Samstag, 17. Juni 2017

Kurdên Xorasanê her rengî dihewînin

Kurdên Xorasanê her rengî dihewînin

  • “Îro roj televizyona me şûna şevbihirik û bindaroka berê tijî kiriye bi bernameyên ku ji erf û edetên me dûr xuya dikin, tevî ku ne bi zimanê me ne.” 



Ebas Ferhadî Topkanlû ji Kurdên Xorasanê ye û heta niha sê pirtûkên Kurdî wergerandine Farsî. Herî dawî Ebas Ferhadî Topkanlu pirtûka Prof. Dr. Qanatê Kurdo a bi navê “Tarîxa Edebiyata Kurdî” ji Kurdî wergerande Farsî. Wergêr Topkanlû destnîşan dike ku pirtûka ew werdigerîne bi elaqeyeke mezin ji alî xwendavênên Farsî ve tê pêşwazîkirin.
Wergêr Ebas Ferhadî Topkanlû bi xwe Kurdê Xorasanê ye û li navçeya Xorasanê Qoçanê dijî. Topkanlû diyar dike ku dûrbûna ji Kurdistanê û ji Kurdan li ser çand û zimanê Kurdên Xorasanê bandorek neyênî dike û di wî warî de du nêrînên cuda radigîhne: “Ji aliyê erf û edetan ve ku her wekî hemî pê zanin, pêşketina teknîk bû sebeb ku hin tişt winda bibin û nema bên bibîrxistin. Lê hê li gundên Xorasanê erf û edetên kurdwar dijîn. Meriv dikare bibêje ji 500 salan beriya îroj hê dewam dikin. Ji aliyê zimanî ve, peyvên kevnare hê li ser zimanê kal û pîran hene. Ez bi xwe lêkolînê dikim. Lêkolînan li ser bawerî, xurafe, erf û edet û zimanê Kurdî li Xorasanê. Mixabin bi ya min ev bandoreka neyênî ye. Çima ku her wekî min pê amaje kir, peyvên kevnare û erf û edet li gundên Xorasanê dijîn. Û li bal kal û pîrên me ne. Hetanî ez xwendina xwe bi Farisî bidomînim û paşê ji bona karkirinê ji mal û gundê xwe biçim bajar, zimanê min, erf û edetê min dê bikevin tengasiyê.” 

Metirsiya asîmîlasyonê
Topkanlu metirsî û tehlûkeya asîmîlasyonê li ser Kurdên Xorasanê wiha îfade dike: “Îro roj dê-bavên Kurdan li Xorasanê bi nezaniya xwe bi zarokên xwe re bi Farisî diaxivin. Îro roj televizyona me şûna şevbihirik û bindaroka berê tijî kiriye bi bernameyên ku ji erf û edetên me dûr xuya dikin, tevî ku ne bi zimanê me ne. Belkî hûn jî dizanin, bikaranîna satelît û antêna ku ji peykê bernameyan têxe televizyonê qedexe ye û kesên ku bi kar tînin, vê neqanûnî dikin û tevlî tawanê bidin. Lewma bernameyên me tenê bi Farsî ne. Lê divê ji bîr nebe ku rojên îniyê, kanala parêzgeha Xorasanê bakurî ji bo 15 deqîqe bernameyek bi ser navê “Derçe” û Kurmancî belav dike. Kesên ku dilsojiya zimanê dikin, dikarin bi qeydkirin û tomarkirina ziman û erf edetên kal û pîran li Xorasanê mijûl bibin. Lê her wekî ez dizanim kesên wisa li Xorasanê nagihijin 5 kesan.” 

Pirsgêreka alfabê hebû
Her çiqas li Îranê û di nav Kurdên Rojhilatê Kurdistanê de alfabayên Erebî bê bikaranîn jî li Xorasanê hewldanek ji bo bikaranîna alfabayê Latînî heye, ew jî derfeta  xwendina berhemên ji parçeyê din, zêdetir dike. Topkanlu asta xwendin û nivîsandina Kurdên li Xorasanê wiha vedibêje: “ Qanûna bingehîn li welatê Îranê destûr daye ku yên eqeliyet dikarin li gel xwendina xwe ya bi zimanê fermî -Farisî- ziman û wêjeya xwe wek ders bixwînin. Helbet heta niha ev mijar, tenê li rewşa bêdengî maye. Ez dikarim bibêjim ji dema despêbûna rûpelên civakî di tora ragihandinê de û herwekî hesta kurdîperwerî li Kurdistanê, hin tişt ji Kurdên Xorasanê re hate nasandin. Ku em ne tenê ne. Hevzimanê me hene, zimanê me tê nivîsîn. Pirsgêreka me li despêkê alfabe bû. Yanê ji berê kesên ku hezkarê ziman bûn dixwestin ku alfabayekê biafirînin. Çend heval jî alfabe çêkirin lê ne li gor zimanê me bû! Li nav nivîskarên me, birêz mamosta Kelîmullah Tewehudî, li gor rênivîsa herêma Kurdistanê pirtûkên xwe çap dikirin. Belkî wê demê jî destûra bikaranîna alfaba latînî tunebûye. Ji pey tevlîbûna tora ragihandinê li nav cimaeta Kurdên Xorasanê, tîpa latînî hate naskirin. Niha vedigerim ser pirsa we. Asta xwendin û nivîsandina Kurdî qet baş nîne. Yanî rewşa ku ti çare jê re nîne. Çare di dest dewleta me de ye ku dibistana Kurdî ava bike. Akademiyên Kurdî damezirîne. Divê berpirsên dewleta Îranê bi çavekî edebî, hunerî û esil Îranî li Kurdên Xorasanê ku xwedî çandeke dewlemend in, binêrin.”

 Exlaq û sirişta Kurdî di rih û canê Kurdên Xorasanê de dikele
Her wiha Topkanlu destnîşan dike ku mezinên wan erf, adet û zimanê wan sîng bî sîng heta îro gihandine û bi vî rengî xweserî û taybetiya çand û zargotina Kurdê Xorasanê îfade dike: “ Li Xorasanê du devokên sereke hene. Zimanê Kurdî bi zarawayê kurmancî û devoka Qaremanî û devoka Serhedî. Li gor lêkolîna min kesên ku nîştecihên bajar û gund bûne bi devoka serhedî û kesên ku koçertî dikirin bi devoka qaremanî diaxivin. Îro meriv dikare pê derxe ka, filan malbat û eşîr, kengî û ji kîjan devera Kurdistanê hatine Xorasanê. Lê kes nikare ji axaftina wan isbat bike ji ko hatine û ji kîjan eşîra Kurdistanê ne. 500 sal hevberîkî, hevparî, danûstandin û rabûn rûniştina Kurdên Xorasanê bi cînarê xwe re ku xwedî ola Îslamê û Şîî ne, fikreke nû ava dike. Lê em dikarin vê fikara nû di dilê kurdperwerî bibînin. Îro lîstika me li govendên dawetê dişibe semaya Elewiyan li Kurdistanê. Îro di baweriya me de, bêhna Êzdîtî baş tê dîtin. Lê exlaq û sirişta Kurdî di rih û canê Kurdên Xorasanê de dikele û hetanî xwîna Kurdî di rihê me be, em Kurd in. Helbet hin peyiv ji cîranên me ketiye nav devoka me. Lê hûn dikarin gep kirin, deng kirin, şore kirin, xeber dan, qezî kirin, axaftin û peyivandina me li cih cihê Kurdistanê bibihîsin. Hûn dikarin li Elbistanê li Meraşê li Dêrsimê û melazgirê û … axafitana Kurdên Xorasanê bibihîzin. Wek Kurdistanê ku her dever û nahiye bi zarawayekî diaxive, li Xorasanê jî devok, mal bi mal û gund bi gund diguhere.”

Rastî pêşwazkirineke baş hat
Beriya pirtûka Qanatê Kurdo Topkanlu pirtûka Amed Tîgrîs a bi navê “Nîşan û Dawet” û prtûka Seydayê Tîrêj a bi navê “Serpêhatiya Kurdan” ji Kurdî werdigerîne Farsî. Topkanlu eleqe û pêşwazîkirina ji alî xwendevanên Farsî ve wiha radigihîne: “Yekem pirtûk, ´Nîşan û Dawet´ bû ku rastî pêşwazkirineke baş hat. Ji ber ku mijar, mijareke berbiçavê malbatê ye. Keç û xortên ku dixwazin li gor erf û adetên kevnare bizewicin, balê dikşînin ser xwendina pirtûkên wiha. Pirtûka wergerî him li Xorasanê û him li Sine, Mehabad belav bû. Em bibêjin li rojavayê Îranê ku bi gelemperî Kurd lê dijîn hate pêşwazîkirin. Tê wê wateyê ku ji bilî kesên ku bi zarawayê Kurmancî diaxivin, bala Soranîaxivan jî kişand. Divê bê gotinê ku pirtûkfirûşên rojavayê Îranê ji min xwestin ku pirtûkên wisa ku bi zarawayê Kurmancî ne -lêbelê haya wan jê tuneye- wergerînim Farisî da ku ew jî bixwînin. Lê li wan salên dawî kêmasiyek giştî di nav pirtûkxwan û pirtûkxwaniyê de li Îranê tê dîtin. Dewlet gelek caran li medya û televizyonê xelkê teşwîqî xwendinê dike.”

Li ser me bandorek baş çêdike
Ebas Ferhadî Topkanlu diyar dike ku Kurdên Xorasanî heta ji wan tê pêşketin û geşedanên parçeyên din a Kurdistanê dişopînin û bi vî rengî dewam dike: “ Gava rehmetî Mehmûd Uzun, Yaşar Kemal xelata xwe cihanî wergirtin, me şopand û mirina wan, em xembar kirin. Gava nûçe tên bihîstin ku dewleta Tirkiye, bona xelkê xwe dibistan ava kiriye, mediya û çapemenî êdî sebest dikarin bixebitin, ji me re şahî û şanaziyê diafirîne. Ez bi xwe karê wergerê dikim û her di xebatê min ên wergerandinê tenê bala xwendevan dibim ser wêje û zimanê Kurdî li derveyê Îranê. Geşedan û pêşketinên wêjeya Kurdî li derva bi taybetî li Tirkiye bû sebeb ku -ji sala 2011- em bikarin, kovara Suweyda (Siberoj) damezrînin, bêtir ji 15 pirtûk wergerînin û 10 pirtûk jî bi Kurdî û tîpa latînî binivîsin. Ligel vê, çend şano bi zimanê Kurmancî hatine danîn. Panel û civatên Kurdî di warê wêje û helbestê de hatin lidarxistin. Herwiha di televizyonê Îranê de stranbêjên me stranên bi Kurmancî bibêjin. “


Ev hevpeyvîn 13´ê Cotmehê 2015 di rojnameya Yeni Ozgur Politika der derçû

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...