bû. Miqabilî vê yekê weşanxaneyên nû karîn ji xwe re bazara xwe çêkin û ji vê bazarê, ne tenê xwîneran fêde kir, wê kir ku nivîskarên nû û ciwan biwelidin. Lê ev sê ta çar salên dawî romangeriya Kurdî û bazarê vê wekî ku kêm bûye. Gava mirov li sê salên dawî hejmara romanên çapbûyî dinihêre, tê derdixe ku kêmbûneke beloq heye.
Me xwest li ser vê babetê bi lêkolîner Dawid Yeşîlmen û nivîskarên xwedan romanên Kurdî re peyivîn, ka seba çi, ev sê salên dawî romanên çapbûyî kêm bûne.

Li gel ku piştî 2000an romana Kurmancî/Kirmanckî geş bû ew e sê salên dawî wekî ku romanên çapbûyî sal bi sal kêm dibin. Li gorî te sedemên vê yekê çi ne?
Raste, ez jî li gel te me ku piştî 2000an romana Kurdî bi pêş ketiye. Helbet sedemên sereke, pêşveçûna tevgera Kurdî ya siyasî û vegerîna wêjeyê ya li welêt in. Herweha normalîzebûna Kurdî di nav civakê de, pêşveçûna enstîtu û saziyên perwerdeya zimên û pirrbûna weşanxane, pirtûkfiroş, kovar û komên xwendinê yên li welêt, ev pêşveçûn dupat kirin. Lê mixabin bi destpêkirina şer ya di 2015´an de tesîreke neyênî li wêjeyê, bi taybetî li romanê jî kir û hejmara ku di 2014´an de gihiştibûn hejmareke baş (52 heb roman çap dibin di wê salê de) dîsa hersal kêmtir dibin. Bawer dikim, heya niha bi giştî 10-12 roman çapbûne di 2018an de. Di 2015´an de 46, di 2016´an de 34 û di 2017´an de 25 roman çap dibin. Helbet ev hejmar ên romanên ku li Bakur û bajarên weke Stenbol û Izmirê têne çapkirin in.
Sedemên aborî, siyasî û sedemên kalîteyê
Sedemên vê yekê çi ne? Sê sedem têne bîra min. Yek, îro rewşa Tirkiyê ya aborî pirr xirab e. Bi taybetî jî ev yek bandorê li kaxezê dike ku ev jî çapkirinê zehmet dike. Du, sedema polîtîk e. Ji ber qedexe û girtina bi dehan sazî, rojname û televizyonên Kurdî, şerê dijwar, hepskirina rewşenbîran, jikaravêtina mamosteyan tirsek yan trawmayeke salên notî kete nav civakê ku ev yek bandorê li nivîsandinê jî dike. Herweha li gorî analîzên di destê min de, rêjeya pirtûkkirînê jî pirr kêm bûye. Sedemeke din jî, heger ev pirsgirêkên aborî û siyasî nebane jî, ez li bendê bûm ku hejmar kêm bibin. Ji ber ku êdî xwendevan li berhemên bi qelîte digerin û yên ji wêjeyê dûr naxwînin. Vê yekê wê bivê nevê nivîskar kêm bikira. Ji ber ku êdî ji bo xwendevanan kurdîbûna berhemê ne bes e. Asta wê ya wêjeyî jî gelekî giring e. Êdî komeke xwîneran a ji bo xwendina wêjeyê heye, û dizanin bê berhemên baş çawa ne. Ji ber vê yekê, rastiyeke berbiçav heye ku herçiqas hejmar kêm jî bûbe, asta wêjeyî neketiye. Heya ez dikarim, bibêjim ku ast bilindtir bûye. Romanên giranbûha têne ber destê me îro. Êdî em dikarin di betlaneyan de romanên Kurdî jî bixwînin. Heger Şener Ozmenê me hebe îro, me bi nivîskarên Ewrûpî an Tirk ti hacet nîne.
Piştî salên 2000´î gava li Ewrûpa û welêt tevde resma romana Kurdî bînî ber çavên xwe, resmeke çawa tu dikarî teswîr bikî?
Gava em behsa wêje yaan romana Kurdî ya diyasporayê dikin, balkêşiyek tê ber çavê min. Ji salên dawiya 70yan heya îro li Ewrûpayê wêjeyeke Kurdî heye, lê hertim nivîskarên ku ji welêt hatine dinivîsin. Nifşekî nû dernakeve. Ez tu nivîskarên ku li Ewrûpa çêbûyî û niha bi Kurdî dinivîse nasnakim. Herweha, a gelekî kevneperest û statîk in, ji aliyê mijaran ve. Lê yên li welêt ne wiha ne. Azad in û dewlemend in, ji aliyê mijaran ve. Êdî tu ji çi cure û mijarî bixwaze, tu dikare berheman bibîne. Ji ber ku hem çavkaniya zimên ew dere hem jî civak li wir e. Hem jî berxwedan li wir e. û biqasî ku ez li vir dibînim, kêm nivîskarên Kurd birastî jî sudê ji wêjeya welatê lê dijîn digirin. Û asta wêjeya wan gelekî nimz e û di nav şerê di navbera hev de vedigevizin. Lê li welêt, nifşên nû derdikevin. Dan û standin hîn baştir e. Gelek nivîskarên hêja yên bin 30 salî re hene û birastî jî hêviyê didine min. Kovaran derdixin, mijaran ava dikin û tevgerên wêjeyî li dar dixin. Li Ewrûpa bazareke bi rêk û pêk ji xwe nîne. Heger tu nivîskaran nas bikî, tu dikarî berhemên wan ji wan bistînî yan li benda hinek panel an festîvalan bisekinî heta ku tu xwe bigihînî wan. Lê li welêt ew pirsgirêk çareser bûye. Tu dikarî li gelek pirtûkfiroşan yan jî online bikirî. Ji ber vê yekê, gelek nivîskarên li Ewrûpa, hewl didin berhemên xwe li welêt bidine çapkirin.
Pirsgirêkeke exlaqî û estetîkî
Lê herçiqasî ez bi eşkereyî berhemên li welêt li ser yên ji Ewrûpayê re bigirim jî, sînorên hişk di navbera wan de nînin û mînakên gelekî serketî jî li Ewrûpa derdikevin. Weke mînak, Helîm Yusiv yan jî Bextiyar Elî li Ewrûpa dijîn. Li rexê din jî, hinek weşanxane ku ji nivîskaran pereyan distînin û bi vî awayî berheman çap dikin jî, piştî demekê ji ber bêrîskbûna firotina berhemê, yên gelekî astnimz jî çap dikin ku ev hem pirsgirêkeke exlaqî hem jî
Fêrgîn Melîk Aykoç: Şaredariyan xizmeteke baş dikir
Nivîskarê Kurd Fergîn Melîk Aykoç, li Elmanyayê dimîne û heta niha 7 romanên wî yên çapbûyî hene. Fergîn Melîk Aykoç wiha qala sedema kêmbûna romana Kurdî û bazara wê dike: “Kêmbûna romana Kurdî bi siyaseta ve girê dayiye. Ev pêla faşîzmê bi pêş ket, li her derî, pêşî hat girtin, weşanxane êdî nikarin romanên Kurdî yan weşanên Kurdî belav bikin. Di vî warî de mesela, şaredariyan xizmeteke baş dikir, wekî mînak li Amedê û Wanê pêşangeha pirtûka
n hebû. Vê demê şaredarî di destê DBP´ê de bû, bazara pirtûkên Kurdî berfireh dibû. Niha pêşî vê girtin, dest danîn ser şaredariya ne tenê dest danîn ser şaredariyan, mesele rojnameya Welat resmen nehiştin çapxane Welat biweşînin. Wana awayeke pêşî lê digirin nayê belavkirin. Jixwe romana Kurdî di vî warî de gelek melûl bû, nedihat belavkirin, li her bajarî nedihat dîtin. Yekî bixwesta romaneke Kurdî bikiriya, gereke biçûya Stenbolê yan jî Amedê. Niha jî bi faşîzma rûniştî, pêşî lê hat girtin. Ez bi xwe jî bi gelek weşanxaneyan re jî peyivîm, digotin, him di hêla aborî de hinek nikarin bikirin him jî êdî newêrin. Ji ber ku polês berhemên bi bandrol ên bi Kurdî jî dikarin bikin bahene û insana bigirin. Dema rewş wisa bû ev rêbaya faşîzmê a li ser gel rûniştî pêşî li bazarê girt. Weşanxane jî dema pere jê qezenc neke nikare biweşîne, weşandin jî gelek biha ye. Lewma hejmara romana Kurdî daketiye jêr, jixwe, em nikarin bikevin bazarên din li wir jî dijwarî heye.”Yildiz Çakar: Êdî pirtûkên Kurdî di çopan de derdiketin

Abdulkadîr Ulumaskan: Piştgiriya rêxistinên Kurdan divê
Serokê Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê, Abdulkadîr Ulumaskan par bi romana xwe ya “Malwêran” ya ji weşanxaneya Soran, xwe bi xwînerên Kurdîd a nasîn. Ulumaskan jî îşaret bi pêdiviya desteka rêxistinên Kurdan dike û wiha dipeyive: “Li gorî min rast e, ev demek e, romana Kurdî hê di pêvajoya bipêşketinê de ye. Van salên dawî, gelek roman hatin nivîsandin, hebekî jî bazara romana Kurdî çêbû. Ez bawer dikim, ev pêvajo jî pêvajoya bi welêt re girêdayî bû. Li welat derfet hebûn û derfetên şaredariyan hebûn û ev qedexeya pirr hişk rabûbû. Ji ber vê jî helwêsta nivîskaran jî çêbû. Heya niha nivîskar çiqas roman nivîsandin ji xwe wan yan bi xwe romanên xwe xwendin yan jî li derûdora xwe hevalê xwe belav kirin. Bi pêla çewisandinên nû re, xwendevan jî êdî kêm bûn. Êdî romaneke Kurdî jî bû wekî aleteke sûc. Li welêt jî karê çapê û xwendevan jî kêm bû. Berê nivîskarên Kurd ên li Ewrûpa jî li welêt bû. Nivîskar berhemên xwe amade dikirin hêviya wan ew bû ku li welêt bên belavkirin. Gava tu bi salan kedê bidî berhemekî û bi salan binivisîne tu nikaribe xwendevanan bibîbe tu nikaribe romana xwe fînanse bike vê gavê ev hesta te jî dişikê. Her nivîskar jî derfetê wî tune pere bide weşanxane û berhemê xwe çap bike û belav bike.
Ev hevpeyvîn 18 Tebaxa 2018 di rojnameya Yeni Özgür Politika de derçû
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen