Êşa ‘xam’ û ‘xav’ nayê ecibandin
- Îro li hemû dinyayê rast e desthilatdar sûcdar in, lê gel jî bi kêmanî biqasî wan sûcdar in. Wek çawa di bindestiya kurdan de kurd “jî” sûcdar bin, di vê herbê de di vê zilmê de biqasî hikûmeta tirk, gelê tirk jî sûcdar e.
Em di rojên bi ‘êş’ de derbas dibin. Derûdora me bi serdestan re hatiye dorpêçkirin ji lewre jî em xwe bilebitînin jî di’êş’in. Ew ‘êş‘a hanê ne tiştekî tercîhkirî ye tiştekî hebûnî ye. Ji bo em hebin em di’êş‘in. Heger em ji bo hin guherîn û veguherînan ‘êş‘a xwe bikin hincet û ji xwe û xwebûna xwe dûr bikevin û birevin, em ê ne ber bi serbestiyê ve ber bi şibîna serdestên xwe ve bibezin. Teyisandina êşên me û gurmîna şer li ser jiyan, huner û ramana me çi ye? Em xwe û êşa xwe çawa pêşnûma dikin û çawa derbasî huner û ramana xwe dikin? Tekliya me bi serdêstên me re û serbestiya me re çi ye? Me xwest wan pirsan ji helbestkar û ramanger Rênas Jiyan bikin. Em bawer dikin xwînerên Rênas Jiyan jî helwest û nêrîna wî merak dikin, ji ber Rênas Jiyan qedr û qîmetek mezin dide hêmana ‘êş’ê.
Ev rojên bi ‘êş’ wê di ‘Bîr’a me de bandorek çawa çêbike? Teyisandina vê wê li ser siberoja me çi be ?
Kûrahî baş e, ev şerr wê di Bîra me de koncalan fireh veke, lê bi vî şerrî xuya bû ku Bîra dewlet û milletê tirk jî nîn e, ger Bîreke dewlet û milletê tirk hebûya wan dîsa wek berê di rêbazên tund û bi şiddet de israr nedikir. Dewleteke hov û milletekî bêbîr, karê kurdan zor e! Milletê tirk ê bê bîr ji ber ku hikûmeta tirk vê herbê dimeşîne destekê dide hikûmetê û ev dibe sedem ku herdu alî jî belasebeb biêşin. Ger partiya desthilatdar-AKP bizaniya ku wê rayên wê bikevin dest bi vê herbê nedikir, asas milletê tirk ev herb derxist an jî bû sedem ku ev herb derkeve. Li gorî min wek ku tê gotin di dîrokê de gel an jî millet an jî civak ne masûm in. Rast e desthilatdar hin tiştan manîpule û xwar dikin û dinixumînin, lê gel û millet jî ji bo ku rastiyan bibînin û ji bo rastiyan şerr bikin hewl nadin û xwe naêşînin. Îro li hemû dinyayê rast e desthilatdar sûcdar in, lê gel jî bi kêmanî biqasî wan sûcdar in. Wek çawa di bindestiya kurdan de kurd “jî” sûcdar bin, di vê herbê de di vê zilmê de biqasî hikûmeta tirk, gelê tirk jî sûcdar e.
Ne bi tenê gelê tirk di temama dîroka dinyê de hemû gel tim ji sûc û gunahan hatin bêrîkirin û şûştin. Hertim ji hêla civaknas, rewşenbîr û fîlozofan ve behlûltî û şellafiya gelan hate kirin, “gel baş in, lê desthilatdar ne baş in”, “gel hertim aştiyê dixwazin lê desthilatdar îş xera dikin” û herwekî din… li gorî min ev hevok ne rast in. Hevoka rast ev e: Biqasî desthilatdaran gel jî sûcdar in!
Bila di anketan de rayên partiya desthilatdar pirr dakeve jêr em bibînin ku dîsa jî partiya desthilatdar vî şerrî dike yan na? Gelê tirk ger etîk be û şerr nexwaze wê şerr bisekine û wê azadî were welêt. Îro ro desthilatdarî, xwe li gel tîne, ango ya ku desthilatdaran dike desthilatdar, a ku zaliman dike zalim tercîh û meyla gelan e. Di herb û êşan de gel “jî” sûcdar in! Ger nexwazin û şerr nekin şerr çênabin.
Di şerrê Fransa û Cezaîrê de yê ku şerr sekinand û Cezaîr ser bi xwe kir ne serokkomar Charles de Gaule û hikûmet û desthilatdariya fransî bû, di serî de rewşenbîrên wek Sartre, Aragon, Béton û gelê Fransayê bû; gelê Fransî ji % 90 li dijî dagirî û herba Cezaîrê derket û ji bo Cezaîrê herikî kolanên Fransayê û li hemberî dewleta fransî derket. Li Cezaîrê referandûma serxwebûnê çêbû û gelê cezaîrî di refarandûmê de ji serxwebûnê re got êrê û Fransa û gelê wê encama referandûmê pejirand û Cezaîr serxwebûna xwe bi dest xist. Divê li Kurdistanê jî referandûmek çêbibe û gel û dewleta tirk ji encama referandûmê re hurmetkar bin.
Li Cezaîrê gelê fransî ji % 90 alîgir û piştgirê serxwebûna Cezaîrê bû, lê li Tirkiyê, gelê tirk AKP’yî, MHP’yî û CHP’yî -ku dike ji % 90’ê gelê Tirkiyê- piştgiriyê didin dagirkirin û şerrê li Kurdistanê û wek rêbaz referandûmeke kurdistanî qebûl nakin. Desthilatdara tirk ji bo marjînalîze nebe û pirraniyê winda neke û di hilbijartinan de têk neçe xwe li gel tîne û şerr didomîne. Helbet di nava gelê tirk de mirovên baş û hêja û dijberên şerrê Kurdistanê jî hene, lê ev hindik û îstîsna ne û şerr bi wan ranaweste. Gelê fransî ji % 90 li hemberî dewleta fransî derket û serxwebûna Cezaîrê parast û pejirand, lê gelê tirk dev ji serxwebûna Kurdistanê berdin “xweserî”ya kurdan jî qebûl nakin. Gelê tirk divê ne xweserî û federasyona kurdan divê bi kêmanî konfederasyona Kurdistanê qebûl bikira. Qebûl nakin û naxwazin ji ber ku gel û milletekî bêbîr û ne etîk e, ji xwe re serxwebûnê dixwazin, lê ji kurdan re xweseriya biçûçik jî pirr dibînin û wek terorîst bi nav dikin. Heta ku gelê tirk der-etîk û bê-bîr be ev şerr ranaweste. Ku meyla gelê tirk biguhere wê meyla desthilatdar û hikûmetan jî biguhere. Gel ne masûm in. Ger gel nexwazin tu herb dernakevin. Divê binhişîna gelan bê analîzkirin.
Di hunera Kurdî de ‘êş’ hêmaneke sereke ye. Lê mirov carna nizane gelo êş-firoşî tê kirin an êş-vebêjî. Çima em ‘êş’ên xwe ewqas erzan derdixin pêşberî xelkê?
Ku nanekî te zêde lê biçe jî nanê xwe bide nanpêjan bila nanekî xweş ji te re lê bixe; û êşên xwe bide êş-bêjan bila ji wan ji te re hunereke xweş bifesilîne. Hunera kurdî êşên xwe nafesilîne nadirûvîne, amorf û “loq” û bêfesal dihêle, ji ber wê jî jê nayê hezkirin. Têgeha êşa kurdan ji ber ku ne di destê mirovên behremend û bi qabiliyet de ye tê herimandin û der-estetîk dimîne. Tu kîjan tiştî têxî destên bêkêran wê biherimîne û xera bike. Di hunera kurdî de êş “xam” û “xav” in, ji bo her tiştî wiha ye, ger tu “xam” û “xav” bihêlî wê neyê ecibandin. Ger êşa te biqasî çiyayekî mezin be jî û te ew bêfesal û xav û xam hiştibe wê neyê hezkirin, lê ger êşa te biqasî derziyekê biçûk be jî û te ew baş fesilandibe û pijandibe biqasî çiyayekî wê bi heybet be.
Jiyana gelê Kurd her kaos e. Lê di hunerên dîtbarî û dîmenî de karekterên Kurd her henûn û melûl e. Ma em ê nefretên xwe kengî verişin? Çima em ewqas ji derbirîna nefretên xwe ditirsin?
Ê ku nikaribe hez bike nikare nefret jî bike. Kengî me hez kir em ê wê çaxê karibin nefret jî bikin û kengî me nefret kir em ê wê çaxê karibin hez jî bikin. Ê ku nizm be newêrek e, ê ku newêrek be ne dikare hez bike û ne jî dikare nefret bike. Hezkirin û nefretkirin ne karê zeîfan e. Ji bo hezkirin û nefretkirinê kûrahî û wêrekî divê, giyanekî bêbinî divê. Bi salan e ku serdestên me qiyamet û bobelat anîne serê me, ji dêvla ku ji bo van kirinên wan em ji wan nefret bikin û mesafeyekê bixin navbera xwe û wan em dibin heyranên wan. Em ji zimanê xwe bêtir ji zimanê wan hez dikin, em ji bajarên xwe bêtir ji bajarên wan hez dikin. Ji bo ku em bibin ji wan me dê welêdê xwe avêtiye. Hinek ji me, ji ber ku ne ji wan in ji xwe nefret dikin!
Mirov gava li hunera Kurdî temaşe dike, dixwîne fêhm dike ku “bêyî serdestê xwe nikare bifikire” ango ne dijkolonyalîst e. Dikarin bi saetan behsa dijkolonyalîzmê bikin lê di huner û têkilîyên xwe de nikare xwe jê qut bike. Li gorî te sedema vê yekê çi ye?
Sedema vê yekê durûtî û xwexapandin e. Ê ku xwedê giravî dijkolonyalîst e jî di binhişîna xwe de heyraniyeke serdestan dermale dike. Ew bêyî serdest û serdestiyê nikare dinyayeke din pêşnûma bike û li jiyaneke ji serdestê xwe serbixwe bifikire. Ruhê wî teng e fireh nekiriye; bîra wî nizm e kûr nekiriye. Serdestan ne bi tenê welatê wî, baweriya giyanê wî jî mêtiye. Heta ku mirov xwe ji kolonyalîzma ruhî-giyanî rizgar neke kolonyalîzma maddî-bûjenî ji holê ranabe. Ji bo ku mirov bi rastî jî dij-kolonyalîst be divê berê giyanê xwe, bîra xwe ji bandora kolonyalîzmê rizgar bike, ger ne wiha be wê bi tenê bi awayê devkî dij-kolonyalîst be û hew.
Serdest tu carî naxwazin ku bindest bibin kirde, hertim wek ku li objeyekê binêrin li bindestan dinêrin. Ji serdestan re bindest obje ne; objeyên ku kengî ew bixwazin wan bi kar bînin, bavêjin, biçirrînin, bişikînîn... Bindest ji serdestan re kevir in, çewal in, dar in, cam in... bê hîs û raman in, ne mirov in, hejmar in. Trajediya herî mezin ew e ku mirov ji mirovbûnê derkevin û bibin “hejmar”. Serdest wek ku nêzîkî “org”ên kirêt û rû-pîs ên fîlmê Peter Jackson ê bi navê “The Lord of the Rings-Mîrê Gustîlkan” bibin nêzîkî bindestan dibin; bindest “org” û kirêt in, bi tenê hejmar in. Her ro 15-20 “etkisizleştiridi” (hat bêbandorkirin) tê gotin, yanî ew ne mirov ne xwedî can û xeyal û evîn û hêvî û stran in, ew bi tenê hejmar in. Lê ji bo ku vê durûtiya xwe veşêrin, di medyaya xwe de kal û pîran li pişta xwe dikin û xwe dilovan nîşan didin û hemû rastiyan manîpule û bincilik dikin. Ger hûn pirr li berketiyê kurdan bin li kurdistanê referandûmekê çêkin û çi ji wê referandûmê derkeve ji wê îrade û vîndariyê re hurmetkar bin. A ku bindestan ji serdastan qut dike, Bîr e. Mirov bi xêra Bîra xwe xwe ji yên din vediqetîne û kesayet û nasnameyekê ji xwe re çêdike. Bîr tune be fikr û giyan çênabe. Bindestê ku xwedî Bîr be îro ro dîtina dîmena bindestiyê wî ji kerban dikuje.
Bindestê bêbîr nikare bêyî serdestê xwe jiyanê pêşnûma bike.
‘Felsefe ser-êşî ye’
Têkliya me bi felsefê re kêm e. Em hindik li ser felsefeyê nîqaş dikin yan jî em naxwazin serê xwe bi’êş’înin?
Têkiliya me bi felsefeyê re nîn e, ji ber ku felsefe mirovî diêşîne, felsefe ser-êşî ye. Mirovê ku nikaribe giyan û hişê xwe biêşîne azadiyê bi dest naxe, kesayet û nasnameyekê ava nake. Jixwe ji ber ku em dûrî felsefe û teoriyê ne û ramaneke me ya bi kurdî û felsefîk nîn e em bindest dimînin û bi heyranî li devê serdestê xwe dinêrin. Felsefe fikirîn e, mirov an jî milletekî ku nikaribe bifikire wê çawa azad bibe? A ku derûniya bindestiyê têk dibe û cîhaza psîkolojiya bindestiyê xera dike û mirov xelas dike fikirîn e, aqil e, ango felsefe ye.
Kurd ji ber ku dûrî mejiyekî felsefîk in bê “rêgez” in, mirovê bêrêgez xwedî jiyaneke kaotîk e. Felsefe etîk û estetîk e, mirovê bêfelsefe ji etîk û estetîkê dûr e û kesayet û bajar û jiyana wî xwaromaro û deforme ye; ba berê wî bi kû ve bike ew bi wî alî ve dihere.
Ji ber ku em ji mijarên felsefîk dûr in di mijara ontolojiyê de (hebûnnasiyê) de qels in. Em doza hebûna xwe dikin, lê nizanin hebûn çi ye.
Felsefe bawerî û giyanwerî ye, mirovekî bêbawerî, bê ruh û giyan li ser rûyê erdê çi wateya wî heye û çawa dikare azadiya ku ruh û giyanwerî ye bi dest bixe. Pirrananiya kurdên ku bi ser serdestên xwe ve movikbûyî, kirina karên felsefîk ê bi kurdî bê wate û beradayî dibînin û henekên xwe bi felsefeyê dikin. Ji ber ku ew di rêya serdestên xwe de diçin û bi ya wan dikin û ji ber ku serdest jî dizanin gava ku bindest li felsefe û ramanê xwedî derkevin wê serdestiya wan ji dest wan here heta ku ji destê wan tê di nav bindestan de felsefê û pê ve girêdayî karên ramanî dikujin û diricimînin. Ger felsefeyeke te tune be azadiyeke te jî çênabe.
Ev hevpeyvîn 2´yê Sibatê 2016 di rojnameya Yeni Ozgur Politika de derçû
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen