Samstag, 17. Juni 2017

Di dorpêça asîmîlasyonê de Kurdên Azerbeycanê

Di dorpêça asîmîlasyonê de
Kurdên Azerbeycanê

  • "Niha li wir ji sedî 4 an 5 ciwanên Kurd dikarin Kurdî biaxivin. Li her derê asîmilasyon li ser Kurdan hatiye meşandin, lê ez bawer nakim li cihekî din qasî ya li ser Kurdên Azerbaycanê gihaştibe armanca xwe." 


Kurdên Qafkasya ji Kurdên Êzîdî û Misilman pêk tên. Kurdên Misilman ên li Qafkasan, Kurdên Azerbaycanê ne. Di nava Kurdên Azerbaycanê de hem Sunnî  him jî Şiî hene. Mîna Kurdên li cihên cuda, mijara asîmîlasyonê ji bo Kurdên Azerbeycanê jî metirsiyeke mezin e. 
Ciwanekî Kurd ê li Azerbaycanê ku di heman demê de Serokê Komela Rojhat Nijat Cebraîlov re li ser Laçîn, asîmîlasyon, hewldana wan a parastina çanda Kurdî û Yekitiya Ciwanên Kurd ê Azerbaycan ( Rojhat ) nerînên xwe bi me re parve kirin. Di koçberiya Laçîn de Nijat Cebrailov jî ji malabata xwe gelek kesan wenda dike, birayê wî tê kuştin. 

'Herkes bi Kurdî diaxifî'
Cebrailov pirsa; 'Koçberkirina ji Laçînê li ser ciwanên Kurd travmayeke çawa ye?' wiha dibersivîne: "Niha li wir ji sedî 4 an 5 ciwanên Kurd dikarin Kurdî biaxivin, belê li her derê asîmilasyon li ser Kurdan hatiye meşandin, lê ez bawer nakim ew asîmîlasyon qasî ya li ser Kurdên Azerbaycanê gihaştiye armanca xwe. Tê bîra min gava ez li Laçînê bûm, herkes Kurdî diaxifî. Min jî bi Kurdî xeber dida. Jiyana me bi Kurdî û Kurdewarî bû. Ciwanên me hama bêjin ne Kurdî fehm dikin ne jî diaxivin. " 
Nijat Cebrailov bibîr dixe ku li Laçînê êdî Kurd nema ne û wiha berdewam dike: "Wexta Karabax hate dagirkirin tevahî Misilman ji wê derê derketin. Kurdên wê derê jî ji ber piranî Misilman bûn, koçber bûn, yek Kurd niha li wê der najî. Di komkujiya Xocali jî gelek Kurd hat qetilkirin." 

'Di rê de hezaran mirovê me mir'
Di nava Kurdên Azerbaycanê de mirov gelek cara li rastî navê "Laçîn"  tê. Laçîn wek cihê bav û kalan bi nav dikin. Cebrailov pêvajoya hatina Azerbeycanê wiha bibîr tîne: "Dema em ji Laçîn derketin, em sift û tazî man, tiştekî me nema.  Tenê di rê dê me bi hezara mirovê xwe winda kirin. Em li konan de man, li derve man. Ti dijberiya me hemberî gelên Ermenî tuneye. Lê tiştê me jiya jî zû bi zû nayê jibîrkirin."

Nasnameya xwe vedişêrin
Her wiha Nijat Cebraîlov derbarê rewşa Kurdên niha li Azerbaycanê dijîn û hejmara wan de jî wan agahiya parve dike: "Beriya çend salan li Azerbaycanê îstatîstîkek çêkirin, li gor wê îstatîstîkê 13.500 Kurd li Azerbaycanê dijîn. Lê ew îstatîstîk ji bînî heta serî şaş e, ji rastiyê dûr e. Bi sedhezaran Kurd li Azerbaycan dijîn. Lê mixabin ji ber tirsê gelek kesan negotiye, 'ez Kurd im'.  Li Naxçîvan a ku bi awayeke xweser girêdayî dewleta Azerbaycane, pir Kurd hene. Li bajarê Şerur pir gundên Kurdan hene. Beriya avabûna Komara Tirk, Kurd li Naxçivan bi cîh bûne.  Car car em digihin hev, wek mînak Newroza Baku de an jî pîrozbahiyên din de, em li hev dicivin. Pir derfetê me nîne em wek sazî xwe bigihînin Kurdên li Naxçîvanê; pir belavbûyî dijîn."

'Kes nîne dersê bide zarokan'
Nijat Cebraîlov bi lêv dike ku li gor zagonan ti astengî nine ji bo perwerdehiya Kurdî lê kes nîne dersê jî bide û wiha pê de diçe: "Di fermiyetê de dersên Kurdî hene lê hînker nîne. Demeke di komela Ronahî de kursên Kurdî hebû lê niha ew jî nine. Ji bo pêşiya asîmîlasyonê bigirin, çi ji destê me tê, em dikin. Lê ji bo pêşîgirtina asîmilasyonê rastî ne ewqas zanebûna me heye û ne jî derfetên me. Pirsgirêkê aborî ger em çareser bikin, bawer bikin emê pir tişt bikin."
Cebraîlov dibêje ku ji bo alîkarî xwestinê çûne cem karsazên Kurd a li Azerbaycanê kar dikin lê belê tu encam bidest nexistine. 

Jehra nijadperestî ya dewleta TIrk 
Kurdên Azerbaycan her çiqas ti têkilî û pêwendiya wan di warê siyasî û heqûqî de bi dewleta Tirk ve tune bi jî, şerê 30 sala dawî ku li Tirkiyeyê di navbera PKK û dewleta Tirk re qewîmî  bi awayeke neyinî bi bandor dibin. Tirk û Azeriyan a bi solaga "Du dewlet yek milllet" tevdigerin. Ji ber wê jî bi riya dewlet û çapeminiya Tirk dijberiya Kurdan li Azerbaycanê jî hatiye pêşxistin. Nijat Cebraîlov vê rewşê wiha bi lêv dike: " Di demeke nêzîk de li wir boksorekî Kurd tevlî pêşbirka nawneteweyî bû. Navê wî Anar Suleymanov bû, li ser navê Azerbaycan tevlî pêşbirkan bû lê bi eslê xwe Kurd û Laçînî bû. Çar caran bûbû şampiyon. Gava cilên boksorî derdikeve dikê, di beramberî ala Azerbaycan ala Kurdistanê jî bi cilê xwe ve dike. Hinek nijadperestên Azerbaycan dest bi propagandayeke qirêj kirin. Gotin ew zilam PKK'i ye û cudaxwaz e."

Avakirina Komela Rojhat
Nijat Cebraîlov têkildarî sazkirina komeleya Rojhat wî van agahiyan dide: "Me di 2011'an de bi daxuyaniya çapemeniyê damezirandina Komeleyê ragihand. Di serî de ewqas eleqa tunebû li hemberî me lê piştre me dît ji her derê ne tenê Kurdên Azerbaycan li Ewrûpa û welêt bi mere dikevin têkiliyê, kêfxweşiya xwe tînin ziman. Piştre me ji xwe re ofîsek girt û li gor qeweta xwe me hin tişt kirin. Komele ji bo ciwanên wir bû hêvî. Pir ciwanên me bi saya Komelê dîsa Kurdîtiya xwe nas kir. Dîsa di serî de ti çavkanî û pirtûkên me tunebûn. Piştre ji welêt û ji Ewrûpa pirtûk hatin ji me re.  Lê piştî demekî ji ber pirsgirêkên aborî me ofîsa xwe girt. " 

'Em bi Kobanê û Şengalê şanaz in'
Herî dawî Nijat Cebraîlov li ser berxwedana Kobanê û Şengal û her wiha serkeftina HDP'ê jî bi wan hevokan hestên xwe tînî ziman: "Wek her Kurdî Kobanê û Şengal ji bo me jî hem bû cihê birînê him jî şanaziyê. Em ji xort û keçên canfeda pir şanaz in. Bi saya wan dîsa dinya dît ku Kurd hene û li ser linga ne.
Disa serkeftina HDP jî ji bo kêfxweşiyeke pir mezin bû."

Ev hevpeyvîn 20´ê Hezîranê 2015 di rojnameya Yeni Ozgur Politika der derçû

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...