Freitag, 12. Juli 2019

Bi Kurmancî pirtûkên dengî


Karê bi hobiyê dest pê kir gihişt sedhezaran


Kurdan rojnameger û nivîskar Rêşad Sorgul bêtir di televîzyonên Kurdî de li ser ekranê nas kir. Lê wî ji xeynî vî karî bi dehan pirtûkên Kurdî, helbest, çîrok,roman bi dengê xwe xwendine û li ser Youtube ew belav kirine. Gava mirov li hejmara tikandina wan jî mêze dike bi rastî jî pir baş in. Hinek ji wan zêdeyî 300 hezar caran hatine tikandin. Serqise tikandina hejmara hin romanên ku wî xwendine ser 20 hezarî ne. Gava mirov hejmara firotina pirtûkên çapkirî û hejmara lêguhdarîkirina pirtûkên dengî dide berhev, di navbera wan de ferqeke mezin heye. Jixwe ew bixwe jî dibêje “Eger armanc xwegihandina guhdaran be ji sedî sed xebata di vî warî de serketî ye. Belkî divê nivîskar jî pirtûkê xwe bi hin kesên baş dixwînin bidin xwendin.”
Her wiha ji bo kesên nabînin û nikarin bi Kurdî bixwînin an jî kêfa wan bêtir ji guhdarkirinê re tê, karê Rêşad Sorgul dike nîmeta Xwedê ye. Jixwe li Kurdistanê hinek dayikên bi kitan jê re gotine em li ser telefonê bi çîrokên te dihesin, hinek jî gotine em zarokên xwe bi çîrokên te deng dane dikin xewê.
 


Te çawa bîra li ser Youtubê çêkirina vîdeoyan bir?
Hûn dizanin, bîst û yek sal in, ez di televîzyonên Kurdî de dixebitim. Di Med TV, Medya TV, Roj TV, Nûçe TV, Ronahî TV, Newroz TV û herî dawî jî li Stêrk TV kar kir. Devera studyoyên me lê ne, li Belçîkayê gundikê bi navê Denderleeuw e. Cihê em lê ne, di warê têkiliyên civakî de zêde şên nîne. Lema bêhna mirov zû diçike. Divê mirov bi hinek tiştan sebra xwe bîne. Bi gotina hemdem divê hinek hobiyên mirov hebin. Ji dema Med TV ve min destpê kir pirtûk wergerandin. Paşê min qîma xwe bi vê jî neanî û min dest bi nivîsandinê kir. Dîsa ji bo sebra xwe bînim, min xwest karê xwe yê dublajê di hinek warê din de bi kar bînim. Min destpê kir hin helbestên klasîk xwendin. Pê re min hinek helbestên hemdem û çîrok jî xwendin. Tevî vê jî min xwe bi xwe hewl da, ez xwe hînî neyê bikim û ev hewldana min jî kêm zêde didome. Îca ez bêm ser pirsa te. Piştî ku min dest bi xwendina helbestên klasîk kir û kesên dewrûberê ecibandin, min jî xwe zêdetir lê şidand. Weke min got sebra min jî gelek pê hat û hê jî tê. Min helbest û çîrokên xwendin danîn ser Youtubeyê. Li wir jî mirov hem şiroveyên guhdaran dibîne, hem jî dibîne çend kes lê guhdarî dike. Paşê bala min kişand ji helbestan zêdetir çîrok têne guhdarî kirin. Vê jî kir ku ez li ser sedemên vê bifikirim. Nexasim jî çîrokên zarokan ên kilasîk bêhtir têne guhdarîkirin. Jixwe em dizanin gelê Kurd bi giştî ji jiyaneke xwe ya xewnwarî û xwezayî qut bûne û hesreta vê di çîrokan de dibînin. Beşekî mezin ê Kurdan bi çîrokan mezin bûne. Mixabin îro jî kes ji zarokan re çîrokan nabêje, yan jî nikare bibêje. Çîrok di jiyana mirovan de cihekî xwe yê taybet heye. Ji ber ku bi çîrokan tesewira afirandinê ya mirov pêk tê. Jixwe di Youtubê de gelek guhdaran nivîsandiye ku wan ev çîrok ji dapîr an jî diya xwe guhdarî kirine. Çîrokbêjî bêhtir karekî dayikan e. Çîrok weke şîrê dayikan e. Kesê bi vî şîrî mezin nebibe virnî ye. Yek ji hunerê Kurdan jî çîrokbêjî bû. Heyf îro di vî warî de em kêm û qels mane. Mebesta min ji çîrokbêjiyê di heman demê de çîroknivîsiye jî. Di vî warî de jî min hewl da xwe biceribînim û min kir. Çîroka “Çilguliyê” û çîroka “Kurê Pîrê û Sê qismet” çîrokên min ên ceribandinê ne. Tiştên min bihîstibûn û di bîra min de mabûn, min li gorî çîrokbêjiyeke pedegojîk fesiland û ediland.

Tu nivîskar û rojnamegerekî li Ewrûpayê yî bes çûyîn û hatina te ya Kurdistanê jî heye? Gava tu li Kurdistanê digeriya di nav gel de reaksiyonên çawa hebûn ji bo çîrok, helbest û romanên te deng dane wan?      
Ez nikarim biçim Bakurê Kurdistanê. Lê ez çend caran çûm Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê. Herçiqasî ez 21 sal di televîzyonê de li ser ekranê xuya dikim jî lê ez niha di nava civakê de bi çîrok û helbestan têm naskirin. Li vir jî divê mirov bi taybetî rola medya civakî destnîşan bike. Belkî ji ragihandina giştî zêdetir îro risteke ragihandina civakî heye. Ya rastî ez jî ne li bendê bûm, bandora xebatên bi vî rengî ewqasî zêde be. Mînak min hinek dayikên bi kitan dîtin ji min re gotin em li ser telefonê bi çîrokên te dihesin. Bêguman ev min kêfxweş dike. Nexasim jî eleqeya zarokan a ji bo çîrokan min pir kêfxweş dike û ez nikarim vê kêfxweşiyê pênase bikim. Mînak çendek berê ez li dawetekê bûm. Dayikekê bi destê zarokê xwe girt anî cem min û got, hevalê Rêşad em kêfxweş bûn ku me tu li vir dîtî. Zarokê xwe nîşan da û got, her şev bi çîroka te ya “Çêleka Zerî” radikeve. Her qala te dikir û niha me tu dîtî. Ez jî bi vê kêfxweş bûm û me bi hev re wêneyek girt.

Nexasim pirtûkên ku tu dixwînî ji bo kesên ku çavên wan nabînin û dixwazin li Kurdî pirtûkan guhdarî bikin pir kêrhatî ne…
Çend kesên li dibistana kor û lalan a Amedê malavahiya min kirin. Dîsa hevalên me hene di şer de çavên wan zirar dîtine, ji van xwendinan sûdê werdigirin. Lê jixwe piraniya Kurdan di warê xwendinê de qels in an jî xwendina wan tineye. Ji vê jî wêdetir, li dinyayê bi giştî jî e-pirtûk gelek belav û pêşketî ye. Jixwe divê em jî di vî warî de zêde berheman amade bikin.

Hin pirtûkên te xwendine li gorî reqamên Youtubê bi dehhezaran lê guhdarî kirine. Pirtûkeke herî baş a Kurdî jî belkî 2 belkî jî 3 hezar çapê dike. Em dikarin bêjin ji bo Kurdan lêguhdarîkirina pirtûkan ji xwendina wan rihetir e?  
Erê, ev babeteke girîng e. Vê xalê bala min jî kişandiye. Çawa cenabê te jî îşaret pê kir, pirtûkeke Kurdî hezar an jî du hezar tê çapkirin. Lê pirtûk an jî çîrokeke ez li ser Youtubê datînim bi deh hezaran tê guhdarî kirin. Ev jî hejmareke gelekî baş e. Eger armanc xwegihandina guhdaran be ji sedî sed xebata di vî warî de serketî ye. Belkî divê nivîskar jî pirtûkê xwe bi hin kesên baş dixwînin bidin xwendin.

Li ser Youtubê hin kesên din jî bi Kurdî vî karî dikin? Tu li wan jî mêze dikî, çawa ne?
Hejmareke ne zêde be jî li ser Youtubeyê kesên helbestan an jî çîrokan dixwînin hene. Hinek jî bi hosteyî dixwînin, hinek jî belkî ji kêmasiya îmkanan an jî nenaskirina îmkanan xirab dixwînin. Min bi xwe jî ji bo sebra xwe pê bînim destpê kir. Lê piştî ku min dît eleqeyeke zêde heye, bêhtir min hewl da bi hosteyî bikim. Ji ber vê, xwendinên min ên destpêkê zêde ne baş bûn. Jixwe piştre min xwe di warê montoja deng û dîmen de perwerde kir. Bi vî awayî jî min hinekî bi dilê xwe eyar dan deng û dîmen.

Ji bo Kurmancî dibêjim, ger mirov hinek demdirêj û profesyonelî vî karî mêze bike, him ji bo kesên nabînin him jî kesên kêfa wan ji lêguhdarîkirinê pirtûkên Kurdî tê, bibe deriyekî nû. Ka siberojê tiştekî wer dixuye an dîsa bi hewldanên ferdî wê dewam bike?
Jixwe ev karê em behsê dikin, ne karek e. Mîna hobiyekê ye. Ez pê ber dilê xwe xweş dikim û hedana xwe tînim. Bêguman karekî gelekî girîng û hewce ye. Ji ber ku di çarçoveyeke şexsî de dimîne, zêde bi profesyonelî çênabe. Ya xuya dike wê demekê wisa dewam bike. Lê paşê bi sazî û dezgeh bibe. Lê divê em ji bîr nekin ku karên herî baş ew kar in, bi eşq û şewq têne kirin. Ji bo kirina karekî, eger gilî û gazincan destpê kiribe, hingê eşqa ji bo ew karî miriye. Xebatên bi dahfdanê jî xêra wan nîne.
Pêşketina teknîk û zanistê me ber bi dinyayeke nû ve dibin. Ji lewra divê em jî di aqarên vê dinya nû de zanibin xewn û xeyalên xwe li nava zeviyên beyar biçînin da ku em bikaribin dinyayeke li gorî dilê xwe ava bikin û bibînin.



                                                                          Ev hevpeyvîn 13ê Tîrmeha 2019an di rojnameya Yeni Özgur Politika de derçû

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...