Samstag, 17. Juni 2017

Rewşenbîriya Kurd derbxwir û seqet e





‘Rewşenbîriya Kurd derbxwir û seqet e’

  • Nivîskar Dilawer Zeraq li ser rewşenbîrên Kurd dibêje: “Ji ber ku di jêrhişê van (kesên Tirkînûs) nivîskaran de, bêtir hewldana xwedanfamkirinê çalak bû û hêmanên kartêkker ên vê jêrhişê nedihiştin ku ew nivîskar li xwe hişyar bibe.” 

Gava mirov behsa rewşenbîrên Kurd dike, mijar bi xwe re gellek pirs jî tîne. Têgeha “Rewşebîrên Kurd” di ferhennga serdestan de cihê ye, di ferhenga bindestan cihê. Mînak; li gorî serdestan kesê/a ku “neangaje” û “*rexne” li Tevgera Azadî ya Kurd bike dibe “rewşenbîr” ango mirov dikare bêje ku kesên ku dilê serdestan xweş bike dibe delaliya dilê wan. Lê di alî din de li gor bindestan rewşenbîr ki ye? Têkiliya vî bi zimanê xwe re, bi serdestên xwe re, kartêka wî/ê di civakê de çi ye? Gellek pirs çêdibe di hişê mirov de li gel pirsan gelelk bersiv jî.
Di pêvajoya dawî de bi dijwarbûna şer ji alî Kurdan ve derûniya “hewldana xwe danfêhmkirinê” li dar e. Nexasim kesên ku Tirkînûs mirov dixwîne dibîne ku armanc “dilşewitandina” serdestên me ye, “çiqas gunehê xwe bi me bîne” nivîs ewqas bi serkeftî ye?Têkildarî vê mijare me xwest di wî warî de kesên ku serê xwe pê diêşîne re biaxivin, pirsan bikin. Dilawer Zeraq di pirtûka xwe ya dawî “Rajena Kurdî (Nivîsarên libarey ziman û wêjeyê)” de di dîrokê de “Rewşenbiriya Kurd” kî ye vê yekê tarîf dike. Me xwest li ser hin derûnî û mijarên aktuel li ser rewşenbirên Kurdî biaxivin. Nivîskar Dîlawer Zeraq bi nivîskî pirsên me bersivandin. 

Rewşnbîra/ê Kurd mirov dikare çawa tarîf bike? Wekî mînak têkiliya wê/î bi zimanê xwe re, bi çanda serdestan re, bi dewleta dagirker re, çawa ye? Tu dikarî ji me re behsa rewşenbira/ê Kurd a halî hazir bikî? 
Serê pêşîn min divê bêjim ku, bersivên min dayî û raveyên min kirî, bes ji bo xwende û bîrewerên Bakur in. Û digel vê jî, bersivên min dayî, ne rexne ne li ser rewşenbîran, bes dîtin û dahûranên min ên takekesî ne.
Vêca, heke pirs rewşenbîrên Kurd be; em dikarin bêjin, di roja îroyîn de û li gorî helûmercên jiyana Kurdan ku wek siyaseta navxweyî bi awayekî pirpartî û wek dewletî jî bi awayekî pirneteweyî dimeşe, bi awayekî aktîv û çalak ne li kar e û ne li dar e. Ji ber ku kesên xwende û bîrewer, bivê nevê, ji ber zanîn û xwendeweriya xwe, pala xwe didin ser dîtin û ramaneke siyasî û îdeolojîk. Ev aliyên wan dike ku ew bêtir pal û meyla xwe bidin ser partiya ku; an dîtin û ramanên wan di xwe de dihewîne an jî ew bi xwe xwe nêzikî dîtin û ramanên wan partiyan dibînin. Ji ber hindê jî, di qada siyasî de, heke em navê wan wek rewşenbîr bi nav bikin, belê, di roja îroyîn de, rewşenbîrên Kurd; ew kes in ku li ser dîtinên xwe ên siyasî –û neteweyî- li ser heqîqeta heyî dimînin û wek Edward Saîd gotî, rewş û derav çi dibe bila bibe her tim ji bo heqîqetê alîgir in û aîdî dem û çaxa xwe ne.   
Heke em bên ser zimanê rewşenbîriya Kurd, mixabin em ê nikaribin bêjin rewşenbîriya Kurd li ser zimanê Kurdî ye. Li Bakur, xwendewariya heyî ku di warê bîreweriyê de gihîştiye asta rewşenbîriyê, bêtir bi zimanê Tirkî li dar e. Û mixabin ku gelê Kurd ê Bakur jî bêtir çavên xwe didin ser van kesan û guh li gotinên wan didêrin. Çendî ku hejmarek xwende û bîrewer hene ku bi rikeberî dîtin û ramanên xwe ên li ser heqîqet û siyaseta Kurdan bi zimanê Kurdî dibêjin û dixwazin berbelav bikin jî, dîsan sed mixabin, hem ji ber ku hê jî di warê zimên de xwekêmdîtina Kurdan li dar e û hem jî hê jî hejmarek zêde Kurdên li Bakur bi zimanê xwe nizanin an jî pir hindik dizanin, bal û pala xwe nadin dîtinên van bîrewer an jî rewşenbîran.  

Mirov gava rewşenbîrên Kurd nexasim kesên Tirkînûs dixwîne her tim “hewldana xwe danfêhmkirinê” dibîne, sedema vê yekê çi ye?
Belê ev peyta hanê di cî de ye. Sedem dîsan zemîna psîkolojiya bindestiyê ye ku ev yek di wextekî de di devê nivîskarên Kurd ên Tirkînûs de bûbû benîştê qanikê ku digotin; “Em bi zimanê wan kirêtiyên û xerabiyên wan ji wan re dibêjin.” Ev dîtin û pêkanîn, di bingeha xwe de hilxelitînek bû. Ji ber ku di jêrhişê van nivîskaran de, bêtir hewldana xwedanfamkirinê çalak bû û hêmanên kartêkker ên vê jêrhişê nedihiştin ku ew nivîskar li xwe hişyar bibe. Niha em ji xwe bipirsin; gelo çend xwendevanên Tirk di ser pirtûk û tekstên van nivîskaran re, hay ji rewşa Kurdan bûye? Naxêr pir kêm û ne zêde. Belkî bêtirê wan dilê xwe bi Kurdan şewitandiye û di nizara dilê xwe de gotiye, ‘mala min ê Kurdan.’ 
Helbet, çêtir e ku di qada rewşenbîrî û siyasetê de, Kurd bi gelek zimanan xwe bi dinyayê bidin famkirin da ku karibin derd û arîşeyên xwe bigihînin çareseriyê. Lê belê, heke ev yek nebe rêyeke xwedanfamkirinê lê bibe rêya xwederbirana sereke, wê hingê têkiliya rewşenbîriya Kurd a bi zimanê xwe re derbê dixwe û seqet dibe.    

Gava ez hin gotaran dixwînim nexasim ên ji alî nivîskar û rojnamegerên Kurd , ez dibêm qey ne behsa Sûrê, Cizîrê, Silopiya, Nisêbînê û hwd. dike behsa “Gazzeyê” dike bi xwe jî Edward Saîd ê kevir diavêje tankên Îsraîlê ye...
Edward Saîd, du cure kevir bi kar dianîn. Yek jê peyv bû ê dî jî kevir bi xwe bû. Gava Saîd peyv diweşandin an jî kevir difirandin, her du jî diçûn û li armanca xwe dihingiviyan. Peyv di gava hingivîna xwe de dibû kevir, kevir jî di gava lêketina xwe de dibû parçeyek ji tundiyê -ne heyînek ku tundî pê tê pêkanîn- Loma jî reaksiyon ji aliyê hember dihat û digihîşt me; ji aliyê ku kevir lê ketibû. Dengê ku dihat me, zingînî, gurmînî û reqîniya tişt an jî heyîna hember bû. Tundî û şîdeta ku Saîd bi kar dianî, digihîşt armanca xwe. Loma jî, Saîd di ser vê tundiya ku pêk dianî re tu tundiyeke dîtir ava nedikir. 
Herçî rewşenbîrên Kurd e, tundiya ku ez çêl û behs dikim, li ser du armancan pêk tînin. Armanca yekem, dixwazin dengê xwe bigihînin desthilata derveyî armanca duyem jî dixwazin dengê xwe bigihînin desthilata navweyî. Ew serê pêşîn bi peyvê –ku tekane û sereke kevirê wan e- berê xwe didin desthilatên xwe ku mafên wan pêpes dike. Lê peyvên ku bi kar tînin, di valahiya hewayî de winda dibe. Dengê vê windabûnê di valahiyê de fîzîniyeke ba û bahozîn pêk tîne û wekî tundiyekê car dî li rewşenbîran vedigere. Loma jî, rewşenbîrên Kurd, tundiya ku negihaye armanca xwe, duqat hîs dikin û bi hêrs û êşa vê tundiya duqat zêde bûyî, peyvên xwe tundtir dikin û vêca diajon ser desthilata xwe navxweyî. Ji ber ku tundiya peyvên rewşenbîrên Kurd li armanca xwe nahingive, ew dikin nakin nikarin bigihîjin kevirên xwe jî.  
Her wiha, me divê em bêjin ku, rewşenbîrên Kurd, di vê yekê de neçar hatine hiştin; hem ji ber ku desthilata ku mafan pêpes dike guh li dengê zanîn û bîreweriyê jî ker kiriye hem jî rewşenbîrîya neteweya bindest, di nav gelê xwe de wek rewşenbîr nehatiye qebûlkirin. Em ji bîr nekin ku Edward Saîd, ne li Filistînê, lê li war û welatên li derveyî Filistînê gihîşt haf û pênaseya xwe a rewşenbîriyê.         

Mirov dikare ji bo rewşenbîrên Kurd bêje “li welatê xwe ye lê di hiş/hestê de xwe jê sirgûn e”?   
Serê pêşîn, dixwazim bêjim ku welatê rewşenbîr ne axa ku lê dimîne ye; welatê rewşenbîr, hiş û bîr û mêjiyê xwe ye. Lê heke em di ser wê yekê re bihizirin û bêjin, rewşenbîr wek xwende bîrewer e lê wek helwest ne bi destê xwe ye, helbet hingê em ê karibin bêjin, ew rewşenbîr ne li warekî sirgûn e, li warekî ‘newar’ e. Ez ne li ser wê fikrê me ku tu dibêjî “rewşenbîrê Kurd, li welatê xwe ye lê di hiş/hestê de xwe jê sirgûn e.” Rewşenbîriya Kurd, di nav çerxên desthilatên navxweyî û derveyî de maye. Ew dixwaze dengê xwe bigihîne. Lê ji ber ku deng di valahiya hewayî de difetise, nizane ka divê zimanekî çawan ava bike da ku karibe dengê xwe ji fetisînê xelas bike. 
Lê heke em bi taybetî ji bo ziman bêjin; em dikarin di ser gotina Heiddeger re ku dibêje, “ziman hêlîna heyînê ye” bidin rê û bêjin; digel ku ruh û can û hiş û bîr û mêjiyê hin rewşenbîrên Kurd, bi zimanê Kurdî ye û warê giyanê wan jî hêlîna Kurdî ye, ji ber ku ew bi zimanekî dî dinivîsin, li sirgûniyeke bidil û hatî tercîhkirin de dijîn.      

Li hin navçeyên Kurdistanê biryara “Xwerêveberî” hatin dayîn û li gor vê jî Tevgera Siyasî ya Kurd pozîsyoneke girt û li gor pratîzekirina “Xwêreveberiyê” tevdigere. Rewşenbîrên Kurd di vê demajoyê de rol û mîsyoneke çawa rabû, mîsyona vê şewitandina dilên “ên ne ji me” ye an “xwe” jî tevî berxwedanê kirine?

Min li jor hinek çêla vê yekê kir û got, “Rewşenbîr wek xwende bîrewer e lê wek helwest ne bi destê xwe ye.” û “Rewşenbîriya Kurd, di nav çerxên desthilatên navxweyî û derveyî de mane.” Ji ber vê yekê, rewşenbîrên Kurd; wek kesayetên ku gotinên wan bi deng e, di civaka xwe de giramgir in û pûte bi gotin û kirinê wan tên dayîn, ne xwe xwedî rolekê ne, ne jî derfeteke wan heye ku vê mîsyonê bi cî bînin. Îro roj, kes û kesayetên ku di civakê de xwedî gotin in û giramgiriya civakê bo wan heye, kesayetên polîtîk in, serkêşên siyasetê ne û rewşenbîriya Kurdan jî bi vî rengî ye ku M. Faucault wan wekî rewşenbîrên siyasî bi nav dike. Û heke, wek rewşenbîr rol û mîsyona bîrewerên Kurdan hebe, hejmarek ji wan vê yekê pêk tînin; ew di rewş û derava îroyîn de, bi civaka xwe re dimînin, hey bo gelê xwe tê dixebitin û wekî “wijdanê nerihet” dibin aîdî dem û çaxa xwe û bi vî rengî jî rol û mîsyona çêlhatî bi cî tînin. 

Ev hevpeyvîn 16´ê Çileyê di rojnameya Yeni Ozgur Politika de derçû


Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...