Dienstag, 25. August 2020

Hevpeyvîna bi A.Balî re

Cegerxwîn û A.Balî

 

Sûretek ji rewşenbiriya Kurdî: A. Balî



Min navê A. Balî an jî bi navê xwe yê nasnameyê Abuzer Bali Han bihistibû lê gava rastî pirtûkên wî yên ‘Antolojiya Helbestvanên Kurd’ hatim, navê wî di bîra min de ji xwe re cihekî xweş çêkiribû. Ew antolojî ji pênc cîldan pêk dihat ku xebateke berfireh bû, hingî ez li xwe heyirîm heta vê çaxê çawa haya min jê çênebûye. Her wiha li gel pirtûkên xwe yên çapbûyî, A. Balî kir ku dîwanên Osman Sebrî li Ewrûpa û welêt çap bibin.
Em li ser karûbarên wî yên Kurdî û Kurdolojiyê, seyda û hevalên wî, jiyana wî ya li xeribiyê peyivîn.  

Xwendina cenabê te pêşî li ser Turkolojiyê bûye, lê paşê te dest bi Kurdolojiyê kiriye. Çi bû, çi qewimî di jiyana te de ku te berê xwe da Kurdî û Kurdolojiyê?
Min xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Enqerê di beşê Turkolojiyê de kuta kiribû. Piştre wek mamosteyê wejeyê di lîseyan de min kar kir. Hingê ez neçar mam tercîhekê bikim; an girtîgeh an jî derketina derveyî welat.
Min li Elmanyayê di sala 1973’an de li bajarê Gottingenê dest bi doktoreya zanistî kir. Piştre derdora min fireh bû û min hin mirov nasîn. Min dixwest ku li Elmanya Rojhilat di Zanîngeha Humboltê de li gel Prof. Dr. Hazayî, li ser Nazim Hikmet kar bikim. Li paş çendek dîtinan, me li hev kir. Wan referansên TKP’ê dixwestin! TKP’ê jî ji min re diyar kir ku mirovên Kurd, ger ne li gel wan bin, ewna nikarin referansê bidin wan. Ew karê min bikira jî wisa ji dest çû.

Nexwe ger wana misade bidana belkî te li ser rêya Turkolojî dewam bikira?
Ez bi bîreweriya neteweyî hesîme. Wê demê di zanîngehê de min Farisî dixwend. Min dît ku mirov dikane bi Kurdî jî binivise. Heya wê demê ez ji her tiştî bê agah bûm. Cara yekem min ji Prof. Dr. Hasan Eren etîmolojiya gotina Kurdî pirsî. Jixwe etîmolog bû. Çi mixabin, wê demê bi hêrsketina xwe, bersiva min jî bêdeng hiştibû.  
Li Berlinê li gel Prof. Dr. Buttner min sala 1974’an dest bi doktorayê kir li ser mijara ‘Rola Osmaniyan di Rojhilata Navîn de’. Lê paşê min di Kurdolojiyê de mamoste Cemal Nebez nas kir, min destê xwe ji wir kişand û derbasî Îranîstîkê [Îrannasiyê] bûm. Wan salan li derveyî welat komelên karkerên Kurd nîn bûn. Lê Komela Xwendekarên Kurdistan li Ewrûpaye (KSSE) û AKSA hebûn. Gelek jî çalak bûn. Liqên xwe li hemî cîhanê hebûn!

Yanî Cemal Nebez bû wesîle ku tu berê xwe bidî Kurdolojiyê?  
Erê ew bû wesîle. Paşê min çend semîner li ser Kurdan di beşê Kurdolojiyê de dan. Min bêhtir Mamoste Cemal Nebez nas kir. Dema min zanista siyasetê dixwend, di wî beşî de profesor Hakki Keskin û Ali Yurttagûl di vê kursiyê de bûn, min gelek li ser Kurdan semîner û konferans dan. Ji bona vê jî ez ji welatiya Tirk hatim avêtin û bê pasaport mam. Hikûmeta Tirk tesîr li ser hikûmeta Elman kir, hikûmeta Elman biryar da ku min ji Elmanyayê bavêje, yanî bûyerên hatin serê me, nehatine serê ti kesî!..

Tu ji bo xwendinê hatibûyî Elmanyayê mamoste?
Wê demê biryareke girtinê ji bo min hatibû dayîn. Dema hatim Elmanyayê min nexwest betal bim. Min bi Fransizî dizanî. Vê carê neçar mam ku hîni Elmanî jî bibim. Lê dema sala 1974’an hikûmatê gazî kesên derveyî welat kir, min jî ji bo vegerê miracaet kir! Cara duyemîn ez hatim şûn de jî pasaport ji destê min qut kirin û bernedan ez vegerim welat.

Cara duyemîn hatina te ji bo xwendinê bû ne wisa?  
Rewş salên 1975’an li welat pirr xerab bû. Ez derketim derve ji bo mehekê du mehan. Min digot, ez ê çend mehên din vegerim, lê pasaport konsolosê qut kir. Qasî bîst salan min şe nekir vegerim welat. Bê pasaport mam. Lê min nexwest ku ez penaber jî bibim. Mesele hinek dûr û dirêj e. Hîn jî ez li Elmanyayê cîwar nebûme. Min ji wî welatî ti caran hez nekir. Bele sebeb negotine, “Şam şekir e, welat şîrîntir e!“

Te Osman Sebrî û Cegerxwîn nas dikir. Te kir ku dîwanên wan li welêt û Ewrûpayê çap bibin. Ma tu dikarî behsa xwe û naskirina wan bikî?
Sala 1981’ê, li Newroza li Berlîna Rojava ya di salona bi navê ‘’Neue Welt’’ de Cegerxwîn beşdar bû. Li pêş pîrozbahiyê qasî deh rojan zû hatibû Berlînê. Hefteyekê li mala me û hevalan bû mevan. Min ew ji nêzîk ve nas kir. Wê demê min li ser antolojiya helbestvanên Kurd kar dikir. Rê nîşanî min da û alîkariya min jî kir.
Wan salan pirr caran ez diçûm Rojavayê Kurdistanê. Sê, çar caran li mala têkoşerê nemir Osman Sebrî bûm mêvan. Bi  malbeta wî ya li welat û zarokên wî yên li derveyî welat re hevaltî û dayîn û standina min hebû. Wê deme, gotinên wî yên li ser Cegerxwîn ji min re gotin, min ewna ji Cegerxwîn re dubare kirin. Osman Sebrî digot: “Wekû helbestvanekî Kurdistanê dema li welatê wî şer hebe, pêwist e ku ew helbestvan di nav tevgera welatê xwe de cîh bigire û baznede derveyî welat!”
Li ser wan gotinan bersiva Cegerxwîn jî bi hevaltî û dostanî wisa bû: “Wî camêrî her dem di jiyana xwe de rast gotiye û gotinên wî di ciyê xwe de ne. Lê rastiya min jî heye. Heya îro weku 40 berhem destnivîsên min hene. Bes ji wana du, sê dîwanên helbestan çap bûne. Yên mayîn jî ez hatim derveyî welat wana hinekan amade bikim û bidim çapkirin.” Dema gotinên Cegerxwîn min ji Osman Sebrî re gotin, wê demê Cegerxwîn çûbû (1984) ser heqiya xwe. Ew bê deng ma û qet li ser Cegerxwîn neaxift. Dema Cegerxwîn dilovan bûyî, wî 8 dîwanên xwe yên helbestan û ji deh berheman zêdetir jî pirtûkên mijarên xwe cuda cuda dane çapê û ew tevî çanda Kurdistanê kirin. Her bijît û mala wî ava be!
Soza min dayibû Osman Sebrî di saxiya wî de çi mixabin min nekarî bi cîh bînim. Bicîhanîna wê ne di deste min de bû. Pêşgotina dîwanê rehmetî Prof. Dr. Îsmet Şerîf Wanlî bi zimanê Erebî bi tîpên Aramî nivisîbû. Mamoste Izedîn Naso wergera wê ya Kurdî bi tîpên Latînî amade kir. Çapxaneya Apec ya li Stokholmê wergera pêşgotinê xwestin bi xwe amade bikin. Lê soza min dayibû Mamoste Naso, ez lê venegerim. Ew xwesteka Mamoste Wanlî jî bû. Çapkirina dîwanê dirêj kirin û dîwan dema sala 1998’an hate çapkirin, têkoşerê nemir Osman Sebrî jî (11.10.1993) çûbû ser heqiya xwe. Di rojên pêş me de bi çapa dîwanê ya 4’an helbestên wî yên heya îro di dîwanên çapbûyî de cih negirtin jî yê bikevin destê xwendewanan. Lê pirtûka wî ya ji serpêhatiyan bi navê “Hevalê Çak” min bi Hoşeng Sebrî re amadekirî jî ji aliye weşenxaneya Lîsê ve li Amedê hate weşandin.
Osman Sebrî û Cegerxwîn, her du helbestvan jî di rêya têkoşîna gelê xwe de jiyana xwe borandin. Her du helbestvan jî sosyalîst û azadîxwaz bûn. Herduyan jî dixwest Kurdistaneke azad û serbixwe bibînin û tê de bijîn. Cegerxwîn di goftugoyek xwe de ji min re wisa gotîbû: “Ne dûr e! Roj yê bêt, ez jî dizanim Kurdistan ê azad be! Lê ez jî dixwazim di Kurdistaneke azad de rojên xwe yên azad û şahî biborînim!” Ew xwestek ne bû para wana. Lê rojên li pêş me, ew xwesteka dilê wan ê bêguman pêk bê! Ew ê her bi karên xwe yên berbiçav di nav gelê xwe de bijîn û ti caran jî nayên jibîrkirin.

Mamoste bi qasî ez ji nivîsên te têgihîştim, di derya Kurdî de herî zêde tesîra Osman Sebrî û Cemal Nebez li ser te çêbûye, li gel wan her du navan mirov dikare navê Cegerxwîn jî hilde…
Osman Sebrî, navê wî ‘Têkoşer’ bû, bê sebeb jê re ‘Têkoşer’ negotine. Cegerxwîn jî gelek caran qala mêranî û camêriya Osman Sebrî ji min re kiriye. Apê Osman Sebrî,  Şukrî, zavayê Hecî Bedir Axa ye. Dema bavê Osman Sebrî dimire Nûrî dibe bavmariyê Osman Sebrî! Ataturk di dema meclîsa yekemîn de Bedir Axa kiribû wekîlê Meletî. Osman Sebrî mirovekî sosyalîst bû, ji bo menfatê xwe tiştek nekiriye. Heta, dema Fransî li Sûriyê bûn, xwestine gundekî bidin wî da ku siyasetê neke û here tê de wekî axa bijî, lê wî nepejirand. Paşê girtin heta Magadaskarê sirgûn kirin. Ji salên 80’yî û şûnde jî ne pasaport ne nasname hebû, ne tiştek hebû û di jiyaneke pirr şerpeze de bû. Lê dîsa jî serbilind bû. Mala xwe ji her Kurdî re vekiribû. Hatin û çûyîna mala wî wek dibistanê bû. Ji bo menfata xwe ti caran ji kesî tika û rica jî nekiriye û ew insanekî wisa bi hêvî û serbilind bû. Hemî serokên Kurdan yên çûyîn Şamê li mala wî çûne serdana wî! Wî vekirî ji herkesî re rexneyên xwe digotin. Ew ne mirovekî oportunîst bû. Di her gotineke xwe de raste rast bû.
Cegerxwîn jî insanekî ji bo azadî û aşitiyê her dem ji Kurdan re kar kiriye. Ew helbestvanekî navneteweyî bû. Pirr caran bi mirovan re dema qise dikir, di mejûyê xwe de jî helbestek nû ava dikir. Cegerxwîn ji bo meslehata xwe jî kar kirine û jiyana xwe her berdewam kiriye. Lê Osman Sebrî ketiye kîjan karî, di demeke kurt de hatiye avêtin.     
Kurdan ji Mamoste Nebez jî sûd wernegirtine. Mamoste Nebez feylezofê Kurdan bû. Bi zaravayên zimanê Kurdî, Erebî, Farisî, Îngîlîzî, Elmanî û hin zimanên din wek zimanê xwe yê dayikê baş dizanî. Di salên 1950’î de li Kurdistanê pirtûkên fîzîk, matematîk, kimyayê amade kirine û di dibistanan de ji bo zarokên Kurdan ewna cara yekem belav kirine. Di aliye dîn de di zarokatiya xwe de li ber deste bavê xwe yê ku alîmê wê demê yê ola Îslamê bûye, dersên olî girtine. Zanabûna xwe di heft û heşt saliya xwe de bi Qur’an jiberkirinê wî nîşan daye. Ji ber ku ola dewletên Îslamê her dem Kurd ji xwe re wek dîl girtine û çewisandine, wî bêtir behsa Zerdeştiyan, Kakayî û Elewiyan dikir. Lê ti caran jî li dijî Şaf’î û Sun’iyan qise nedikir. Her wiha ji ola Xiristiyanî û olên din ên cîhanê re jî xweşbîniya xwe hebû.
Çi mixabin zanîna Mamoste Nebez pirraniya xwe bi wî re çû û bin ax bû. Kurdan ji zanîna wî sûd wernegirt.

A.Balî û Cemal Nebez



Li gorî te sedemên wê çi bûn?
Cemal Nebez jî insanekî wekî Osman Sebrî bû, lê bi siyaseta Kurdan re nikarîbû bide û bistîne. Bi xwe jî digot: “Sosyalîstê rasteqîn ez bi xwe me!” Min pirr xwest ku Cemal Nebez li gel rêxistinên Kurdan bide, bistîne, alîkar be, lê ew sert bû. Insanekî wekî fîlozof bû bes zanîna wî pê re çû. Min digot, di nav Kurdan de Kurdologê herî mezin Cemal Nebez e, etîmolojî û ferhenga Kurdî encax di nav Kurdan de Mamoste Cemal Nebez dikare amade bike. Min digot çend kesan em bidin wî hê neçûye ser heqiya xwe, em jê sûdê wergirin. Lê çi mixabin, ti kesî jî alîkariya mamoste nekir. Min xwest ez mamoste bişînim welat, Silêmanî an jî Hewlêrê da ku li zanîngeke wekî profesor wekî rektor kar bike. Nexwest biçe, pirr sert bû. Ji bo vê jî ez jî hinek jê xeyidîm, di dawî de min got, tu dixwazî xizmeta gelê xwe bikî biçî nav gel kar bikî, tu li Elmanyayê çi karî dikî, tu herî heta êvarî tercumanî bikî ji bo çend qurişan, şerpeze bijî. Bi rastî jî di nav tineyiyê de jiyana xwe têk çû.
Rojekê min ji mamoste re got: Mamoste bernameya televizyona Elman de li ser Kurdan bernameyek teybetî girîng heye. Dema te bû, bibîne! Bersiva mamoste ne dirêj bû. Got:“Ez nikarim bibînim!“ Min jê pirsî: “Ji bo çi?“ Bersiva wî ew bû: “Di mala min de televizyon nîn e! Ji ber ku dema min ya ez televizyon seyr bikim tine ye!” Di salên 1985’an de ji bo hevpeyvînek dirêj ji bo Rojnameya Newrozê, min bi Mamoste Cemal Nebez re axaft û ew belav bû. Wê demê wî behsa 115 berhemên xwe yên amadekirî yên çapbûyî û yên çapnebûyî dikir. Ger wisa be, dema mirov ji bo seyrkirina televizyonan jî nabe.

Mamoste berî tu werî Ewrûpayê te navê Osman Sebrî bihîstibû, li cem we ji berê de nav û dengê wî hebû?
Belê, jixwe Semsûr heta 1954’an bi ser Meletiyê ve bû. Malbeta wan ji malbeta axayên Mirdêsiyan bû. Lê Osman Sebrî axatî nekiriye. Heta, wî digot, bavê min mir û şûnde min ji apê xwe Şukrî re got, eraziyên min, zeviyên min bidin min! Apê wî jê re gotiye: "Tu yê zeviyan çir bikî!” Osman Sebrî dibêje, “Min got, ez ê bidim gundiyan, ez ê belav bikim.” Yanî bîr û baweriyeke wisa di wan salan de pê re hebûye. Yanî ez hê ciwan bûm, xort bûm, min navê Osman Sebrî bihîstibû, li mintiqeya Meletî û Semsûrê bi nav û deng bûn. Li ser malbeta wan hozanên Kurd îro jî kilam û destanan dibêjin. Di serhildana Şêx Seîd de malbet hatiye pelçiqandin û çendek kes jî hatine daliqandin!  

Mamoste ez mêze dikim te helbestên Cegerxwîn û Tosinê Reşîd wergerandine Tirkî. Gelo te hingî ji bo Tirkan ev werdigerandin Tirkî an xwendina Kurdî hindik bû, loma te digot bila Kurd qenebe şairên xwe bi Tirkî û bi Kurdî bixwînin?  
Dema sala 1981’an Cegerxwîn li Berlînê mêvan bû, wê demê biryar hate dayîn ji bo hilbijartin û amadekirina helbestên wî yên Kurdî bi wergera Tirkî û min soz dayibû Seyda Cegerxwîn ez wê biweşînim. Ew soza min dayî wî bi cîh hat. Berhemê di dema xwe de ciyekî vala tijî kir. Du caran li ser hevûdû di nav weşanên Pelê Sor de hate belavkirin. Paşê jî qedexe kirin. Li derveyî welat dema heyşt dîwanên Cegerxwîn çap bûn, çapên wana ya duwem û sêyem jî li welat ji nû ve hatin kirin.
Tosinê Reşîd, û Rizaliyê Reşîd dostên min yên kevn in. Her du bira jî helbestvan in. Pirtûka Tosinê Reşîd ya bi navê “Kilamên Rê” ji aliyê min ve hate amadekirin û di nav Weşanên Rê de belav bû. Di wan salên borî de hînî alfabeya krîlî bûm, karûbarên min yên wêjeyî hêsantir dikir. Ez bêtir ketim nav karê Kurdewarî û Kurdolojiyê! Min Prof. Qanatê Kurdo nasî û şûnde, ji bo karên wî yên hêja hatin çapkirin, ez bûm alîkarê mamoste. Pirr caran tekstên mamoste pirr xirab dihatin. Dema min sedemên wê hîn bûm ku makîna wî ya çapkirinê xirab bûye. Me di nav xwe de makînek olimpiya diyarî mamoste kir û şûnde nivîsên xwe rast dihatin. Çi mixabin wê demê berpirsiyarê Kurdolojiyê Prof. Dr. Qanatê Kurdo li Zanîngeha Lenîngradê bê makîna tîpkirinê di rewşeke dijwar de karên giranbuha amade dikirin. Karên wî yên hêja bê guman Kurdolojî dewlemendtir kirin. Her bijî û ew gorbehişt be.

Mamoste biqasî min fêhm kiriye, tu kurdekî sosyalîst î. Gelek sosyalîstên Kurd ên berê li Ewrûpayê bûn hema bêje îro roj êdî henekê xwe bi sosyalîzmê dikin. Dixwazim ji te bipirsim, tu hê jî ji sosyalîzmê bawer dikî?
Gotina “sosyalîzmê” di dîrokê de ji Mazdek bigir heya Şêx Bedreddînê Sîmawgayê diçe. Paşê ew baweriya ji aliye Karl Marx û Friedrich Engels ve bi teoriya Hegel pûç kirine û bingeha baweriya (îdeolojiya) sosyalîzimê bi daxwaziyek bi rêk û pêk hatiyê avakirin. Karl Marx û Friedrich Engels di vê mijarê de rast bin jî di pratika Sovyêt û welatên din yên sosyalîst de ew bawerî baş bi rê ve neçû. Di dawiyê de rêveberiyên wan welatan têkçûn! Wek mînak: Dayîn û standinên welatên sosyalîst li dijî Kurdên mezlûm, mînak, wan piştgirtiya Sedam Huseynê faşîst û xwînrêj dikir.
Gotina sosyalîzmê ji bo hinekan şîr û şekir e! Ji bo hinekan jî navê wê bihîstin wek jehr e.
Sosyalîzm û demokrasî ji hevûdû nayên cûda kirin. Wekhevî, azadî û biratî di nav civatan de ger hebe, bê guman ew ê di nav jiyaneke aram de bijîn. Civatek an jî neteweyek wisa hîn wek utopya tête dîtin. Li gor vê jî welatekî sosyalûst hîn li cîhanê nehatiyê avakirin. Her mirov nikare wek sosyalîstekî jî bijît.
Çil salî berê, Mamoste Prof. Dr. Cemal Nebez behsa sosyalîstên sexte dikir! Me jê fêhm nedikir. Wî digot, “Roj yê bêt ewên sexte yê bixilin! Ji ber ku ew rêya wan rêya sosyalîstiyê nîne!” Li gor baweriya Mamoste saziya wî avakirî ya bi navê “Kajik” rêya wekhevî û rêya yeksanîya Kurdan nîşan dida. Di dîroka kevnar de çawa Kurdan Mazdek baş fêhm nekiriye, me Kurdan ji gotinên gorbehişt Cemal Nebez jî pirr tişt hîn nekiriye û hîn nebûne.  

Tu dikarî behsa xebata xwe ya pênc cîldan “Antolojiya Helbestvanên Kurdî- Helbestvanên Sedsala 20’an” bikî. Te di çend salan de, çawa hazir kir, tu dixwazî cîldeke din derxînî?
Di jiyana min de gotina “Antolojî”yê pirr kevn e. Dema min dest bi dibistana seretayî kir, wê demê di dest min de pirtûkeke bi navê “Antolojî” hebû. Ew pirtûk li ser şairên Tirk bû. Dema asoyê min vedibû, gotinên pirr şairên biyanî dihatin bîra min. Di gotinekê dihat nivisîn ku “Gelê bindest ku helbestvanên xwe neqîrin, ew netewa wek zarokên sêwî ye!” Heya wê demê min ti helbestvanên Kurd nenasîbû. Li Başûrê welat çanda Kurdan ya wek bahrê ez jê ne agahdar bûm. Li bakûrê welat jî navçeya ez lê dijîm, navçeyeke hatî bişaftin bû. Dema min li derveyî welat dest bi karê “Antolojîya Helbestvanên Kurd” kir, roj bi roj helbestvanên min nas dikirin zêde dibûn. Belê cara yekem li derveyî welat, dema min dest bi vî karî kir, gelek kesan ji karê min sûd wergirt. Wana pirtûkên xwe yên helbestvanên Kurd amade kirin û weşandin. Lê ew karê min yê bi salan berdewam diket, min hîn ew li ti ciyan nedayê nasandin.
Çîroka berevoka Helbestvanên Kurd wisa destpêkiribû. Dema min ew cara yekem qasî 310 pel amade kir û ji bo çapê şand, dema çap bibe, karê min kirî daketibû 112 pelan. Navê kesekî heya wê deme ne min dîtî û ne jî tev karkirî ketibû nav amadekaran. Li gorî baweriya min dema tu ser kare yekî din rûnî û lê xwedî derkevî, tu nikarî bibêjî ez sosyalîst im an jî sosyalîzmê diparêzim!
Dema pirtûk ji aliyê Pelê Sor ve li welat çapa duwemîn kir, du berg, sê berg, çar berg û di dawiyê de bi 5 bergan berhem hate qedandin. Dema helbestvan hatin binavkirin û hatin nasîn, hin hevalan dest avêtin karekî sivik. Pirtûkên xwe amade kirin û weşandin. Di pirtûk weşandinê de aliyê darayî min qet qîmet nedayê. Min pirtûkên xwe hemî ji bo alîkariya rêxistinên Kurd diyari kirine. Pirtûka min ya bi navê “Navê Kurdî” jî yekem car min amade kiribû jî ji aliyê hin kesan ve dîsa hate kopîkirin. Lê kopî bin jî ew di warê belavbûyîna di nav gel de karên hêja ne.
Bi hêsanî ez dikarim bibêjim: Arşîva helbestvanên Kurd ya herî mezin bi destnivîs û bi nameyên helbestvanên Kurd a heyî ew di dest min de tê parastin. Di dawiyê de ez ê wana bidim sazîyeke Kurd ya ku li ser wêjeya Kurdistanê lêkolînan dike. 


Mamoste gelek zana û rewşenbîrên ji nifşê te ku we bi hev re kar kiriye, çend salên dawî li xeribiyê rehmet kirin ên wekî Cemal Nebez, Ethem Xemgîn, Riza Baran. Tu jî ev 47 sal in, li Elmanyayê yî, gava tu li pey xwe mêze dikî, xerîbî çi li te zêde kir, çi ji te kêm kir? 

Min li derveyî welat pirr mirovên hêja û bi qedr û qîmet nasîn. Di nav rêxistinan pirran de min Kurdên bi edeb, bi terbiyê û welatparêz pirr dîtin. Bi nasîna mirovên wisa ez pê şad bûm û ji wan re serketin û serfirazî dixwest. Min ti caran neyartiya rêxistinên Kurd nekir û ez ji kesî re nebûm neyar jî. Di nav gel de neyartiya hevûdû kirin, ew karê neyaran hêsantir dike. Îro li Rojavayê welat hevkarî û tevgera di nav Kurdan de dimeşe bê guman yê bi ser keve! Heval û hogir ewqas wenda dibin ku bi çûyîna wana em xemgîn dibin. Lê çerxa sirûştê wisa dimeşe. Yên ji nav me diçin bi karûbarên wana yên li paş xwe hîştî em şadibin. Duayên xwe ji bo wana her roj dubare dikin. Qasî Kurdên pak di nav Kurdan de ewqas jî Kurdên bêxêr hene. Ji neyaran re dibin peya û noker! Ya mala Kurdan xira dike jî ew bêbextî ye! Rojên şahî û azad ji bo gelê Kurd ne dûr in! Serketin, azadî û şahî ji bo Kurdan ne dûr e! Biratiya di nav hêz û rêxistinên Kurdan de kîngê baştirîn serket, wê demê jî Kurd û Kurdistanê azad be!

 

Devera jê û berhemên wî

"Ez ji bakurê welat ji bajarê Meletî me. Qeza me Maciran e. Navê xwe yê nû Doganşehir e. Macirên Qers û Batumê dema pêşî hatin ciyekî vala, li ciyê Romayiyan yê xerabûyî çendek mal bi cîh dibin. Deşta Balan mintiqayeke Kurdan e, lê paşê kirine qeza, tê de mehkemek, qarekol çêkirine.  
Dema min dest bi xwendin û nivîsandina Kurdî kir, ez li derveyî welat bûm. Min bi xwendin û nivîsandina Kurdî nedizanî. Di Îranîstîkê [Îrannasiyê] de di beşê Kurdolojiyê de ez hînî Kurdî bûm. Ji wê demê û şûnde min dest ji karê Turkolojiyê berda, bi qasî çil salî li ser ziman û çanda Kurd xebitîm. Karê Ferhenga Ansîklopedîk ya ji sê bergan û Antolojîya Helbestvanên Kurd ku a ji 5 bergan pêkhatî pirr dema min girtin. Ew karana bê alîkarî nediçûn serî. Ez tê de pirr caran jî nexweş ketim! Ya herî zor di çapkirin û belavkirinê de astengî derketin pêşiya min. Destpêkê li Elmanyayê jî navlêkirina zarokên Kurd çetin bû. Pirtûkeke ‘Navên Kurdî’ min amade kir û ewa ji hemî şaredariyên Elmanyayê re hate hinartin. Ji wê demê û şûnde navlêkirina zarokên Kurd hinek hêsantir bû. Ji bo zarokan min alfabeya Kurdî ya ku heft caran li Elmanyayê hat weşandin, amade kir. Çapa dawî Înstîtûta Kurdî ya li Berlînê bi weşaneke ofset û rengîn belav kir. "

                                                              Ev hevpeyvîn 13'ê Hezîrana 2020 di rojnameya Yeni Özgür Politika de derçû


 


Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...