Sonntag, 30. Juli 2017

Sînema û Rojava

Rojava û Sînemayê li hev tînin


“Piştî sînemayê gava em çûn dibistanê sinif hemû virt û vala bûn. Li sinifên ku berê şox û şeng bûn, yek yan du zarok mabûn. Ew roj wekî mirinê ye. Rexmî ku ew qas sal di ser re derbas bûne, heçko doh çêbûye. Gava tê bîra min, nikarim xwe ber bigirim. Ew çûn, mirin. Lê em yên mayî, 50 sal e her roj dimirin.” (Şahîdê Şewata Sînemaya Amûdê Zinar Şexmûs)


Şewata Amûdê di ´Bîr´a Rojava de êş û mirin e. Sînema bûyereke trawmatîk e di dîroka Amûdê de, lewra jî navê wî ma ‘Amûda Şewîtî’. Piştî Şewata Amûdê, Rojava û Sînema her car bi têgeha ‘tevkuji’yê re hatin ´Bîr´ê, Rojava ji Sînemayê xeyîdî û ew 55 sal in ku bê sînema bû. 
Komîna Fîlm a Rojava ji bo lihevanîna Sînema û Rojava fîlmê Charlî Chaplîn ‘The Kid (Zarok)’ hema bêje li seranserê Rojava nîşan da. Komîna Fîlm a Rojava pirekê di navbera paşeroj û siberojê de ye, lewre jî ji bo vê yekê xebatkarê Komînê Diyar Hesso dibêje:” Him divê em ji bîr bikin, him jî di bîr û wijdanê xwe de bihêlin. Him pêwîst e ku em wê li pey xwe bihêlin, him jî tê de bijîn.”
Di Şewata Sînemayê de zarok mirin loma ji vê rojê şûnde nema çavê zarokên Rojava li sînemayê ket. Ji bo ve yekê Komîna Fîlm a Rojava ji bo nîşandanê, fîlmek li gorî zarokan hilbijartin û li seranserê Rojava fîlmê Charlie Chaplin ‘The Kind (Zarok)’ nîşan da. Me xwest bi Komînê re li ser nîşandana fîlman, çavdêriya wan ya di nava gel de, tirsa ji sînemayê û trawmaya Amûdê biaxivin. Li ser Şewata Amûdê gelek tişt hatin gotin lê divê li wê derê dîsa zarok bi hev re herin temaşekirina fîlman, bê tirs û fikar herin li ser paldankan rûnên û kêfa sînemayê derxin.
Li ser navê Komîna Fîlm a Rojava Diyar Hesso bersiva pirsên me da. 

Şewata Sînemeya Amûdê di dîroka Rojava de cihekî taybet û tijî keser digire. Gelo ew taybetî û keserî hê jî di nava welatiyan de zindî ye, di jiyana rojane de meriv rastî vê dîrokê tê?
Rast e. Bûyereke wiha jixwe di wijdan û bîra gelê Rojava da her zindî bimîne. Her çiqasî ku ta dawiyê ne diyar be, ku heta astekê hatibe derbaskirin, ku mirov di jiyana rojane rastî wê neyê jî, lê çi cara ku mijar li ser zarokan, Amûdê, sînema yan jî kombûnekê be, mirov dikare bibîne ku Şewata Sînemayê û tirsa bi xwe re aniye hêjî zindî ne.

Sînema di bîr û hestên Rojava de, trawmayek e. Di cîhanê de mînaka vê yekê heye ango sînema di dîroka wan de wekî trawma cihê xwe girtibe?
Di dîroka cîhanê de, pir mînakên qeze yan jî tundiya ku li deverên kombûna milet an jî li hole nîşandanên sînemayê çêbûne, hene. Ta bi carnan kuştina bi gulebaranê jî çêbûne. Mînakên vê jî li gelek deverên cîhanê hene, çi li Skoçyayê be, çi li Emerîkayê û Tirkiyeyê û gelek welatên din be. Lê dema ku bûyerek wiha li welatekî di bin mêtîngeriyê de, di civakeke xwecih de, li bajarekî biçûk wekî Amûdê çêbibe, helbet wê cuda be. Bi taybetî jî ku ew hejmara mezin ji zarokên biçûk, çeleng û dilbiçûk, jiyana xwe ji dest dan. Ji ber van yekan cihekî mezintir di bîr û wijdana gel de ma, û ne gengaz bû, bi tu awayî ku sînema bi giştî bi vê şewatê ve neyê girêdan. Lewre jî derbaskirina vê serpêhatiyê li gorî deverên dîtir ên cîhanê, zehmetir e.

Li seransarê Rojava we li bajaran filmên Charlî Chaplîn nîşan dan. Gava ku we ev kar dimeşand, hûn rastî trawmaya Amûdê dihatin. Bi mînakeke hêsan em bibêjin, gelo dê û bavan bi dilekî rehet zarokên xwe dişandin sînemayê yan jî dihiştîn zarok herin nîşandana sînemayê?
Jixwe dema me behsa sînemayê dikir, bi taybet ku fîlmekî ji bo zarokan bû, encex ev bûyer bihata bîra milet. Her çiqasî hejmareke mezin ji zarokan kombûn û bi şadî fîlm temaşekirin jî, lê şûna wê bûyerê jî her diyar bû. Li gelek deveran milet, bi tirsa beriya 55 salan, zarokên xwe ne şandin sînemayê. Dema me afîş û reklama fîlm dikir, bi taybetî li gundan, zarokan digotin ku malbatên me nahêlin ku em bên ji ber ku dibêjin wê şewatek derkeve, yan jî dê teqînek çêbibe. Li gelek deveran jî zarok direviyan û bêyî malbatên xwe bi me re dihatin li fîlm temaşe bikin.

Gelo hûn di xebatên xwe de pêrgî wan kesan hatin ku dema şewata sînemeya Amûdê zarok bûn yan jî ji şewatê sax filitîn?
Belê, em rastî çend kesan hatin. Tev de jî bi rastî bi hestariyeke mezin nêz dibûn. Serkeftin dixwestin û digotin ku xebata we tolhildan û zindîkirina wan zarokan e. Lewre jî bi destên zarokên xwe girtin û bi hev re hatin fîlm temaşe bikin.

We çima ji bo nîşandana fîlman Charlin Chaplin hilbijart sedemeke ve ya taybet hebû?
Di serî de me xwest em bi fîlmekî ji bo zarokan dest pê bikin. Ev jî him ji ber ku em dizanin xebatên hunerî çi qasî girîng e bo zarokan, him jî weke gavekî xurt û zehmet ku em bikaribin zarokan pê kom bikin. Da ku em bikaribin bibêjin ku êdî zarok dîsan dikarin bê tirs li sînemayê fîlman temaşe bikin. Him jî me xwest ji gelê xwe û ji tevayî cîhanê re jî bidin xuyakirin ku zarokên Kurdan ne neçarî koçkirinê ne, ne mecbûr in ku noqî avê bibin, ne jî mecbûr ku ji bo tiştekî ku tênagihêjin ji vê derê biçin. Ji ber ku zarok dikarin êdî li fîlman temaşe bikin, şadiyekê bijîn, ji dilê xwe bikenin, bibin hevalên Şarlo û şekiran jî bixwin.
Ji bo van yekan me bi taybet ev fîlmê Charlie Chaplin ê The Kid hilbijart. Ji ber ku, kenewer e, bi rihekî xweş hatiye çêkirin, û ya girîngtir ku têkiliya bav û zarok, di bingeha rêhevaltiyê, bi awayekî pir hêsan û bedew dide xuyakirin ku hem zarok hem jî yên mezin dikarin têbigihêjin. Ji aliyekî din ve jî pir nêzî rihê herêmê, bi taybet Kurdan e, ta ku hinek mêvanên biyanî ku bi zarokên Rojava re li fîlm temaşekirin gotin, êdî bi rastî jî me fêm kir ku Charlie Chaplin bi eslê xwe Kurd e.

Gelo mirov dikare bibêje, piştî nîşandana fîlman Rojava û Sînema li hev hatin?
Me fîlm ji Dêrikê ta Kobanê nîşan da. Hejmareke mezin ji zarokan hazir bûn. Gel jî me û xebata me ya bi coş jî dît û nas kir. Hin kes jî ji ber van nîşandanan tevli xebatên me bûn. Lê ev encex gava yekem be. Xebatên mezin, giran û berfireh pêwîst in. Ji ber ku sînema bi temamî hatibû kuştin. Girêdana sînemayê bi bûyerên wek sînemaya Amûdê, yan jî bi gandêriyê, yan jî bi televîzyonê pirsgirêk in, pir aloz in. Sînema ji aliyên çêkirin, afirandin, rêxistinkirin, perwerdedayîn, nîşandan û temaşekirinê, pêdivî bi sererastkirin û jinûveavakirinê heye. Jixwe weke tevayî hunerên din, ji aliyê naverok û teşe, pêdivî bi têgihiştin û naskirinê heye li Rojava. Hunera ku dikare herî zêde nêzî gel bibe, heta dawî ji gel hatibû dûrxistin. Lewre jî, ji aliyê civakî ve, pêwîstiya Rojava ew e ku sînema bibe wekî şanoya kevin, şanoya gelan, ango ku bigihêje her kesî. Encex wê çaxê em ê bikaribin behsa lihevhatina sînema û Rojava bikin.

Wekî Komîna Fîlm a Rojava hûn ê ji bo siberojê çi bikin, ji bo kewandina ‘Bîr’ û ‘Birîna’ Amûdê xebatên we wê bidomin?

Mijara şewata Amûdê dibe ku yek ji mijarên sereke yên pirsa sînema li Rojava ye. Bi rastî jî mijareke pir taybet e jî. Ji ber ku him gerek e em ji bîr bikin, him jî di bîr û wijdanê xwe de bihêlin. Him pêwîst e em derbas bikin, him jî tê de bijîn. Him hewce ye em pê biêşin, him jî nehêlin kes pê biêşe. Him jî em dizanin ku bîranîneke wiha, encex bi xebatên sînemayê zindî bimîne, lewre jî me di bîranîna 55’emîn a Şewata Sînemayê, li pêşberî gel, sozeke wiha da “Îro, di salvegera 55’emîn a şewata sînemaya Amûdê de, em soz didin ku em ê wan 300 dilên biçûk di dilên xwe de û di wijdanên xwe de biçînin û wan bi xwêdana xwe av bidin. Em ê xewnên wan ên nazik bi rêya sînemayê re zindî bikin. Di vê çaxa ku fişar û mêtîngeriyeke mezin li ser tevayî hunerê û bi taybet sînemayê hene, em soz didin ku em ê xebatên xwe bi qasî wan delalan, çeleng, zelal û bicoş, bilind bikin.”



Kar û barê Komîna Fîlm a Rojava


Komîna Fîlm a Rojava 14’yê Tîrmeha 2015’an weke saziyeke xebatên sînemayê li Rojava hat damezirandin. Komîn bi 7 endaman hat damezrandin û niha zêdeyî 20 endamên wê hene, û 15 şagirtên sînema li Akademiya Hunerê ya Şehîd Yekta Herekol perwerde dike. Kar bi awayekî sereke li ser 3 mijaran tê meşandin.
1- Çêkirin: Di vî beşê xebatê de, alîkarî û desteka bingehîn bi sînemagerên ku ji Rojava ne yan jî ji derveyî wê ne, û dixwazin li Rojava fîlmekê çêkin, tê kirin. Her wiha li ser afrandina fîlmên ku ji berhemên Komînê ne disekine.
2-Nîşandan: Di vî beşê xebatê de, li ser peydakirin û avakirina deverên nîşandana sînema, nîşandana fîlmên Komînê, fîlmên dîtir ên Rojava û Kurdistanê, û fîlmên cîhanê (piştî ku werin wergerandin an jî dublajkirin-ku studyoya dublajê me nû ava kir) her wiha bernasiya fîlman û lidarxistina festival û rojên fîlman, disekine.
3- Rêxistinkirin. Di vî beşî de jî, li ser avakirina saziyên sînema û xurtkirin û destekdayîna yên heyî, û avakirina têkiliyan bi sazî û kesên sînemaya Kurdistanê û Cîhanê, tê sekinandin. Her wiha rêxistinkirina perwerdeya sînemayê, ku niha hem kargeh tên lidarxistin hem jî akademiya sînemayê hatiye avakirin.

Li Amûdê çi qewimî?
Şewata Sînemaya Amûdê an jî Agirê Sînemaya Amûdê di dîroka Kurdan de tevkujiyeke reş û giran e. Di 13’ê Mijdarê 1960’î de li Amûdê çêbû. Di şeva 13’ê Mijdarê de agir ket Sînemaya Amûdê û di encamê de 283 zarok di nav pêtên agir de mirin.
500 zarok wê rojê  fîlma ji bo piştgiriya şoreşa Cezayirê ya bi navê Cerîmet Nisif el-Leyl (Cerîmeya nîvê şevê) ji aliyê dewleta Misirê ve hatibû çêkirin û ji zarokên Amûdê re hat pêşandan. Rejîma Baasê sînemaya ku têra 200 zarokî dikir 500 zarok hewandibûn. Wexta 500 zarok di sînemayê de agir dest pê kir. Deriyê salona sînemayê girtî bû. Di vê bûyera kesertijî de 283 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest da. Li gorî çavkaniyan dewleta Sûriyê ev bûyer pêk aniye. 

Ev hevpeyvîn 4ê Kanuna 2015an li rojnameya Yeni Ozgur Politika derçû

Mittwoch, 19. Juli 2017

Li zindanan wêjeya Kurdî



Li pişt dîwarên zindanan nivîsîna romanê

  • Her çiqas mirov di nav wêjeya Kurdî de wekî ekolekê nikare bi cih bike jî, ji zindanan çend salên dawî gelek berhemên bi Kurdî derketin û cihêrengiya wan jî heye. Li gorî min xwendin û nivîsandina bi Kurdî herî zêde li zindanan zindî û geş e.

Li Bakurê Kurdistanê kitêbên bi Kurdî bêyî ku mirov bi çavekî wêjeyî li wan binêre, wan parçeyekî pêvajoya dekolonyalîzmê qebûl dike û berî her tiştî qîma xwe bi kurdîbûna wan tîne. Loma jî hevpariya hemû berheman ew e ku mîna 'refleks' tercîha xwe bi Kurdî bi kar anîne. Lê belê mirov bêyî ku li kurdîbûna wan binêre wan berheman li parzûna wêjeyê bixwe, wekî her zimanî gelek ji wan wê li derveyî bimîne. Piştî demekê jî hin ji wan bivênevê wê bên jibîrkirin. Dîsa li cem miletên din, wêjeya modern di nav xwe de bi kategoriyên cûr bi cûr tê dabeşkirin û li gorî biserketina wêjeyî û weşangerî hin ji wan berheman derdikevin pêş. Lê li cem Kurdan hê nehatiye vê astê ku li gorî ekol yan jî cûreyên romanê ew werin dabeşkirin, lewre hemû berhem di nav hev de tên nirxandin.  
Herçî wêjeya klasîk bû, nivîskarên wê hindik û beloq bûn, jixwe wê çaxê nivîskarî ne karê her kesî bû, lê di dewra modern de, derxistina kitêbekê êdî ne wekî berê zehmet bû. Lê derxistina kitêbeke baş û serketî jî têra xwe zehmet e. Di vê dewra modern de heta radeyekê serketina kitêbekê bi tenê ne bi naveroka berhemê ve jî girêdayî ye, faktorên wekî weşanxane, edîtor, grafîk, paratekst, bazara wê û hwd. jî diyarker in. Lê li Bakurê Kurdistanê gelek tişt dimînin li ser pişta nivîskêr û faktorên navbirî tên paşguhkirin. 

Zimanê 'fermî' bû Kurdî
Her çiqas mirov di nav wêjeya Kurdî de wekî ekolekê nikare bi cih bike jî, ji zindanan çend salên dawî gelek berhemên bi Kurdî derketin û cihêrengiya wan jî heye. Li gorî min xwendin û nivîsandina bi Kurdî herî zêde li zindanan zindî û geş e. Wekî nimûne di nav Tevgera Siyasî ya Kurd de zimanê "fermî" hê jî Tirkî ye, lê belê li zindanan piştî 2010’an zimanê "fermî" bû Kurdî. Jixwe pirraniya berhemên bi Kurdî di van çaxan de derçûn. Berhemên ku ji zindanan derketine roman, çîrok û helbest in. Herçî roman e, mirov dikare bibêje ji bîra nivîskêr welidiye. Ji ber ku pirraniya girtiyên li zindanên dewletên dagirker şervanên azadiyê bûn û di romanên xwe de behsa vî şerî dikin ku ew jî parçeyekî wî bûn. 
Di vê nivîsê de dixwazim li ser du romanên ku ji hepsê hatine nivisîn, rawestim; yek jê  "Xezal" a Nesîp Tarim e û ya diduyê jî "Kefiyê Cihêreng" a Mahîr Bagok e.  

Du roman: Xezal û Kefiyên Cihêreng
Romana Xezal berî deh salan ji weşanxaneya Belkî derçûye û mirov dikare bibêje ku li gorî qalibên edebiyata modern, romaneke berbiheve ye. Mijara romanê li derûdora Xezalê diqewime ku Xezal dayika du kuran û keçikekê ye. Derd û kulê Xezalê ew e ku rojekê beriya roja din zewaca zarê xwe yê mezin Hesen bibîne û bi neviyên xwe şa bibe. Wer dibe ku êdî li gel Xezalê zewaca Hesen dibe obsesyonek, dihere û tê doza zewacê li Hesen dike. Her çiqas Hesen dilketiyê Elîfê be jî dilê wî di zewacê de tineye, ji ber wî dil daye çiyayên Kurdistanê. Gava mirov romanê dixwîne bi diyalog û taswîrên xwe, Xezalê tam dayikekê Kurdan e, wekî karekter jî domînant û beloq e. Di hin romanên Kurdî de wekî nimûne di nav bûyerê de zarokek heye lê belê ne bi diyalog ne jî bi hîsiyata xwe ev karekter naşibe zarokekî, bileks mirov jê fêhm dike ku ew karekter nivîskar bi xwe ye. Lê taybetiya wê romanê ew bû ku mirov dizane Xezalê dayikek e, vê hîsê dide mirov.

Du formên vegotinê
Di romanê de du cure formên nîşandan û teswîrkirina vegotinê hene, yek ji wan agahîdayîna vebêjer e, ya din jî qisedana kesan e ku ew jî di nav xwe de formên wekî monologa hundirîn, herikîna hişê, peyva jiyî, qisedana yekser, qisedana ne-yekser dihewîne. Taybetiya herî berbiçav a forma qisedana kesan ew e ku di romanê de hefsarê vegotinê ne tenê di destê nivîskar yan jî vebêjer de ye, leheng jî carinan serî hildidin û jixweber diaxivin. Di romanê de nivîskar xwestiye vê şêwazê bi kar bîne, lê di hin cihan de nivîskar êdî dev ji romanê berdide ders û perspektîvan dide xwendavanên xwe. Her wiha di bikaranîna vî şêwazî de xeşîmiyek dixuye. Dixwazim li wir çend mînakan ji romanê bidim;
 "Sed mixabin, bextreşiyê di jiyana zewacê de jî dest ji pêxêla Xezalê berneda." (Rûpel 22)  
"Heke em bibêjin, meraqeke mezin li ser dilê hemûyan rûniştibû, wê tiştekî ne pirole be."(Rûpel 33)
"A ji te re Xezalê. Tirsa te hat serê te." (Rûpel 89)
"Hesen yekî weha bû.Zêde ne neheq bû jî. Welatê wî ev hezar sal bû hatibû dagirkirin. Jê wê rojê û vir ve her sal, her roj û her deqîqe dewlemendiya serax û binaxa welatê wî dihat talankirin. Dewran weha dizivirrî." (Rûpel 101)
Jixwe di hin cihan de wekî ku nivîskar ji bîr kiriye romanê dinivîse, tespîtên sosyolojîk dike; "Jixwe nakokî di vir de ye. Heke mesele xort yan jî zilamekî malê be, namûs nayê bîra ti kesî" (Rûpel 82)

Dersa gramatîka Kurdî dide!
Hela di romanê de hevokek heye ku mirov wexta dixwîne dimîne şaş, ji ber ku nizane ka ew nîşe ya nivîskar bi xwe ye yan êdîtor dersa gramatîka Kurdî dide. 
"Berê balafirrên şerrî carinan li Çiyayê Botan (ji ber ku „botan“ tewanga pirjimariyê di xwe de dihewîne nayê tewandin her wekî; Xerzan, Berzan, Omeriyan, Behdînan)"(Rûpel 46)
Dîsa aqûbeta Xezalê û zarokên wê lûtkeya dramatîzekirinê ye, nivîskar xwestiye bilez û bez dawiya romanê bi şiklekî pirr dilşewat bîne. 

Forma Ragihandina vebêjer bi kar aniye
Romana duyemîn Kefiyê Cihêreng e ku par weşanxaneya Lîsê ew çap kir. Nivîskar di warê vegotinê de berovajî romana Xezalê, forma ragihandina vebêjer bi kar aniye. Taybetiya vê formê jî ev e ku zêdetir teknîka teswîrkirin, ragihandina hizrî, şîrovekirin û hwd. hene.   
Roman di paşxanê de behsa du hezkiriyan dike lê esas mesele şer û jiyana gerîla ye. Jixwe, her du hezkirî jî gerîla ne. Berê Rênas bêyî xeberekê bide kesekî dev ji xwendina zanîngehê berdide û tevlî nav refên gerîla dibe. Dergîstiya wî Gulsîda pê re li heman bajarî dixwîne û rojekê tesadûfî pê dihese ku Rênas berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û piştî vê yekê, ew jî biryarê dide ku tevlî nav refên gerîla bibe. Mirazê Gulsîda ew e ku bêyî ku xebera Rênas bi tevlîbûna wê çêbe, xwe bigihîne qada ku lê dimîne û suprîzekê lê bike. Roman ji alîkî ve ji çavên Rênas ji alîkî ve jî ji çavên Gulsîda jiyana gerîla û rastiya şer radixe ber çavên xwendavanan. Zimanê romanê rewan e û mirov wexta dixwîne her tim di nav meraqekê de ye ji ber vê naxwaze ji dest xwe berde. 

Him nivîskar him wergêr
Gava mirov romanê dixwîne rastî êcebeke tê ku li gelek cihan vê êcêbê xwe dubare kiriye. Di romanê de gava eskerên Tirk diaxivin, bi Tirkî diaxivin û nivîskar di dewama wê de wergera wê ya Kurmancî dike.
"Wî ji wan re got: 'Burda kimse yok' yanî 'Kes li vir tune.' " (Rûpel 85)
Jixwe, li gelek cihan Tirkî zimanê eskeran e, yanî zimanê dijmin e û ji bo çêran, tehdîdan, êşandinê bi kar tê. Heman şêwaz di çîrokên kovara Hawar, helbestên Cîgerxwîn û hin romanên Kurdî de jî hebû ku Tirkî ji devê polês, esker, zilamê dewletê derdiket, xulasa zimanê mêhtingeran bû.

Têbinî nayê binî!
Nivîskar dîsa tiştên ku diviyabû di romanê de wekî têbînî bihatana nivîsandin, di nav metnê de cih kirine. 
"Akedemî navê xwe ji navê gerîlayeke jin a bi navê şehîd Berîtanê wergirtibû. Şehîd Berîtan, sala 1992´an li Xakurkê, di şerekî navbera pêşmergeyan û gerîlayan de ji bo nekeve destê pêşmergeyan heya guleya dawî şer kiribû." (Rûpel 18)
Agahiyeke bi vî hawî pêwîst nake di metna romanê de cih bigire, nivîskar dikarîbû wekî têbînî lê zêde bikira. 
Her wiha di romanê de hin monolog hene ku pirr dirêj in û wer dike ku mirov ji xwendina wê aciz bibe. Carinan di nav diyalogan de diyalog hene, li dewsa wê nivîskar dikarîbû bi çîrokên biçûk romanê rengîntir bike.  
Di bikaranîna forma zemanan de jî tevlîheviyek heye.
Tevî ku di romanê de du karekterên domînant hene mirov ji xeynî aliyên wan ên siyasî der barê xisleta wan de bi ti tiştî nizane. Di romanê de wekî din pirr peyv hene ku yan tîpên wan kêm in yan jî şaş hatine nivisîn. 

Bi her berhemê re wê bikemile
Di romanake baş de bi qasî erka nivîskar, weşanger û edîtor jî xwedî erk in. Piştî şêwra bi hev re qenebe hin tişên teknîkî û piçûk mirov dikare dirust bike. Lê wekî em hemû dizanin, di zindanan de yekser têkilî danîna nivîskar-weşanger-edîtor ne mumkin e û jixwe ev çerxa romanê asayî nameşe. Her wiha nivîskarekî/ê di nav çar dîwaren de ji gelek tiştan bêpar e û loma jî ne rast e ku mirov bi nivîskarên serbest re miqayese bike. Jixwe, roman berî her tiştî sazkirin û hûnandina teknîkê ye, ji bo teknîkê jî pêwîstî bi lêkolîn û ponijîneke berfireh heye, lê ka li zindanan ev yek çiqas pêkan e?

Heta ji bo Kurdan welatekî azad çênebe, zindanên dagirkeran wê bibin dibistana bindestan. Ji ber vê yekê gelek girîng e ku berhemên bi Kurdî ji zindanan derkevin û xwe bigihînin xwendavanan. Helbet bi her berhema nû re roman jî wê bikemile, bigihîje asteke baş.     

Donnerstag, 6. Juli 2017

Pirtûka Kobanê

 Çirûskek ji Berxwedana Kobanê



Berxwedana Kobanê di bîra Kurdan de qonaxeke diyarker e. Ew bajarê ku berê belkî gelek Kurdan nas nedikir, di hest û mejî de Kurd kirin yek. Mirov dikare ji bo vê qonaxê mînaka esareta birêz Ocalan nîşan bide ku ji bo vê rojê bîranîneke her Kurdê xwedî xîret heye.
Heta niha ji bo Berxwedana Kobanê ji xeynî çend fîlmên dokumanter mirov nikare di warê hunerê de qala berhemên baş bike. Helbet ne mecbûr e tenê mohra Kurdan di bin berheman de hebe. Dibe ku biyanî jî li ser vê mesele bixwazin hin tiştan çêbikin.


Li wir dixwazim mînaka sê fîlman bidim. Tevî şoreş li wan welatan jî çêbûye lê belê bi saya dewletên mezin wan miletan fîlmên baş û naskirî çêkirine. Yekemîn fîlma Şerê Serxwebûna Cezayîrê (La Battaglia di Algeri) ye ku piştî şoreşê sala 1966’an bi hevkariya Îtalyan û Cezayîriyan derdikeve bazara cîhanê ku ne ji Îtalyanan ba, ne mimkun bû vê çaxê Cezayiriyan fîlmekî wer çêbikirina. Mînaka duyemîn jî fîlma Ez Kuba me (Soy Cuba) sala 1964’an bi hevkariya Sovyet û Kubayê hat çêkirin ku ji aliyê teknîka sînameyê ve jî fîlmekî cihêreng e. Mînaka sêyemîn jî fîlma Bijî Zapata (Vîva Zapata) ye ku behsa rêberê gelên xwecihî yên Meksîkayê Emilliano Zapata dike ku çawa bi halê xwe yê gundî û nexwende li dijî desthilatdariya Meksiyayê serî hildaye. Jixwe ev fîlma hanê ji alî Emerîkiyan ve bi rejîsoriya Yûnan Elia Kazan ve hatiye çêkirin. Sebeba dayîna van her sê mînakan ev e ku miletên feqîr û nû ji nav şer derketî, zehmet e bi derfetên xwe  berhemên pir baş biafirînin.
Heger em mesele bînin ser xwe, divê em dev ji mitaleyên wekî “Çima sînemaya me an jî wêjeya me li dinê nayê naskirin, çima berhemên pir baş ji me dernayên“ berdin. Dibe ku sibê du sibê rejîsor û nivîskarên xelkê jî behsa vê berxwedanê bikin an jî bi Kurdan re hin projeyan çêkin.

Li ser pirtûka ‘Çîrûskek ji Berxwedana Kobanê’
Esas di vê nivîsê de min dixwest behsa pirtûkekê bikim ku îsal ji aliyê Weşanxaneya Aryen ve hat çapkirin, Pirtûka bi navê “Çirûskek ji Berxwedana Kobanê“ ji 23 çîrokan pêk tê û hemû jî ji aliyê nivîskarên Rojavayê Kurdistanê ve hatine nivîsîn. Nivîskarê Kurd Helim Yûsiv ku pêşgotina pirtûkê nivisiye ji bo çîrokan dibêje: “Taybetiyên van çîrokan ne tenê ji hêla naverokê ve, lê belê ji hêla form, ziman û şêweyên hûnandin û nivîsandina xwe ve jî xwe didin pêş.“
Her çîroka ku bi zimanekî fesîh û bi Kurmanciya Kobankî hatiye nivisîn êş û qehra wan rojan dîsa tîne bîra me. Wekî mînak bi çîroka “Qedera Qederê“ em ji nû ve dibin şahîdê rêwitiya Kader Ortakkaya û em dîsa lehnet li nemerdiya dijmin tînin. Her wiha bi çîroka “Dudilî“ em bi çavên keça delal Zana, wan rojan ji nû ve sêr dikin ku qîma xwe bi gotina xelkê “Tu xweşik î“ nedîanî lê piştî di şer de çavekî xwe wenda dike wiha dibêje “Ez bê deng mam û bijîşk çû. Min xwe di eynikê re nêrî, lê vê carê min bi çavekî xwe pir xweşik dît…“
Ew çîrokên hanê ne tenê pesndayîn e, behsa tirsa mirinê jî dike, behsa reva ji şer jî, behsa her du aliyê têlan dike. Geh leheng dibe zarokek, geh dibe dayikek, geh dibe şervanek…. Her yek ji pencereya xwe behsa serbilindî û êşa berxwedanê dike. Xebatên bi vî hawî çiqas zêde bibin û xwe bigihînin xwendavanan, bi baweriya min wê ewqas jî pêşiya nivîsandinê vebe. Helbet nayê vê manê ku her berhêmên ku ji kelha berxwadanê hatî nivîsin, bê rexne û analîz tenê em ajîte biikin û bavêjin alîkî. Her wiha divê em guhê xwe jî nedin nirxandinên wekî “Jixwe di warê wêjeyê de berhemên qels in“ û silavê jî nedin xeberdan û gotarê wilo.

Çend rexne ji bo edîtor
Pirtûka “Çirûskek ji Berxwedana Kobanê“ ji destê wêşanxane û nivîskarên nû derketiye. Jixwe nûxuriya weşanxanê ye di Kurdî de. Mirov dikare bêje ku di pirtûkên bi vî hawî de barek mezin dikeve ser milê edîtoran. Ji ber dibe ku nivîskarên vê pirtûkê bi daxwaz an jî bi teşwîqan dest bi nivîsandina çîrokan kiribin.
Jixwe gelek ji wan di nivîsandina Kurdî de jî nû ne û hê jî di prosesa xwe kemilandinê de ne. Loma heger berhem qels an jî nuqsan be, edîtor bi pêşniyar û guherandinan dikare rêya nivîskaran jî ronî bike.
Bo nûmine, di çîrokan de carna di hevokan de çend demên cuda hatine bikaranîn, her wiha mirov carna xwe şaş dike û nizane ew çîrok fîktîv e an rasterast bîranîna nivîskêr e. Dîsa di hin çîrokan de wekî ku ji çîrokê cuda be hin hevok di nav parantêzê de hatine dayîn. Carna vêbejer kî ye mirov tevlîhev dike. Dirûstkirina wan tiştan helbet ne tenê karê edîtor e lê li wir edîtor dikare bi pêşniyarên xwe pêşiya nivîskar jî veke û karê xwendavanên xwe jî rehettir bike.

                                                                                  Ev nivîs 21ê Nîsana 2017an di rojnameya Yeni Ozgur Politika de derçû

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...