Montag, 30. April 2018

Ferîd Xan: Mîna kujerekî xwînsar bi salan min diranên xwe cût...

‘Kurd hîn edebî şiyar nebûne’

 Rast e, ev 12 sal in min ti berhem nedane çapkirin. Di salên 2003-2004’an de jiyanê bi gelekî awayan bendên di navbera min û xwe de xwar û qetand. Lewre min ne tenê dev ji helbestê, her wiha min dev ji xwe û ji gelek nirx û zanînên jiyanî jî berda. Belkî di yek rojekî de Keleha Mâneyê ji bo min ket.


Herçî wêjeya Kurmancî ye, tê de “bêwarî” û “bêxwedîtî” hîsên beloq in. Hîsên ku gava mirov pêrgî van tê, pê diêşe, hin tiştên fêrbûyî ji nû ve dihizire. Helbesta Ferîd Xan “Çîroka Kûçikên Birçî” jî yek ji wan deqên wêjeyî ye û ev hîsên hanê dihewîne ku ev çend salên dawî di nav xwendevanên Kurdî de gelekî belav e. Helbet neheqî ye gava mirov şairtiya kesekî tenê bi helbesteke wî bi bîr bîne. Ferîd Xan digel ku ji mêj ve ye di wêjeya Kurdî de pêjna wî nayê, xwedî sê pirtûkên helbestan e. Di helbestên wî de mirov rastî hîsên “bêwarî” û “bêxwedîtî” yên miletekî tê. Jixwe, Ferîd Xan di hevpeyvîna xwe de ji bo vê yekê dibêje, “Di welatê xwe de bê welat mane” û behsa birçîtiya di nav axa qedîm de dike ku nehiştiye li dîroka xwe xwedî derkevin. Her wiha Ferîd Xan rexne li stranbêj û helbestvanên Kurd digire û ji bo vê yekê dibêje :”Rewşa wan di hemû warên civakî de çiqas xirab û xizan e, di edebiyat û huner de ji wê jî xerabtir û xizantir e!”
Em bawer in hevpeyvîna hanê ji bo xwendevanên Ferîd Xan û kesên ku meraqa wî dikin, wê balkêş be. 

Herî dawî 2006’an cenabê te “Klîpa Marên Birçî” derxist û nema pêjna wî hat. Gelo te dev ji helbestê berda an te di warê wêjeyê de bêhneke dirêj da? Xebatên nû li ber destê te hene?
Rast e, ev 12 sal in min ti berhem nedane çapkirin. Di salên 2003-2004’an de jiyanê bi gelekî awayan bendên di navbera min û xwe de xwar û qetand. Lewre min ne tenê dev ji helbestê, her wiha min dev ji xwe û ji gelek nirx û zanînên jiyanî jî berda. Belkî di yek rojekî de Keleha Mâneyê ji bo min ket. Rehên di navbera min û baweriyên min de, rehên malbatî, ramyarî, hestyarî û welatperwerî hêdî hêdî li cem min hişk bûn. Textê mâneyê di bin min de hilweşiya. Nirxên weke dem, dayîk, xwedê, mirov, welat, nijad, dîrok, leheng... Her wiha nirxên utopîk, evîn, hevaltî û hêvîdarî jî di nav de yek bi yek ji keleha min reviyan. Ez û keleha xwe ji aliyê valahiyek bê mâne ve hatin dagirkirin. Bi salan ez di wê valahiyê de, ango di bindestî û dagirkeriya xwe de jiyam. Bê xweda, bê dem û bê giyan... Mîna kujerekî xwînsar bi salan min diranên xwe cût... Zimanê xwe xwar... Bi çavên sor û tije hêrs li vê jiyana ku hosteyê wê derewvanek e, meyizand. Heta ku min “Aşê Demê yê Rastiyan” dît û xwe tê de hêra jî, jiyana min dareke hişka bê mâne bû û li van welatên derwariyê ba û bageran ji xwe re ew li ba dikir.

Ezê van fêkiyan ji darê bireşînim
Bi windabûn, hêran û xwedînkirinê re reqîb li ba min zîlên zanîneke nû jî aj dan. Li peyî Xwe, Xwedê û Demê ez gihîştim zanînên despêka dîrokê. Bi ava vê dîrokê min zîlana xwe av da û niha bûye dareke fêkîda. Bawer dikim ku di nêzîk de ezê van fêkiyan ji darê bireşînim. 
Ango ez gihîştim zanînên despêka dîrokê ku Mala Mâneyê li wir ava û wêran bûye. Mendayetiyê li wir dest bi axaftin û derewê kiriye. Destara demê ez ji zemanekî reş û derew derbasî zemanekî zelal û rast kirim. Weke ku min di teksta klamekî xwe de jî gotiye; “Ez ji xwe revîm, revîm ji xwe, rastî xwe hatim.” Piştî vê lixwerasthatin û xwedîtinê ez niha careke dî dikarim biaxifim. Lewre ez fêrî zimanekî nû bûm ku ev ziman rastiya vê medeniyeta me ya 30-40 hezar salî ji min re aşkere kir. Ez ê hewl bidim ku bi vî zimanî ji bo xwe û ji bo mendayetiyê Mala Mâneyê ji nû ve lê bikim.

Nexasim helbesta te ya “Çîroka Kûçikên Birçî” ev çend sal in hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî pirr belav bû. Her wiha ev çend salên dawî miletê Kurd bi çend şerên mezin re rû bi rû ma. Gelo têkiliya wan şeran û belavbûna vê helbestê heye? An jî tesaduf e belavbûna vê?
Belavbûna helebestekê dê çawa tesaduf be? Jixwe, helbest behsa “birçîtî, bêxwedîtî û bêwariyê” dike. Şer hebin jî nebin jî belkî çend hezar sal in ku Kurd bi van sê têmayan re tim rû bi rû mane. Di welatê xwe de bê welat mane, di nava bax û bîstanên herî kevn ên medeniyetê, ango di baxê “Aden” û “Îrem” de birçî mane û ne karîbûne li xwe û li dîroka xwe xwedî derkevin, ne jî ti medeniyet û olî derfet daye ku ew bibin xwedî şar û şaristaniya xwe. 


Di helbestên te de hîsa “bêxwedîtî” û “bêwarbûn” a Kurdan xurt e. An jî mirov wer bêje çêtir e, tu dixwazî helbestê ji Kurdan re bike “Xwedî” û “War”?
Na! Helbesta min a wan deman zarîna Kurdekî derbider, birîndar, bêwar, birçî û bêçare ye. Lê herî zêde êşa zarîna nijad û mîtosa Kurdî ya nepejirandiye. Kurd ji aliyê çîrokvanekî ve hatine derbestkirin. Çîrokbêj, Kurdan kiriye sûcdarê gezkirina sêva qedexe. Hîn gelekî beriya van olên niha jî Kurd ji aliyekî ve “qewmê pîroz” ji aliyê din ve “qewmê lanetkirî” hatiye dîtin. Ev neh-deh hezar sal in ku Kurd ji aliyê ol û qewm û şaristaniyên derdorê ve zilmê dibîne. “Bêxwedîhiştin” û “Nebiwarkirina” Kurdan evqas kevn e. Hemû rastî û derewa vê medeniyetê di vê êş û zilma dirêj de ya ku li Kurdan hatiye kirin, veşartiye. Ji bo çîroka mendayetiyê sererast be divê ev dîrok û deh hezar sal jî beriya wê dîrokê ango tevahî bîst hezar salên vê şaristaniyê werin lêkolînkirin. Kurd di deh hezar salên despêkê de “Xwedî” “XoDa” û “Hemwelatiyên” despêkê yên vê medeniyetê bûn. Di deh hezar salên dawî de jî, bûn “qewmê xayîn” û kî li kû derê bû xwedî hêz û şaristanî, artêşa xwe, talankerî û wêrankeriya xwe girt û hat erda Kurdan. 

Cenabê te helbesta Kurdî ya nûjen dişopîne? Helbesta Kurmancî di çi rewşê de ye û ber bi kû ve diçe? Wê Kariye bibe malê civakê an ji civakê dûr e?
Helbestvanên Kurd, stranbêj jî di navê de, halî-hazir ji pîrejinên Kurd xerabtir digirîn. Helbest û stranên wan jî, ji lorîk û goriyên dayikên Kurd gelekî lawaztir in. Mixabin!
Halbikî pêşiyên gelekî kevn ên Kurdan ziman ava kirin û dane vê medeniyetê. Dîlan, stran û awaz li dar xistin û pêşkêşî Xwedayan kirin. Zimanê Kurmancî xwedî hest û mâneya herî kevn a axaftina mirovayetiyê ye. Lê mixabin deh hezar sal in ku zimanê Kurdan tê jêkirin. Lewre Kurd hîn jî lâl in, hîn jî gotinên xwe berhev nekirine. Peyvên ku bi hezarî salan e ji xwe re heram kirine, hê nû bi nû dibiriqînin û dizarin. Mâneya êşa xwe hê nû bi nû kûr dikin. Lewre Kurd hîn edebî şiyar nebûne. Rewşa wan di hemû warên civakî de çiqas xirab û xizan e, di edebiyat û huner de ji wê jî xerabtir û xizantir e!
 Ev hevpeyvîn 30 Nîsana 2018 di rojnameya Yeni Ozgur Politikayê de derçû

 

Ferîd Xan kî ye?

Ferîd Xan di 7’ê Tîrmeha 1979’an de li gundê Înaqaya ya Gimgimê hate dinyayê. Di 15 saliya xwe de dest bi helbestê kir û 19 salî pirtûka wî ya yekemîn bi navê ’Kemana min mîna gundekî digirî’ hat weşandin. Di sala 2003’an de pirtûka wî ya duyemîn bi Tirkî li Stenbolê bi navê Altı Katlı İnsan Kulesi (Barûya Şeşqat a Mirovan) hat çapkirin. Demekê li Elmanya Edîtoriya Kovara Amara ya wêjeyî û hunerî kiriye. Di Mezopotamya TV’yê de programek bi navê ’Ba û Ka’ li ser wêje û helbestê amade kir. Ji sala 1994’an vir ve li Elmanyayê ye.
Herî dawî jî sala 2006’an ji weşanxaneya Belkî pirtûka helbestan ’Klîpa Marên Birçî’ derxist.

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...