Samstag, 17. Juni 2017

Şahidiya salên bi êş: ‘Bextê dagirkirî’

Şahidiya salên bi êş: ‘Bextê dagirkirî’

  • Romana Nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç a bi navê ‘Bextê dagirkirî’ gihîşt ber destê xwendevanan. Roman bahsa êş û azara guherîn û veguherîna Kurdên li Elmanyayê ango Kurdên di dilê moderniteya kapîtalîst de dike. 



Romana Nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç a bi navê ‘Bextê dagirkirî’ çenda hanê ji weşanên Ar"ê derçû.
Di romana Kurdî wekî mekan ‘bajar’ hê nû bi nû, cîhê xwe digre. Heta demekê di romanên Kurdî de wek mekan ‘gund’ serwer bû, karekterên romanan jî an Kurdên ‘gundî’ an jî kesên ku berê xwe didan ‘bajarvanî’ û moderniteyê bûn. Ew teyisandin, ji rastiya jiyana Kurdan bû, Kurdên berê, kirasê feodalîteyê diçirand, axa koletiyê ji ser xwê diavêt. Ji her alî ve guherîn û veguherîneke çêdibû. Di warê civakî, siyasî, hunerî, çandî de Kurdê/a modern berê xwe dida jiyaneke nû. Di romana ‘Bextê Dagirkirî’ jî behsa êş û azara guherîn û veguherîna Kurdên li Elmanyayê ango Kurdên di dilê ‘Moderniteya Kapîtalîst‘ de dike. Vê carê nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç di ‘Bextê Dagirkirî’ de Kurdên li Elmanya dike mijara romana xwe. Mirov dikare wek romanekî polîtîk jî binav bike lê ne bi zimanekî propagandatîf romanê dihûne. Pirsgirêkên civakî, malbatî, çandî ên Kurdên li Elmanya digre dest û bi çavê karektera xwe Bernas xwendevanan jî dike şahîdê komplo û lîstîkên qirêj a dewlet Tirk û Almanan û li hemberî wan jî politikayan berxwedana Kurdan. 
Derbarê romana xwe ya nû de mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç bi dilgermî pirsên me bersivandin.

Pêwistiya nivîsandina romaneke li ser têkoşîna Kurdan a li Ewropayê ji kû derket?
Hemû gelan têkoşîna gelê xwe bi wêjeyê gihandiye bêmiriniyê. Her wiha guhertin û serûbinbûnên civakî bi berhemên giranbiha ji dîroka gelê xwe re kirine diyarî. Dema em li ‘Şer û aşitiya’ Tolstoy û ‘Ceza û tewana’ Dostoyevskî dinêrin, em dibînin ku li pey şerê li dij Napolyon û guhertinên wî şerî hatine nivîsandin û karlêka wî şerî ya li ser civakê wek mijar hatine bijartin û ev îro di nava kilasîkê cihanê de di rêza yekemîn de ne.
Têkoşîna gelê Kurd ya bi rêberiya Tevgera Azadî ne tenê li ser xaka welêt li vir Ewropê jî di nava dijwariyan de bi pêş ket. Heman êrişên bêbext li ser qada Ewropê jî bi heman tundiyê hebû. Girtin zîndan, pêşî lêgirtin li vir jî li pêş gelê Kurd bû. Eger têkoşîna li Ewropê neba, têkoşîna li welêt û rewabûna wê dê hê dijwartir ba. Bi zimaneke din ev qada têkoşînê jî beşeke ji têkoşîna gelê Kurd e. Gele Kurd di vê qadê de rastê gelek neheqî û bêbextiyan hat. Divê gelê me û nivşên li pey me vê rastiyê jî di wêjeya xwe de bibine û bixwîne, têkoşîna vê qadê jî ji wêjeya gelê me re biba diyarî. Da ez ji destpêkê ve di nav de me, gelek caran di ser mala min de jî hatiye girtin, demkurt jî be, ez jî ketim hundir û derketim, mijarê baş dinasim. Bi salan projeyeke min ê wiha li pêş min bû. Lê dîroka nêz û zindî bû, tirsa biserneketinê hebû, di encamê de min got; çi dibe bila bibe, ezê hewl bidim bê zimanekî sloganiyê hîşt vê mijarê binivîsim. Û ev berhem (beşa yekem, heta 1995) derket. Ta niha bi giranî bertekên erênî hatin. 

Bi şêwazekî din mirov dikare bêje di heman demê de ev serpêhatiyên we ne jî?
 Bêguman hin serpêhatiyên min jî tê de hene, her nivîskar ji jiyana xwe jî hin tiştan tevê romanê dikin û ev tişteke xwezayî ye. Lê heta ji min hat min mijareyên bi giştî hilbijart. Minak karekterê min ê sereke Bernas ji sedî pêncî ji jiyana çend wergêran e. Ji sedî 30 ji jiyana çend hevalan e. Tenê ji sedî dora bîstan têkiliya xwe bi min re heye. Karektara jin Sevda jî ji jiyana hin mînakên ez wan baş dinasim, hatine girtin. Ji destpêka têkoşînê hetanê dema roman diqede di her warên çalakiyan de jî hatim dîtin. Bi gotineke Kurd têkoşîna li Ewropayê baş dinasim. Ango ne rasterast serpêhatiyê min in.

Karakterê sereke yê romanê Bernas, di nav siyasetê de ne bi aweyekî aktîf cih digre lê dibe mexdûrê siyaseta li dijî Kurdan. We xwest bi rêya Bernasî politikayên Ewrûpî rexne bikin an jiyana Kurdan a civakî û çandî vebêjin? 
Dema min dest bi nivîsandina romanê kir, min xwest li aliyekê mentalîta Ewropiyan, mentalîta dewletên Ewropê, têkiliyên wan û dewleta Tirkan û neheqiyên wanên li hember Kurdan li ber çavan raxînim. Li aliyê din min xwest ez destnîşan bikim ku ev êrişên Ewropiyan ne tenê li dij qadro û endamê tevgerekê, li dij tevahiya civaka Kurd û têkoşîna gelê Kurd bûn. Ku wisa jî bû. Gelek malên mirovên ji rêzê jî li ber vê pêla êrişan ket, malbat ji hev bûn. Civaka Kurd li vir, li Ewropê jî ser û bin bû. Li hin cihan di nava Kurd û Tirkên ji rêzê de jî pevçûn derketin. Çapemenî, saziyên nepenî û nijadperestên Tirk jî bê navber êrişkirin. Bi dîtina min roman jî li ser van bingehan dikanî serkeftî ba. Bi gotineke kurt min xwest ez hem polîtîka ewropiyan û hem jî guhertinê civakê bînim ziman.

Di romana we de gelek tişt rasteqîn qewimîne, yan jî dibe ku cih û şexs tenê cuda bin Wek mînak hewldana dewleta Tirk ji bo Tevgara Azadiyê ya Kurd têxe lîsteya rêxistinên terorê, komplo û lîstîkên qirêj digerîne û li gor xwe bi ser jî dikeve? Gelo Kurd ewqas bê hez û qels bûn ku hewldana dewleta Tirk encam girt.
Dewleta Tirk ta ji dema Împaratoriya Osmanî vir ve bi Ewropiyan re di têkiliyê de ne, xwerû jî têkiliyên împaratoriya Alman û Osmanî. Li aliyê din têkiliya wan û Ewropiyên endamên NATO'yê, bi wê ve girêdayî têkiliyên wanên nepenî- sixwirî (istixbaratî), têkiliyên partiyên Tirk û partiyên Ewropî, xebatên wan ên lobiyê di forma saziyên rûniştî de li Ewropê pir xwirt e. Di destpêkê de mijara saziyên Kurd li cih bihêle piraniya Ewropiyan Kurd wek gel jî nedinasîn. Tenê Almanên romana Karl May ya xeyalî “Durch Wilde Kurdistan” (Di Kurdistan hov re) xwendibûn em bi awayê eşîrên ne şareza dinasîn. Li gel wê têkiliyên aborî roleke bingehîn dilîze, mînak ji 4000’î zêdetir fîrmayê Alman li Tirkiyê kar dikin. Ji bo Ewropiyan berjewendî li pêş her tiştiye. Ev jî rastiya vê mijarê zelal dike. Dema em tenê li girtina TV’yên Kurdî binêrin ji MED TV ya dîrokî ta ROJ TV emê vê rastiyê bibînin. Di mijara wek serokê NATO'yê hilbijartina Rasmusen de jî ev têkilî û serkeftina dewleta Tirk zelal dibe.
Têkoşîna li Ewropê di rewşeke wiha de destpêkir. Em di têkilî danînan de, di lobî afirandinan de bê azmûn û bê hay bûn, Heta piraniya me zimanên Ewropiyan jî nedizanî. Rastî ev bû. Di vî warî de hê jî qelsiyên pir mezin hene. Me serî li kîjan saziyê dida Tirk derdiketin pêş me ku min di romanê de ev mijar aniye ziman. Bi gotineke kur; em di destpêkê de hê ji qelsî û bêderfetiyê jî wêdatir bûn.

Têkiliya Bernasî bi hevjîna xwe re wekî kabûsekê ye. Bi rêya têkiliya Bernasî û Sevdayê we xwest di civaka Kurdan de îşaret bi çi bikin? Beranberî Bernas, Sevda nûnertiya kîjan beşa civakê dike?
Dewleta Tirk bi polîtîka bişaftin û helandinê ketiye nava malan jî, bira ji birayan re, jin û mêr ji hev re kirine dijmin. Di nava civakê de têkiliyên hin zewacan jî ne li ser bingehê bijûn in, lema malbat pirsgirekên pir mezin dijîn, jixwe van salên dawiyê hevberdan û belavbûna malbatan ji bîst sih qatî zêdetir bûye. Egerên ji hev qetînan pirê caran li gel mijara aborîyê, îdeolojik in jî. Bi taybet dema tiliya bişaftina dagirkeriyê jî kete nav, her tişt ser û bin dibe. Li hin bajaran ev bişaftin û jixwerevîn bûye têkçûn. Mînak bajarê Elezîzê îro kelaha Tirkayetiyê ye. Lê di bingehê xwe de Tirk li vî bajarî tunin. Yên ku ji xwe re Tirk dibêjin, beşeke wan ji hêla Sinê hatina û helyane û bûnun Tirk ( Mirov tenê stranên wan ên bi “Hele Qardaş…” destpêdikin û yê Sinê bide ber hev vê rastiyê dibîne...) 
Baş tê zanîn hetanê ku jin nehatibûn bişaftin çand, ziman û ananeyên gelê Kurd serdest bû, bi bişaftina jinê re Tirkî bû zimanê malbatê. Bêguman Bernas welatparêzî û Sevda jî qurbaniya bişaftinê ye. Ji xwe di nava civakê de pir rengên bişaftinê û jixwerevînê hene.

Di hin cihan de mirov dibîne ku, nivîskar bi çavê mêr û bi zimanekeî nêr bûyeran şîrove dike?
Bi çavên mêr li mijareyan nêrînê bêtir, di rengê civakê de hîn jî bi çavên mêr li diyardeyan mêzekirin serdest e. Niviskar nikane vê rastiya civakê veşêre û bi rengekî din mînak; wek romana civakeke li gel wekheviya mêr û jinê destnîşan bike, divê rastiya civakê were zanîn. Jixwe Bernas gelek caran li vî aliyê xwe yê mêrkok vedigere û hewl dide ku vê aliyê di mêr de veşartî li ber çavan raxîne, dîsa xebatkarên eniyê jî li vê mijarê vedigerin, nîqaşên li komalê jî ji bo li ber çavan raxistina vê aliyê civakê ye.

Roman di warê redaktekirinê de, kêmasiyan dihewîne her wiha hin têgeh jî bêyî ku bên pênase kirin ( Wek mînak "berpirsyarên herêmê,qampanya û hin gotin bi Elmanî hatine bikaranîn, ew peyv ji bo Kurdekî/e rêxistina Ewrûpa û têgehên Elmanî hîç nas nekiribe, wê pirr xerîb bin.) di romanê de cîh digirin. Gelo ew yek xwendina romanê zehmettir nake? An jî we xwest weşangerên Kurd protesto bikin?
Ez naxwazim weşanger nivîs û berhemên min redekte bikin, lewre di rastnivîsandinê de gelek tiştên derê hişmendiya ziman dane rûniştin. Wek mînak bikaranîna daçekan; Di Kurdî de daçekên cot wek ‘Ji... de, bi... de’ nabin, rastiya wan ‘Ji... ve, / bi .. ve /re’ ye. Li aliyê din wek mînak dema mirov peyva ‘şîrîn’ dinivîse, ew otomatîk dikin ‘şêrîn’ ev li Kurdî heqaret e. Ne goştê şêr şirê pêsîrê dayîkê şîrin e. Dîsa mînaka ‘bi rê de’ nabe, rastiya wê ‘di rê de’ li gel wê pir gihaneka ‘ku’ dikin nav. Gelek caran miro peyvên orjîn Kurdî bikartîne, lê redektor peyvên herema xwe yên bingeh Erebî bi navê standartî di cihê wan de bikartîne. Lema ez nahêlim berhemên min werin redektekirin. Lê li pey roman kete destê min, min jî dît ku hin tişt ji ber çavên min revîne. Emê di çapa dudyan de wan kêmasiyan û hin kêmasiyên ta niha kesî nedîtine jî çareser bikin.
Di warê peyvên biyanî de, heya ji min hat min Kurdiya hemû hevok û peyvên bi Almanî yan jî zimanên din bi Kurdiya wan re dane, lê dibe, ji wan jî hin ji ber hobûnên min hatibin jibîrkirin.

Dema romanê salên 90'î ne. Wek nîvîskar û rewşenbîrekî Kurd ku roj bi roj we şahidiya vê yekê kir; hûn pêşketin û veguherîna Kurdên li Elmanya di navbera 25 salan çawa dinirxînin?
Ev mijare bi serê xwe nirxandinên kûr dixwezin. Lê dîsa jî ez ê bi mînakekê vê mijarê vekim. Dema sala 1981'an li Frankfurtê meşa şermezarkirina salvegera cunta 12 Îlonê ya navendî çêbû, em bi tevahî 61 kes bûn, komên din bi dehhezaran dimeşiyan, komalên me nebûn, dema em bi hinek Kurdan re li ser mijara têkoşînê diaxivîn, em cidî nedigirtin, derê xwe ji me re venedikirin. Lê îro bi dehan komel, li her bajarî bi sedan bi hezaran mirov tev li çalakiyan dibim, tevê qampanyayê piştgiriyê dibîn, ji Ewropê bi hezaran kes tevê têkoşînê bûn, qampanyayên piştgiriyê bi girseyî pêktên, saziyên netewî wek TV hatine demezirandin, Em ketine nava pêvajoya bi her awayî xwe wek civak, wek gel, wek netewe pejirandindayînê. Lê hê jî di serdestkirina kesayetiya saziyan de, di warê lobî û dîplomasiyê de kêmasiyên me hene.
Ev hevpeyvîn 26´ê Cotmehê 2015 di rojnameya Yeni Ozgur Politika de derçû

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...