Samstag, 17. Juni 2017

Çîrokên nîvzana û rihseqetan

Çîrokên nîvzana û rihseqetan
  • Zanayên rasteqîn û ji xwe bawer aram e, wek xwe ye, lewma min di çîrokeke xwe de got: ´Bila xwedê tu jinekê neke tora mêrê nîv zana û rih seqet!" 


Pirtûka Suzan Samanci a bi navê " Ew jin û mêrê bi maske" ji weşanxaneya Avesta meha Çilê derçûbû. Dibe ku hinek kes fikirîbin, ew pirtûk ji Tirkî bo Kurdî hatiye wergerandin. Nexêr. Belê hinek pirtûkên Suzan Samanci ji Tirkî bo Kurdî hatibû wergerandin lê vê carê Samanci pênûsa xwe ji bo Kurdî şîxûland, bi Kurdî hizirî, bi Kurdî nivisî. Rexneyên "Tu çima Kurdî nanivîsî!" bi pirtûka xwe ya dawî bersivand. Ew helwest ji bo nivîskarên Kurd ên Tirkînûs mînak e. Hêjayî gotinê ye ku çend nivîskarên Kurd di dema dawî de bi berhemên xwe yên giranbûha tevlî wêjeya Kurdî bûn. Meriv dikare ji wan wêjekaran çend nava li vir bike rêz; Şener Ozmen, Ciwanmerd Kulek, Îlhamî Sîdar. Begûman ew biryara wan ji bo Kurdekê/î vegera mala "xwe" ye, wek bicîhanîna qanûnên xwezayê bûyereke "asayî" ye. 
Pirtûka Suzan Samanci a bi navê "Ew jin û mêrê bi maske" ji kurteçîrokan pêk tê. Cih û warê çîrokan Ewrûpa ye û lehengên wan jî Kurd in. Kurdên koçber, Kurdên mişextî û bi gotinên Suzan Samanci mirovên "nîv zana û rih seqet!". Suzan Samanci bi awayê pesndayîna "êş"ê ranahêje Kurdên koçber, ew bi rêya têkiliyên jin û mêr, jiyana Kurdên Ewrûpa dadihûrîne. Behsa wê li ser wê/wî serdestê ye ku di hundirê Kurdên bindest de heye.
Nivîskar Suzan Samanci derheqa pêvajoya nivîsandina Kurdî û çîrokên xwe de nêrînên xwe bi me re parve kir. Wek tê zanîn ew çend sale Suzan Samanci li Ewrûpa dijî û jiyan û rastiya Kurdên li Ewrûpa bi wê boneyê ji nêz ve dît, şopand. Lewre jî di çîrokên wê de mekan Ewrûpa ye.
Ji bo hin kesên Kurdînûs, ew rexne tê kirin "Bi zimanê serdest dihizire û bi Kurdî dinivîse". Muxatebên vê rexneyê piraniya caran xwe neçar his dike ku li sedem û hêncetan bigere. Ew rewş bi rengekî jî pêşiyê digire li nivîsandina Kurdî. Em ji Samanci pirsa "Pêvajoya nivîsandina wê çawa bû û gelo tirs û fikarên we li ser nivîsandina bi kurdî hebûn di destpêkê de?" dikin. Samanci wê pirsê wiha dibersivîne: "Hebûna mirov girêdayî zimanê zikmakî ye, lê çima mirov bi vî zimanî nenivîse? Perwerdebûn û zimanê entellektuelî yê mirov Tirkî be, bêhemd afirandina çîrok û romanê jî ciyê xwe digire.  Bi zimanê rojane me yê çi binivisanda û me xwe çava bigihanda? Ji afirandin û hunerê re azadî û xweza divê. Em dibêjin, ziman wek organîzma ye, ku organîzma mirov di destê dagirkeran de be û zimanê mirov bikin qefesê, zimanê biyanî mirovan dikşîne nav gola xwe, bivê nevê tu ji zimanê xwe dûr dikevî." 

'Ez ketim behra zimanê dayikê '
Samanci qala "bîr" û "birîna" xwe ya bi Kurdî dike û kewandina "bîr" û "birîna" bi Tirkî wiha vedibêje:" Di zaroktiya min de, em li Anadolê  tik û tenê bûn, em tenê li malê bi Kurdî dipeyivîn. Dawiya salên heftêyî em vegeriyan Amedê, em êdî li war û milkên xwe bûn. Cara ewil bi sergirani min kovara "Hawar" bi tewahi xwend, dû re ku piştî dawiya salên notî hinek qedexeyên li ser zimanê Kurdî rabûn. Pirtûk weşiyan û a herî girîng jî televizyona MED TV bi roleke baş rabû. 
Berpirsiyariya wêjeyê ne hêsan e. Bi du helbestan û bi çend maqaleyan mirov nabe helbestvan û nabe rojnemavan. Ji bo wê astê di tarîxa wêjeyê de bi giranî cihgirtin û nîşanekirinek pêwîst e. Êdî ez gelekî bextewar im, ez ketim behra zimanê dayika xwe. A ku herî zêde mirov bextewar dike, gênc û jinê me jî dinivîsin."

Rih û mêjiyê saxlem 
Mirov gava çîrokên Samanci dixwîne dibîne ku karekterên wê, ne nezan in. Her yek rojnameger, nivîskar û siyasetmedar e, lê têkiliya wan bi hevjînê/a wan re jî pir bi kêşe ye. Meriv dipirse "Gelo kesên ku di nava civakê de pêşeng tên dîtîn çima nikarin têkiliyeke bi aram bi rê ve bibin?" Samanci têgeha nîv zana û rih seqet wiha terîf dike: "Karakterên min bi pirranî entelektuel in, di nav pirtûkan de ne, bi qehramanên pirtûkan re diaxifin. Xeyalên nivîskar çiqas kûr û fireh be jî, di afirandina wan de, niqte û xêzên taybetiya şiklên xwe diguherînin, lê çiqas xwe bikin kirasekî din jî, di bingehê de nivîskar veşartiye.
Çi mêr û çi jin rihek û mêjiyek saxlem û ji xwe bawer be, dikare ji pirsgirêkên xwe re çareseriyeke bi  aqil û feraset bibîne. Jinên Kurd, jinên Tirk, bi tevahi jinên Rojhilata Navîn dipelçiqin! Em li dora xwe binêrin, mêrê ku binê sêlê dişewitînin li meydanan li çepikan didin ji jinên Kurd re. Di jiyana xwe ya taybet li malê de derbên  herî mezin li jinên xwe, li qizên xwe dixin û rihên xwe yên Hîtler vedişêrin. Wisa şelpeze ne ku,di malên xwe de bi hişmendiyeke kevnare û dîktatorî tevdigerin. Lê bi pirrani mêrên Rojhilata Navîn, li ber jinên biyanî  wek meymunên bê dev in, pêşgirê didin ber xwe, karê malê her tiştî dikin. Serê sibê zû kûçikên wan digerînin, li hemberi van xwe dikin şiklekî modern. Li hemberi jinên welatên xwe hest û ramanên wan ê serdestiyê û dagirkeriyê derdikeve holê. Lewma ez ji karakterên zîrek û zana hez dikim. 
Aramî; ya di rihên bê perwerde û naîf de yan jî di zanabûneke bilind de hêlinê çêdike, yên ku li navberê de û nîvçe dimînin, deriyên wanê xeribiyê li her tiştî vekirî  dimîne. Qirêjiyên xwe, kêmasiyên xwe durûtiyên xwe di hêza partî û welatparêziyê de paqij dikin. Çengek mînakên baş nabe rastiya asta civakê. Li Tirikiyê û Kurdistanê çima jin ji aliyê mêran ve tên kûştin? Tehda û tundiyên bi her awayê hê li ser jinê hene. Ger li Ewrûpa mêr ji zagonan netirsin wê li vir jî dewam bikin û ji xwe dikin jî. Jinên zana jî tundiyê dibînin û ji şermê bi lêv nakin, ku jin vê şerma xwe nede alî wê hîna pirr bigrîn. Zanayên rasteqîn û ji xwe bawer aram e, wek xwe ye, lewma min di çîrokeke xwe de got: ´Bila xwedê tu jinekê neke tora mêrê nîv zana û rih seqet!´"

Ev hevpeyvîn 13 Tîrmehê 2015 di rojnameya Yeni Ozgur Politika de derçû

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...