Montag, 16. Dezember 2019

'Weten'ê Şikoyê Hesen

 

 

Di helbestên Şikoyê Hesen de gotara ’Weten'


Şairê Kurd, Şikoyê Hesen ji helbestên xwe wêdetir bi jiyana xwe ya trajîk di nav Kurdan de hate naskirin. Çîroka wî ji aliyekî ve kir ku navê wî zû belav bibe di nav bazara Kurdî de lê ji aliyekî din ve jî ji xeynî çend helbestên wî bû sebeb ku şairtiya wî di trajediya jiyana wî de asê bibe. Di vê nivîsê de, em ê berê xwe bidin gotara 'welat’ a di helbestên Şiko de û pê re jî guherîn û veguherîna Şiko bi wextê re. Ger em bixwazin resmeke seresere û giştî ya wêjeyî ya Şikoyê Hesen teswîr bikin, Şiko li gel helbestên xwe yên lîrîk û zarxweş li gorî şairên dîtir ên Kurdên Sovyetê yên nifşê xwe, bêtir bi şiîrên xwe propagandaya Sovyetê kiriye û pê re jî bergiriya îdeoliya resmî a dewletê. Nivîskar û helbestvan Rênas Jiyan, Şiko jî di nav de ji bo rexneya zêde îdeolojîkbûna nivîskar û helbestvanên Kurdên Sovyetê dibêje, ''Rexnekirina berhemekê ji çarçoveya pirtûka ku tê rexnekirin zêdetir û wêdetir xwedî şaxên olî, dîrokî, derûnî, aborî û civakî ye. Berhemek ancax piştî hesabkirina şaxên wê hemû dikare were famkirin û rexnekirin’’. Em ê jî li gel metnên Şikoyê Hesen berê xwe bidin zemîn û zemana maddî ya Şiko tê de û bi vî rengî bi kurtî be jî em ê qal bikin mefhûma 'welat' an jî bi qewlê Şikoyê Hesen 'Weten' di her çar kitebên wî de ka bi roleke çawa rabûye her wiha çi mane lê hatine barkirin.  
Çêtir e, kurt be jî em behsa şairê xwe bikin. Şikoyê Hesen sala 1928´an li gundê Camûşvana biçûk ê navçeya Axbaran a Ermenistanê tê dinê û hê pênc salî ye bavê wî dimire. Apê wî Sofî, tevî bira û xwişka wî, wan mezin dike. Piştî Beşa Rojhilatzaniyê li Zanîngeha Êrêvanê xelas dike, pêşî li Abxazyayê di dibistana Ermeniyan de mamostetiya zimanê Ermenîkî dike û 1959´an jî vedigere Êrêvanê û di radyoya Êrêvanê de di para Kurdî de wekî wergêr dixebite. Sala 1961’an jî di Akademiya Zanistî ya Sankt Petersburgê de ji bo xwendina bilind tê qebulkirinê û sala 1965’an jî xwendina xwe ya bilind temam dike. Li ser şairtiya Şiko gelek gotegot hene, di hin çavkaniyan de tê gotin, piştî mirina wî hin kesan helbestên wî kirine malên xwe û li ser navê xwe belav kirine. Her wiha di saxtiya wî de jî xêrnexwaz hebûne û nehiştine şiirên wî bêne çapkirinê.

Kitêba wî ya ewilî: ’Qalçîçek’
Kitêba Şikoyê Hesen a ewilîn 'Qalçîçek' e û di sala 1961’an de li Êrêvanê çap bûye. Nivîskar Eskerê Boyîk ji bo tesîra 'Qalçîçek' a hingî di nav civaka Kurd de dibêje: 'QALÇÎÇEK wek kulîlkeke helbesta kurdî ya rengîn xuliqî bû. Helbestvanekî esil peyayî meydana edebyeta kurdî bûbû.''Helbestên kitêbê li gorî temayên xwe dibin du par; yek jê 'Wetenr’a ez-heyran' e, a din jî 'Hub-evîne dilê min' e. Ango mirov dikare bêje 'Weten' ji bo Şiko ne tenê motîfek an jî metoforeke seresere ye ku pê helbestên xwe bixemillîne, bileks divê helbest wî bixemilîne. Ger em ji bergeha 'Weten' bixwazin awireke li 'Qalçîçek' bidin, divê em bêjin ku têde 'Weten' erdên Sovyetê ne. Motîvên Kurdî jî di nav vê 'Weten'ê de hêmeyên folklorîk û kulturî ne, bermayiyên ji bîra bav û kalan e. Her wiha ji bo bergîriya 'Weten' jî divê 'Partîa' jî timî xurt be û divê çi milet be jî xêrxwazê wê be. Di balada wî ya Gulnaz û Keleş de ku evîna keç û xortekî ye, Keleş ji bo 'Weten', tev eskerê sor dikeve Berlînê û dibe xemla sîngê Wetanê wan ê sor. Gulnaza ku li benda Keleş e, bi miraza xwe şa nabe û encax dikare li ser tirba Keleş bibe mêvan. Her wiha ji bo lehengiya peykerên datînin li orta gund û li ser peykerê jî dinivîse:
''Keleşê mêrxas, ewledê Kurda,
Boy Wetan şer kir û serê xwe da…'' 

Mirov dikare bêje ku esas di helbestên pêşî yên Şiko de 'Weten' û dewlet hema hema eynî tişt in û Kurdayayetî jî hê polîtîze nebûye, parçe û rengekî ji 'Weten' e. Lê di pirtûkên wî ên dîtir de mefhûma 'Weten' êdî Kurdistan jî dihewîne û wate û motîvên nû lê tên barkirin.     
Lê mirov nikare bêje di 'Qalçîçek' de Şiko xwe tenê li sînorên Sovyetê asê kiriye, ne bi qasî 'Weten' be jî hevalbendiya 'welat’ê xelqê jî kiriye. Di helbesta xwe ya ''Dûrxin destêd xwe ji welatêd ereba'' bang li 'Înglîs, Emrkan' dike da ku vegerin malên xwe û ji wan dipirse;
''Wî alî okyana boy çi hatin hûn?
Fen û fêled we buhurîn û çûn,
Hûn dizê niftê, dizê me’zîtê,
Nefta ereba pozê were bê,’’
Her wiha salên Şiko wan helbestan nivisîne li Abxazyayê di mekteba Ermeniyan de (1954-1957) dersdarî dikir. Ji 'Abxazîa' re jî helbestek dinivîse û jê re dibêje:
''Ez-heyrana bedewîya te,
Tu-xudana dem û dezgah,’’ 

'Tembûrê Kurda’
Kitêba Şiko a duyemîn 'Tembûrê Kurda’ ye û di sala 1965’an de li Êrêvanê çap bûye. Li gorî zemîn û zeman ew kitêb ji du hêlan ve girîng e, yek jê di van salan de (1961-1965) Şiko li Akademîya Zanistî ya Sankt Peterburgê ya Enstîtûya Rojhilatnasî ya Akademîya Zanistî, Beşê Kurdnasîyê dixwîne û xelas dike loma li gorî kitêba wî ya ewil zêdetir dêhna wî li ser Kurdan, wêje û zimanê wan e. Her wiha hingî li Başûr Şoreşa Îlonê (1961-1970) dest pê kiribû, vê jî kir ku vê carê ne behsa ’welatêd Ereb' bike û behsa Kurdistanê bike:
''Navê Barzanî ku dibhêm timcar,
Dilê min dibe gulistan, bihar,
Zanim Kurdistan wê e’se çêbe,
Altindarya kurd ez dikim bawer…’’

Lê dîsa di vê kitêbê de jî 'Weten’ erdên Sovêt e û ji Lênîngradê (Navê wê yê niha Sankt Petersburg) dibêje:
''Ser erşa jî bimînim dûr,
Tê min germkî wek roja nûr,
Tu Wetenê zor Sovêtyê,
Tuy kana bext û şadyê…’’

Her wiha saya Lênîngrad şoreşa miletên din jî nas dike:
''Boy zanînê ez hatim vir, ez bûm bengîê
ulmê tey nûr,
Ser kîjanî bengîê dinya û berbi te tên
Ji qulbê dûr;
berbi te tên Vîetnam û Çîn, kurdê vira,
e’rebî zeng,
Fars û hebeş, fîn, îndonêz û mêrxasê
Kûba navdeng;’’  
    
'Meremê Dilê Kurd'
Di kitêba wî a sisiyan 'Meremê Dilê Kurd' de cihê 'Kurdistan' hê beloqtir û darîçavtir e û ji hewara wê re dixwaze bibe dengek:
''Kurdistanê heware…
Xûn dikişe mîna çem,
Kurdistanê heware!..
Me dil derdê, kul û xem…’’

Di helbestên xwe yên 'Çev li roja xweş’, 'Kilama Pêşmerge', 'Kurdistan Dişewite', 'Lûrî-lûrî' de jî behsa şerê Kurdan a hingî dike, fîgurên Kurdan jî çi wêjeyî (Ehmedê Xanî, Feqî, Cizîrî) çi tarîxî (Rustem Zal, Êzdînşer, Şêx Mehmûd) di helbestên wî de cih digirin.


Digel ku Kurdistan di vê kitêbê de diyardeke xurt e jî dîsa ’Weten' erdên Sovyet e, ji bo silametiya wê jî bergiriya ’Partîa' divê.
Şiko di vê kitêbê û ên dîtir de jî dibe ku ji bo qedirdan û balkişandana wî be ’Weten’ wekî ku navekî taybet be, herfa wî a pêşin timî mezin nivisiye. Lê yekser 'Weten’ ne tenê erdê Sovyetê ye, gava behsa 'Weten’ê Kurmancekî dike jî bi vî rengî dinivîse:

''Siltan Hemdî gote kurmanc:
- Min standye we text û tac,
Hûn hîştine bêxwey-xudan,
Bê dewlet, be exlîyar û baş.

Kurmanc go: ''Em heta saxin,
Ber siltana qe danaxun,
Emê rokê e’se rabin.
Ser kelê te Weten raxin…’’

Şiko di helbesta xwe 'Eskerê sor û pîredêke kurd' ku helbest bi xwe wekî çîrok hatiye hûnandin, behsa rasthatina 'Eskerê Sor' û 'pîredêkê Kurd' dike. Di vê rasthatinê de pîra Kurd çawa çav bi eskerê Sor dikeve bi dilekî xweş wî pêşwazî dike û di ber re jî paşxana bîra pîrê em dibînin. Pîrê ji eskerê Ûris re gotiye:
''- Eskerê ûris, hûn- mera bira,
Me xilas sikin ji derd û kula…
Em heyrê we ne, em we ra gîhand,
Romê, daşnaka koka me qeland…’’  
Piştre eskerê Lenîn jê re behsa Lenîn û sistema wî kiriye. Lê di vir de li gel 'Romê' Şiko bi îmajeke pir xerab behsa 'Daşnaka' dike. Bi peyvên wekî ''dijmin, xunxur, ziravqetî'' vê dixe dijminê şoreşê, li wan tê xezebê. Nakokiyên Daşnak û Sovyetê aliyekî, li gel Kurdan mirov dikare bêje 'Daşnak' bi hevalbendiya xwe Xoybûnê tê nasîn ku li Çiyayê Agiriyê serhildana Kurdan bi rê ve biribû. Ger em ji bîra politîk a Kurdan li partiya Ermeniyan ’Daşnak' mêze bikin, li gel Kurdan îmajeke wê ya pozîtîf heye. Lê Şiko ji ber ku ji bergeh û bîra li Sovyetan mêze kiriye ne bi bîra neteweyî ya Kurdan, bi îmajeke pir xerab wê teswîr kiriye. Ger di helbestên wî de ’Weten’ê esas Kurdistan bûya, dibe ku ne ewqas bi xerabî behsa 'Daşnak' bike. Loma jî divê hesabê zemîn û zeman madî a Şiko tê de, bike û li gorî vê yekê form û motîfên Kurdî binirxîne.     
  
 

'Perwezê Weten'
Kitêba wî ya çaran û dawiyê 'Perwezê Weten' piştî mirina wî di sala 1977’an de li Êrêvanê tê çapkirin. Jixwe wekî ji navê kitêbê kifş e, cihê wekî her 'Weten' qewîn e. Helbestên wî 'Weten', 'Edlayî', 'Perweza Weten', ’Şêwristan', 'Ermenistan', 'Gurcistan', 'Êrêvan', ’Tilbîs' behsa xweşî, bedewî û bipêşketina ’Weten' dike.
Ji bo Şiko xilasiya Şêwristanê xilasiya Kurdistanê ye jî. Di helbesta xwe 'Şêwristan’ de’ ji bo Siyabend û Kurdên fena wî ku li Berlînê li dijî Hîtlerê şer kirine dibêje:
''Wan da fitil û wan da çerx Kurdistana bindeste,
Ser zarê Kurd ew bû çîrok, ew bû lêgend û dastan…’’ 
 

Li şûna encamê
Şikoyê Hesen hîç Kurdistan neditiye û her wiha bi qasî em dizanin pê re jî pêwendiyeke wî ya siyasî çênebûye. Gotara wî ya Kurdistanê xwe dispêre bîra ’cih û warê bav û kalan’ û pê re jî xwendina wî û rewşa siyasî ya hingî ya Kurdistanê. Ger em miqayeseke biçûk bikin di navbera wî û nivîskarên ji ekola Hawarê de, em ê bibînin ku berê nivîskarên Hawarê timî li Welat’ bûye ku wir terikandine, û hêviya vegerê jî timî di dilê wan de ye. 'Welat’ê wan, xwedan alek e, sînorên wî terîtoryal kifş in, heta serê xwe bi cografya û etnografyayê jî êşandine. Lê di 'Weten'ê Şiko de, bê ’Partîa' nabe û ala wî 'sor' e, heta Kurd jî divê ji bo silametî û xilasiya wî bibin 'şehîd' jî. Mirov dikare bêje, Kurdbûn li gel Şiko ji nasnameyeke siyasî wêdetir nasnameyeke kulturî ye û li gorî mecalê xwe di nav sînorên edebî û siyasî ya ’Weten’ de cih daye Kurdistanê jî. Ger 'Weten' Kurdistan jî be, li gel xwestek û hêviyên serkeftina Kurdan û Kurdistanê, nimandina wî çendî fîgur û motîvê nasyonalî bihewîne jî, otantîk û romantîk in.

Çavkanî:
Şikoyê Hesen, Qalçîçek, Neşrxana Aypêtrat, 1961, Êrêvan
Şikoyê Hesen, Tembûrê Kurda, Neşîreta Hayastan, 1965, Êrêvan
Şikoyê Hesen, Meremê Dilê Kurd, Neşîreta Hayastan,1971, Êrêvan
Şikoyê Hesen, Perwezê Weten, Neşîreta Sovêtakan Grogi 1977, Êrêvan
Eskerê Boyîk, Nûra Elegezê- Çend dîdem ji edebyeta Kurdên Ermenistanê, Weşangeha Dengê Êzîdiyan, 2004, Oldenburg
Rênas Jiyan, Wêjeya Kurmancî- Pênûsên Çardehderb, Weşanxane Belkî, 2015, Amed
Dilawer Zeraq, Bêjera Neteweparêz di Kovara Hawarê de, Weşanên Lîs, 2018, Amed


*Ev nivîs di PolitikARTa 272 de derçû.

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...