Dienstag, 27. März 2018

Serpêhatiya kovara Tîrêjê û Rojen Barnas

https://issuu.com/ibrahim-bulak/docs/politika_kurdi_i_i_

TÎRÊJ şoreşek çandeyî afirand

 

Di helbesta modern a Kurdî/Kurmancî de sê qonaxên girîng hene ku her yek ji wan bi xwe re nifşek derxistiye. Yek ji wan qonaxan kovara Tîrêjê ye ku Arjen Arî (Xasenezer / Ceribîn), Evrensel Basim Yayin, 2013) ew wekî "nifşê Tîrêjê" bi nav dikir, jixwe Arjen Arî jî xwe aydî vî nifşî didît. Ev kovara ku tenê çar hejmar li kelepûra Kurdî zêde kirine, ji gelek aliyan ve hêjayî nirxandin û lêkolînan e. Di derxistina vê kovarê de navek derdikeve pêş ku jixwe bi helbestên xwe di edebiyata Kurdî de cihê xwe girtiye. Ev nav, Rojen Barnas e ku bi helbestên xwe yên nemir di edebiyata Kurdî de bûye pêşengê dewrekê. Rojen Barnas ji bo kovara Tîrêjê û nifşê wê dibêje: "TÎRÊJ nebûna ewê kesayetiyên edebî yên şi’ra kurdî mîna Rojen Barnas, Mem Ronga, Berken Bereh û Arjen Arî jî îro tune bûna. Wisa bawer im."
Me hevpeyvîna xwe bi Rojan Barnas re, bi rêya emaîlê kir û em ê bêyî ku dest bidin bersivên Barnas, wê biweşînin. Ango em ê tercîhên wî yên nivîsandinê neguherin û weke wî tercîhkirî di hevpeyvînê de bihêlin. Em hêvî dikin xwendavanên Rojen Barnas û hezkirên helbesta Kurdî jî wê bi rêya vê hevpeyvînê hem derbarê şairtiya Rojen Barnas de hem jî dewr û qonaxa Tîrêjê ji nêz ve nas bikin.     
  

  • Tîrêj bahaneya ku bi kurdî nayê nivisandinê rizand. Ew kesên çav bi Tîrêjê ketin ecibandibin an ne, dest pê kirin sihêtiya xwe ya bi kurmancî nivisandinê kirin.

Cenabê te dikare ji me re qala serpêhatiya xwe ya şi’rê bike? Çawa û kengî te dest bi şi’rê kir?
Wek nivîskî, min bi tirkî dest bi nivisandina şi’rê kir. Di dawiya pola sisiyan a xwendegeha navîn de defterek min a bi 15-20 şi’ran hebû. Navê wê jî “Vatan afaklarında” bû. “Afak” bi xwe pirejmariya “ufuk”ê bû, vêcarê min ew carek dîtir jî kiribû pirejmar. Wekî ku hin zaro dibêjin “em çûn Botanê”. Botan ji xwe carek hatiye tewandin, xuyan e pê dilê wan rihet nabe vêca carek dîtir jî ditewînin. Ya min bêguman ji nezaniya bi heycana zarûtiyê bû.
Di havîna sala 1958an de gava bavê min ji bona qursa tekamulê (ostayê tamîra dozer, grayder û makîneyên giran bû) çû Anqerê û di peyde zivirî, wek diyarî ji min re bi navê “Şiir Defteri” antolojiyek şi’ran a Vasfi Mahir Kocatürk anî. Min jê gelek hez kir. Di demên xwe yên vala de min dixwend û çav lê digerand. Bi saya wê guhê min li ser aheng, rîtim, redîf, beşavend (qafiye) û hin hunerên şi’rê vebû. Di lîseyê de bi hînbûna teoriya hunerên edebiyatê min hê bêtir û yên di asta bilindtir de şi’r nivîsîn.
Şi’rên min cara pêşî di kovara edebî ya bi navê “Karacadağ Mecmuası” de hatin weşandin. Paşiyê navê wê bû “GÜVEN”. Wekî dinê di rojnameyên bajêr yên mîna Demokrasiye Güven, Dicle, Yeni Yurt, Diyarbakır de jî derdiketin.
Karacadağ, Güven û Demokrasiye Güven ji aliyê gorbehişt Sabri Şenci ve dihatin derxistin.
Heta dawiya 1964an şi’rên min gişt bi tirkî bûn û yên dema zarotî an xortaniya berî 18 saliyê bûn. Di wan de motîfên kurdî, kurdayetî an civakî tunebûn. Hin jê xezel bûn û bi pîvana erûzê bûn, hin jî bi kîtejmarî di forma “koşma” an “deyiş” de bûn.
Di dawiya 1964an de wek bi hişmendiya siyasî ya kurdî di hişê min de guherînek çêbû. Aliyê min î kurdperwerî û Kurdistanparêziyê geş bû û pêşve çû. Min biryar da ku eger binivîsim, ezê (berhemên edebî) êdî bi kurmancî binivîsim. Min heta 1966an du-sê şi’r nivîsîn, wekî “Çûm Diyarbekirê”, “Şîretên Şêx, Axa, Began”, “Bihar e îro”. Lê qewlî Xanî ve hem “bazar kesat” bû û hem jî raxbeta lê guhdarîkirinê tunebû.. Îmkana çapkirin û weşandinê jî ji binî tunebû.
Di 1968an de şi’ra min a bi navê MEMO bi îmza Memo Guhderz di pirtûka Fêrbûna Xwendina Kurdî, Paris-1968 ya Mîr Kamran Âl-î Bedirxan de çap bû. Di wan deman de min îmzayên wek Şêrgo Ciwanroj, Memo Guhderz bi kar tanîn. (bo agahiya zêde binêrin li kovara Nûbihar hej. 138).
1970ê de li Sirûcê, 1971 de li Farqînê ku polîsan avêt ser mala me, dest danîn ser hemû nivîs û pirtûkên min. Pêre jî şi’rên min ên ku hebûn gişt telef bûn.
Di pey 1975an de min dîsa dest bi nivisandina şi’ran kir. Berhemên di Li Bandeva Spêde yên wê demê ne, ango yên salên di navbera 1975-79 in. 
Rêwîtiya min a bi şi’rê re bi vî awayî bû.

Meriv gava şi’rên Rojen Barnas dixwîne, çêja şi’rên klasîk jî jê digire ya modern jî. Şi´ra klasîk a Kurmanciyê û şi´ra modern li kû digihijin hev û li kû ji hev vediqetin? Şi´reke nû ya ji klasîkê qut di peywenda Kurmancî de mumkin e gelo?
Şi’ra klasîk kîjan e? Ya modern kîjan e? Ji van têgehan mebest “klasîsîzm” û “modernîzm”a ekolên edebî yên fransiz bin, di edebiyata kurmancî de ew çênebûne û tunene. Eger mebest şi’r û edebiyata medresê ku ev teqabulê edebiyata dîwanî dike û ya dinê ku di HAWARê de, yên bi pîvana xwe kîtejmarî, bi mijara xwe civakî, neteweperwerî, kedparêzî filan be, ew tiştek dinê ye. Hingê divê meriv navek dîtir lê bike.
Şi’ra kurmancî wek kom ev in: 1) Şi’ra dîwanî. 2) Şi’ra gelêrî. 3) Şi’ra nû ya bi HAWARê û şûn de.
1) Şi’ra dîwanî, ew şi’r e ku li dîwanên mîr, beg, şêx û melayan tê xwendin û li gora zewq û têgihîştina wan a felsefî û edebî ye. Piranî bi pîvana erûzê ne. Forma wan xezel, qesîde, mesnewî, mustezad, murabba’ û wek çarîn
hene. Wek mînak yên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî û Ehmedê Xanî.
2) Şi’ra gelêrî: a) Ên dengbêjiyê, wek yên mêrxasiyê, lawik, heyranok ku li gora denglêhatina dengbêj, reng û aheng dayîna wî, rist dirêj an kurt dibe. Di vana de ristek dibe ku pir dirêj be û yek jî bi tenê bi dengek wek “û” be. b) Dîlokên ber govendê, dûrikên ber tembûrê, qewlikên derwêşan ku ev wek pîvana kîteyan bi kîtejmarî li hevûdu dinêrin.
3) Bi HAWARê û şûn de bandora “edebiyata milli” ya tirkî şewqa xwe da ser şair û nivîskarên wê jî. Di şi’rê de rêçika wan şopandin. Pîvan bi kîtejimarî; mijar welat, milet, serîhildana li hember zilmê; form geh wek mesnewî, geh wek murabba’ an bend û çend jê jî wek mustezadên serbest ku meriv dikare bêje şi’ra serbest. Herwekî çend ên Mîr Celadet Bedirxan û ên Qedrî Can. 
Bi dîtina min besta şair mîna aveka zindî ya herikok e: Av li serejêran bi gurregurr û bi lemelem e, li deştên rast de hêdî hêdî û nermenerm e, gava zinarek derdikeve pêşiyê hingê dikeve êrîşê radibe pêdarê. Vegotina şi’rê jî divê li gora awayê mijar û hestên şair wek ava çemek bi xwezayî biherike. Di nav qaliban de neyê hevsarkirin. Mijar an hest hene ku divê geh bi menderesan çivan bidin xwe, geh li ber zinarek rabin pêdarê û geh nişkave ji bilindayiyek wek sîlav bi gurmînî dakeve, bikeve xwarê.



  • Ew kesên HAWARê ji me zanatir, xwendatir û di asta civakî de jî ji qorên ji yên me bilintir bûn. Em zarokên nîvbajarî an yên qesebeyan bûn. Em herdû nifş jî me zanîn û qabiliyeta xwe ya ji tirkî bi transformasyonek erînî veguhast qelabt ser xizmeta kurdî.
 
Şi’ra min ji senteza van hemûyan pêk tê
Roja min biryar da ku bi kurmancî binivîsim, min ev gişt dan ber çavê xwe.
Şi’ra min şi’ra kurmancî ye; ji senteza van hemûyan pêk tê, lê bi serê xwe ne yek ji wan e jî.
Li gora çi mijarê, li gora çi hestî û li gora besta xwe ezê bi çi ahengê jiyan bidim vegotinê ku gotin ji gotinek rojane ya asayî derkeve, bibe sotika efsûnê û mesaja min a hinavî ragihîne hawîr û ew ragihandin ji dengêminbûyînê derkeve, bibe deng û jendina hestên xwendevanan û guhdêran jî. A mesela min a şi’ra min ev e.
Li gora rewşa mijarê şi’r dibe ku di forma klasîk de be jî û dibe di ya serbest a bêpîvan, bê rîtm û bê aheng be jî. Lê yê girîng ku zindî be, jiyanek jê bifûre.
 
Cenabê te yek ji wan kesan e ku nivîs û şi’rên wî di kovara Tîrêjê de weşiyane? Tu dikarî ji me re qala serpêhatiya xwe ya kovara Tîrêjê bikî?
Di 1971 de ji doza D.D.K.O.ya Silîvan ez hatim girtin. Hingê ez li lîseya Silîvan mamostayê grûba edebiyatê bûm. Ev girtin bû sedemê ku hem ez ji kar avêtim û hem jî mafê min ê “yedek subay”tiyê ji min standin û wek “sakıncalı er” şandin eskeriyê. Min li dijî biryara MEB (Wezareta Perwerdeyî ya Millî ya deweta Tirk) li Dadgeha Şêwrê îtîraz kir. Dadgeha Şêwrê biryara MEBê betal kir. Di pey lêbûrîna giştî ya bi biryara Dadgeha Destûrî (AYM) ya 1974an, mafê min î “yedek subay”tî li min hate vegerandin, lê mafê mamostatiyê nedan min. Wek katib riya xebatê dan ber min. Lê ew jî bi şertê ku ji wilayetên Burdur, Muğla an Uşak yekê hilbijêrim. Mecbûr mam. Ji aliyê aborî ve tu çareya min tunebû. Bi hêviya ku bi riya Dadgeha Şêwrê dîsa hem vegerim ser karê mamostatiyê û hem jî li deverek Kurdistanê bikarim bixebitim, min Muğla hilbijart. Li “Midûriyeta Perwerdê ya Millî” ya Muğlayê ji serê tîrmeha 1975an pê de wek katibek sade xebitîm. Di dema hikûmetên Ecevit de hem nasên ji rêxistina CHP’ya şaxa Muğlayê û hem jî nêzedostên Hikmet Çetin -ku cîgirê Ecevit bû- ji Diyarbekirê ketin navberê da ku ez vegerim ser karê xwe yê mamostatiyê û hem jî vegerim herêma xwe. Hevalên min ên berê yên ji TÖSê (Sendîkaya Mamosteyan a Tirkiyeyê) hingê di MEBê de bûbûn muşawir û hin jî  “alîkarê midûrê giştî”. Lê ji ber cezayê min î ji TCK 141/5, ango ji kurdîtiyê bû, rewşa min zor bû. MEB di adara 1979an de biryar da ku bi şertê li navenda Muğlayê bixebitim ez vegerandim ser karê mamostatiyê. Pê hisiyam ku li ser min biryara “li herêma xwe û li Diyarbekirê nikare bixebite” ya wilayeta Diyarbekirê heye. Ev sirgûna bêsînor bû û ne bi dilê min bû.



Mi Li Bandeva Spêde wek çar nusxe derxistibû
Di westana havîna 1979an de ez zivirîm Farqînê. Min salek berî hingê metina daktîlokirî ya Li Bandeva Spêde wek çar nusxe derxistibû û sisiyên wê li çend hevalên pêbawer belavkiribû da ji min re veşêrin. Yek ji vana (Salim xoce) şevek ji mêvanê xwe - ku berpirsiyarek ji yên D.D.K.D./KİPê bû- M. Elî re wek çerezê piştî şîvan dixwîne. Şi’rên min li xweşa wî diçin û bala wî dikşînin. Ew û hin kesên ji rêxistinê li ser îmkana derxistina kovarek seranser bi kurdî gotûbêj dikin. M. Elî û Omer Çetîn pêşniyaza xwe li min kirin. Wek profesyonel (ango bi mûçe) min beşa kurmanciya wê li xwe girt. Bi mûçe bû ji ber ku minê dev ji karê xwe yê mamostatiyê berda. Ewê pirtûka min jî çap bikirina. Min pêşniyaza wan pejirand. Ev firsetek baş bû.
Min ji karê mamostatiyê îstifa kir û hatim Silîva, mala xwe. Min bernameya xwe amade kir. Min dikaribû şi’r, bend, çîrokên mîzahî, çîrokên sade, nivîsên li ser folklor an mîtolojiyê, wergerên ji tirkî, berhemên folklorîk wek stranên ber govendê amade bikim. Lê, nedibû ku gişt bi navê “Mehmet Gemici” derkevin. Diva wisa xuyan bikira ku kesên cihê cihê tê de dinivisîn. Ji ber naznavên min ên berê wekî Şêrgo Ciwanroj û Memo Guhderz deşifre bûbûn, min hin nav an naznavên nû tesbît kirin.
Ji bona şi’rê min du nav çêkiribûn: Rojen Barnas û Arjen Arî. Ji bona nivîs û çîrokan jî Serxas Arda, Ferîdon Salar, Flît Totanî, Mihemed Qasim. Berhemên folklorîk û raberî jî ewê bê îmza bûna.
Berî çapa hejmara pêşîn rojekê, Ehmed Beğik û du xortên zanîngehê bi hev re hatin seredana min. Mijara sohbeta me li ser amadeyiya TÎRÊJê bû. 



Navê Tîrêjê pêşniyaza min bû
Min ji wan re giliyê bernameya xwe kir û bêguman yê îmzayan jî. Li ser navên “Rojen Barnas” û “Arjen Arî” çimayî û çawayiya wan axifîm. Ji aliyê geşbînî û dilgeşiyê ve “Rojen Barnas” li min bêtir xweş dihat. Yek ji wan xortan pêşiyê bi navê O. Dara, paşiyê bi yê Arjen Arî li riya şi’ra kurmancî kudand. Camêrê dinê jî bi gumana min şair Berken Bereh bû (dibe ku ez şaş bim, hê jî rastiya wê nizanim.)
Navê Tîrêjê jî di civîna me ya pêşî de pêşniyaza min bû. (Di civînê de Omer Çetin, M. Elî, Ehmed Beğik, Mem Ronga, Nedim Dağdeviren hebûn.) Tîrêj dê ji sê mehan carekê û salê çar hejmar derketa.



Cara pêşîn bû ku kovareke bi temamî bi kurdî derdiket
Hejmara pêşî û Li Bandeva Spêde di dawiya sala 1979an de ji çapê derketin û belav bûn. Di dîroka komara Tirkiyê de cara pêşîn bû ku kovareke seranser bi kurdî û ya ziman-çand û edebiyata kurdî derdiket. Ji aliyê Li Bandeva Spêde ve jî dîsa cara pêşî bû ku di dîroka Tirkiyê de pirtûkek bi şi’rên bi kurmancî ya ji aliyê kurdekî ji Tirkiyê çap dibû û belav dibû. Pirtûka Eskerê Boyik çendekî berê derketibû, lêbelê Eskerê Boyik şairek kurdê Sovyetê bû.
Berpirsiyariya min ev bû ku min nivîsên xwe amade dikirin, didan Salim xoce, wî jî digihandin Diyarbekirê. Di pey de çawa dibû, çawa çêdibû haya min jê qet çênedibû. Ji nivîskaran jî yên ku me hevûdu dinasî yek Mem Ronga bû û yek jî Malmîsanij bû.
Hersê hejmarên pêşî ku li Tirkiyê derketin, seranser xwemalî bûn. Ya çaran ku li Stockholmê weşiya bi beşdariya hin kurdên Sovyetê derket. Di pey desthilatdariya leşkerî ya 12 êlûn 1982 xebata TÎRÊJê rawestiya, karê min jî bû mesela “xerc bittî, ‘emele paydos”a belediya Diyarbekirê.
Serpêhatiya min a bi TÎRÊJê re ev bû. Ku TÎRÊJ nebûna ewê kesayetiyên edebî yên şi’ra kurdî mîna Rojen Barnas, Mem Ronga, Berken Bereh û Arjen Arî jî îro tune bûna. Wisa bawer im.
Tîrêj bahaneya ku bi kurdî nayê nivisandinê rizand. Ew kesên çav bi Tîrêjê ketin ecibandibin an ne, dest pê kirin sihêtiya xwe ya bi kurmancî nivisandinê kirin.


Di qonaxa şi’ra modern a Kurmancî de Hawar bi roleke sereke rabû. Paşê Tîrej qonaxa hem bi şi’ra Kurmancî hem bi şi’ra Kirmanckî vê qonaxê gavek bi pêş ve bir. Gava tu her du nifş û stargehên Kurdî didî berhev, resmeke çawa di serê te de çêdibe?
Dilsoz û rewşenbîrên kirmanckî çawa difikirin, çawa dinirxînin, nizanim, lê li ba dilê min di tanga kirmanckî de TÎRÊJ şoreşek çandeyî afirand. Ostayê wê şoreşê jî Malmîsanij û hevalên wî bûn.
Vêca em bizivirin ser kurmanciyê. Min berhevoka HAWARê cara pêşî li Muğlayê, li mala birêz Kaya Müştakhan dît. Haya hevalên me yên dîtir hingê ji HAWARê hebû an ne, nizanim. Lê mesela dil miqabilê dil e. Em herdû nifş jî bi xwendin û perwerdeya bi çanda tirkî gihîştibûn (Cegerxwîn ne tê de). Ew kesên HAWARê ji me zanatir, xwendatir û di asta civakî de jî ji qorên ji yên me bilintir bûn. Em zarokên nîvbajarî an yên qesebeyan bûn. Em herdû nifş jî me zanîn û qabiliyeta xwe ya ji tirkî bi transformasyonek erînî veguhast qelabt ser xizmeta kurdî. Em herdû nifş jî di wê baweriyê de bûn ku bê xwedîderketina li ziman û pêşvebirina çandeya nivîskî, em nagihîjin gehaneka netewebûyînê.
Ew pêşîkê me, mezinê me bûn û ji bona min hê jî wisan in.
Têkoşîna çandeyî jî wek têkoşînên din pêşbaziya ragihandina çiraya olimpiyadê ye. Em jî di vê pêşbaziya ku bi şevçiraya Melayê Cizîrî dest pê kiriye û hatiye heta tanga me, wek isyasyonek an wek pirek bûn. Me bi serê darika pênûsa xwe agirê nîv-vemirî veda, sotikên di nêv de bi me geş bûn û bêguman hinekên dinê jî ewê werin, hilkin û geştir bikin.
Moderniya şi’ra herdû nifşan jî bêtir ji aliyê mijarê ve ye. Di şûna mijarên klasîk de yên civakî, welatperwerî, serxwebûnxwazî, hêjayiyên mirovî, kedparêzî û ronahîperwerî anîn. Ji aliyê teşeyê şi’rê ve forma serbest jî ji aliyê Mîr Celadet beg û Qedrî Can ve hê berî me dest pê kiribû. Me jî bi awayek dîtir li gora qabiliyet û şarezayiya xwe ew pêşvetir bir.



Şi’r yara min a bê mesref e


Gelek nivîskarên Kurmanciyê, pêşî xwe li şi’rê ceriband, lê piştre bi pexşanê nexasim bi çîrok û romanê dewam kir? Ya cenabê te, em gotarên ji bo kovaran nivisîne bidin aliyekî, ji xeynî pirtûka çîrokan "Hingê", berhem neda di warê pexşanê de? Di nivîskariya Rojen Barnas de ji serî heta niha bi şi’rê re têkiliya wî çi bû û çawa bû?

Herkes wekî hev jêhatî nabe. Ew merivên bi qabiliyet û şareza bûn, wa ye ez ji nav wan tembel derketim.
Ez wekî bavê şeş zarokan pêwist bû ku pêşiyê mala xwe xwedî bikim. Keysa min a bi nivîsên xwe aboriya xwe sererast û mala xwe pêxwedîkirinê, çênebû. Melayketê min û yên bazara xwendevaniya kurmanciyê ji hev re nekeniyan, kîmya wan li hevûdu nekir. Pirtûkên min ku her yek pêncsed nusxe çap bûbûn -ji bilî ku pirtûkxaneya Swêd jê çend nusxe kirîbe- sed heb jî nehatin firotin. Ku her yek bi temamî bihata firotin jî belkî tevîhev serê pirtûkê 1000 kron an 100 ewro biketa destê min, belkî ne ew çend jî. Ew jî ne bi qasî mesrefa kaxezê wê bû. Ji firotana wan heta niha 1 ewro jî neketiye destê min. Nexwe ku bazar hebûya dilê min hebû xeta çîrokên Flît Totanî pêşve bibim, romanên wek “Û Don Şolî Diherikî” nebûna jî mîna “Aleksî Zorba”, “Fontamara” an jî “Doktorê Gund” binivisînim, lê dev ji şi’rê jî bernedim. Lê nebû.
Em bêjin pexşan an nesir, her çibe heta niha sê berhemên min derketine; 1. Hingê (çîrok), 2. Bi Kurmanciya Gewr (bend û nivîs), 3. Silvan, Silîvan/Farqîn (ku ji gelek awayan danasîna Farqînê ya heta salên 1980 ye).
Wek şi’r, 1. Li Bandeva Spêde, 2. Heyv Li Esmanê Diyarbekirê, 3. Milkê Evînê, 4. Yelda ku her çar pêkve bi navê Kadiz li Tirkiyê çap bû. Mala wan ava Nûbihar her çar pirtûkên min jî li Tirkiyê çap kirin û weşandin. Ya ku jê piçek bi hêvî bûm Kadiz bû, lê ew jî di 3-4 salan de bi zorê 500-550 nusxe firotin. Welhasilê gotinê serî qûç xuyan bike jî di tanga min de binî pûç e, bazara berhemên min li derûdora sifirê geriyaye.
Ne wek berê, lê hê jî carcarna şi’rê dinivîsim. Şi’r yara min a bê mesref e, ne çarika serê wê diqete û ne sola piyê wê dimehe, ku nû bikim.



  •   Xewna min, armanca min, belavbûn û bicihbûna kurmanciyê ya di nav nifşên nû de ye, ku kurmancî di nav nifşên nû de ji mirinê bifilite û vejî. Êdî ev bi riya muzîkê dibe an bi riya nivîskî dibe, xem nîne.

Wa dibe 36 sal ku Rojan Barnas li xeribiyê ye. Xeribî çi li nivîskariya Rojen Barnas zêde kir çi jê kêm kir?
Çûna welatekî nû wekî çûna eskeriyê ye. Li mala xwe, li gundê xwe an li bajarê xwe tu xwedî statuyek î, zana yî, bivê nevê asteka te ya civakî heye. Lê gava têy welatekî nû mîna kilûkoran î. Bi ziman nizanî, pizikek tê tercumaniya te dike, diçî hînbûna ziman, xoce an dilê xwe bi te dişewitîne an jî bi tinaz dike pilewil ku tu jê fam nakî. Ecemîtiya eskeriyê 3-4 meh dajo ya welatekî xerîb dikare heta bi hetayê bajo. Wek mînak Vallon 400-500 sal berê hatine Swêdê, lê hê jî bi awayek wek xerîb tên hesibandin.
Lê xerîbiya li Swêdê ji ya welatên din cihêtir e. Îmkana ku meriv hem ji kîsî dewletê bixwîne û him jî serê saetê pere bistîne hebû. Li gora hewcedariya malê alîkariya xanî peydakirinê û alîkariya kirêdayînê, heta ku meriv dikete karekî alîkariya debara malê distand. Serbestiya bi zimanê xwe axaftin, nivisandin û pêşvebirinê hebû. Niha jî heye lê berê zêdetir bû. Ji kar û xwendinê ku firseta te ya vala çêbibe dixwazî bi cildan roman binivîse.
Mesela nivîskariya min: Ez nivîskar im an ne? Ku pirs bi maneya meslekî/aborî yanî ku ji nivîskariya xwe debara xwe kirin û jê xwarin be, ez ne nivîskar im. Lê bi maneya heweskarî/hobî be, dikarim bêjim ku min jî hin kaxez reş kirine.  

Şi’rên te bi dengê Ciwan Haco li her derê Kurdistanê belav bûn, tevî ku gelek kes nizanin ew şi’rên Rojen Barnas in jî. Şi’rên Rojen Barnas û dengê Ciwan Haco pirr li hev hatin. Cenabê te dikare qala rasthatina wan helbestan û dengan bike?
Ciwan Haco hunermendek gelek hêja ye. Dengê wî ne bi tenê li Kurdistanê li seranserê cihana kurdewariyê belav bûye. Bi saya bi stranî xwendina wî sê-çar şi’rên min jî gihan ber guhên çend kesan weyaxud çend kes pê hesiyan ku wa ye yek bi navê “Rojen Barnas” jî heye. Mala wî ava.
Heyranên deng û hunera wî gelek in. Ew dengek, ahengek cuda digihîne guhdarên kurmanciyê.
Xewna min, armanca min, belavbûn û bicihbûna kurmanciyê ya di nav nifşên nû de ye, ku kurmancî di nav nifşên nû de ji mirinê bifilite û vejî. Êdî ev bi riya muzîkê dibe an bi riya nivîskî dibe, xem nîne.
   

Salên 90´î gêncên Kurdan xwe li helbestê girtin û li derûdora kovarên cûr bi cûr ku kovara Rewşen di wan deman de zêdetir derket pêş, civiyan. Ev nifşên ku vê çaxê xwe li kovaran girtin û niha xwedan kîtêb in. Niha jî li gorî şi’rê zêdetir roman û çîrokên Kurdî belav in. Cenabê te halê şi’ra Kurmanciyê ya heyî çawa dinirxîne?
Keysa min a aborî û ya zemanê min î vala yê ji ber xebatê rê nedaye ku ez weşanên edebî an siyasî yên welêt bişopînim. Nirxandin bûyerek subjektîf e. Li gora min tiştek hêja dibe ku li gora hin kesên dîtir bêmane be an jî berevajiyê wî. Bêjing an parzûna herî qenc zeman e. Ku kurd bigihîjin kesayetiya xwe ya siyasî û serweriya ser axa xwe ango xwedî dewleta xwe bin, ewê şi’ra wan jî, roman û çîroka wan jî, sînema û resamiya wan jî bigihîje pêpelûka xwedî qedr û hêjayiyê. Lê heta welatê wan mustemleke, gelê wan jî di rêza koleyên bênasname de bimîne, bi hezaran Mayakovski û Neruda, Balzac û Tolstoy, Polanski û Picasso jî ji navê derkevin, ewê tu rûmetek ji wan re tunebe. 

Cenabê te ji bilî şi´rê di warê pîşeyî de bi çi mijûl e? Di nava rojeke te ya asayî de çi herçî zêde li pêş e?
Ji serê 2010 vê de xanenişîn (teqawid) im. Ji aliyê hunerî ve tu şarezayiyeka min a berbiçav tune. Di salê lîseyê de resmê min piçek pak bû, lê paşiyê ew jî kor bû. Wek mijûliya rojane bi karek redaksiyonî (çavlêgerandin û rastkirina hin metnan) hevkariya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dikim. Ev ji sala 1983 vê de ye, wisan e. 


Ev hevpeyvîn di PolitikARTê (236) de derçû. Ji bo xwe gihandina vê PolitikARTê ku li ser "Sê nifşên helbesta Kurdî (Hawar, Tîrêj, Rewşen)" bû lînka jêr bitikîne:
https://issuu.com/ibrahim-bulak/docs/politika_kurdi_i_i_

Freitag, 23. März 2018

Bextiyar Elî li Îtalyayê deng veda

Hinarên Bextiyar Elî 

êdî bi Îtalî ne


  • Hinara Dawî ya Dinyayê ya Bextiyar Elî piştî rêwîtiya li nav zimanên Farisî, Kurmancî, Elmanî, niha geşta xwe li nav zimanê Îtalî wê dewam bike.

Wergera romana nivîskarê Kurd, Bextiyar Elî a bi navê ”Hinara Dawî ya Dinyayê“ ku bi zimanê Îtalî ji weşanê Chiarelettere derçûbû, li Îtalyayê ji alî çapemenî û xwendevanan ve eleqayeke mezin dît. Bextiyar Elî 11´ê Adarê li Mîlano li gel rexnegirê navdar ê Îtalî Goffredo Fofi, li ser Hinara Dawî ya Dinyayê peyivî.
Wergera romana nivîskarê Kurd, Bextiyar Elî a bi navê ”Hinara Dawî ya Dinyayê“ ku bi zimanê Îtalî ji weşanê Chiarelettere derçûbû, li Îtalyayê ji alî çapemenî û xwendevanan ve eleqayeke mezin dît. Bextiyar Elî 11´ê Adarê li Mîlano li gel rexnegirê navdar ê Îtalî Goffredo Fofi, li ser Hinara Dawî ya Dinyayê peyivî.
Goffredo Fofi li wir pesnê romana Hinara dawî da û ji bo romanê got: ”Gava min Bextiyar Elî xwend coş û heyecaneke min girt. Ev di heyata min de kêm car tê serê min. Gava min Gabrîel Garcia Marquez, Salam Ruşdî, Kurt Vonnegut xwend min ev heyecan jiya. Di Hinara Dawî ya Dinyayê de azadî ne tenê lêgerîneke polîtîk e, jê wêdetir e ku heta mirov vê hîs dike.”



 


Parastina nirxên gerdûnî dikim
Her wiha gava Bextiyar Elî li Mîlanoyê bû yek ji rojnameya Îtalî ya navdar La Stampa û rojnameya çep Il Manifesto jî pê re li ser romana wî hevpeyvînek çêkirin.
Piştî vê Bextiyar Elî tevlî bernameya Radio Radicale bû. Nivîskar Elî di bernamaya radyoyê de got, “Ez ne dîrokzan im ku li ser bûyerên tarîxî binivîsim. Di navbera wêjekar û dîrokzan de gelek ferq hene. Ez bi rêya wêjeyê dixwazim dêhna însana bidim li ser tarîxa Kurdan. Ez her çiqas behsa Kurdên li Iraqê bikim jî, parastina nirxên gerdûnî dikim. Jixwe ez bi serpêhatî û çîrokên xwe yên neşidandî dixwazim parastina nirxên gerdûnî bikim. Di heman demê de divê miletê min jî li ser nirxên gerdûnî tevbigere û bihizire. Miletên Rojhilata Navîn li ser nasnamayên xwe aliqî mane. Jixwe yek ji niyeta min a vê romanê jî ev bû ku em xwe nêzî nirxên gerdûnî bikin û vê ji nû ve kişf bikin. 
Her weha nivîskar Bextiyar Elî 12´ê Adarê jî li Torîno bi xwendavanan re peyivî û romana xwe ji bo wan îmze kir. 





Piştî bi zimanê Elmanî Îtalî
Romana Bextiyar Elî "Hinara Dawî ya Dinyayê" ku ji bo vê romanê digot, "Bi rastî ez bi rêya vê romanê li Kurdistanê hatim nasîn", piştî bi zimanê Elmanî, bi Îtalî jî derdikeve. Romana ku gava bi zimanê Elmanî derket, ji aliyê xwenevanên Elmanî ve gelekî hat xwendin, kir ku li Elmanyayê Bextiyar Elî bi nav û deng bibe. Piştî wergera wê ya bi Elmanî, sala 2017´ an Bextiyar Elî xelata Nelly-Sachs wergirtibû ku xeleteke bi qîmet e di warê wêjeyê de li Elmanyayê.

Romannûsê herî zêde tê xwendin
2016´an jî du romanên wî Xezelnûs û Baxekanî û Şarî Mosîqare Spiyekan bi zimanê Ingilîzî jî derçûbûn.
Bextiyar Elî weke yekem romannûsê Kurd tê nasîn ku bi firotina romanê xwe li Başûrê Kurdistanê kariye debara xwe bike. Jixwe çapa romana wî Duwahemîn Henarî Dunya (Hinara Dawî ya Dinyayê) bêhtirî deh çapan kiriye. tevî romanên xwe yên mayî jî, Bextiyar Elî romannûsê herî zêde tê xwendin ê Kurdiyê ye.
Bextiyar Elî, bi minasebeta îmzekirin û danasîna romana xwe wê 11´ê Adarê biçe Mîlanoyê.
Romana Hinara Dawî ya Dinyayê, bi navê xwe yê orîjînal "Duwahemîn Henarî Dunya" sala 2002´yan li Silêmanî derçûbû. Piştî çapa Soranî bi Farisî jî ev roman derçûbû û bi Farisî jî keysa çapa 7´an jî dîtîbû.

Bextiyar Elî
Nivîskarê Kurd Bextiyar Elî, sala 1966´an li Silêmanî tê dinê. Yekemîn berhema edebî ya Bextiyar Elî ya hatî belavkirin Qesîdey Niştiman e. Di salên 1980´yî de Bextiyar Elî dîwaneke helbestan a dirêj dinivîse, di navê de helbestên bi navê ”Şar”, ”Guneh”, ”Karneval” ji wan helbestan in ku navdar in. Destnivîsên yekemîn romana wî “Mergî Taqaney Duwem” wî jî ji salên 1980´yî mane. Ev romana wî sala 1997´an digihîje ber destê xwendevanan.
Piştî ku şerê navxweyî dide der, ew sala 1994´an Kurdistanê bi cih dihêle, ji sala 1995´an ve li Elmanyayê dimîne. 

Ev nûçe 16 Adar 2018 di rojnameya Yeni Ozgur Politika de derçû

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...