Dienstag, 9. April 2019

Paşayê şanoya Kurdî

Mamoste Arsen


 ”Ji me re welat çiqas lazim be tiyatro jî ewqas lazim e.”
                                                                        Arsen Polatov

Arsen Polatov ku bi navên Lawê Kurd Paşa, Arsênê Reşît jî dihate naskirinê, di sala 1942’yan de li Êrîvanê hate dinê. Polatov, ewilî felsefe ceriband û li St. Petersburgê çû zanîngeha felsefeyê. Ew û felsefeyê zêde li hev nekirin û Mamoste Arsen dev ji felsefeyê berda. Çû li Moskovê li ser rejîsoriyê perwerde bû. Piştî ku wî perwerdeya xwe ya rejîsoriyê qedand û çû Parîsê. Hingî li Parîsê qedera pandomîmê dihate nivîsarê û pênûs di destê Marcel Marceau de bû. Polatovê ciwan tevlî ekîba Marceau dibe û 2 salan ji bo perwerdeya pandomîmê li cemê dimîne. Paşê vedigere Êrîvanê û bi piştgiriya hikûmeta Sovyetê dibistaneke bi navê ”Dibistana Pandomîmê ya Arsen Polatov” vedike.

Mamoste Arsen, heta roja ji vê dinê bar kir, li Berlîn, Parîs, Prag, Moskov û li gelek zanîngehên Ewrûpayê û cihanê dersên pandomîmê dan. Ji sala 1975’an heta 1995’an li Şanoya Dewletê ya Moskovê weke derhênerê giştî xebitî. Piştre derbasî Zanîngeha Yaroslavlê bû û li vir dersa Dîroka Pandomîmê da.

Arsen Polatov sala 1993´an tevî Egîdê Cimo û Aslîqa Qadir ji Ermenistanê li ser daxwaza NÇM´ê, di 19´ê Îlonê de hatin Stenbolê. Li wir dersa şanoyê da şanogerên Kurd ên li Stenbolê. Hingî, Zahîr Kayan pê re ji bo rojnameya Welat peyivîbû û jê pirsîbû: ”Mamoste, gelo ev şanoya ha ku hûn dixwazin li vir bidin çêkirinê, dê bingeha xwe ji çi bigire? Di rastiya gelê me de çi bigire û çi bide xuyan?”

Mamoste Arsen jî welê  behsa nêrîna xwe ya hunerî û teatral dikir: ”Tu dizanî çi ye? … Bawer bikî ji me re welat çiqas lazim be tiyatro jî ewqas lazim e. Îro em bi tiyatroyê dikarin sifetê gelê xwe bidin kifşkirin, zimanê xwe bidin kifşkirin. Em bi tiyatroyê dikarin bibêjin ku em kî ne. Îro em gelekî dişewitin li ser welatê xwe, lê tiyatroya me hebûya me dê wê şewatê bida dilê temamiya mirovahiyê. Edebiyata me gelekî kevin e. Ez wiha dibînim gelek mînakên edebiyatê giş yê me ne, wan gelan ev nimûne giş ji me dizîne. Sirf mecela me tunebiye ku em bixebitin di vê dergehê de bi pêşbikevin. Lê ku îro tiyatro kete destê me em ê wisa bikin wan ji me çi biriye em ê wan bi paş ve bînin. Em ên wan naxwazin. Ew ên ku wan biriye bila bidine me, em tenê ji bo tiyatroya xwe dikarin wan bi paş ve bînin.”



Pêşengiya şanoya Kurdî dikir

Di Ansîklopediya Ermenistana Sovyetî de jî navê wî hebû û emegê wî dihat şekirandinê. Mamoste Arsen li Êrîvanê pêşengiya şanoya Kurdî dikir û piştgirî dida xebatên bi vî rengî. Di sala 1993’yan de li ser daxwaza Navenda Çanda Mezopotamya hate Stenbolê û perwerdeya pandomîmê da şanogerên Kurd. Polatov di sala 2001’ê de li Akademiya Kurdî ku wê demê li bajarê Duren a Elmanyayê bû û di navbera salên 2001 û 2002’yan de li bajarê Wuppartalê di Mala Çanda Baran de mamostetiya ş̧anoyê dikir û komeke şanoyê ya bi navê Teatra Baran perwerde dikir.

Di sala 2003’yan de bi vexwendina Şaredariya Batmanê tevlî 1. Mihrîcana Çand û Hunerê ya Batmanê bû û li wir bi dehan şanoger perwerde kirin. Ji wir jî derbasî Amedê bû û heman tişt li wir jî kir. Sala 2004’an derhêner Ozkan Kuçuk belgefilma ‘Mamoste Arsen’ çêkir ku bi pirranî dîmenên belgefilmê ji vê serdana wî ya Amedê pêk dihatin.

Mamosteyê dilnerm î mezin Arsen Polatov dema di sala 2004’an de li Yaroslavlê ji ber krîza dil ji vê dinê bar kir, li dû xwe bi hezaran şagirt, bi dehan salan ked û hêviyeke mezin ya bi şanoya Kurdî ve girêdayîye hişt.

Li Batmanê piştî mirina Mamoste Arsen, koma Teatra Koçber ji ber ku Arsen Polatov hin endamên komê perwerde kiribûn, navê xwe wekî Şanoya Arsen Polatov guherand.


Çavkanî

1- Kovara W, hejmar 35

2- Rojnameya Kurdistan Press, 22.12.1988

3- Rojnameya Welat, 10.16.1993

4- Belgefîlma Özkan Küçük ”Mamoste Arsen”


Ev nivîs di PoltikARTa 260 de derçû. Herçî bixwaze dikare bi tikandina lînka jêr xwe bigihîne vê dosyeyê ku li ser "Kurdî li ser dika şanoyê" bû:
https://issuu.com/ibrahim-bulak/docs/politikart_260

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...