Herî zêde jinên Diyarbekirê ji Eyşa Şanê hez dikir
Di bîra mirov de ji zarokatiyê hin deng, bêhn, tehm an jî
mekan dimînin û ger hin ji wan werin cem hev, dîmenekî zelal bi gewde
dibe di hişê de mirov de, carinan jî parçe parçe ye, loma jî dîmen xumam
in. Di jiyana min de jî dengek heye ku tevî mekan di bîra min de ji xwe
re cihekî qewîn çêkiriye. Bi dengekî êcêbmayî û zîz, li ber derî ji
diya min re digot: ‘Keçê, Eyşe Şan miriye’
Heta berî 20 salan jî li Diyarbekirê ez dibêjim qey kesek
tinebû ku navê Eyşe Şanê nebihîstibû. Nexasim herî zêde jinên
Diyarbekirê ji Eyşa Şanê hez dikir. Çendek berê min kitêba Kakşar Oremar
‘Prensesa bê tac û text- Eyşa Şan’ xwend. Pêre, min fêhm kir, derheqê
Eyşe Şanê de min bi tiştekî nizaniye digel ku nav û dengê wê ji min re
pirr nas jî bû. Kitêb bi otobiyografiya Eyşa Şanê dest pê dike ku wê bi
xwe bi Tirkî nivîsiye. Jixwe, ev yek tenê bes e ji bo têgihîştina
bîrewerî û dûrbîniya Eyşa Şanê. Destnivîsên Eyşa Şanê, rojnamevan Senem
Guneşer tercumeyî Kurmancî kirine. Heta sala 1984’an behsa jiyana xwe
kiriye, tê de jî tijî êş û elema jineke Kurd heye. Ew bi dilê xwe yê
paqij ti carî bi mirazê xwe şa nebûye û hema hema di jiyana xwe de xweşî
nedîtiye. Mirov dikare bêje yekane demên wê yên xweş ew çax in ku dema
çûye Başûrê Kurdistanê. Ew li wir bi qedr û qîmetekî mezin hatiye
pêşwazîkirin û timî bi minetdarî behsa wan rojan kiriye.
Em ji destnivîsên wê têdigihîjin ku wê li Entabê bi
awayekî aktîv dest bi stranbêjiyê kiriye û li Stenbolê jî plak
derxistine. Di kitêbê de mirov nizane bê ka Eyşe Şan di kîjan salê de
çûye Stenbolê, lê di destnivîsên xwe de dibêje gava çûye Stenbolê keça
wê Yasemîn heşt salî bûye. Eger em li gorî vê agahiyê bidin dûv
texmînekê, naxwe ya ewil di 1963’yan ya jî di 1964’an de çûye Stenbolê.
Li wir bi şirketên plakçêker Odeon, Edifon, Türküola, Silvana, Urfanın
Sesi re xebitiye lê wan timî heqê wê xwariye, li ser pişta Eyşe Şanê xwe
dewlemend kirine. Sala 1972’yan ew diçe Elmanyayê û li vir nêzî sê
salan karkerî û stranbêjiyê dike. Piştî vegera xwe li Izmîrê di depoya
postaxaneyeke de karekî peyde dike, jixwe ji vî karî jî teqawît dibe. Sê
zarok jê re çêbûne lê keça wê Şehnaz li Entabê gava hê biçûk e, miriye.
Bavê Yasemîn Şevket Turanê Dêrîkî ye. Eyşa Şan çaxê pê re zewicî 15
salî bûye û çûye ser hewiyê. Navê kurê wê jî Murat Kerse ye û bavê wî jî
Ebdulrehman Kerse ye.
Ji kitêbê çend agahiyên balkêş;
- Li gorî gotegotên xelkê, Eyşe Şan çaxê ciwan bûye ji Diyarbekir derketiye û nema hatiye wir. Ji ber fitne û heqeretên xelkê ji Diyarbekirê xeyîdiye. Lê ev agahî ne rast e. Pirr caran bi dizîka hatiye Diyarbekirê heta hevala wê Qedriye Xanim dibêje: ‘Mehek berî mirinê hate mala min û em bi hev re çûn nava bazarê.’ Her wiha li Diyarbekirê konser jî dane.
- Yilmaz Guney xwestiye pê re filmekê li ser Mem û Zînê çêke bes Yilmaz Guney ketiye zindanê.
- Eyşe Şan gava li Bexdayê ye, ew, Mihemed Arif Cizrawî û Îsa Berwarî bi hev re bandekê çêdikin. Ji Îsa Berwarî gazincan dike, ji ber ku wî bê destûra Eyşa Şanê kaset derxistiye û firotiye.
- Wê dema li gel Odefan plak çêdikirin, sazbendên wekî Orhan Gencebay û Arîf Sag jê re li sazê dane.
- Ji keça xwe Yasemîn pirr gazincan dike heta di destnivîsên xwe de dibêje : ‘Ya Rebî, min rûmet dida diya xwe û min ji canê xwe bêtir jê hez dikir. Zarokên min çima li gel min wisa bêrûmet in?’ Keça wê Yasemîn sala 1987’an kasetekê derdixe (Gözümde tütüyorsun) lê di stranbêjiyê de bi ser nakeve.
- Çaxê ku rehmetiyê Şerafettîn Elçî li Tirkiyê wezîr bû, ji Eyşa Şanê re li Îzmîrê di depoya postaxeneyê de karekî peyde dike. Şerafettîn Elçî di dema wezirtiya xwe de Miradê Kinê jî li Sêrtê weke karmendê îmarê li wilayetê xistibû kar.
- Strana xwe Bavê Ferat ji bo rojnamevanê diyarbekirî Azîz Korkmaz çêkiriye. Azîz Korkmaz şefê buroya Diyarbekir a Hurriyetê bû û sala 1975’an de mir û sebeba mirina wî hê jî ne zelal e.
- Ji ber ku memûrtî dikir, û gelek kesan keda wê dixwar, ew demekê dev ji karê hunermendiyê berdide. Wan çaxan di nav milet de xebera ’Eyşe Şan miriye’ belav dibe.
- Rejîsorên Tirk stranên wê di filmên xwe de bi kar anîne. ‘Kara çarşafli gelin’ yek ji wan e.
- Xebera mirina wê piştî meheke di MED TV’yê de derdikeve. Lê kanala Can TV a Diyarbekir zûtir bi xebera mirina wê hesiyaye û belav kiriye.
Niha çi hîs dikin?
Di kitêbê de para herî xweş hevpeyvîna bi Qedriye Xanim re
ye. Di wir de Qedriye Xanim ji xeynî hunermendiya Eyşe Şanê behsa
hevaltî û dilsoziya wê jî dike. Qedrîye Xanim ji bo hevala xwe ya ezîz
dibêje: ‘Eyşe Şanê çi xêr û xweşî ji dinê nedî.’
Para herî zêde mirov pê diêşe jî, civata wê ya NÇM a
Izmîrê re ye. 19’ê Adara 1994’an ji bo şahiyeke NÇM Izmîrê ew tê
vexwendin û li wir li ber milet hin kesan pê re civata xwe girê daye.
Wexta mirov metna vê civatê dixwîne, pirr li ber dikeve û bi miameleya
ku bi Eyşa Şanê re kirine, diêşe. Nizanim gelo niha beşdarên wê civatê
gava li vîdeoya wê temaşe dikin yan jî teksta civata xwe dixwînin, çi
hîs dikin?
Ji bo kitêbê çend rexne
Li ser jiyana wê tîna mirov bi nivîs û hevpeyvînên di
kitêbê de naşike ango derheqê jiyana Eyşa Şanê de gelek xal kêm mane.
Helbet ew xebata hêja destpêk e, siberojê hin lêkolînerên Kurd wê bi
hûrgilî li ser jiyan û hunermandiya Eyşa Şanê kar bikin.
Digel ku stranên wê tevî notasyonên wan di kitêbê de hene,
dîskografiyaya Eyşa Şanê tineye. Her wiha stranên wê di orta kitabê de
hatine bicihkirin, li şûna wê li rûpelên dawî baya çêtir bû. Tevî ku
çapa wê ya duduyê ye, di redaksiyona wê de şaşitî hene.
Ev nivîsa hanê 23´ê Sibata 2019´a di rojnameya Yeni Ozgur Politika de derçû.
Ev nivîsa hanê 23´ê Sibata 2019´a di rojnameya Yeni Ozgur Politika de derçû.