Dienstag, 25. September 2018

DENGÊ E’FRANDARÊD MEYE CAHİL: ELÎXANÊ MEMÊ


Cahilekî 18 salî di Riya Teze de: Elîxanê Memê
Ev nivîsa li jêr sala 1966an di Riya Teze de belav bûye ku wê çaxê bi alfabeya Kîrîlî neşir dibû. Riya Teze li ser nivîskarên eyan û mezin pir nivîs neşir kirine lê car car di para "DENGÊ E’FRANDARÊD MEYE CAHİL" de behsa gencên Kurdan jî kiriye.
Elîxanê Memê di vê nivîsê de xortekî 18 salî ye û bi pesn û şabûneke mezin behsa wî tê kirin. Ew xortê hanê piştî jihevbelavbûna Sovetê li Ermanistanê dibe parlementerê Êrîvanê.

Her wiha gava Kurdên Sovêta jihevbelavbûyî, 9ê mehê Hezîrana 1992a li Laçînê, Kurdistana Sor îlan dikin, Elîxanê Memê daxuyaniya vê dixwîne. 

Berhemên Elîxanê Memê
Bi Ermenîkî; Kênas Sov (Behra Jiyînê) sala 1983, Kar (Kevir) Sala 1987, Arêvî Yêrkîr (Welatê Rojê) 2004, Zagrosî Luyîsêrî (Îşikê Zagrosê) sala 2006,
bi Kurdî; Surra Hesretê sala 1989, Ax Û Nan sala 2004, Nuranî sala 2010
Wekî din jî rêdaktorê sereke yê rojnemeya Zagrosê’ê bû û heya mirina xwe jî serokatiya Yekîtiya Nivîskarên Ermenîstanê ya Beşa Kurdî dikir. 

Min tîpguhêziya ji alfabeya kurdî-kîrîlî li alfabeya kurdî-latînî kiriye û min qet dest nedaye rastnivîs û ûsila nivîsina wê.
                                           ***

28-ê ÎYÛLÊ SALA 1966-a  No: 60 (1808)

DENGÊ E’FRANDARÊD MEYE CAHİL

E’L’İXANÊ MEMÊ

E’lîxanê Memê t’eze p’ê xwe avîtiye şêmîka e’mr - îsal mek’t’eba ort’e kut’a kir. Lê t’ebîyetê timatî nekiriye, me’rîfeteke mezin daye vî xortê berbimiraz. Ew die’fr’ine, dilkê wîyî fire nhada bona merivayê, e’dlayê, bratyê û pizmamtîya cmae’ta dik’ute, xeberêd xweye t’eze dibêje.
E’lîxanê Memê sala 1948-a gundê Koşêda (neh’iya Aştarakê) hatye dinê. Eva çend r’oja, wekî mek’t’eba gunde ort’e k’uta kir. Hema înt’hama xweye e’wlinde - nvîsara zmanê ermenîde, şagirtê me’r’îfet dinvîse: „Nava merivda her tişt gotî bedewbe, r’uh’ê wî jî, xebata wî jî, şuxulvanîya w’î jî. Ez k’ubarim, wekî bajarvanê T’faqa Sovêtîême, li k’u paşwextiya gul û nûr- mexlûqetîya komûnîstyê tê çêkirinê…
Awa, r’ênîşa e’mr destê minda, ez dik’evime e’mr, bona min û bi h’ezara merivêd mîna min her r’ê û dirb hatne vekirinê… E’mrê min nava ya h’eta- h’etayêda demeke kine, ez dixwazim dinyaêda usa bijîm, wekî ew dema nava h’eta-h’etayêda bike zingîn…’
E’lîxanê Memê eva du-sê sale, wekî die’frîne û bûye h’izkiryê gelek-gelek  xwendevana. Ew bi zmanê ermanî die’frîne. E’frandinêd wîye lîrîkîêye delal gazetêd  r’espûblîkaêye başqe-başqeda r’onkayî dîtine.
Xiyal û meremê vî xortê me’rîfet yeke, wekî dîsa hînbe, xwendina blind dest bîne. Ya şabûnê ewe, wekî ew baware, ku wê înt’hemêd qebûlkirinê r’ind bide û bê qebûlkirinê.
Em îro çend e’frandinêd E’lîxanê Memê r’aberî xwendavanêd me dikin.

Dilê min 

Wexta dor min qûmistane,
Bê av, bê r’uh’, bê îsane,
Mêrga şîne bona merîya
                             Dilê Min.

Wexta dema melûlyê tê
Ax û waxê giran dertê,
Sîmê zer’e bona merîya
                               Dilê Min.

Wexta bahar xweş vedibe,
Li sîngê ç’yê cew xar dibe,
Qalç’iç’eke bona merîya
                                 Dilê Min.
Wexta şeve û te’rîstan
Hîva sar ji wê naê xan,
Şemdaneke bona merîya
                                 Dilê Min

Wexta sare, zvistane,
Ba û bager me mêvane,
K’ûra germe bona merîya
                            Dilê min
                                                
Eskerê BOYîK t’ercmekir




Êvara ç’yê
Dadinizile êvara ker’-lal
Li sîngê ç’yaê Elegezê şîn,
Vedipeşirin gund ter’e al
Bi r’amûsana bêye paşîn.

Bavê minî gavan dike „hope-hop”
Gar’anê îda berbi obê tîne,
Peşîêda diçe dya min berbihêr
''Şegoê' me beş vediqetîne.

Lê xûşka min jî li serê qeyê,
hîvîya berxvanê xwe hê dimîne.
Berxvan bi bilûr pesin û p’eyê
H’uba xûşka min xweş dilîlîne

Fêrîkê ÛSIV T’ercmekir

 

Spindar îşev
Li bag’ê meda şeve, şever’eş,
Spindar k’etîe nav xewa hingor,
Ç’ivîk distirê miqamekî xweş,
Ku melisîye ser ç’iqekî jor.

Ezî t’enême li ser banê me
Spindara k’aw li ber ç’e’vê min,
Dara zerdela ku kulîlk daye,
Dibe: xewn dîye spindara şîn   ’

Ji ermenî Seh’îdê ÎBO
T’ercmekir

 

Freitag, 14. September 2018

Edo Dêran

'Şi’reke Sêwî' û şairekî winda


Abdurrahman Alaca an jî bi navê wî yê nivîskariyê Edo Dêran. Di kovara Yeni Akiş de pêrgî şi’rekê wî hatim. Navê şi’rê ‘Rev’ bû û çer min xwend, Destana Egîdekî hat bîra min. Di Rev de Edo Dêran digot;

Em du bırane
Dudu ji tıvıngê MARTÊNİ
Ketın serê van çiya

Mehmed Uzun jî di Destana Egîdekî de digot;

ew penc kes bûn, çar mêr û jinek
ku her yek ji derek, le xwedî qederek ‚

Yek jê çîroka du birayan bû, yek jê ya 5 şervanan. Edo Dêran li dijî ‘cendirma’ pişta xwe dabû çiyayên asê, Mehmed Uzun li dijî ‘eskeran’ ‘di gundekî beçare yê Kurdistanê de’ ketibû nav şerekî. Di destê her duyan de jî ‘tiving’ hebû û hişê wan diçû ser rojên bihurî.
Roja ku Edo Dêran ji hepsê derdikeve
Wexta min xwend, min ji xwe re got, mimkin e ku Mehmed Uzun ev şi’r xwendibe û wê tesîr li wî kiribe? Ji ber ku şi’ra ‘Rev’ di dema xwe li ser zimanê gelek kesan bûye û yek jî xwediyê kovara Yeni Akış, Mehmet Ali Aslan dibêje, min ev şi’r sala 1967’an di mîtinga Silîvanê de xwendiye. Ev jî tê vê maneyê ku ev şi’ra hanê bûye dengê dewr û nifşekî. Esas, karê Abdurrahman Alaca parêzerî bûye û di salên 60’î de dest bi nivîsandina şi’rên bi Kurdî kiriye. Jixwe, çend şi’rên wî hene ku gelek ji wan di sala 1967’an hatine nivîsandin. Lê, wer xuya ye ku Edo Dêran şairtî ji xwe re nekiriye karê esas. 

Çîroka ‘Şi’reke Sêwî’
Şair Rojen Barnas sala 1996’an di kovara Nûdemê de şi’rekê belav dike û navê şi’rê jî dike ‘Şi’reke Sêwî’:

Hêdî pir hêdî
Ro l’ danê rojê 
Cî cî çemek dikene û digirî
Ji dengê herikandina aveke fusûnkar 
Av û deng û reng di dilan de meşhûr dibe
Tarî 
Hûr dibe
Kûr dibe
Dûr dibe.

Di bin şiîrê de dibêje: “Min vê şi’rê di sala 1965 de bi devkî ji Mihemed Emîn Bozarslan bihîst. Şa’irê vê şi’rê nedihat zanîn û ez hê jî pê nizanim. Dibe ku ev kovar an rojnameke mîna Dîcle-Firat an Yenî Akiş de derketibe, lê haya min jê tune.”  di dewamê de jî dibêje: “Ku hinek rojek li derekê çav bi
orîjînala wê ya çapbûyî bikevin bila ji kerema xwe re haya me pêxin.” Gava min ev têbiniya Rojen Barnas û şiira ‘Şi’reke Sêwî’ xwend, li cem min hîsek wer peyde bû ku ev şi’r dibe ku ya Edo Dêran be. Min ji Rojen Barnas re nivîsî û qala şi’ra Rev kir.
Cevaba Rojen Barnas werê bû:
“Ew şi’ra ku tu giliyê wê dikî, ne şi’ra Edo Dêran (Av. Abdurrahman Alaca) e. Min Abdurrahman Alaca û birayê wî Tayyar Alaca di sala 1972 de li girtîgeha leşkerî ya Diyarbekirê dît, lê ne wek şair Edo Dêran.
Jixwe, ku baş bala xwe bidiyê, devoka şi’rên Edo Dêran û ya vê şi’rê jî naçe ser hev. Devoka şi’rên Edo Dêran ya Serheda Jorîn e (Qers, Agirî, Erzerom).
Şi’ra “sêwî” ji devoka herêma rojhilatê Diyarbekirê ye.
Dibe ku ev ya Necîb Kopelî (Küpeli) be, hingê (1965-66) wisa hate guhê min: Rojek li nivîsgeha Seîd Elçî ku Necîb Kopelî jî li wê derê rûniştîbû, min ev şi’r bi awayek armonîk  ji wan re xwend. Gelek li xweşa rehmetiyê Seîd Elçî û Necîb beg çû. Elçî  pirsî ‘ev şi’r a xweş a kê bû?’ Min gotê, ‘welleh ez baş pê nizanim, lê dibêjin ku a Necîb Kopelî ye’ û pê re jî li Necîb beg zivîrîm. Min jê pirsî, ‘tu çi
Roja ku Edo Dêran plakata xwe werdigire
dibêjî?’ Necîb beg bi maneya erêkirinê bişirî, lê negot ‘erê’, û ne jî got, ‘na’.
Di wê demê de herkes ji siya sola xwe ditirsiya û xwe ji MÎT’ê diparast. Dibe ku ji ber wê sedemê Necîb beg negotibe ‘erê’. Lê bi rastiya wê nizanim.
Heyfa min ji wê şi’ra delal re hat ku bi nivîskî ji edebiyata kurdî re nemîne, loma, min ew di Nûdemê de da çapkirin.
Serpêhatiya min û vê delalê (şi’rê) jî ev e.”
Ango Rojen Barnas jî Abdurrahman Alaca nas dikir lê bi qewlê wî ‘ne wek şair Edo Dêran’. Di cewaba Rojen Barnas de mirov têgihişt bê ka wê çaxê milet ji ber tirsa dewletê çawa nediwerî xwedîtiyê jî li berhemên xwe bikira. Ha ji ber vê tirs û zilma dewleta Tirk, şi’ra Rev a Edo Dêran jî ji bîr çûye. Jixwe, Edo Dêran jî piştî demekê tenê bi karê abûqatiyê rabûye û salên 90’î jî li Qersê di dewra DEP û HADEPê de bûye serokê rêxistina wan a bajêr. Piştî mirina wî, Ayhan Erkmen biyografiya wî dinivîse û di pirtûkê de cih dide şi’rên wî yên bi Kurdî û Tirkî jî.

Edo Dêran kî ye?
Sala 1943’an li gundê Alaca ya Dîgor a Qesrê tê dinê. Sala 1959’an li Zanîngeha Stenbola li beşa hiqûqê dixwîne. Salên 60’î ji bo nivîsandinê çaxekî baş bûye ku jixwe nivîsên wî pirranî eydî wî çaxî ne. Sala 1969’an xwendina xwe diqedîne û sala 1970’yî ji Baroya Erziromê destûrnameya xwe werdigire û des
Edo Dêran û jina wî
t bi karê abûqatiyê dike. Sala 1975’an buroya xwe ya abûqatiyê dibe Qersê û li Qersê du dewran seroktiya Baroya Qersê dike. Di dema darbeya 12 Îlonê de tê girtin û piştî girtina 66 rojan wî berdidin. Sala 1987’an mala xwe bar dike Erziromê lê ew dîsa buroya xwe ya abûqatiyê li Qersê dihêle. Sala 1993’yan di DEP’ê (Partiya Demokrasiyê) de bi karê serokatiya rêxistina bajêr radibe. Piştî girtina DEP’ê û vekirina HADEP’ê (Partiya Demokratîk a Gel) dîsa dibe serokê rêxistina bajêr a partiyê. Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê de di nav refên HADEP’ê de ji rêza yekemîn dibe namzetê parlementeriyê. Sala 1997 dîsa dibe serokê bajêr a HADEP’ê. Sala 2003’yan bi nexweşiya pençeşêrê dikeve û li Stenbolê tê dermankirin. 5 rojan beriya ku wefat bike, Baroya Herêma Qers-Erdexanê ji bo xizmetên wî yên 33 salan, plaketê dide wî. 10´ê Nîsana 2003’yan jî rehmet dike.     
Çend şi’rên wî yên bi Kurdî ez ê li jêr binivîsim.

* Helbest û agahiyên derheqa Edo Dêran de ji kîtêba Ayhan Erkmen “Abdurrahman Alaca (Edo Dêran)” hatine wergirtin.
** Min dest neda rastnivîsa helbestên Edo Dêran ango di dema xwe de çawa hatine nivisîn bi vî rengî ne. Wekî din bersiva Rojan Barnas jî weke xwe hatiye hiştin.

EZ ŞAIRÊ KURD IM!

Û ez; 
Şairê Kurd 
Kûrê Belloyê kor Edo Dêran
Naxwazim Sîsê tu!…
Tu delalîka dilê min
Bêyî ber derê kela Romê 
Xwarki li ber gardîyanan
Ustîyê xwe yê Venûsî
Sedema çawên min ê şillaq
Dikarî ku carekî bibînî
Derwa şev bi ewran va
Ewr sîyar bûn li ewran
Û li ser pira Galatayê
Fortek diçû gava dinê 
Mîna brûska 
Li ber îskeleya Karaköyê
Sekinîbûn çar xortê simbêl reş
Li wêda çar cigare 
Digotin rêwiyan ra 
Dixebitin em bi salan 
Kerîyek nanê tisî têkine zikê xwe 
Em hemmalın hemmal 
Hemû şuxûlî dikin, dişûxilin…

“Karîn em; 
      Mêra bikûjin 
Karin em; 
       Diltîyê bikin”
                  Digotin û digîrîyan

Sit derbazbû serdanpê
Gulav
Bin çewan ra xortan li wê nêhêrî
Min li ewran dinêhêrî 
Ewr li ewrekî dinê siwar bibû
Sitê çû kete keştîyê
Li lêmanê
Çar xorte simbêl reş
Ez 
Û li wê di nav lêvan de pênc cigare man!
                                       Çileyê Pêşin/ 1967  







R  E  V 

I

Ser meda gırtın 
Berbangeke kûr
Em du bıra bûn 
Eme deste vala… 

Isdêrk hıldışiyan 
Dikê subê hê xewdabûn 
Em du bıra bun
Ketıbun pey belengaziya xwe
Derketıbûn serê çiya 

Çiya ne bê bext bûn
Mina cendırma  (1)

Pêxasbûn
Bırçibûn
Û belengaziya mera
Vekırıbûn heméza xwene mezın 
                                            Ç İ Y A  

Siha me bû mera heval 
Yek ji çîyayê bılınde por sıpi 
Me zanıbû 
Çîya ne bê bext bûn
Mina cendırma …
            II 
 Helya 
Berfa zıvıstana reşe dırêj 
Derbıhare nıha 
Gundî gı derketın  COT 
Çar kod cehê me man 
                      ÇELADA 

Em du bırane
Dudu ji tıvıngê  MARTÊNİ  
Ketın serê van çiya 

Çiya ne bê bextın 
Mina cendırma 

Guhê me ne qıryaye 
Dılê me tıji kul
Kes newêre bê ser meda
Mirata mırınê rû sare …

Dûrva tê xuyanê kulilkê zozana 
Û tê dengê şıvan û gavana 
Gelo bıgijın em,  wan çaxana  
                                      ZOZANA
                                      KOTANA
                                      GAVANA

Em du bırane 
Baranê dest pê kıriye 
                            İşev

Mina zalımekî  heyani subê 
Bê dew û bê darbe  
Rûbarê dunêda 

Kevır û kuç dane hev 
Ser meda tê çar gav 
                           ŞEV 

Dîsa kete bira mın 
                     XEZAL 

Porê zer
Çevên reş 
Û kenê delalva 
Gılî gazınê xwe meyne ser meda!    

Reva me, 
Reveke pır bê emane 
Dest kul û bırîneke bê dermane
Em herd bıra 
Derketın serê
                     VAN  ÇİYA 

Em du bırane 
Dudu jî tıvıngé  MARTÊNİ 
Ketın serê van  ÇİYA… 

(1)  Jandarmanın  kanunsuz ve haksız baskısı karşısında Dağa çıkmak zorunda kalan iki kardeşin öyküsüdür.      
(Serpêhatiya du birayan e ku ji ber zexta bêqanûn û neheq neçar mane berê xwe bidin çiyê.)
(YENİ  AKIŞ  Çiriya Paşîn 1966  Hejmar  4 )




KILAMA XWE BÊJE! 

Hêvî kirin rind e
Qasi çawê te
Şayî… Mîna destê te
Camêrbe, meke rureşi
Kilama xwe bêje!

Van destên xwîna bi rêx
Van destê xwîna bi hevîr va mezinkirî tu 
Dayîka te 

Ustî xwar û çewên bi hesîr maye li paş min
Nava êla rengîn de min bêrûmet 
                                                Meke

Kılama xwe bêka
Klama xwe!

Bangbike 

Bi zimanê xwe 
Lawê xwe 
Û dilê xwe va
Dayîka te bira nebe
Şerma netika te 
Bê rumetî xirab e
Serê xwe bilind bike 
Kulma bigivêşe ser şevan ve
Nenuka ve verroje erdê 
        û peşva here!…

Pey bayê gurt tên 
Şewê sayî
….   



Çiriya Paşîn  ´967/Stenbol

GAZİN

Ezê rabim
Serê çiyan kevim
Devê gelîyan ve bigrim
Bi dilekî şikestî.

Ezê serê xweyê giran
Hildim herim Welatê xerîban;
Bo parîyek nanê tisî
Bo zoxê çarix

Birçîbûn kirasê me ra 
Tunneyîbun bext
Brindarê guleyê neyaran jî
                 ne kişandın
Qasi me!
Xeyda min ne jı felekê ye
Ne ji erdêra ye
Hertim dilê min dibê; 

´Bi diltengî 
Tu tişt naçe sêrî 
Merîfet zanyarî ye
Gere qet negirî


Tebax ´66/ Erzrom 

ŞÊNNINO

Şênîno!
Der û cînarno!
Hewar û gazî!
Kê dîtîye,
Kê bînaye,
Kilamên me dê bibin
Mizgînya mirina me…
                                              Çiriya Pêşîn  ’66/Stenbol



 Ev nivîs 15 Îlona 2018 di rojnameya Yeni Ozgur Politikayê de derçû

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...