Samstag, 28. Juli 2018

Evdilmelik Şêx Bekir

Melekê dengê Kulîlka Azadiyê


Evdilmelik Şêx Bekir an jî Melek. Dengê wî yê bîra nifşekî ye, va ye, dibe 30 sal ku li her derê Kurdistanê dengê wî bilind dibe. Awazên wî mîna anatomiya salên 90’î ne. Mirov nizane, bêbextiya muzîkê ye, ji ber ku deng belav dike bêyî ku hewcedarî bi şikl û şemal, nav û paşnav bibîne, yan gelo ji ber zor û zehmetiya salên 90’î û çetinbûna şerê wan çaxan e, yan jî ji ber ji Rojavayê Kurdistanê bû pirr nehat naskirin… Her ku mirov li ser bifikire, hincet û sebebên nû dibîne. Jiyana Evdilmelikê ku 24 salî dibe şehîdê Kurdistanê, di sê qonaxan re derbas dibe.

Qonaxa yekem: Melek
Sala 1968’an li Amûdê tê dinê. Navê wî li ser nasnameyê Evdilmelik Şêx Bekir e lê di nav malbat û hevalên xwe de wekî Melek dihat binavkirin. Ji bo xwendina zanîngehê pêşî tê Enqereyê û li zanîngeha Hacettepeyê dest bi xwendina tibê dike. Sala 1988’an li Enqereyê xwendevanên tibê, Gulşen Çetin, Savaş Çakmak, Rohat Kutlay, Fikri Kutlay, Mustafa Kart û Ahmet Kaya nas dike û bi wan kesan re Koma Amed ava dike. Wan çaxan, Koma Amed li gel Koma Dengê Azadiyê ji komên muzîkê yên ewil e ku piştre di muzîka Kurdî de derî li ekola ‘kom’an vedikin. Li gel muzîkê, Melek di resm û helbestê de jî şareza bû. Sala 1990’î, Melek derbasî Çapa Tib a Stenbolê dibe. Kaseta Koma Amed a ewil Kulîlka Azadiyê jî heman salê derdikeve. Melek ji bo qeydên studyoyê vedigere Enqereyê û bi zor û zehmetî kaseta Kulîlka Azadiyê derdixin. Di kasetê de 13 stran hene û pirraniya wan jî Melek dibêje.

Melek ji bo qeydên studyoyê vedigere Enqereyê û bi zor û zehmetî kaseta Kulîlka Azadiyê derdixin.


Qonaxa duyem: Şengal
Sala 1991’ê, êdî Melek dibe Şengal. Hin kesên wê salê ew nas kiriye, bi vî navî wî nas dikin. Heta sala 1992’yan endamên Koma Amed di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Welat de, gava behsa haziriya kaseta xwe ya duyem dikin, bi van hevokan behsa wî dikin: “Ji ber ku dengê heval Şengal tine ye, em ê pirr zorahiyê bibînin.” Sala 1991’ê Navenda Çanda Mezopotamya li Stenbolê vedibe ku Şengal jî di avakirina vê de heye û heman salê jî tevlî Koma Çiya dibe. Lê berî kaseta Koma Çiya ya bi navê Rozerîn derkeve havîna wê salê, tevlî nav refên gerîla dibe.



“Ji ber ku dengê heval Şengal tine ye, em ê pirr zorahiyê bibînin.”


Qonaxa sêyem: Dr. Cuma
Di nav gerîla de navê şervan ê Cuma li xwe dike. Piştî salekê li Çiyayên Engîzekê şehîd dibe. Li gorî di weşana Serxwebûnê de hatiye nivîsîn, di meha Nîsanê de şehîd bûye. Piştî şehadeta wî, Serxwebûn (a Çile/1993’yan) bi van hevokan behsa Melek ê ku êdî Cuma ye, dike: “Di demeke kin de hînî jiyana gerîla bû û bi awayekî aktîf tevlî xebatên şer bû. Ji bo hemlaya şer a bihara 1992’yan zivistana 1991’ê bi perwerdeyê bihurand. Di mehên biharê de li gel komek hevreyên xwe ji bo tevlî kar û xebatan bibe, bi rê dikeve. Lê belê rastî çeteyan tên. Bi wan re demeke dirêj şer dikin. Li wir birîndar dibe û ji bo hevalên wî bi saxî bifilitin bi tena serê xwe şer dike. Bi saya wî, hevalên wî xwe rizgar dikin. Heval Dr. Cuma ku guleyên wî qediyabûn bi birîndarî dikeve destê xulamên dewleta Tirk û tê qetilkirin. Liberxwedana Dr. Cuma nûwaze û mêrxasî bû, mînaka herî esîl a fedakariyê bû.” Dr. Cuma şehîdekî bê kel û gor e, mirov ji bo wî dikare ‘tacegul’ekê deyne çiyayên Kurdistanê ku ew di sînga xwe de hewandiye.

Rotînda: Dengê wî ket guhê hemû Kurdan

Ez dikarim wek rexne jî bibêjim Koma Amed jî Koma Çiya jî li navê wî xwedî derneketin, nedan nasîn, nizanim bi zanetî yan ne biqesd, ez kesî di wî warî de sûcdar nakim, lê wekî rexneyek ev heye.


Evdilmelik Şêx Bekir ê ji Amûdê ku li paytexta Tirkiyeyê Enqerê tib dixwend, hiingê bi navê Koma Amed kasetek derxistibû û piştî hingê di nava damezrandina NÇM’a Stenbolê de cihê xwe girt. Hunermend Rotînda jî ku di nava damezrênerên NÇM’ê de hem hingî, û hem jî xurtiya dengê Evdilmelik ê bi navê Melek navdar, bi bîr tîne. Rotînda di bersiva çend pirsên me de rexneyê li Tevgera Çandê digire ku li Evdilmelik û çend navên din têra xwe xwedî derneketiye û dibêje, “Lê belê divê em xwedî li wan derkevin, belkî wan demeke kin xebatên çandê kirin ji bo hunerê Kurdî, lê belê heger bijiyana belkî her yek ekolek bûya niha. Ji bo vê yekê, ez kêmasiyê di serî de bixwe di xebatkarên çandê de jî dibînim.”

Evdilmelik û te, we kengî û li kû derê hev nas kir?
Sala 89’an ez çûm Stenbolê. Nasîna min bi Tevgera Azadiyê re çêbû. Ez bawer dikim 6, 7 meh dûre bû, yan dawiya 89’an bû yan jî destpêka 1990’î bû. Vê çaxê komelên me tine bûn, ez bawer dikim navê Wan Medya Guneşî bû ne şaş bim, çepê Kurdan bûn, komelaya wan hebû. Min li wê derê dersa muzîkê dida. Rojekê wan pêşniyaz kir, gotin, hûn dikarin komekê çêkin, Newroz tê, em di Newrozê de wê komê derxin. Me got, belê. Merdan vê çaxê gelek ciwan bû, 17 salî bû û gotin hevalek heye ji Rojava ye, dengê wî pirr xweş e, ew jî bila tevlî koma we bibe. Me got, li ser çavan. Hat Melîk hat. Cara yekemîn min li wir dît. Xortekî zirav bû, bejna wî gelek bilind bû û esmer bû. Gotin, li Enqerê tibê dixwîne, vê gavê hatiye wira. Nasîna me bi vî awayî çêbû. Paşê, me hinek sohbet kir, got, me kasetek bi navê Koma Amed derxistiye, ev ê li wir dibêje, ez im. Min got, dengê te pirr xweş e. Her wiha em hinek bi hev re xebitîn.
Nego şehîd bûye ez dibêjim, dengê wî dengekî enterasan bû, dengekî xurt bû û rengekî cuda bû. Û ez wer hêvî dikim, heger ku bijiya, dikarî bibûya ekolek di muzîka Kurdî de. Paşê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) vebû em bi hev re hatin wir. Ez jî, ew jî di damezirandina wê de hebûn. Li wir, ket nava Koma Çiya. Di komê de navbera wî û Beser baş nebû. Bi Koma Amed re kasetek derxist. Mixabin wan jî hîç behsa wî nekir heta demekê, ez vê wek rexne jî dibêjim. Koma Çiya jî, ez çawa bibêjim, di navbera wî û Beser de, dengê Melîk xurt bû di nav wan da hinek hesûdî hebû. Demeke pirr kurt bû, bi çi rengî bû ez pê tam nizanim, beriya kaseta Koma Çiya derkeve çû çiya, ez bixwe nikarim bi berfirehî qala vê pêvajoyê bikim. Di demeke pirr kurt de çû çiya, di ser re sê, çar meh derbas nebûn, xebera şehadeta wî hat.

Çima ji Koma Amed çû nava Koma Çiya?
Ez bawer dikim di sala 88’an de kaseta wan a Kulîlka Azadî derketibû jixwe, kaseteka resmî nebû, di bin destan de belav dibû, min jî ev kaset yan 88 yan jî 89 bû ji Kurdekî girtibû û wer lê guhdarî dikir. Ji ber ku min dixwest kaseteke Kurdî çêkim, ji min re dengê wî pirr balkêş hatibû. Dengê wî xurt bû, bas barîton bû.
Dixwest karê xwe yê muzîkê bi pêş ve bibe, jixwe, di nav NÇMê de ji bo vê cih girtîbû. Berî her tiştî welatparêz bû û dil dabû Tevgera Azadiyê. Wê çaxê ez jî hevalên wek wî jî me dixwest hunerê xwe di nav Tevgera Azadiyê de bikin.
   
Dengê wî belav bû, lê kes navê wî û bi serpêhatiya wî nizane; sebeba vê li gorî cenabê te çi ye?
Niha muzîk bê sînor e, ti sînor nikare muzîkê bide sekinandin. Faşîzm be, kapîtalîzm be, komunîzm be, çi dibe bila bibe, nikare pêşiyê li muzîkê bigire, ji ber ku sînoran nas nake, diherike. Dengê wî jî bi vî awayî bi muzîkê sînor nas nekir. Ji ber ku wê demê televizyonên Kurdan tinebûn wek niha, çapemeniya Kurdî bi pêş neketibû û wêneyekî wî di cihekî de derneket, insanan wêneyên wî nedîtin, lê belê dengê wî ket guhê hemû Kurdan. Yan jî em bibêjin insanên ku dixwestin li muzîka Kurdî guhdarî bikin jixwe wê çaxê jî pirr kêm bûn, çend kes hebûn. Ji ber vê jî bi muzîk, bi dengê xwe hat naskirin lê belê bi şikil bi resmê xwe nehat naskirin. Û mixabin di demeke pirr kurt de şehîd bû. Ez dikarim wek rexne jî bibêjim Koma Amed jî Koma Çiya jî li navê wî xwedî derneketin, nedan nasîn, nizanim bi zanetî yan ne biqesd, ez kesî di wî warî de sûcdar nakim, lê wekî rexneyek ev heye. Min sala 1996’an de di Med TV de cara yekem, li ser Evdilmelik Şêx Bekir bernamyeke saetekê dirêj çêkir, xwişka wî hebû li Swedê, ew tevlî bernameyê bû. Ji Rojava jî çend hevalên wî tevlî bûn, bernameyeke dewlemend bû. Min bi xwe jî pirr zêde ew nas nedikir jî di warê muzîkê de pirr kêm em bi hev re xebitîbûn, di nava du mehan de min bi wî re xebata mûzîkê çêkiribe jî, ew jî nîvco bû.
Ez rexne bikim. Mixabin Tevgera Çandê jî tam bi rola xwe ranebû. Ne tenê Evdilmelik jî, mesela Çiya yek ji damezirînerên Koma Berxwedan e û wî rengê xwe daye gelek berheman, ew jî zêde nayê naskirin. Dîsa Argeş dengekî wekî Evdilmelik Şêx Bekir dewlemend û xurt, ew jî di demeke pirr kurt de şehîd bû. Ew jî zêde nayê nasîn. Ez jî tam nizanim çima belkî jî zirûfên şer e, belkî jî girêdayî psîkolojiya insanan e. Lê belê divê em xwedî li wan derkevin, belkî wan demeke kin xebatên çandê kirin ji bo hunerê Kurdî, lê belê heger bijiyana belkî her yek ekolek bûya niha. Ji bo vê yekê, ez kêmasiyê di serî de bixwe di xebatkarên çandê de jî dibînim.


Filmek li ser Melek: Zêmara Derengmayî

Îro roj li Rojava di şert û mercên a niha de ji bo mayîndekirina bîranîn û hunerê wî wekî mînak mirov dikare li ser navê wî akademiya muzîkê an jî navendeke hunerî ava bike. Bi ya min ev yek herî xweş li bajarê çêbûyê Amûdê tê.

Havîn Saç a ku derhênera filma bi navê Zêmara Derengmayî ye, di vê filmê de behsa serpêhatiya ji damezrênerên Koma Amed, Melek dike ango Evdilmelik Şêx Bekir. Havîn Saç a ku sala 2014’an filma xwe temam kir, weke sedema kêm naskirina Melek ê ku bi strana Rindê hema hema hemû Kurd dengê wî nas dikin, îşaret bi tercîha berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurd dike: “Di salên 90’î de hizra hunerê kolektîf ku li ber zext û zilma li ser nasname û çanda Kurdî rabû, hilberîna şexsî tercîh nekir. Ekola ‘kom’an jî ji şexsan wêdetir xwedî karekterekî kolektîf û hevgirtî bû. Di saziyên Tevgera Azadiyê de jî sazîbûnên kolektîf ên bi vî rengî jî bi pêş diketin.” Evdilmelik jî di vê çarçoveyê de yek ji wan kesan bûye ku ji navê xwe bêhtir xwestiye navê komê darîçav be. Em bi Havîn Saç re li ser pêvajoya çêkirina belgefilmê û maneya Melek ji bo wê peyivîn.


Fikra çêkirina belgefilma li ser jiyana Evdilmelik Şêx Bekir ji kû hat bîra te? 
Nifşê min bi lêguhdarîkirina komên NÇM’ê mezin bû. Nexasim Koma Amed, kêfa min pirr ji Koma Amed re dihat. Hê jî, ji bo min cihê strana wan a ‘Rindê’ pirr taybet e. Gava min li vê stranê guhdarî dikir jî, min ji xwe re digot, çima derheqa Evdilmelik Şêx Bekir de bi pirr kêm tiştan dizanim. Her wiha, gava min li derûdora xwe jî pirsa wî dikir, bersiveke têr û tijî min nedibihîst. Li ser vê yekê ez ketim pey şopa lêkolanê.

Çima navê Evdilmelik Şêx Bekir bi qasî dengê wî li Kurdistanê belav nebû? Gelek kes dengê wî nas dikin, lê bi navê wî, bi serpêhatiya wî nizanin?
Di salên 90’î de hizra hunerê kolektîf ku li ber zext û zilma li ser nasname û çanda Kurdî rabû, hilberîna şexsî tercîh nekir. Ekola ‘kom’an jî ji şexsan wêdetir xwedî karekterekî kolektîf û hevgirtî bû. Di saziyên Tevgera Azadiyê de jî sazîbûnên kolektîf ên bi vî rengî jî bi pêş diketin. Ev jî ne bi rêya şexs û kesayêtên bi serê xwe pêk dihat, bileksê vê, têkoşînek û hewleke hevpar pêk dihat. Evdilmelik jî yek ji wan kesan bû ku ji navê xwe wêdetir dixwest navê komê xuya û darîçav be.

Di belgefilmê de, li Rojavayê Kurdistanê ti kesî behsa wî nedikir. Hevalê wî yê zaroktiyê nivîskar Helîm Yûsiv behsa wî dikir, lê ew jî li Ewrûpayê bû. Çima lingê Rojavayê Kurdistanê di belgefilma te de kêm bû?
Hê şoreşa Rojava pêk nehatibû me dest bi çêkirina belgefilmê kiribû. Gava sala 2011’an ji bo çêkirina belgefilmê ez çûm Qamişlo û Amûdê hê jî miletê wir di bin nîrê zordestiya rejîma Baesê de bû. Lewma jî kesî nedixwest ji bo belgefilmê bipeyive. Vê yekê jî kir ku lingê Rojava kêm bimîne. Ne ji vê ba têra xwe isan hebûnku dikarîn derheqa wî de bipeyivin.

Gava te xwest derheqa Evdilmelik Şêx Bekir de gefilmekê çêkî, di berhevkirina agahî û belgeyan de te zehmetî kişand? Wekî mînak derbarê Evdilmelik Şêx Bekir ku êdî li Çiyayên Kurdistanê bûye Dr. Cuma de hema hema ti agahî tinene, yan jî em bi wan nizanin?
Di amadekirina vê de ji bo min tişta herî zehmet, xebata arşîvê bû. Jixwe, di salên 90’î de him berhevkirina arşîvê him jî parastina wê bi serê xwe meseleyek bû. Bi rêya hin kesan, min agahî berhev kirin û vê jî kir ku ez pêşiya xwe bibînim. Di nav nas, heval û hogirên wî de ku weke mekan Qamişlo, Amûdê, Mêrdîn, Amed, Stenbol û Elmanya di nav de bûn, min xwe gihand wan lê qada gerîla kêm ma. Lê piştî ku belgelfilm qediya hin kesên xwedî agahî ji wir xwe gihandin min, lê ji ber min qedandibû, min nedikarî wan li belgefilmê zêde bikim.

Çima navê Evdilmelik Şêx Bekir hate jibîrkirin? Gelo ji ber ku Kurdê Rojavayê Kurdistan bû, yan pirr zû şehîd bû? Çi bû sedem li gorî te?
Şehadeta Evdilmelik Şêx Bekir rastî salên 90’î hat ku wan çaxan wendahiyên mezin hebûn. Him nebûna dezgehên ragihandinê him jî zêdetir xuyabûna ‘kom’an kir ku Evdilmelik Şêx Bekir nehat naskirin. Lê belê bi ya min hê jî ne dereng e. Îro roj li Rojava di şert û mercên a niha de ji bo mayîndekirina bîranîn û hunerê wî wekî mînak mirov dikare li ser navê wî akademiya muzîkê an jî navendeke hunerî ava bike. Bi ya min ev yek herî xweş li bajarê çêbûyê Amûdê tê.

Piştî belgefilma te gelo hin kesan negote te,”Xwediyê vî dengî ku bi salan e me lê guhdarî dikir, ev bû naxwe?” Reaksiyonên bîneran çawa bûn?
Di vê belgefîlmê de ti armanca min a serketina şexsî tine bû. Esas, min dixwest bibim pirek di navbera bîner û hunermedekî de ku salên dirêj min lê guhdarî kiriye. Min dixwest di qada hunerî de hebûna mirovekî wekî wî hêja berbiçavtir bibe ku ev qad bi berdelên mezin a Tevgera Azadiyê ya Kurd çêbûye. Jixwe, navê filmê jî ji bo vê bû ‘Zêmara Derengmayî’. Lê mixabin film liqayî elaqaya sazî û festîvalên Kurdistanî nehat. Ji xeynî Festîvala Belgefilman a Amedê, li ti deverê derneket pêşberî bîneran. Piranî berteka insanan, hestiyarî bû. Wekî mînak kesên ku heman pêvajoyê jiyane û nifşên nû jî ji bo ku haya wan ji mijarê tinebû li ber xwe diketin.

Ev nivîs û hevpeyvîn di PolitikARTê (244) de derçû. Herçî bixwaze dikare ji lînka jêr xwe bigihîne vê PolitikARTê ku li ser cangoriyê Kurdistanê Evdilmelik Şêx Bekir bû:
https://issuu.com/ibrahim-bulak/docs/politikart_244

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...