Çirûskek ji Berxwedana Kobanê
Berxwedana Kobanê di bîra Kurdan de qonaxeke diyarker e. Ew bajarê ku berê belkî gelek Kurdan nas nedikir, di hest û mejî de Kurd kirin yek. Mirov dikare ji bo vê qonaxê mînaka esareta birêz Ocalan nîşan bide ku ji bo vê rojê bîranîneke her Kurdê xwedî xîret heye.
Heta niha ji bo Berxwedana Kobanê ji xeynî çend fîlmên dokumanter mirov nikare di warê hunerê de qala berhemên baş bike. Helbet ne mecbûr e tenê mohra Kurdan di bin berheman de hebe. Dibe ku biyanî jî li ser vê mesele bixwazin hin tiştan çêbikin.
Li wir dixwazim mînaka sê fîlman bidim. Tevî şoreş li wan welatan jî çêbûye lê belê bi saya dewletên mezin wan miletan fîlmên baş û naskirî çêkirine. Yekemîn fîlma Şerê Serxwebûna Cezayîrê (La Battaglia di Algeri) ye ku piştî şoreşê sala 1966’an bi hevkariya Îtalyan û Cezayîriyan derdikeve bazara cîhanê ku ne ji Îtalyanan ba, ne mimkun bû vê çaxê Cezayiriyan fîlmekî wer çêbikirina. Mînaka duyemîn jî fîlma Ez Kuba me (Soy Cuba) sala 1964’an bi hevkariya Sovyet û Kubayê hat çêkirin ku ji aliyê teknîka sînameyê ve jî fîlmekî cihêreng e. Mînaka sêyemîn jî fîlma Bijî Zapata (Vîva Zapata) ye ku behsa rêberê gelên xwecihî yên Meksîkayê Emilliano Zapata dike ku çawa bi halê xwe yê gundî û nexwende li dijî desthilatdariya Meksiyayê serî hildaye. Jixwe ev fîlma hanê ji alî Emerîkiyan ve bi rejîsoriya Yûnan Elia Kazan ve hatiye çêkirin. Sebeba dayîna van her sê mînakan ev e ku miletên feqîr û nû ji nav şer derketî, zehmet e bi derfetên xwe berhemên pir baş biafirînin.
Heger em mesele bînin ser xwe, divê em dev ji mitaleyên wekî “Çima sînemaya me an jî wêjeya me li dinê nayê naskirin, çima berhemên pir baş ji me dernayên“ berdin. Dibe ku sibê du sibê rejîsor û nivîskarên xelkê jî behsa vê berxwedanê bikin an jî bi Kurdan re hin projeyan çêkin.
Li ser pirtûka ‘Çîrûskek ji Berxwedana Kobanê’
Esas di vê nivîsê de min dixwest behsa pirtûkekê bikim ku îsal ji aliyê Weşanxaneya Aryen ve hat çapkirin, Pirtûka bi navê “Çirûskek ji Berxwedana Kobanê“ ji 23 çîrokan pêk tê û hemû jî ji aliyê nivîskarên Rojavayê Kurdistanê ve hatine nivîsîn. Nivîskarê Kurd Helim Yûsiv ku pêşgotina pirtûkê nivisiye ji bo çîrokan dibêje: “Taybetiyên van çîrokan ne tenê ji hêla naverokê ve, lê belê ji hêla form, ziman û şêweyên hûnandin û nivîsandina xwe ve jî xwe didin pêş.“
Her çîroka ku bi zimanekî fesîh û bi Kurmanciya Kobankî hatiye nivisîn êş û qehra wan rojan dîsa tîne bîra me. Wekî mînak bi çîroka “Qedera Qederê“ em ji nû ve dibin şahîdê rêwitiya Kader Ortakkaya û em dîsa lehnet li nemerdiya dijmin tînin. Her wiha bi çîroka “Dudilî“ em bi çavên keça delal Zana, wan rojan ji nû ve sêr dikin ku qîma xwe bi gotina xelkê “Tu xweşik î“ nedîanî lê piştî di şer de çavekî xwe wenda dike wiha dibêje “Ez bê deng mam û bijîşk çû. Min xwe di eynikê re nêrî, lê vê carê min bi çavekî xwe pir xweşik dît…“
Ew çîrokên hanê ne tenê pesndayîn e, behsa tirsa mirinê jî dike, behsa reva ji şer jî, behsa her du aliyê têlan dike. Geh leheng dibe zarokek, geh dibe dayikek, geh dibe şervanek…. Her yek ji pencereya xwe behsa serbilindî û êşa berxwedanê dike. Xebatên bi vî hawî çiqas zêde bibin û xwe bigihînin xwendavanan, bi baweriya min wê ewqas jî pêşiya nivîsandinê vebe. Helbet nayê vê manê ku her berhêmên ku ji kelha berxwadanê hatî nivîsin, bê rexne û analîz tenê em ajîte biikin û bavêjin alîkî. Her wiha divê em guhê xwe jî nedin nirxandinên wekî “Jixwe di warê wêjeyê de berhemên qels in“ û silavê jî nedin xeberdan û gotarê wilo.
Çend rexne ji bo edîtor
Pirtûka “Çirûskek ji Berxwedana Kobanê“ ji destê wêşanxane û nivîskarên nû derketiye. Jixwe nûxuriya weşanxanê ye di Kurdî de. Mirov dikare bêje ku di pirtûkên bi vî hawî de barek mezin dikeve ser milê edîtoran. Ji ber dibe ku nivîskarên vê pirtûkê bi daxwaz an jî bi teşwîqan dest bi nivîsandina çîrokan kiribin.
Jixwe gelek ji wan di nivîsandina Kurdî de jî nû ne û hê jî di prosesa xwe kemilandinê de ne. Loma heger berhem qels an jî nuqsan be, edîtor bi pêşniyar û guherandinan dikare rêya nivîskaran jî ronî bike.
Bo nûmine, di çîrokan de carna di hevokan de çend demên cuda hatine bikaranîn, her wiha mirov carna xwe şaş dike û nizane ew çîrok fîktîv e an rasterast bîranîna nivîskêr e. Dîsa di hin çîrokan de wekî ku ji çîrokê cuda be hin hevok di nav parantêzê de hatine dayîn. Carna vêbejer kî ye mirov tevlîhev dike. Dirûstkirina wan tiştan helbet ne tenê karê edîtor e lê li wir edîtor dikare bi pêşniyarên xwe pêşiya nivîskar jî veke û karê xwendavanên xwe jî rehettir bike.
Ev nivîs 21ê Nîsana 2017an di rojnameya Yeni Ozgur Politika de derçû
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen