Li pişt dîwarên zindanan nivîsîna romanê
- Her çiqas mirov di nav wêjeya Kurdî de wekî ekolekê nikare bi cih bike jî, ji zindanan çend salên dawî gelek berhemên bi Kurdî derketin û cihêrengiya wan jî heye. Li gorî min xwendin û nivîsandina bi Kurdî herî zêde li zindanan zindî û geş e.
Li Bakurê Kurdistanê kitêbên bi Kurdî bêyî ku mirov bi çavekî wêjeyî li wan binêre, wan parçeyekî pêvajoya dekolonyalîzmê qebûl dike û berî her tiştî qîma xwe bi kurdîbûna wan tîne. Loma jî hevpariya hemû berheman ew e ku mîna 'refleks' tercîha xwe bi Kurdî bi kar anîne. Lê belê mirov bêyî ku li kurdîbûna wan binêre wan berheman li parzûna wêjeyê bixwe, wekî her zimanî gelek ji wan wê li derveyî bimîne. Piştî demekê jî hin ji wan bivênevê wê bên jibîrkirin. Dîsa li cem miletên din, wêjeya modern di nav xwe de bi kategoriyên cûr bi cûr tê dabeşkirin û li gorî biserketina wêjeyî û weşangerî hin ji wan berheman derdikevin pêş. Lê li cem Kurdan hê nehatiye vê astê ku li gorî ekol yan jî cûreyên romanê ew werin dabeşkirin, lewre hemû berhem di nav hev de tên nirxandin.
Herçî wêjeya klasîk bû, nivîskarên wê hindik û beloq bûn, jixwe wê çaxê nivîskarî ne karê her kesî bû, lê di dewra modern de, derxistina kitêbekê êdî ne wekî berê zehmet bû. Lê derxistina kitêbeke baş û serketî jî têra xwe zehmet e. Di vê dewra modern de heta radeyekê serketina kitêbekê bi tenê ne bi naveroka berhemê ve jî girêdayî ye, faktorên wekî weşanxane, edîtor, grafîk, paratekst, bazara wê û hwd. jî diyarker in. Lê li Bakurê Kurdistanê gelek tişt dimînin li ser pişta nivîskêr û faktorên navbirî tên paşguhkirin.
Zimanê 'fermî' bû Kurdî
Her çiqas mirov di nav wêjeya Kurdî de wekî ekolekê nikare bi cih bike jî, ji zindanan çend salên dawî gelek berhemên bi Kurdî derketin û cihêrengiya wan jî heye. Li gorî min xwendin û nivîsandina bi Kurdî herî zêde li zindanan zindî û geş e. Wekî nimûne di nav Tevgera Siyasî ya Kurd de zimanê "fermî" hê jî Tirkî ye, lê belê li zindanan piştî 2010’an zimanê "fermî" bû Kurdî. Jixwe pirraniya berhemên bi Kurdî di van çaxan de derçûn. Berhemên ku ji zindanan derketine roman, çîrok û helbest in. Herçî roman e, mirov dikare bibêje ji bîra nivîskêr welidiye. Ji ber ku pirraniya girtiyên li zindanên dewletên dagirker şervanên azadiyê bûn û di romanên xwe de behsa vî şerî dikin ku ew jî parçeyekî wî bûn.
Di vê nivîsê de dixwazim li ser du romanên ku ji hepsê hatine nivisîn, rawestim; yek jê "Xezal" a Nesîp Tarim e û ya diduyê jî "Kefiyê Cihêreng" a Mahîr Bagok e.
Du roman: Xezal û Kefiyên Cihêreng
Romana Xezal berî deh salan ji weşanxaneya Belkî derçûye û mirov dikare bibêje ku li gorî qalibên edebiyata modern, romaneke berbiheve ye. Mijara romanê li derûdora Xezalê diqewime ku Xezal dayika du kuran û keçikekê ye. Derd û kulê Xezalê ew e ku rojekê beriya roja din zewaca zarê xwe yê mezin Hesen bibîne û bi neviyên xwe şa bibe. Wer dibe ku êdî li gel Xezalê zewaca Hesen dibe obsesyonek, dihere û tê doza zewacê li Hesen dike. Her çiqas Hesen dilketiyê Elîfê be jî dilê wî di zewacê de tineye, ji ber wî dil daye çiyayên Kurdistanê. Gava mirov romanê dixwîne bi diyalog û taswîrên xwe, Xezalê tam dayikekê Kurdan e, wekî karekter jî domînant û beloq e. Di hin romanên Kurdî de wekî nimûne di nav bûyerê de zarokek heye lê belê ne bi diyalog ne jî bi hîsiyata xwe ev karekter naşibe zarokekî, bileks mirov jê fêhm dike ku ew karekter nivîskar bi xwe ye. Lê taybetiya wê romanê ew bû ku mirov dizane Xezalê dayikek e, vê hîsê dide mirov.
Di romanê de du cure formên nîşandan û teswîrkirina vegotinê hene, yek ji wan agahîdayîna vebêjer e, ya din jî qisedana kesan e ku ew jî di nav xwe de formên wekî monologa hundirîn, herikîna hişê, peyva jiyî, qisedana yekser, qisedana ne-yekser dihewîne. Taybetiya herî berbiçav a forma qisedana kesan ew e ku di romanê de hefsarê vegotinê ne tenê di destê nivîskar yan jî vebêjer de ye, leheng jî carinan serî hildidin û jixweber diaxivin. Di romanê de nivîskar xwestiye vê şêwazê bi kar bîne, lê di hin cihan de nivîskar êdî dev ji romanê berdide ders û perspektîvan dide xwendavanên xwe. Her wiha di bikaranîna vî şêwazî de xeşîmiyek dixuye. Dixwazim li wir çend mînakan ji romanê bidim;
"Sed mixabin, bextreşiyê di jiyana zewacê de jî dest ji pêxêla Xezalê berneda." (Rûpel 22)
"Heke em bibêjin, meraqeke mezin li ser dilê hemûyan rûniştibû, wê tiştekî ne pirole be."(Rûpel 33)
"A ji te re Xezalê. Tirsa te hat serê te." (Rûpel 89)
"Hesen yekî weha bû.Zêde ne neheq bû jî. Welatê wî ev hezar sal bû hatibû dagirkirin. Jê wê rojê û vir ve her sal, her roj û her deqîqe dewlemendiya serax û binaxa welatê wî dihat talankirin. Dewran weha dizivirrî." (Rûpel 101)
Jixwe di hin cihan de wekî ku nivîskar ji bîr kiriye romanê dinivîse, tespîtên sosyolojîk dike; "Jixwe nakokî di vir de ye. Heke mesele xort yan jî zilamekî malê be, namûs nayê bîra ti kesî" (Rûpel 82)
Dersa gramatîka Kurdî dide!
Hela di romanê de hevokek heye ku mirov wexta dixwîne dimîne şaş, ji ber ku nizane ka ew nîşe ya nivîskar bi xwe ye yan êdîtor dersa gramatîka Kurdî dide.
"Berê balafirrên şerrî carinan li Çiyayê Botan (ji ber ku „botan“ tewanga pirjimariyê di xwe de dihewîne nayê tewandin her wekî; Xerzan, Berzan, Omeriyan, Behdînan)"(Rûpel 46)
Dîsa aqûbeta Xezalê û zarokên wê lûtkeya dramatîzekirinê ye, nivîskar xwestiye bilez û bez dawiya romanê bi şiklekî pirr dilşewat bîne.
Forma Ragihandina vebêjer bi kar aniye
Romana duyemîn Kefiyê Cihêreng e ku par weşanxaneya Lîsê ew çap kir. Nivîskar di warê vegotinê de berovajî romana Xezalê, forma ragihandina vebêjer bi kar aniye. Taybetiya vê formê jî ev e ku zêdetir teknîka teswîrkirin, ragihandina hizrî, şîrovekirin û hwd. hene.
Roman di paşxanê de behsa du hezkiriyan dike lê esas mesele şer û jiyana gerîla ye. Jixwe, her du hezkirî jî gerîla ne. Berê Rênas bêyî xeberekê bide kesekî dev ji xwendina zanîngehê berdide û tevlî nav refên gerîla dibe. Dergîstiya wî Gulsîda pê re li heman bajarî dixwîne û rojekê tesadûfî pê dihese ku Rênas berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û piştî vê yekê, ew jî biryarê dide ku tevlî nav refên gerîla bibe. Mirazê Gulsîda ew e ku bêyî ku xebera Rênas bi tevlîbûna wê çêbe, xwe bigihîne qada ku lê dimîne û suprîzekê lê bike. Roman ji alîkî ve ji çavên Rênas ji alîkî ve jî ji çavên Gulsîda jiyana gerîla û rastiya şer radixe ber çavên xwendavanan. Zimanê romanê rewan e û mirov wexta dixwîne her tim di nav meraqekê de ye ji ber vê naxwaze ji dest xwe berde.
Him nivîskar him wergêr
Gava mirov romanê dixwîne rastî êcebeke tê ku li gelek cihan vê êcêbê xwe dubare kiriye. Di romanê de gava eskerên Tirk diaxivin, bi Tirkî diaxivin û nivîskar di dewama wê de wergera wê ya Kurmancî dike.
"Wî ji wan re got: 'Burda kimse yok' yanî 'Kes li vir tune.' " (Rûpel 85)
Jixwe, li gelek cihan Tirkî zimanê eskeran e, yanî zimanê dijmin e û ji bo çêran, tehdîdan, êşandinê bi kar tê. Heman şêwaz di çîrokên kovara Hawar, helbestên Cîgerxwîn û hin romanên Kurdî de jî hebû ku Tirkî ji devê polês, esker, zilamê dewletê derdiket, xulasa zimanê mêhtingeran bû.
Têbinî nayê binî!
Nivîskar dîsa tiştên ku diviyabû di romanê de wekî têbînî bihatana nivîsandin, di nav metnê de cih kirine.
"Akedemî navê xwe ji navê gerîlayeke jin a bi navê şehîd Berîtanê wergirtibû. Şehîd Berîtan, sala 1992´an li Xakurkê, di şerekî navbera pêşmergeyan û gerîlayan de ji bo nekeve destê pêşmergeyan heya guleya dawî şer kiribû." (Rûpel 18)
Agahiyeke bi vî hawî pêwîst nake di metna romanê de cih bigire, nivîskar dikarîbû wekî têbînî lê zêde bikira.
Her wiha di romanê de hin monolog hene ku pirr dirêj in û wer dike ku mirov ji xwendina wê aciz bibe. Carinan di nav diyalogan de diyalog hene, li dewsa wê nivîskar dikarîbû bi çîrokên biçûk romanê rengîntir bike.
Di bikaranîna forma zemanan de jî tevlîheviyek heye.
Tevî ku di romanê de du karekterên domînant hene mirov ji xeynî aliyên wan ên siyasî der barê xisleta wan de bi ti tiştî nizane. Di romanê de wekî din pirr peyv hene ku yan tîpên wan kêm in yan jî şaş hatine nivisîn.
Bi her berhemê re wê bikemile
Di romanake baş de bi qasî erka nivîskar, weşanger û edîtor jî xwedî erk in. Piştî şêwra bi hev re qenebe hin tişên teknîkî û piçûk mirov dikare dirust bike. Lê wekî em hemû dizanin, di zindanan de yekser têkilî danîna nivîskar-weşanger-edîtor ne mumkin e û jixwe ev çerxa romanê asayî nameşe. Her wiha nivîskarekî/ê di nav çar dîwaren de ji gelek tiştan bêpar e û loma jî ne rast e ku mirov bi nivîskarên serbest re miqayese bike. Jixwe, roman berî her tiştî sazkirin û hûnandina teknîkê ye, ji bo teknîkê jî pêwîstî bi lêkolîn û ponijîneke berfireh heye, lê ka li zindanan ev yek çiqas pêkan e?
Heta ji bo Kurdan welatekî azad çênebe, zindanên dagirkeran wê bibin dibistana bindestan. Ji ber vê yekê gelek girîng e ku berhemên bi Kurdî ji zindanan derkevin û xwe bigihînin xwendavanan. Helbet bi her berhema nû re roman jî wê bikemile, bigihîje asteke baş.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen