Samstag, 23. Februar 2019

‘Xêr û xweşî ji dinê nedî’

Herî zêde jinên Diyarbekirê ji Eyşa Şanê hez dikir


Di bîra mirov de ji zarokatiyê hin deng, bêhn, tehm an jî mekan dimînin û ger hin ji wan werin cem hev, dîmenekî zelal bi gewde dibe di hişê de mirov de, carinan jî parçe parçe ye, loma jî dîmen xumam in. Di jiyana min de jî dengek heye ku tevî mekan di bîra min de ji xwe re cihekî qewîn çêkiriye. Bi dengekî êcêbmayî û zîz, li ber derî ji diya min re digot: ‘Keçê, Eyşe Şan miriye’

Heta berî 20 salan jî li Diyarbekirê ez dibêjim qey kesek tinebû ku navê Eyşe Şanê nebihîstibû. Nexasim herî zêde jinên Diyarbekirê ji Eyşa Şanê hez dikir. Çendek berê min kitêba Kakşar Oremar ‘Prensesa bê tac û text- Eyşa Şan’ xwend. Pêre, min fêhm kir, derheqê Eyşe Şanê de min bi tiştekî nizaniye digel ku nav û dengê wê ji min re pirr nas jî bû. Kitêb bi otobiyografiya Eyşa Şanê dest pê dike ku wê bi xwe bi Tirkî nivîsiye. Jixwe, ev yek tenê bes e ji bo têgihîştina bîrewerî û dûrbîniya Eyşa Şanê. Destnivîsên Eyşa Şanê, rojnamevan Senem Guneşer tercumeyî Kurmancî kirine. Heta sala 1984’an behsa jiyana xwe kiriye, tê de jî tijî êş û elema jineke Kurd heye. Ew bi dilê xwe yê paqij ti carî bi mirazê xwe şa nebûye û hema hema di jiyana xwe de xweşî nedîtiye. Mirov dikare bêje yekane demên wê yên xweş ew çax in ku dema çûye Başûrê Kurdistanê. Ew li wir bi qedr û qîmetekî mezin hatiye pêşwazîkirin û timî bi minetdarî behsa wan rojan kiriye.

Em ji destnivîsên wê têdigihîjin ku wê li Entabê bi awayekî aktîv dest bi stranbêjiyê kiriye û li Stenbolê jî plak derxistine. Di kitêbê de mirov nizane bê ka Eyşe Şan di kîjan salê de çûye Stenbolê, lê di destnivîsên xwe de dibêje gava çûye Stenbolê keça wê Yasemîn heşt salî bûye. Eger em li gorî vê agahiyê bidin dûv texmînekê, naxwe ya ewil di 1963’yan ya jî di 1964’an de çûye Stenbolê. Li wir bi şirketên plakçêker Odeon, Edifon, Türküola, Silvana, Urfanın Sesi re xebitiye lê wan timî heqê wê xwariye, li ser pişta Eyşe Şanê xwe dewlemend kirine. Sala 1972’yan ew diçe Elmanyayê û li vir nêzî sê salan karkerî û stranbêjiyê dike. Piştî vegera xwe li Izmîrê di depoya postaxaneyeke de karekî peyde dike, jixwe ji vî karî jî teqawît dibe. Sê zarok jê re çêbûne lê keça wê Şehnaz li Entabê gava hê biçûk e, miriye. Bavê Yasemîn Şevket Turanê Dêrîkî ye. Eyşa Şan çaxê pê re zewicî 15 salî bûye û çûye ser hewiyê. Navê kurê wê jî Murat Kerse ye û bavê wî jî Ebdulrehman Kerse ye.


Ji kitêbê çend agahiyên balkêş;

  • Li gorî gotegotên xelkê, Eyşe Şan çaxê ciwan bûye ji Diyarbekir derketiye û nema hatiye wir. Ji ber fitne û heqeretên xelkê ji Diyarbekirê xeyîdiye. Lê ev agahî ne rast e. Pirr caran bi dizîka hatiye Diyarbekirê heta hevala wê Qedriye Xanim dibêje: ‘Mehek berî mirinê hate mala min û em bi hev re çûn nava bazarê.’ Her wiha li Diyarbekirê konser jî dane.

  • Yilmaz Guney xwestiye pê re filmekê li ser Mem û Zînê çêke bes Yilmaz Guney ketiye zindanê.

  • Eyşe Şan gava li Bexdayê ye, ew, Mihemed Arif Cizrawî û Îsa Berwarî bi hev re bandekê çêdikin. Ji Îsa Berwarî gazincan dike, ji ber ku wî bê destûra Eyşa Şanê kaset derxistiye û firotiye.   

  • Wê dema li gel Odefan plak çêdikirin, sazbendên wekî Orhan Gencebay û Arîf Sag jê re li sazê dane.

  • Ji keça xwe Yasemîn pirr gazincan dike heta di destnivîsên xwe de dibêje : ‘Ya Rebî, min rûmet dida diya xwe û min ji canê xwe bêtir jê hez dikir. Zarokên min çima li gel min wisa bêrûmet in?’ Keça wê Yasemîn sala 1987’an kasetekê derdixe (Gözümde tütüyorsun) lê di stranbêjiyê de bi ser nakeve.

  •  Çaxê ku rehmetiyê Şerafettîn Elçî li Tirkiyê wezîr bû, ji Eyşa Şanê re li Îzmîrê di depoya postaxeneyê de karekî peyde dike. Şerafettîn Elçî di dema wezirtiya xwe de Miradê Kinê jî li Sêrtê weke karmendê îmarê li wilayetê xistibû kar.

  •  Strana xwe Bavê Ferat ji bo rojnamevanê diyarbekirî Azîz Korkmaz çêkiriye. Azîz Korkmaz şefê buroya Diyarbekir a Hurriyetê bû û sala 1975’an de mir û sebeba mirina wî hê jî ne zelal e.

  •  Ji ber ku memûrtî dikir, û gelek kesan keda wê dixwar, ew demekê dev ji karê hunermendiyê berdide. Wan çaxan di nav milet de xebera ’Eyşe Şan miriye’ belav dibe.

  •  Rejîsorên Tirk stranên wê di filmên xwe de bi kar anîne. ‘Kara çarşafli gelin’ yek ji wan e.

  •  Xebera mirina wê piştî meheke di MED TV’yê de derdikeve. Lê kanala Can TV a Diyarbekir zûtir bi xebera mirina wê hesiyaye û belav kiriye.


Niha çi hîs dikin?

Di kitêbê de para herî xweş hevpeyvîna bi Qedriye Xanim re ye. Di wir de Qedriye Xanim ji xeynî hunermendiya Eyşe Şanê behsa hevaltî û dilsoziya wê jî dike. Qedrîye Xanim ji bo hevala xwe ya ezîz dibêje: ‘Eyşe Şanê çi xêr û xweşî ji dinê nedî.’

Para herî zêde mirov pê diêşe jî, civata wê ya NÇM a Izmîrê re ye. 19’ê Adara 1994’an ji bo şahiyeke NÇM Izmîrê ew tê vexwendin û li wir li ber milet hin kesan pê re civata xwe girê daye. Wexta mirov metna vê civatê dixwîne, pirr li ber dikeve û bi miameleya ku bi Eyşa Şanê re kirine, diêşe. Nizanim gelo niha beşdarên wê civatê gava li vîdeoya wê temaşe dikin yan jî teksta civata xwe dixwînin, çi hîs dikin?


Ji bo kitêbê çend rexne

Li ser jiyana wê tîna mirov bi nivîs û hevpeyvînên di kitêbê de naşike ango derheqê jiyana Eyşa Şanê de gelek xal kêm mane. Helbet ew xebata hêja destpêk e, siberojê hin lêkolînerên Kurd wê bi hûrgilî li ser jiyan û hunermandiya Eyşa Şanê kar bikin.

Digel ku stranên wê tevî notasyonên wan di kitêbê de hene, dîskografiyaya Eyşa Şanê tineye. Her wiha stranên wê di orta kitabê de hatine bicihkirin, li şûna wê li rûpelên dawî baya çêtir bû. Tevî ku çapa wê ya duduyê ye, di redaksiyona wê de şaşitî hene.


Ev nivîsa hanê 23´ê Sibata 2019´a di rojnameya Yeni Ozgur Politika de derçû.

Dienstag, 5. Februar 2019

Helbestkarê hub û nûjeniyê: Mîkaêlê Reşîd


Sê berhemên helbestkarekî ji nifşê duyem ê Kurdên Sovyeta berê, Mîkaêlê Reşîd ji weşanxaneya Belkîyê li Amedê derketin. Her çendî ew li nav Kurdên Sovyetê navekî eyan be jî ji ber ku helbestên wî bi latînî nehatibûn çapkirin, li Kurdistanê ew gelekî nedihate naskirin. Amadekarê pirtûkê Îbrahîm Bulak sedama vê yekê wiha rave dike: ”Mîkaêlê Reşîd delaliyê civata xwe bû lê bi tenê bû.”
Ew bi hevçaxên xwe Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen re trioya helbesta Kurmancî bûye û bi helbesta xwe têhna şiîra Ewrûpî aniye nav helbesta Kurdî. Emerîkê Serdar ji bo wî dibêje, ‘ji mekteba şayîrtiyê derbaz bûbû’.
Amadekarê pirtûkê Îbrahîm Bulak, helbestvanekî di qubaleyên Kurdî de jibîrkirî li ser banê helbesta Kurmanciyê raxist. Êdî dora xwendevanên Kurdî ye ku vê biharê rêya xwe bi wî banî bixin.
Em bi Bulak re li ser jiyan û helbestvaniya Mîkaêlê Reşîd axivîn.

Mîkaêlê Reşîd kî ye?
Mîkaêlê Reşîd di sala 1925’an de, li paytexta Gurcistanê Tibilîsê li maleke Kurdên Êzîdî ji dayik bûye. Hê pirr biçûk e, bavê wî dimire û sêwî mezin dibe. Li gorî Emerîkê Serdar wî xwestiye bi keça Emînê Evdal re bizewice, lê daxwaza wî neçûye serî. Ew jî bi jineke Rûs re zewiciye, bavê du zarokan bûye. Di sala 1985’an de jî çûye rehmetê.
Lê gava em behsa helbestkar Mîkaêlê Reşîd bikin, ev hevpeyvîn wê têrî

behskirina wî neke. Lê dîsa jî bi kurtî be jî çend tiştan bibêjim. Nifşê duyem ê Kurdên Sovyetê, piştî salên 60´î dest bi nivîsandinê dike. Wî çaxî jî wan alfabeya kirîlî bi kar dianî loma jî bi pirranî nifşê duyem bi alfabeya kirîlî berhemên xwe nivîsandine. Di wan salan de di hêla helbestê de sê nav pêşeng in; Mîkaêlê Reşîd, Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen. Li hin cihan tê gotin, Mîkaêlê Reşîd paşê fêrî Kurdî bûye, ev agahiyeke kêm e, ew ji ber ku li gundê Rûsan mezin bûye, neçûye mektebên Kurdî. Lê wî bi Kurdî dizanî. Lewma pêşî bi Rûsî, Ermenîkî xwe li nivîsandinê diceribîne. Lê ew aşiqê Kurmancî bûye, loma jî piştî mirina wî Çerkezê Reş di helbesteke xwe de ku diyarî wî kiribû, digot: ‘Min bişon bi kurmancî’
Heger em helbestên wî yên ji bo zarokan nehesibînin, di ser hev de 7 pirtûkên wî yên bi Kurmancî hene. Niha 3 jê bi latînî çap bûn.

Çima heta niha nehatiye nasîn?
Erê, heta niha zêde nedihat naskirin lê di nav Kurdên li welêt de. Di nav Kurdên Sovyetê de navekî pirr eyan e, helbestên wî hê jî li ser zimanan in. Ji bo vê pirsê em xweşik rave bikin, divê em behsa têkiliya du ekolên sereke yên wêjeya Kurmancî; Hawar û Riya Teze bikin.
Di navbera du ekolên edebiyata Kurmancî de, Hawar û Riya Teze, têkiliyeke birêkûpek tinebe jî hay ji hev nebûn. Bi qasî em dizanin têkiliya ewil bi rêya Hecîyê Cindî bi şandina çend nusheyên Riya Teze û çend kitêbên mekteban dest pê dike. Celadet di hejmara 8’an a Hawarê de cara ewil behsa Riya Tezê û weşanên din ên çapbûyî dike.
Salên 1940’î nivîskar û rewşenbîrên Kurd Wezîrê Nadîrî, Mehmedê Siloyê Bava jî li ser navê Sovyetê bi mebesta karên dîplomatîk diçin Kurdistanê, li wir jî nasînek çêdibe. Dîsa di van çaxan de nivîskarê Kurd û xwediyê romana ‘Pêşmerge’ Rehîm Qazî jî li Bakuyê ye.
Lê nasîn û pêwendiya edebî ya herî xurt bi saya serê kurdolog Qanatê Kurdo çêdibe. Tosinê Reşîd di nivîseke xwe de behs dike û dibêje ku sala 1955’an bi rêya Qanatê Kurdo çend şiîren Cegerxwîn gihîştine destê Kurdên Yekîtîya Sovyêta berê. Dîsa nameyên Emerîkê Serdar hene ku sala 1960’î ji Cegerxwîn re şandine. Şiîrên Cegerxwîn di warê şiûra neteweyî de tesîr li wan kiriye. Lê di warê edebî de mirov nikare eynî tiştî bêje, ango fikrên wî ecibandine lê nedane pey şairtiya wî. Têkiliyên siyasî yên Sovyetê bi dewletên din re jî kiriye ku li ser rewşa edebî ya Kurdan jî tesîr çêbe. Wekî mînak sala 1966’an eskerên Baesê li Sûriyeyê bi darbeyeke eskerî dibin desthilatdar, têkiliyên xwe bi Sovyetê re xurt dikin. Di eynî salê de çend şiîrên Reşîdê Kurd di Riya Teze de neşir dibin.
Dîsa divê mirov bi bîr bixe ku Qedrî Cemîlpaşa di kitêba xwe ya ‘Doza Kurdistan’ de ku çapa wê ya ewil Nîsana 1969’an belav bûye, navê gelek nivîskarên Kurdên Sovyetê dide. Yek ji wan navan jî Mîkaêlê Reşîd e. Heta wî çaxî haya wan ji hev hebû bes nekarîne berhemên hev bi dest bixin û çap bikin – ji xeynî romana Erebê Şemo Şivanê Kurmanca meseleya wê jî dirêj e. 
Lê têkiliyên bi rêkûpêk û berbiheve berî salên 1980´yî dest pê dikin. Li wir çend kovarên li Tirkiye û Ewrûpayê derçûne, bi roleke diyarker radibin. Wekî mînak di kovara Ozgurluk Yolu de (Sibat- Adar, 1978) çend şiîrên Eskerê Boyîk belav dibin, dîsa di Ronahî Hevra, Azadî, Roja Nû, Roja Welat, Tîrêj de derheqê nivîskarên Kurd ên Sovyêtê de nivîs, hevpeyvîn, şiîr, çîrok neşir dibin. Heta 1979’an kitebekê Eskerê Boyik bi Tirkî- Kurdî ji weşanên Ozgurluk Yolu çap dibe. Dîsa digel ku van pêlên dawî Fêrîkê Ûsiv li Bakur di nav xwendevanên Kurd de eyan bûbe jî, ew bi çavên serê xwe çapbûna kitêba xwe bi herfên latînî dibîne. Kitêbeke wî ya bi navê Hîveron bi herfên latînî sala 1993’yan li Stockhomê ronahiyê dibîne.
Paşê jixwe êdî li welêt jî pirtûkên nivîskarên Kurd ên Sovyetan çap dibin. Li ser meselê, berhemên Fêrîkê Ûsiv bi saya rehmetî Firîda Hecî Cewarî li Başûr û Bakur çap bûn. Wê bixwe tîpguheztina pirtûkên Fêrîk dikir û ew belav dikirin, her wiha kir ku berhemên Heciyê Cindî jî bi latînî çap bibin. Dîsa tevahiya pirtûkên Emerîkê Serdar bi kirîlî bûn, qîza wî Nûrê alî wî kir ji bo ji nû ve bi latînî çap bibin.
Lê Mîkaêlê Reşîd ku delaliyê civata xwe bû, bi tenê bû. Li pey wî ji malbatî wî kes tinebû ku berhemên wî ji nû ve biweşîne, her wiha têkilyeke wî ya siyasî û ferdî jî tinebû bi Kurdên li welêt û Ewrûpayê re. Mixabin, halê nivîskarên me werê ye, heger bê pişt bin, ji bîra me jî diçin.

Têkiliya wî bi nivîskarên derdora Riya Teze re çawa çêbûye û bi çi awayî ye ev têkilî?
Wek min gotî ew delaliyê civata xwe bûye. Nîvîskar û lêkolînerê Kurd Tosinê Reşîd ji bo helbestên wî dibêje: ‘Mikaêlê Reşîd form û teherên şiîra Ewrûpî anîn nav wêjeya Kurdî, çawan dibêjin ‘ew di kirasê kurdî de bi cîh kirin’
Nîvîkar û helbestvanê Kurd Eskerê Boyîk jî ji bo wî dibêje: ‘’Mîkaêlê Reşîd yek ji helbestvanên Kurdên Sovyeta berê yê herî navdar û xweyê berhemên giranbiha bû. Ew pêşengê helbesta nûjen a Kurdên Sovyetê bû. Wî gelek cûre û stîlên helbesta nûjen a cîhanî anî nava helbesta Kurdî. Di helbestên xwe de teknîka helbestvaniya nûjen carna bi zanistî tevî cûrên klasîk û zargotina gelêrî dikir û cûrenaverokeke nû ya xweşik dihûnand.’’
Nivîskar Emerîkê Serdar jî wiha qala helbestvaniya wî dike: ‘’Ew şayîr û merivekî usa bû, ku layîqe derheqa wî de hertim bê nivîsarê û bîranînê. Ew şayîrekî usa bû, ku mekteba şayîrtiyê derbaz bûbû, û ew yek nava afrandinê xwe de xwey dikir.’’
Piştî wan gotinan ez dibêm qey êdî ne hewcê ye ez tiştekî din bibêjim.

Çi cudayî di nava helbesta wî û ya hevçaxên wî de heye? Meyla wî bêhtir li ser çi ye?
Herçî ne xerîbê helbestên nivîskarên Riya Teze  ye, gava helbestên Mîkaêlê Reşîd bixwîne, wê bibîne ku ew bi şêwaza xwe ji şairên dîtir cuda ye. Çawa? 
Wî di Kurmancî de şêwaza helbesta çîrokî bi serketî ceribandiye. Di Kurdî de hostayê wê Şêrko Bêkes e. Heta Şêrko Bêkes ji bo pirtûka xwe ya Dal gotiye ‘çêruke şî’r’. Di Kurmancî de Mueyed Teyîb, Rojen Barnas û Edo Dêran jî ev şêwaz ceribandiye. Helbestên Mîkaêlê Reşîd Hekîm, Bal Lenîn, Dilê Kalê, mînakên baş in ji bo şêwaza helbestên çîrokî re.
Di helbestên wî de hest û ramanên neteweyî pirr xurt in. Digel ku wî Kurdistan hîç nedîtiye jî pirr behsa Kurdistanê û şervanên Kurd kiriye. Her wiha ew gavekê bi pêş ve çûye, behsa êşa dayika Ereb jî, zilma li ser reşikan jî kiriye bi dilê xwe yî nazik. Piştî mirina şairê navdar ê Azerî Semed Vurgun, helbest nivîsandiye. Helbestkarê nûjenî û hubê ye Mîkaêlê Reşîd.

Ji hin helbestên wî xuya ye ku haya wî ji rewşa Kurdistanê hebûye. Vê yekê xwe di helbesta wî de çawa daye der?
Erê wan çaxan li Iraqê şerê Kurdan û dewletê hebû ango ez behsa salên 60’î dikim. Wî di Riya Teze û radyodê tercûmanî dikir, xeberên li ser Kurdan jî wî tercûme dikirin. Jixwe di helbesta xwe ya ‘Ez tercimeçîme’ de dibêje:
‘’Ez tercime dikim/Xûn dimewice nava temara/Kurd hê şer’dikin/Bila şa nebe dilê neyara/Wê rojeke bê/Ça nûra sibê/Ezê tercimekim be’seke xêrê/Kurdistan dijî/Neyar çû gorê.’’

Mîkaêlê Reşîd bi 4 yan jî bi 5 zimanan zanîbûye û bi sê zimanan nivîsiye. Haya wî ji dinyayê jî ji Kurdistanê jî hebû. Ji bo Hîroşîma jî helbest nivisiye ji bo şervanên Kurdan jî. Rihê wî yê neteweyî jî yê gerdûnî jî xurt e.

Ma wê rehettir nebûya ku helbestên wî li gorî rastnivîs û gramera Kurmancî ya îroyîn bihatana çapkirin?
Min bixwe qet dest nedaye transkrîpsiyona wan. Hin weşaxaneyên Kurdî berhemên Kurdên Sovyetê li gorî qaîdeyên xwe diguherînin. Nizanim ev çiqas durist e. Ma dibe mirov deqên Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî redakte bike û li gorî gramer û rastnivîsa Kurmanciya îro bifesilîne. Kurmanciya wan di heman demê de daneyên dîrokî ne. Her wiha ji bo navê Mîkaêlê Reşîd jî dixwazim bêjim bi çend şiklî navê wî tê nivîsandin, wekî; Mîkayêle Reşîd, Mîkaîlê Reşîd, Mîkayîlê Reşîd. Lê a rast, Mîkaêlê Reşîd e, tevahiya berhemên xwe bi vî navî nivîsandine.
Dawîyê jî dixwazim bêjim li hin cihan helbestên wî li ser navê hinekên din belav bûne. Wekî mînak, strana Aram Tîgran ‘Qîza Kurda’ helbesta Mîkaêlê Reşîd e, Serhat Çarnewa jî pêrar albumek derxist û eynî stran bi navê ‘Gelo Ew Kî ye’ got, lê li cihê xwediyê helbestê navê Fêrîkê Ûsiv daniye. Dîsa strana eyan a Koma Wetan ‘Çi digerî’ jî helbesta Mîkaêlê Reşîd e. Lê li hin ciyan li şûna xwediyê gotinê navê Kerem Gerdenzerî heye.


*Argeş Kehnîhejîrî ev hevpeyvîn bi min re çêkir û 5ê Sibata 2019´an di rojnameya Yeni Ozgur Politika de derçû.

Nûçeya bi tirkî derheqa pirtûka Mîkaêlê Reşîd de (30 Çile 2019 Yeni Ozgur Politika)

Nûçeya bi kurdî derheqa Mîkaêlê Reşîd de (29 Çile 2019 Yeni Ozgur Politika)

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...