Dienstag, 26. November 2019

Hevdîtina Doktor Şivan û Qasimlo



Rûpelek ji dîroka rewşenbîriya Kurdî

Sait Kirmizitoprak an jî bi navê xwe yê eyan Doktor Şivan, li gel bîrewerî û têgihîştina xwe ya siyasî û neteweyî, bi zimanê Kurdî re jî mijûl bûye, serê xwe pê êşandiye. Li ser zimanê Kurdî yek jê ferheng yek jê jî rêziman xwedan du berhemên hêja ye. Salên 1970’yî van her du berhemên Doktor Şivan pêşî li xebatên zimanê Kurdî vekir û bi saya serê van, gelek kesan xwe li Kurdî girt. Ferhenga ku Doktor Şivan ji zimanê Fransî wergerandibû, a Joyce Blau bû û çapa wê ya ewil gava Doktor Şivan li Başûrê Kurdistanê bû, tê kirin. Û çapa wê a diduyê jî piştî mirina Doktor Şivan ji alî hin heval û peyrewên wî ve li Brukselê tê kirin. Ya din jî ji zimanê Fransî hatiye wergerandin û li gorî salixên Doktor Şivan, esasê kitêbê Gramera Kurmancî a Celadet Bedirxan e - bêhtir jî sîstema Kamiran û Celadet (di Hawarê de ji 1941´ê û pê ve), û birêk ji kitêbê Kamiran Alî Bedirxan ê ku ji bo di zanîngehê de dersê bide wekî kitêb kom kiribû. Jixwe, li serê wekî nivîskar li gel Doktor Şivan navê Kamiran Alî Bedirxan jî heye. Çapa wê ya ewil bi halê teksîrê li Başûrê Kurdistanê ronayî dibîne, paşê jî sala 1976´an Weşanên Kava wê çap dike. Di vê kitêbê de belkî beşê herî balkêş pêşgotina Doktor Şivan e ku li gorî kitêbê 14 Adarê 1971´ê hatiye nivisîn. Tê de mirov li gel meyl û meraqa Doktor Şivan a li ser Kurdî, dibîne ku hingî Doktor Şivan çendî di meseleya ziman û Kurdolojî de şareza bûye.

Ew di pêşgotinê de xemsariya siyasetvanên Kurd a hînbûna Kurdî rexne dike û ji wan dixwaze li gel kar û barê xwe yî siyasî zimanê xwe yê întelektuelî jî bikin Kurdî. Her wiha li ser gengeşe û kêşeya elfabeya Kurdî jî radiweste û pêşniyaza Celadet Bedirxan a elfabeya latînî bibe elfabeya Kurdî, maqûl dibîne û daxwaza wî jî ew e Kurd bi vê elfabeyê emel bikin. Lê di pêşgotinê de tişta herî zêde bala min kişand bibîranîna hevdîtina wî ya bi Dr. Abdulrahman Qasimlo re ye. Minaqeşeya wan li ser ziman e, û pê re jî modeya 'siyaseta bilind’ a di nav întelîjensiyaya Kurdan de. Ez naxwazim zêde behsa wê bikim ji ber ku di pêşgotinê de heye. Berî wê, divê ez bibêjim ku tişta xwendevan li wir dixwînin tîpguheziya tîpguheztinê ye, min guheztina nivîsê ji kitêba Weşanên Kava kiriye, ango yekser ne çavkaniya ewil yan jî destnivîsên Doktor Şivan e. Loma jî dibe ku tê de çend şaşîtiyên biçûk hebin, her wiha hingî Doktor Şivan li dewsa herfa 'i', 'ı' nivisiye, li dewsa 'î’ jî, 'i'. Yanî li ser herfa 'i' kumik bi kar neaniye, ev yek piştî Şivan jî ji aliyê hinek fraksiyon û weşanxaneyan ve heta demekê dihat bikaranîn lê îroroj êdî kes bi vî şiklî nanivîse. Min ev her du li gorî îro nivîsandin, her wiha hin tişt jî wekî orîjînala wê ez ê bihêlim, wekî mînak Doktor Şivan di nakirina lêkeran de qertafa nakirinê ji lêkerê cuda nivisiye; wekî 'na kin, me de, me be, na girin' min dest neda wê. Li hin cihan dibe ku dema tîpguheztina wê de hin herf bêhemd şaş hatibin nivisandin, wekî mînak; heta bûye beta, çend bûye şend, carinan jî li dewsa jî ji hatiye nivisîn, dewsa xebata, xbata û hwd. Min ew jî rast kirin.
Bi min pêşgotina Doktor Şivan pir muhîm e, pê re ne tenê mirov bi ser hizr û ramanên Doktor Şivan vedibe her wiha mirov tê de kelecana wî jî dibîne, hingî xuyaye ew çendî hêvîdar bûye ji bo xurtkirina têkoşînê û rizgariya Kurdistanê. Da ku herçî bixwaze Doktor Şivan tozek be jî ji nêz ve nas bike û zarê wî yê şîrîn bixwîne, ez ê yekser pêşgotinê (K. Bedirxan- S. Şivan, Zmanê Kurd-Kürd dili, Weşanên Kava, 1976, Stenbol) li wir jî belav bikim. Ji wir şûnde nivîsa ku hûn ê bixwînin tevde bi Kurmanciya Doktor Şivan e:


PÊŞGOTIN

Zman çi ye?..

Berî gişan, divê em bi rengekî tevayî, li ser vê pirsê bisekinin û jê hin mijûl bibin. Herwekî, ji aliyê hemû zanyaran ve jî hatiye ders kirin û teyîd kirin; zman girêdayê saziyek sosyo-ekonomîkî nî ne. Yanî rejîma miletek çi dibe bila bibe, bingehê zmanê ew miletî tim û tim wek xwe dimîne, her ji bin xizmeta hemû kesê, ew miletî de, dom dike. Ger em bi gotinek din bibêjin, zman girêdayê sistema ekonomîkî nî ne; û ser de jî, ew wek miesîseyek çêbûna serî (supra - structure=üst yapı) jî na yê qebûl kirin.
Ji ber vê yekê ha, ji rojên saziya komunotê vir ve, û bi heta qonaxên rêjîma kolîdarî, derebegatî (feodalîte), sermayedarî (kapîtalîzm) û sosyalîzmê de, her milet xwediyê zmanek taybetî dijîye. Çi di nav qonaxên tarîxî û çi jî rojên îro de; saziya miletek çi dibe bila bibe, zmanê ew miletî ji beraberê ew saziyê de, tim û tim serbixwe ye û her dom e. Mesela, ji berî Şorişa Oktobrê, miletê Ûris û hemû miletê dinên Sovyetîstanê jî, xwedî zmanek taybetî bûn. Piştî şoriş, herwekî sistema ekonomîkî yanî milkîyeta wesîteyên îstîhsalên van welatan, bi destên şorişgeran ve hat guhêrandin û hikmê îktîdar ket destê karger û cotkaran. Bi tebî´î, miesîseyên çêbûna serî jî; wek; hiqûk, sanat, fîlozofî, din û êd…, li gora sistema şoriş, hatin guhêrandin û ketin di nav qaliba sistema sosialîzmî. Lê belê, herwekî tê zanîn; zimanê Ûris û yê hemû miletên dinên Sovyetîstanê, bi manaya asasî de, her wek xwe man.
Ji ber ku, zman milkê tebaqayek sosyal an yê kes û grubên sosyal nî ne. Yanî zman, milkê hemû kes û însanên ew miletê tevayî ye. Di bin ronahiya vê mitalaê de, em dikarin bi kurtî û hêsanî, salixa zman bidin:
Zman wesita ye, wesita welê ye ku, bi vî wesita, mirovin dikarin bi hevûdu re baxêfin, danûstandina xwe pêk bînin; û nîzîk an jî dûr ve ji hevdu ne xeber bistînin û xeber rêkin. Yanî her miletek zmanê xwe yê taybetî heye û der saya vê wesita yanî ziman ve, hemû kesên ew miletî dikarin di nav xwe de, li hev bên, bexefin û danûstandina kesî an komelî (civakî) vî bînîn.
Herwekî me di rêzên jorîn de diyar kir ku, zman bi manaya asasî de, girêdayê saziyek nî ne, serbixwe û milkê hemû kes û tebaqayên miletek e. Û gava rejîma wî milet bête guhêrandin, zman wek miesîseyên çêbûna serî na yê guhêrandin û der di bin xizmete ew miletî de dom dike. Tiştekî dinê giring (muhîm) jî, zman girêdayê dewlet an hikûmetek jî nî ne. Ji ber ku, miletek xwedî dewlet û hikûmetek be; an jî me be, dîsa her xwedî zmanek taybetî û serbixwe ye. Ji ber hingê jî, di hin welaten de miletên bin destî henin ku, zmanê van miletan, bi serbestî û bi rengekî resmî ne hatiye nas kirin û qebûl kirin; lê dîse jî wan miletên bin destan han, xweyî zmanek taybetî û serbixwe nin, û bi rengekî zanîstî (îlmî) ûsa tên hisêb kirin. Baş xuya dibe ku, çi têkiliya bingehîn; di nav dewlet, hikûmet an rejîma ew miletî û zmanê wî de, mewcit nî ne.
Lê çi heye ku, zman ne ew tişte ku, di pêşî û paşiya demên tarîxîyê miletan de, hatiye cemidandin û her wek xwe yê berî ma ye. Herwekî tê zanîn, berî bersiva vê niqtê, divê em hin li ser wesfên asasiyên zman de, bi kurtî çend gotin bêjin:
Her zman xwedî xezineyek gotinan e. Ji wê re vokabular jî tête gotin. Di nav van gotinan de, saziyek taybetî û asasî heye ku, li gora vê saziyê wan gotinan ha, bi hevre tên girêdayin ku, vê tiştî re jî, sîstema movikî (articulaione=mafsal) dibêjin. Dawiyê, wan gotinan ha ne bi bêserûberî, lê belê, li gora wazîfe û aksiyonên (tevger, eylem) xwe yên bingehîn berhev dibin ku wê re jî, "sintaks" tête gotin. Van her du kirên paşî yanî sîstema movikî û sintaks, digel hevdu, rêzmana zmanek yanî gramêra wî zmanî teşkîl dikin.
Niho, hema em dikarin bi ser ve zeyde bikin ku, di navbera demên borî  û îro de, hin gotin û qeydeyên gramêrî, li gora dem û hevcebûnên her miletî û li gora îmkaniyetên sosyal û sîyasî ya wî, dikarin bên guhêrandin û pêş ve biçin. Yanî, ji alîkî, bi aliyê gotinan ve, xezîna vokabuler hedî hedî dewlementir dibe; ziravtî, ahengî, siviktî, şîrîntî dikeve nav gotinan. Ji aliyê din ve, gramêra zman her baş tê analîz kirin û ders kirin, yanî her pêş ve diçe û digehe dereceyek biserûberî, sîstematîkî, û lenguîstîkî. Bî vî awayî; di nav devok (şîwe) û lêhçeyên zman de jî, hêdî hêdî yekîtîyeke tebîî û tevayî çêdibe. Dawîyê, divê em îlawe bikin ku, her zman, di navbera demên tarîxîyên drêj û danûstandinên pêtiyên îro de; mecbûr e gotin, terîm û tiştên dinên peyvistî, ji zmanên din û nemaze jî, ji zmanên cîran ve bigire, an bide. Lê, ew gotinên ku ne peyvîst in; lê, di bin tesîra hin tiştên tarîxî, siyasî û sosyal ve ketine nav zmanê milet, divê ewan ji bên avêtin û xezîna gotinan safî û paqij bibe. Lê belê, tu caran, bingehê xezîna gotinan û sîstema gramêra zmanek, ji ortê ranabe û na çe. Bi gotinek din, heke milet bi xwe rewşa (hal) jiyan de ye, yanî timamaî asîmîle (bişawtin, helandin) ne bûye an bi timamî ne hatiye hilkişandin û hilweşandin; zmanê ew miletî jî, tu caran winda na be û bi heta paşî xwendin û nivîsandina wî jî, na yê qedexe (memnu, yasak) kirin.

ZMANÊ KURD…
Li ser mesela zman; gotin an mitalaên ku tên derpêş kirin, divê di nav vê çarçava zanîstî de bin. Di welatên paşde mayî an faşîstîyan de, li ser mesela danîna zman nû çandî (kültür) ji, hin mitala û teoriyên derewîn, ne zanistî û şowenî carina tên belav kirin û bi zordarî wek teoriyên îlmî didin ber çavên miletên hindur û di zanîngeh û dibistanan de didin xwendin. Li Rojava, wek van teoriyên derewîn re "les prêtentionas pseudoscientifique" yanî bi navê zanîstî ve palavrayên (fort) derewîn tête gotin û jê re hinekan dikin.
Belê niha hemû miletên cîhanên kevn, Miletê Kurd jî xwedî zmanek e û jê re kurdî tê gotin. Herwekî Miletê Kurd, berî çend hezaran salan ketiye nav meydana tarîxê û bi destê wek dehayên mezin Kîaksar, Keyhosrew, Selahadînê Eyubî û êd. ve dewlet û împaratorîyên bi nav û deng çêkiriye; ew rojan ji vir ve, Zmanê Kurd jî, wek Miletê Kurd, bi hetanî roja me dom kiriye.
Herwekî ku, nijadê Miletê Kurd, bingehê tarîxî de, girêdayê miletên Endo-Ewropayî (Aryen) ye; Zmanê Kurd jî mendihesîbîne. Di nabeyna Zmanê Kurd û yên dinên Rojhilatê Navîn de, bi taybetî yên qewmên Îranîyan de, gelek danûstandina gotinan û lêzimtiya etîmolojîk (bingeh û asasê gotinan) heye. Ji aliyê din ve jî, di bin tesîra Ola Misilmantî û bi taybetî di bin tesîra Zmanê Quran, wek miletên dînên Misilman, mesela; Tirk, Ecem, û bi heta End û Endonezya jî, ketine bin tesîrê erebî,  û îro jî di nav zmanên van hemû miletan de, gelek gotin, biwêj (terîm, deyîm) û qeydeyên erebî henin. Ji bilî vê yeka han, Zmanê Kurd, zmanek jîndar e, serbixwe ye û xwedî gotinan û gramêrake taybetî ye. Yanî kurdî; wek tirkî, frensawî, erebî êd. serbixwe û jîndar e; û ji aliyê Kurdên milyonan ve tête peyivandin.
Ta bi heta berî 280 salî bêtir, Seydayê Mezin û nivîskarê bi nav û dengê Kurdan, EHMEDÊ XANÎ, di pêşgotina afirandina (eser) xwe ya dramteatral MEM û ZÎN ê da, wan misrayên jêrîn derpêş dike û dibêje:

Ev meywe eger xirab e ger qenc
Kêşaye digel wî me du sed renc
Ev meywe eger ne avdar e
KURMANCÎ ye ev qeder li kar e
Ev tifle eger ne zanîn e
Nûbar e bi min qewl şêrîn e
Ev meywe eger ne pir lezîz e
Ev tifle bi min qewl ezîz e
Mehbûb û lîbas gûşwaş e
Milkê di min ne mistear e. (1)

Mirov gava li ser zman û Edebîyata Kurd, nemaze li ser felsefe û raman Ehmedê XANÎ mijûl bibe; bi eşkera dibîne ku digel wî û ramangerên mezînên van sed salên paşîn de, gelek niqteyên şirikên felsefî- ku li vir cî yê me na hêle ku, mesela em li ser felsefeya Xanî û yê Hegel-Marks de bisekinin û niqteyên mişterek û nîzîk jê derxînin- û zanîstî, li ser dîtana zman milet û welat parêzî de, wekhev in. Gelek dîtin û mitalaên ramangir-şorişgerên vê sed salî jî, nîzîkî XANî nin. Mesela, Şorişker û ramangirê mezînê vê çaxî LENÎN jî, ji Xanî 220 salî şûn ve, mîna wî, li ser zman, welat û miletê xwe, bi heyecan û kelandineka mil û şoreşgerî, wan gotinan dibêje:
''Em ji zmanê xwe û welatê xwe re haz dikin. Wezîfa me ya yekemîn, ew e ku em xebatkarên me yên berfirehtir yanî ji dehan nehên miletê me re çeka zanîn û egahbûna şiurê tebaqayî bidin fam kirin û nas kirin… Em bi serbilindiyek MILÎ VE TİJÎ NIN, û ji ber vê yekê ji, ji KOLETIYA ME YA BERÎ RE… Jİ KOLETIYA ME YA ÎRO RE, NIFRET DIKIN. Ger MİLETEK, LI SER MILETÊN DIN KOLEDARIYA XWE ÇÊBIKE û BIPERÇIQÎNE, EW MILET BI XWE JÎ, NE AZAD E. Di sedsala Nozde de, mimesîlên dimoqrasiyê mitlaq û hostayên Şorişa Proletariya Marks û Engels, ûsa gotî bûn. Em karkerên mezinên Ûrisya, Bİ TIJÎBÛNA SERBILINDIYEKA MILÎ- BI HER AWAYÎ AZAD, SERBIXWE, OTONOM-DIMOQRAT, CIMHURÎ Û BI RÛMET; NE KU BI CÎRANÊN XWE VE BI XULAMTÎ, AN MEBDEYA REZÎLÎYA NIZMKIRINA MILETÊN DIN; BI BÎRÛBAWERIYA ÎNSANÎ, WEKHEVÎ VE DIXWAZIN DANÛSTANDINÊN BRATÎ ÇÊKIN Û BI HEV RE ÛRISYAYEK MEZIN PÊK BÎNIN.'' (2)

Xwedî û nivîskarê KOVARA  bi nav û deng HAWAR, û hostayê elfebaya kurdî ya latînî CELADET BEDIRXAN jî, li ser vê mewzuê dûrûdrêj disekine û ji xwende û entelektuelên kurdan re piştî çend hawar û gazindeyên dijwar, wan peyvên jêrîn qîr dike:

''Belê, em bi zmanê xwe ê mader, xwendin û nivîsandinê ni zanin. Ew zmanê ku xwendin û nivîsandina wî, ji her zmanî hêsanîtir e. Min bi xwe ceribandiye, kurdekî nezan, li gora şehrazayiye xwe, di wextekî gelek kurt de, hînî elfabeya xwe dibe; ji pênc bi heta sih rojî.
MALXIRABNO!.. Ma ew çend wext nî ne, hûn ku ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salan xebitîne û îro jî dixebitin, ji bona ku bikarin ''finfoneke'' derewîn bi lêw bikin.
KURO EYB E ŞERM E, FEHÎT E. AN HÎNÎ XWENDIN Û NIVÎSANDINA ZMANÊ XWE BIBIN, AN MEBÊJIN EM KURD IN. BÊ ZMAN KURDÎTÎ JI ME RE NE TU RÛMET E. JI WE RE RÛREŞÎKE GIRAN E.’’ 
Herwekî di dinav hemû zimanên cîhanê de, hin lehçe û şiwê mehalî jî henin; Zmanê Kurd ji xwedî lehçe şiwên e. Di vî warî de, gotinên kurdolog û zmanzanayên (lenguîstîkvan) kurdî, bi timamî wekhev nî ne. Lê, bi a me, wek çend Kurdolog û lenguîstîkvanên kurdiyên bi nav û deng û xweyî otorîte; wek, Celadet û Kamuran Bedirxan, Roger Lescot, Prof. K. Kurdo, Jacques de Morgan, Basile Nikitine, D.N. Mackenzie, Oscar Mann, Guw Mikriyanî, Kemal Badıllı û êd… mitalaeya Thomas Bois,gelek dirust, tekûz û zanîstî ye. Bi serde jî, divê em bînin bîra xwendewaran ku, Thomas Bois, ji sala 1927 vir ve, û bi heta berî du salan, bi hemû enerjî û dilsoziya xwe ve; li ser zman, tarîx, edebiyat, folklor, dîn û torevaniya Miletê Kurd de xebitiye; û bi sedan makale û dehapirtir kitêb, bi wî warî de (fransawî an kurdî) daye çapê. Ji ver van yekan, ge em paragrafek, ji kitêba wî ya bi nav û deng ''Connaissance des Kurdes=Naskirina Kurdan'' ve bixin pêş xwendewarên xwe, bes e:
''Kurd bi zmanek Endo-Ewropayî (Indo-Europeên) ve daxêfin. Zmanê Kurdan lêzimek farsiya modern e; belê, çi ji aliyê xezîna gotinan (vocabulaire) û sistema movîkî (articulatione) û çi jî, ji alîyê sazîya gotinan (syntaxe) de; tu tevlihevbûyîn di nav wan du zman de mewcud nî ne. Yanî her yekî serbixwe ye.
Di kurdî de du lehçeyên mezin henin; KURMANCIYA BAKUR: Di Bakur û Rojava de, ku Kurdên Tirkiya, Suriya, Sovyetistanê û Kurdên Bakurê de Iraq û Îran bi vê lehçê ve daxêfin. Ya din KURMANCIYA NÎVRO ye; ku wê re SORANÎ jî tête gotin û di Nîvroya Kurdistanê Iraq û Îran de tête peyivandin. Di nav van her du lehçan de, Çemê Zabê Mezin, wek sînorek nisbî ye.
Hin Kurdên din, wek Zaza, bi lehçeya taybetiya Goranî (Hewremanî) ve daxêfin. Em dikarin bêjin ku, di nav her eşîr an gelî de, hin ferqên taybetiyên devokî jî henin. Lê ew tişt ha, gelek normal e. Ji ber ku vê bûyer di nav hemû xelkên çiyayî de bi heta di nav hemû xelkên din de jî, bi aliyê zman de, wek Kurdan e. Mesela, Erebên Magrep, nikarin erebiya Iraqê tê bigehin, û bi heta Misirî jî gelek caran nikarin digel Libnaniyan bipeyivin.’’(4)

DÊ KURDÎ ÇAWA BÊTE NIVÎSANDIN?
Di rojan me de, nemaze ji bo lehçe Kurmancî, bersiva vê pirsê bi sedîsedî hatiye danîn û ji bo miletê Kurd jî, bûye realîteyek giranbiha. Her çiqasan ku, berî Ola Îslamî, Elfebeyek Kurdan ê taybetî hebû û îro jî, hin xwendayên Kurdên Ezdîyan dîsa bi vê elfabê ve dikarin binivîsin û bixwînin; lê belê, êdî çi mana nî ne ku li ser vê elfabêya arkaîkî, - ji aliyê giranî bihaya wê ya tarîxî pê ve,- em israr biki. Ji aliyê din ve jî, li gora elfabeya Elmanî û Slavî (Cyrillique), Armenî jî, di wî warî de hin ceribandin henin. Mesla, di Sovyetîstanê de, piştî Şorişa Oktobra Mezin, qasê deh salan, kurdî, bi elfabeya latînî ve hatî bû nivîsandin, û xwendin. Piştre, vê elfabe hate guhêrandin û di şuna wê de, elfabê krîlîk hate danîn. Lê, îro dîsa, nemaze bi pêşengiya Prof. K. KURDO û hin kurdolog û zanyarên din ve, di Sovyetîstanê de, tîpên latînî, dest avêtine nivîsandina kurdî. Û em hevîdar in, di demek gelek nîzîk de, zaningeh û instutîyên kurdiyên Lenîngradê, Moskovê, Erîvanê û Bakûyê de, elfabeya latînî dîsa bête qebûl kirin; ew afirandin û belavokên ku bi kurdî Soveytîstanê de tên çap kirin… ku di nav 30 salî de 600 pirtir kitêb, orîjînal an goharto û du ferheng, yekek ji van 30.000 û ê din 35.000 gotinên kurdî derpêş dike, gelek kovar, rojname û êd. di ew derê de ketina nav meydana çapê… evan re xwendewarên ku elfabeya latînî nas dikin, îstîfade jê bistînin.
Mixabin e ku, di Iraq û Îran de, bi tîpên erebî ve xwendin û nivîsandin bi rengekî tevayî, ketiye nav Kurdan. Îro di Kurdistanê Iraqê de, ji dibistanê pêşî bi heta universîtê, di hemû derên Kurdistanê de, bi şiklekî resmî û bi destên dewlet û karbidestên Kurdan ve, hemû xizmetên zanyarî (eğitim) kurdî nin. Di Îranê de jî, hêdî hêdî di wî warî de, pêngavin tên avêtin, lê dîsa bi tîpên erebî. Êdî em nizanin, karbidestên Kurdên Iraq û pêşeng û zmanzanayên Kurdên Îran, bala xwe didin elfabeya latînî, an na?.. Bi a me, ger vî tişt ha, dirust bibe û ji aliyê elfabê de yekîtî çêbibe, - ku vê yekîtî sedîsed, divê li gora elfabeya latînî û bi taybetî ê HAWAR be, ji ber ku karbidestên Kurdên Iraq û pêşengên Kurdên Îran jî, hêsanî û avantajên (çi ji aliyê tilafiz, hêsanî nivîsandin û çi jî, ji aliyê bihaya unîverseliya wê) elfabeya latînî, qebûl û teslîm dikin-.Ew çax ha, dê kurdî zutir pêş ve diçe, zirav û dewlementîrîya xwe ya tebîî bixe pêş xwendewaran; û ya bingehîn jî, miletê me yanî hemû kesên Kurd û nemaze karker û cotkarên me, dê gelek jê îstîfade bistînin û di nav demek gelek kurd de, bikaribin bibin xwenda û xwedî kulturê tevayî.
Herwekî me gotî bû, li Suriya û Tirkiya de, mesela elfabe hal bûye. Elfabê HAWAR (5) wek elfabeyek tevayî û universel (glemî, navnijadin), ketiye nav hemû Kurdan. Ji ber ku, elfabê HAWAR, di nav çend salan de, bi xurtiyeka tebîî û determînî (peyvîstî, kaçınılmaz), ji sînorê zmanzana û instituyên kurdî ve der çûye; ketiye nav miletê Kurd. Bi heta, bi xwe elfabeya latînî ketiye nav gelek Kurdên Iraq û Îran jî. Bes, bi rastî, ji ber sebebên ku, xwenda û rewşenbîrên (entellektuel, minewer) Kurdistanê Iraq û Îran, bi tîpên erebî ve dinivîsin û dixwînin, elfabeya HAWAR, mixabin di wan ci yan de, baş û dirust ne hatiye nas kirin.
Bi heta van salên paşî, li Tirkiya jî, ûsa bû. Ji ber ku, nivîsandin û xwendina kurdî, piştî sala 1924 an û ji vir ve, di nav Kurdên Tirkiya de, qeta bû bû. Lê îro, çiqas gelek hêdî û bi zehmetkêşiyek dijwar re be jî, ELFABAYA HAWAR, ketiye nav xwendayên Tirkiya û em dikarin bi dilşadî bejin ku, ew elfabeya giranbiha ha, bi heta gundiyan tesîrek qaîm kiriye. (6) Lê, bi rastî, li ser elfabe û nivîsandina kurdî, ew kirên teng û miweqet, çiqas hêja û bi feyda nin jî, ji aliyê gramêr, biwêj, gotinên mecazî (figure) yanî ji aliyê isul û saziya zmanê nivîskî de, hêj qonaxek gelek xav û sist de nin. Hin, ji ber sebebên dijwarî, bêimkaniyatî û siyasî; û hin jî, ji ber qelsî, çewtî û ezîtîya me ya çend salan e ku, em jî vê qonaxa xavî û sistî ve, derbaz ne bûne.
Bi a me, divê em asas li ser vê problema dawî yanî li ser qelsî, ezîtî û çewtiya me de bisekinin. Herwekî rehmetî CELADET, berî sih salî gotiye, em entellektuelên Kurd, ji bo hînbûyîna zmanê biyaniyan bi salan ve dixebitin; lê, ji bo hînbûyîna nivîsandin û xwendina zmanê yê MADER, çend rojan na din û tenezula xwendin û nivîsandina wî na kin. Bi hema vê niqtê, ez dixwazim, bîranîneka xwe, tikrar bikim.
Di sala borî de, rojek bi tesadufî, Evdirehman Qasim Lo (profesorê Universîta Prag û nivîskarê Tarîxa Kurd û Kurdistan) bi ser me ve hatî bû. Ew rojan ha, ez bi xurtî, li ser ferbûna xwendin û nivîsandina kurdî mijûl bûm. Digel çend hevalên din, Qasim Lo her dixast meselên siyasî baxêfe, ji beranberê wî, min tim û tim axaftin anî li ser zman û berî her tiştî, xwast ku di wî warî de, bala hevalan bikêşim. Hingê, heval Qasim piçek acêb ma û gote min:
"- Gelo karê te çi ye? Mirov entelektuel be û derveyî welat jî, li ser siyaset mijûl me be; ew çi tişte?!…"
"- Bra, ew siyaseta ku çi hindur û çi ji derveyî welat de, gelek caran bi fortan tête kirin, jê re çi eqlê min na bire. Ji ber hingê jî, dibe ku ditîna gelek mirovan de piçûk xuya dibe; lê min wek karek bingehîn, berî her tiştî, hînbûyîna kurdî girtiye ber çavên xwe."
"- Ma qey tu ne Kurd î?.."
"-Erê, ez Kurd im. Lê mixabin, kurdiya min ne ewqas xûrt e. Ji ber zmanê min ê mader lehçeya Zazakî ye. Ya didoyê jî, herwekî tu dizanî, di nav zmanê nivîskî û devkî de, hin ferqên giring (muhim) henin. Ger mirov bala xwe baş me de û pê re hûr û kûr mijûl me be; tu caran nikare bi kurdî tiştên edebî, siyasî an sosyal binivîse û bide bin xizmeta Kurdên din."
Qasim Lo, herwekî mirovek gelek diltenik, rûken, û sempatîk e, ji nişka ve dengê xwe biiriya; piştî midetek fikiriya û bi dengek gelek dilgerm, dest bi axaftinê kir:
"- Min bibor e. Bi amin jî wek ê we ye. Bi rastî, bi heta îro, di nav gelek xwendekar û enetelektuelên me de , tim û tim makro-politika (siyaseta bilind) moda bû ye û bi rastî, me ewqas bala xwe ne daye mesela zman. Li ba gelek biraderên me, mesela ziman lenguistîkî ye û şolekî piçûk e. Ji lewre, ez dikarim bêjim ku, li Parîsê û ci yên dinên ku tê di institu an zaningehên kurdî henin, Kurdên siyasî û ewên ku Ewropê de nin qet wan tiştan giring na girin û li ser zman, edebiyat, folklor û senata Kurdan, ji bili çend kesan, çi zehmet nekêşin. Bi heta tiştên ecêb ev in ku, xwenda û rewşenbîrên Kurdan, çi li hindur û çi li derve yê welat şûna ku bi kurdî çîrok, şî’ir, destan an gotarek binivîsin; piraniya wan bi zmanek biyanî doza zmanê Kurd dikin û serbestiya zmanê Kurd dixwazin!?. Ji ber vê yekê jî, mixabin e ku, di instituyên kurdî de, xwendekar hemû biyanî nin; û Kurdên me yên makro-politisien (Siyasiyên berztirin) jî, bi piranî, tenezula wan tiştên biçûk (!) na kin."
Heval Qasim, bi wî awayî, tiliya xwe da ser derd û kulên me yên giran û bi rengekî eşkera û tû, kemasiyên me yên qelsî û çewtî, dan ber çavên me. Bi rastî jî, nemaze li Tirkiya, me gelek mirov henin ku, ji aliyê siyaseta bilind û ji aliyê nivîskarî bi zimanên biyanî, gelek fort û "finfonek" an dikin û mengalan de çi xwelî na hêlin. Bi heta, di nav wan de, mirovên ûsa henin ku, ji bona ew wesfên dejenêre, opurtunîst û kurtbînî, bi ser de jî "Secaat!" arz dikin û şuna ku hed û sînorê tevgerê xwe bizanibin, xwe ji zu ve meydanê bikişînin. bilakîs xwe pê pozbilind nîşan didin û XWEDIBÎNÎ û çavtengiya hevalan dikin; û ger destên wan bê, tu mecal jî na din xort, ciwan û ramangirên heqîqî. Ji wan hin birjuwayên piçûk û bezirganên sîyasiyan re, em jî bi gotina rehmetî CELADET dibêjin: ""AN HÎNÎ XWENDIN Û NIVÎSANDINA ZMANÊ XWE BIBIN, AN ME BÊJIN EM KURD IN!."  
Ji ber hingê, li ser ziman û elfabeya me, piştî xebata ew çend camêran (wek; Kemal Badilli, Musa Anter, M.E. Bozarslan, Edip Karahan û êd.), çiqas di vî warî de, hin livlivîn ketiye nav me jî, bê şik, ne bes e. Herwekî me, di rêzên jorîn de jî derpêş kir, di nav zmanê nivîskî û devkî de, hin ferqên giring henin. Kurdên me yên xwenda û nemaze jî ewên ku di nav milet de nin, ger ji aliyê xwendin û nivîsandinê de; li ser qeyde, isûl, gramêr, biwêj, deçek (ön edat ya da bı prêpositione) û bi kurtî pratîkê nivîskî de mijûl ne bin û bi hişyarî bala xwe medin; tu caran nikarin tiştekî cidî û bi feyde pêk bînin; ji ber van yekan ha, me dixwast, digel ferhengek gelek pratîk û cerîbandî (7); vê kitêbî jî, ger destê me bê, bixin bin xizmeta xwendewaran.


ÇEND GOTIN LI SER VÊ KITÊB…
Asasê vê kitêb di HAWAR’a 1941 an de, ji aliyê rehmetî CELADET BEDİRXAN ve hatiye saz kirin û çap kirin. Sergotina (titr. başlık) van gotarên perîyodîk (seri); Gramêra KURMANCÎ bû. Pişt re, brayê wî, Kamuran Bedirxan di sala 1947 an de, li Parîsê û di Dibistana Miliya Zmanên Jîndarên Rojhilat( l’Êcole Nationale des Langues Orientales Vivantes) de, bû profesorê Zmanê Kurd. Ji ew roj û vir ve, li vê Dibistanê de, Prof. Bedirxan, li ser zman û edebiyatê Kurd, ders dide. Birek van dersan ha, Prof. Bedirxan, di kitêbek de kom kiriye û navê wê kitêbî jî ''LANGUE KURDE (ZMANÊ KURD)'' deyniya. Çapê vê kitêba siwemin, di sala 1968 an de, li Parîsê bûye. Vê kîtêba K. Bedirxan de, hemû salix û larîfên gramêr û zman, bi frensawî nin, bi tênê, misalên wê kurdî nin: (wek ya Badilli ya ''Türkçe İzahlı Kürtçe Grameri'')
Vê car me, di hazir kirina vê kitêba ku destê we de ye, sistema Celadet û Kamuran Bedirxan, dîsa esas girt. Lê belê, hemû salix û larifên frensawî rakir û kir kurdî û di bin van salixan de, tirkiya wan ji deyniya. Bira lêker (fiil), me ji aliyê sistemakî û bira daçek, rengpîşe (zarf), girêk (bağlaç) û nîda (ünlem) de jî, bi timamî guhêrand; û nemaze ji alîyê misalan ve gelek berfirehtir kir. Di vê xebatê de, ji kitêba Celadet Bedirxan- Roger Lescot ve jî (8), nemaze di bira daçek, rengpîşe û nîda de, me gelek îstîfade kir. Dîsa, di nav misalên van birên paşî de, gelek misal henin ku an bi xwe yê me nin, an jî me bi xwe, di nav kitêb û kovarên kurdî re derêxist. Ji ber hingê jî, vê kirê me çiqas piçûk û kêm biha be jî, di vê kitêb de, em bûn pardar û arîkarvanê K. Bedirxan.
Di dawiya vê pêşgotinê de, em dixwazin, niqtayek gelek giring bînin bîra xwendewaran: Di pêşiya kitêb û nemaze bira lêkaran de, ger xwendawar baş bala xwe me din û li ser mewzuên wan, wek kitêbek matematîkî çend caran mijûl me bin û me nivîsin, dibe ku bihn teng bibin û dev jê berdin. Ji beranberê vê yekê, heke xwendewar bi sebir, bala xwe baş bidin û hin cimleyan û kişandina lêkeran çend caran binivîsin, bidil ders û seh bikin; ew çax vê kitêb, her dilşadî dide, şîrîn dibe û bi kurtî, xwendewar jê kêfxweş dibe.
Hêvîdar im, xwendewarên me, vê xizmeta me ya piçûk ve îstîfade bistînin û di rojên paşeroj de, afirandinên hin hêjatir û berfirehtir, çi di vî warî û çi ji her derên din de, bînin meydanê.

14 Adar 1971
Ş. Şivan


(1) Ji FÊRBÛNA XWENDİNA KURDî, K. Bedirxan, Parîs, 1968, Rûpel: 47
(2) Ji BOLŞEVÎZM TARÎHÎ, Arthur Rosenberg, e yayınları, Ankara, 1969 rûpel: 78.
(3) Celadet Bedirxan, HAWAR, 15 Nîsan 1941, Hejmar: 27.
(4) Thomas BOIS. CONNAISSANCE DES KURDES, Beyrouth, 1965, p: 115.
(5) HAWAR, navê kovara bi nav deng e ku, cara yekê, di 15 Gulan 1932 an de, li Şamê çap bûye. Ji ew tarîxî bi heta 1035 an 26 hejmarên wê kovarê der hatine; û ew tarîx pê ve bi heta 15 gulan 1941. ji ber hin sebebên sîyasî, belav nûyîna xwe daye rawistandin. Ji 15 Gulanê 1941 a bi heta 15 Tebax 1943, 57 hejmarê HAWAR hatine çap kirin.
Hawar, ji meseleyên siyasî pirtir; li ser edebiyat, zman, tarîx, folklor, torevanî, gramêr û seneta Kurdan sekinye û mijûl bûye. Digel Hawar, ji sala 1 Nîsan 1942 an û bi heta 1945 an, dîsa li Şamê Kovara Ronahî ketiye jîndarîya çapê û wek kovarek aktualîte belav bûye.Piştre, wek rojnameyek siyasî, li Bêrûtê ROJA NÛ (1943-46) ketiye meydana çapê.
(6) Ji sala 1924 û pê ve, bi heta van salên nîzîk, cara yekê, di 1958 an de, bi eşkera, li rojnama İLERİ YURT de, hin gotin û methelokên Kurd, digel tirkiyê van, bi kurdî çap bû. Piştre di Rojnama DİCLE-FIRAT, DENG, ROJA NEWE û YENİ AKIŞ de ew gelenek ha, li gora imkaniyat û zanîna nivîskaran, dom kir.
Di 1965 an de, bi gramêra Kemal BADILLI, ew çarçiva hesin ha, hat şkênandin û ''Türkçe İzahlı Kürtçe Gramer'' bi serbestî, li Enqerê de çap û belav bû. 1967 an de, du kitêbên Musa ANTER, da pey ya BADILLI û bi serbestî belav bûn: A yekê BIRÎNA REŞ (afirandik teatroyî ye û bi kurdî-tirkî hatiye nivîsandin) ya didoyê Ferhenga KURDÎ-TÎRKÎ ye.
Elfabeya M. E. Bozarslan di sala 1968 an de çap bû bi rastî ne tenê nav xwenda û entelektuelên Kurdan de, di nav gundî û cotkarên Kurdan de jî, deng jê da û rêyek nû vekir. Piştî vê elfabe, dîsa di bin qelema BOZARSLAN ve, MEM û ZÎN a XANÎ, digel gohartoya tirkî, çap bû û vê şahesera bilinda klasîkî, ket pêş çavên xwendewarên Tirkiya.
(7) Joyce BLAU, DICTIONNAIRE KURDE, Bruxelles, 1965.
Me daxwaz heye, vê ferhengê ha, li Tirkiya jî çap bikin ji bo isîfadê xwendewaran. Ji ber ku, vê ferheng gelek pratîk, ceribandî û ji bo zmanê nivîskî, wek kilîek asasî ye. Asasê ferhengê, bi destê Celadet dest pê kiriye û di bin qontrola K. Bedirxan de û bi destê şagirta wî, Blau banû ve ''KURDÎ-FRENSAWÎ-INGÎLÎZÎ'' hatiye çap kirin.
(8) CELADET BEDIRXAN- ROGER LESCOT, GRAMMAIRE KURDE (Dialecte Kurmandji), Paris, 1970. 
                         

Beşek ji vê nivîsê 26ê Mijdara 2019an di rojnameya Yeni Ozgur Politika de derçû.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...