Samstag, 17. Juni 2017

Li Tiflîsê 36 salên Radyo Ronkayî

Li Tiflîsê 36 salên Radyo Ronkayî

  • Radyo Ronkaî ev 36 sal in li Gurcistanê weşane dike, tevî ku çend caran hate girtin jî bi ked û hewldana du kesan weşana xwe meşand. Bella Stûrkî yek ji wan e. 


Di pêvajoya netewebûna milletan de radyo xwedî cîhekî taybet û girîng e. Ev taybetî û girîngî ji bo neteweyên bindest zêdetir e. Mînaka herî baş a radyoya Cezayiriyan e. Di şerê serxwebûnê yê Cezayîrê yê li hemberî Franseyê de radyo bi roleke sereke rabû. Cezayîrî ji bo li radyoya xwe guhdarî bikin, mirin girtin ber çavan, heta hinek jî hatin kuştin. Di dema dagirkeriya Fransayê de, weşana radyo tenê di destê Fransiyan de bû. Piştî pêşketina Tevgera Neteweyî ya Cezayîrê, êdî şervanan jî radyoya xwe, di eniya şer de saz kir. Avakirina radyoyê, di nava gel de moral û coşeke mezin çêdike. Tevî ku gel di nava xîzaniyê de ye, bi pereyên di destên xwe de radyoyê dikire û li mal bi dizî guhdarî li radyoyê dike. Ji aliyê din jî  dewleta Franseyê ji bo pêşîye li guhdarîkirina radyoyê bigire, her rê û rêbazê bi kar tîne. Ji bo Cezayîrî li radyoyê guhdarî nekin, firotina radyoya bi akuyê li welatiyan qedexe dike, tenê destûra  firotina radyoya bi elektrîkê dide. Sedema qedexekirinê ev bû ku li mala Cezayîriyan elektrîk nebû. Ev jî ji bo gel nebû asteng, vê carê jî Franseyê ji bo weşanên radyoyê asteng bike, li ser frenkansa radyoyê parazît şandin. Êdî gel hînî van parazîtan jî bûbû, lewma gava parazîtên radyoyê hebûn, Cezayîriyan li cihê xwe digot: "Nexwe, berxwedan didome." 

Di civaka Kurdan de girîngiya radyoyê
Di nava Kurdan de her çiqasî di warê siyasî de radyo bi dewr û mîsyoneke sereke ranebûbe jî dio warê çandî û civakî de bi dewreke meyin rabûye. Ji wan radyoyan a ku li ser neteweya kurd bandor kirî, li her parçeyan Radyoya Erîwan û Radyoya Bexdayê ne. Di nava radyoyên Kurdî de, her du radyo jî bi roleke sereke radibin, ji yên din vediqetin. Radyoyên Erîvan û Bexda her du jî yê dewletê bûn û di nava hefteyê de çend saetan weşanên Kurdî dikirin. Helbet pêş û paşiya wan her du radyoyan jî hene, lê ji alî çandî û civakî ve ti radyo bi qasî van her du radyoyan bandorker nebû. Meriv dikare di warê muzîkê de bandorkeriya van her du radyoyan bi awayekî berbiçav bibîne, lewre di warê muzîkê de her du radyo jî xwedî ekol in. Mijara vê nivîsê jî radyoya Kurdên Gurcistanê û bi riya radyo jî Bella Stûrk e. Li Gurcistanê "Radyo Ronkayî" 36 sal e, bi hewldan û israreke mezin, weşanê xwe didomîne.

Li Gurcistanê cara yekem radyoya Kurdî
Ji avakirina radyoyê heta îro du kes hene ku di radyoyê de her xebitîne. Yek ji wan, meriv gava li xebat û berhemên çand û hunerî yên Kurdên Gurcistanê dikole, her tim rastî li navekî tê: Keremê Anqosî. Mirov nikare ked û xebata Keremê Anqosî bi çend peyv û gotina îfade bike. Ew ancex  bibe mijara nivêseke din. Em ê bi navê din, ê ku rêhevaltiya Keremê Anqosî kiriye, di radyoyê de ji avabûnê bigirin heta îro di her beşî de xebitiye, Bella Stûrkî re biaxivin. Bi hevokên wê em ê hinekî "Radyo Ronkayî" nas bikin.
Bella Sturkî avakirina radyoya kurdî û danasîna xwe ya bi radyo re wiha bi bîr tîne: "Radyoya me 29'ê Îlona 1979´an dest bi weşanê kir. Cara yekem Kurdên Gurcistanê bi biryara Partiya Komunîst a Gurcistanê bûn xwedî radyoyeke bi kurdî. Bi rastî daxwaza di Radyoyê de, bila beşa Kurdî jî hebe, ji aliyê Keremê Anqosî ve hat kirin. Keremê Anqosî em anîn cem hev, ji me re pêşengtî kir. Di serî de em 5 kes bûn û tenê me 15 deqîqeyan weşana Kurdî dikir. Em 5 kes bûn lê belê dewletê maeşê 5 kesan nedida, tenê maeşê du kesan  dida me. Me di nav xwe de par ve dikir. Ji ber ku di nava me de yê bi Kurdî bikarîbûya bixwîne û binivîse kêm bûn. Ji 5 kesan du kes bêjer (pêşkeşvan) bûn, min jî ji bo bêjeran metn hazir dikirin. Çend salan bi şûn de derfetên me kêm kirin, em man 3 kes. Gava em 3 kes man Mamoste Keremê Anqosî pêşniyarê min kir ku ez him bibim wergêr him jî bibim bêjer, û bi pêşniyara wî ez bûm bêjer û heta niha jî bêjeriyê dikim." 

Bi hilweşîna Sovyetan, her tişt diguhere
Bella Stûrkî wekî din dibêje, wan salan ne bi tenê radyo hebû, wekî din di warê wêje, şano, muzîk, komeleyên civakî de jî tevger hebûn. Bella Stûrkî diyar dike ku piştî hilweşîna Sovyetan jiyana wan jî serî heta binî guherîye û bandora hilweşîna sovyetan wiha vedibêje: "Piştî hilweşîna Sovyetan jiyana me ji her alî ve guherî, ne ber bi başî ve ber bi xerabî ve. Tenê ne wek hilweşîna dewletekê. Ji sîstema sosyalîst, derbasî sîstema kapîtalîst bûn. Vê demê hingî pere di nava jiyana me de ne sereke bû, lê dûv re her tişt bû pere. Heta dewletê jî ji me re got: "Êdî bi perê xwe radyoya xwe çêkin." Ê me jî mecala me tunebû em bi perê xwe radyoya xwe vekin, mîlletê me bi zorê debara xwe dikir. Lê dîsa jî weşana me heta demekê dewam kir. Jixwe em du kes mabûn di radyoyê de. Ez û Keremê Anqosî. Vê demê Kurdan jî, ji Gurcistanê koç kir, çûn dewletên din." 
Gava dest bi weşanê dikin Bella Stûrkî û Keremê Anqosî dikevin nava hewldana ji bo muzîk û zargotina Kurdî bigihînin guhdarên xwe, diherin radyo Erîwanê her wiha ji Ewrûpa jî rewşenbîr û nivîskar jî tên bal wan. Bi hatina nivîskarên Kurd re di navbera wan de danûsendineke hunerî jî çêdibe. 

Danûstendina hunerî û naskirina Apociyan
Her wiha Bella Sturkî diyar dike ku bi salên 90’î re êdî Apocî jî tên bal wan û bi hatina wan re li nav milet coşeke mezin çêdibe. Bella xan, wiha behsa wan rojan dike: "Ji bo bidestxistina çavkaniyê em diçûn Erîwanê, çimkî wan berî me dest bi vî karî kiribû. Di destê wan de çavkaniyeke giranbiha hebû. Her wiha Ji Swedê gelek ronakbîr û nivîskarên Kurdî jî dihatin cem me. Ji me re kovar û pirtûk dianîn. Wek mînak Berbang, Armanc hwd. weşanên din dianîn. Serokê Enstîtuya Parîsê Kendal Nezan jî hat serdana me. Lê di salên 90’î de bi hatina Apociyan pirr tişt guherîn di nava miletê me de. Ofîsa wan hebû li Tiflîsê, wan xebateke pirr xweş dikir. Milet ji wan pirr razî bû. Her kes li derdora wan kom dibû, bi saya wan dîsa wek berê germahîyek çêdibû di nava me de. Şev, şahî li dar dixistin, milet agahdar dikirin. Lê niha çûyîn û hatina wan pirr kêm e. Hê ofîsa wan heye, posterê Serok Apo tê de daliqandiye." 

1999'an radyo tê girtin
Em jî ji Bella Stûrkî hîn dibin ku gelek caran weşana radyoyê hatiye qutkirin. Dewletê her carê bi hinceta pirsgirêkên aborî weşanên Kurdî qut kirine. Lê her carê jî bi israreke mezin xwestine weşana xwe bidomînin. Keremê Anqosî û Bella Xan  her tim ji bo ji nû ve vekirina radyoya Kurdî her rê û rêbazê bi kar tînin. Wan demên girtina radyoyê û manewiyata radyoyê ji bo wan çi îfade dike, wiha bî lêv dike: "1999'an di Radio Gurcistanê de beşa kurdî hat dadandin(girtin). Gotin, em nikarin we fînanse bikin. Vê çaxê çi kilam û arşîva me hebû me hil da, lê mixabin hinek jî wenda bûn. Me gelekî hewl da ji bo radyoya me dîsa vebe, me name nivîsandin ji Serokkomarê Gurcistanê re. Paşê sala 2002'an radyo dîsa vekirin. Lê piştî şoreşa Gul a ku Amerîkayê destek da opozîsyona Gurcistanê û desthilardarî bi dest xistin, radyoya Kurdî dîsa hat girtin. Em ji hev qut bûn, her kes bi karên xwe yên taybet re mijûl bû, ez jî demekê bi karê xwe yê taybet re mijûl bûm. Tenê Keremê Anqosê mabû ê ku hewl dida. Hat bal min got: "Bella Xan, heyfa miletê me ye. Divê em tiştekî bikin da ku radyo dîsa vebe. Li Wezareta Karê Derve dostekî me hebû, me bi riya wî, xwest dengê xwe bigihînin baniya dewletê. Wê hewldana me encam da, sala 2007'an 3'ê meha Qanûnê gazî min kirin, gotin hûn dikarin, dîsa radyoya Kurdî vekin.Vê carê me navê xwe kir "Radyoya Ronkayî" bi watê ronî dide milet. Bi navê Tema Pîr Behrî hevalek, heşt meha li cem me xebitî, piştre ew jî çû dewletên Ewrûpa. Ez tenê mam, Keremê Anqosî temenê wî jî dest nedida ji bo li radyo bixebite, lê dît ku ez tenê me bi vî temenê xwe vegeriya radyoye. Îcar me malpera înternetê jî vekîr. Radyo Ronkaî heftê carkî rojê Yekşemê weşanê dike. Ji xeynî radyoya dewletê, ez bixwe jî ji bo malpera înternetê bernameyan amade dikim û bi xwe jî pêşkeş dikim."

'Berê ji her alî ve zindîtî hebû'
Kedkara radyoyê Bella Stûrkî li ser Kurdên Gurcistanê jî agahiyan dide û diyar dike ku rewşa Kurdên Gurcistanê ne wek berê zindî ye . Bella Stûrkî axaftina xwe wiha didomîne: "Li Gurcistanê berê nêzî 60 hezar Kurdên Ezîdî hebûn, pirraniya wan koç kir. Em ne wekî Kurdên Ermenîstanê li gundan diman, em li bajaran, li Tîflîs û Batumê diman. Gava kal û bavê me hatine vir, rasterast li bajêr niştecih bûne. Kurdên me yê Misilman ên Qerebaxê koçber bûn, çûn Azerbeycanê gelek zehmetî jiyan, lê belê bal me tiştek wisa jî neqewimî, yê me bi xwe çûn, ji sedemên aborî çûn. Îro 20-25 hezar Kurd dijîn li Gurcistanê. Niha li Tiflisê Mala Ezîdiya, Yekitiya Ciwanên Xwendevan û Şêwra Ezidiyên Rûhanî hene. Malbatek nemaye ku neferek ji wan derneketibe derveyî Gurcistanê. Min jî dikarî biçim, lê min nexwest, ji vir derkevim."

Manewiyata radyoyê 
Radyo ji bo Kurdên Sovyeta berê radyo xwedî wateyeke sembolîk û manewî ye. Bella Stûrkî girîngiya radyoyê wiha vedibêje: "Bandora Radyoya me pirr heye. Ne mecalê miletê me heye, ne jî dibistan û universîteyên me hene. Di radyoya me de em bi reng û dengê xwe derdikevin pêş." Bella Stûrkî gelek rewşenbîr û hunermendan dike mevanê bernamê xwe, her wiha dengbêjên radyoyê jî hene. Wek mînak ji bo taybetiya Radyo Ronkaî were fêhmkirin, Bella Xan, di temamkirina 80 Salî ya xwe de dota Nivîskar û Lêkolînerê mezin Mamoste Heciyê Cindî û hevjîna Helbestvanê Mezin Ferikê Ûsiv, Firîda Hecî Cewarî kiribû mevanê xwe di radyoyê de. Bella Stûrkî axaftina xwe bi berxwedana Şengal û Kobanê bi dawî dike û diyar dike ku di nava Kurdên Gurcistanê jî vê berxwedanê gelekî deng vedaye. Bella Xan hestên guhdarên xwe wiha îfade dike: "Şengal ji bo êş û birînek mezin bû. Gava êrîşî Şengalê kirin, me jî li vir meş û protesto li dar xistin. Min bi xwe bernameya taybet ji bo Şengalê amade kir, agahi û zanîna miletê me pirr tunebû. Me jî xwest ku herin alîkariya miletê xwe yê li Şengalê, li Rojava lê pirr sînor di navbera me de hebûn. Me ji vir alîkarî kom kir şand ji welatiyên li kampan re."
Ev hevpeyvîn 16´ê Nîsanê 2015 di rojnameya Yeni Ozgur Politika de derçû

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...