Li Xorasanê Emû Elewî
- Weşanxaneya Emû Elewî sala 2010´an li bajarê Qûmê hat damezirandin û edîtorê weşanxanê Kurdekî Xorasanê ye. Edîtorê weşanxaneya Emû Elewî destnîşan dike ku armancên weşanxaneyê bipêşxistina edebiyata zarokan û xebatên li ser zimanê Kurdî ne.
Weşanxaneya Emû Elewî li bajarê Îranê Qûmê ye û çavkaniyên çand û zargotinên Kurdên Xorasanê û berhemên Kurdî çap dike. Editorê weşanxaneya Emû Elewî Yehya Elewî Ferd bi xwe jî Kurdê Xorasanê ye û ji bo armancên weşanxaneyê wiha dibêje: " Yek pêşxistina edebiyata zarokan û didû jî xebatên li ser zimanê Kurdê ye."
Weşanger û nivîskarekî ji Kurdên Xorasanê Yehya Elewî Ferd ev pênc sal in ku li bajarê Qûmê karê weşangeriyê, pêk tîne. Kurdên Xorasanê tevî ku dûrbûna ji Kurdîstanê û polîtkayên asîmîlasyonê ji aliyê dewletên serdestan ve, çand û zargotina Kurmancî parastine û anîne heta îro. Edîtorê weşanxenaya Emû Elewî Yehya Elewî Ferd taybetî û rewşa dawî ya Kurdên Xorasanê wiha îfade dike: "Kurdên Xorasanê bi rewşeke taybet, li ser ziman û çand û zargotina xwe sekinîne û ji çend sedsalan ve li xerîbiyê zimanê xwe diparêzin. Tenê cudahiya ewan, ji Kurdên din, li ser xwendin û nivîsîna zimanê Kurdî ye. Pirraniya Kurdên Xorasanê nikarin bi Kurdî bixwînin û binivîsin. Ew tenê bi Kurdî diaxivin. Eva jî bûye sebeb ku Kurdên Xorasanê Kurdiya akademîk û nûjen baş nizanibin. Lê ji beriya çend salan ve ye ku komek ji ciwanên Kurd li zimanê xwe xwedî der ketin û li ser înternetê li ser zimanê xwe dinivîsin û nivîsar û gotaran belav dikin."
'Weşangeriya Kurdî çalak dibe'
Yehya Elewî Ferd bi bîr dîxe ku weşangeriya Kurdî bi xebatên mamoste Kelîm Tewehhudî dest pê kirine û wiha dewam dike: "Mamoste pirtûkek li ser dîroka koçberiya Kurdên Xorasanê nivîsiye ku heta niha beşa 6'an jî derketiye. Yekemîn dîwan jî yê Ceferqulî Zengilî bû ku bi destê mamoste Tewehhudî hate berhevkirin. Wekî din jî berî çend sal in ku hinek weşan û hunermend li ser wêje û edebiyata Kurdî çalak in. li Xorasanê hin weşan hene ku pirtûkên Kurdî jî diweşînin: mîna Weşanên Şîlan û weşanên Cîhanî."
Giranî nadin çand û edebiyata Kurdî
Elewî Ferd diyar dike ku weşanxaneyên Kurd ên Îranê giringiyek mezin nadin bi çand û edebiyata Kurdî û destnîşan dike ku cihêtiya weşanxaneya Emû Elewî ew e ku giraniyê dide edebiyata Kurdî û bi vî rengî dewam dike: "Weşanên Emû Elewî tevahiya giraniya xwe aniye ser edebiyata Kurdî. Berî 3 salan min zêdetir ji 25 pirtûkan li ser mijara Kurdî weşandin. Hinek ji evan jî di çapê de ne. Ecibandin û niçandin ji aliyê xwendevanan û Kurdîhezan gelek pirr e. Eva ye mîsyon û cîhê weşana Emû Elewî di nava Kurdên Xorasanê de."
Alfabeya Latînî hê nû tê nasîn
Weşanger û nivîskar Yehye Elewî Ferd ji bo bi kar anîne alfabeyên cuda û nîqaşên li ser alfabê di navbera Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê de wiha dipeyive: "Kesên ku ji alfabê mifa dibin jî du beş in. Hinek dibêjin em gerek alfabêyeke taybet bi xwe wekî alfabêya Erebî an Farisî çêkin weke alfabêya Aramî, beşa herî mezin jî ji alfabêya Latînî mifa dibin. Lê hukûmet li alfabêya Aramî xwedî derketiye. Alfabêya Latînî li Xorasanê bi riya înternetê hatiye nasîn û dema wê kêmtir ji deh salan e."
Edebiyata zarokan a bi Kurdî
Yek ji taybetiyên weşanxaneya Emû Elewû jî ew e ku pirtûkên Kurdî ên zarokan çap dike û di vî warî de hewldaneke berbiçav derxistiye holê. Yehya Elewî Ferd derbarê giringiya wejeyê zarokan û hewldana weşanxaneyê de dibêje: "Di nava me da sê nifş hene, kal û pîran, ciwanan, û zarokan. Kal û pîrên me hemû bi kurdî diaxivin, hin ciwanan me jî Kurdîhez in û bi Kurdî gep dikin (diaxivin), lê behsa zarokan cûreyek din e. Hin dê û bav hene ku bi zarokên xwe re ne Kurdî gep dikin. Eva sedemek mezin e ji bo zimanê me. Ez bawer im ku em gerek girîngî û çalakiya xwe bînin ser zarokan, da ku zimanê me bimîne û ji dawê neçe. Zarok bingeha dagirtin û parastina ziman in, loma ez pirtir li ser edebiyata zarokan dixebitim."
Her wiha Elewî Ferd bi bîr dixe ku her çiqas hewldana pêşxistina edebiyata zarokan hebe jî dîsa hindik in û wiha dewam dike:" Hinek weşan li çar parçeyên Kurdistanê bi kêmasî li ser edebiyata zarokan dixebitin, lê weşanên ku taybet bi wêjeya zarokan bin gelek kêm in. Wekî ez dizanim weşana Hîva (li Bakurê Kurdistanê) yek ji weşanên taybet bo zarokan e ku bi berpirsiya hevalê Mem Bawer li bakûr pirtûkên xweşik çap û belav dike. Hêviya min eva ye ku rojên bê rojên serkeftina weşangeriya bo zarokan be."
Weşangeriya Kurdî û siyaset
Elewî Ferd dibêje ku têkiliyên di navbera weşangerên Kurd de kêm in û pêwendiyên weşangerên Kurdan li ser partiyan dimeşe ev yek jî hin pirsgirêkan derdixe holê û dibêje: "Ez bawer im ku armanca me hemûyan, xizmetkirina li çand û wêjeya Kurdî ye, vêca çima em bi hev re yek heval nebin?"
Zikreşên Kurdî û hikûmet astengiyan derdixin
Herî dawî Elewî Ferd destnîşan dike ku li Îranê di xebatên weşangeriya bi Kurdî de astengiya hin derdoran û dewleta Îranê heye û wiha gotinên xwe bi dawî dike: "Astengiyên xebata me ji çend aliyan da heye: yek ji aliyê zikreşên zimanê Kurdî li Xorasanê ye. Evan çalakî dikin ku bi peydakirina şaşiyekê yan pirsgirêkekê li pirtûkên me, zehmetiyekê bo me çêkin. Astengiya din jî ji aliyê hukûmetê ve ye. Ew jî naxwazin ku alfabêya Latînî li Xorasanê bê nasandin. Astengiya herî girîng jî ji aliyê hin Kurdan e ku bi nezaniya xwe, bo xebatên Kurdî şaşiyan dikin: bi çêkirina alfabêyên nezanistî û henekî avê dirêjin aşê Kurdîdijan. Min navê evan daniye Don kîşot, da ku evan ji nezaniyê, xwe pisporê ziman û Edebiyatê dizanin. Lê cîhê kêfxweşiyê ye ku hejmara Don kîşotan roj bi roj kêm dibe."
Ev hevpeyvîn 5´ê Cotmehê 2015 di rojnameya Yeni Ozgur Politika de derçû
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen