Samstag, 17. Juni 2017

Heza firînê û Êvara Perwaneyê

Heza firînê û Êvara Perwaneyê


  • Gava mirov “Êvara Perwaneyê” dixwîne, dibêje qey perperîk a niha wê ji nav pirtûkê derkevin û di nava jûrê de reqsê bikin. Bextiyar Elî hingî dixwaze “bifire” di romanên wî de wekî leitmotîf firîn her heye. 




Bextiyar Elî nivîskarekî mezin e, dibe ku bi peyvên “mezin” destpêkirina nivîsekê, ne xweş be lê em dilê xwe bi peyva “mezin” rehet bikin. Her ku diçe qîmeta romanên wî çi li Kurdistanê çi li derveyî welêt tê zanîn, her ku ew tên xwendin mirov bi hevoka “Heta niha çima…” şîroveyên jidil dike. Mebesta vê nivîsê romana wî ya “Êvara Perwaneyê” ye ku ji weşanxaneya Avestayê sala 2012’an çapa yekem sala 2015’an keysa li çapa duyem aniye. Besam Mustafa roman ji Soranî wergerandiye Kurmanciyê. Hêjayî gotinê ye ku romanên bi Soranî yên ku vê gavê xwendavanên Kurmancî dixwînîn, bi saya Besam Mustafa û weşanxaneya Avesta li kelepora Kurmancî hatine zêdekirin. 
Gava mirov “Êvara Perwaneyê” dixwîne, dibêje qey perperîk a niha wê ji nav pirtûkê derkevin û di nava jûrê de reqsê bikin. Bextiyar Elî hingî dixwaze “bifire” di romanên wî de wekî leitmotîf firîn her heye. Lehengên vê romanê jî wekî “Apê Cemşîd Xan” (Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir, wêşanên Avestayê, çapa yekem 2012) hey dixwazin bifirin, bibin hogirê perperîkan. Mirov herî zêde di xewnên xwe de dixwaze bifire, xewnên herî zêde mirov pê şa dibe. Sîgmund Freud ji bo firîna di xew de şîroveya “xwesteka heza seksê” dike, berovajî wî jî psîkanalîstê lîberal Alfred Adler jî dibêje “herçî di xewna xwe de difire dixwaze bibe otorîte”
Heger em vê meseleya firînê li parzûna wêjeyê bixin, nizanim kîjan boçûn wê derkeve pêş; “xwesteka heza seksê” ya “xwesteka bûyîna otorîte”. Jixwe, gava mirov van her du romanên Bextiyar Elî û romanên din dixwîne her tim di paşxana wan de “halê Kurdan yê reben” heye. Ne tenê bi dijminê xwe re şer dike, di nav xwe de jî şerekî dijwar dike, ji ber vê ye ku lehengên wan romanan ji ber wan du cûreyên şerî, dikin eleman û hey dixwazin birevin yan bifirin. Ew xwestek û heza firînê bi kêm otorîtebûna Kurdan re paralel e.
Em berê xwe bidin mijara romanê. Mirov her ku romanê dixwîne, xweziya xwe bi Soranî xwendinê tîne. Ji ber ku ne tenê bi teknîkê, bi zimanê poetîk û zîz, nivîskar carinan romanê dike dîwana helbestê. Jixwe, Bextiyar Elî bi helbestê rêya xwe bi wêjeya Kurdî dixe û dûvre xwe bi romanê digire. Mixabin dîwanên wî hê bi Kurmancî çap nebûne. 
Romana “Êvara Perwaneyê” qala êş û azara jinê dike, li welatekî ku jê xwîn diçe, eşq gunehê herî mezin e, mirin pakîya herî sade ye; li welatekî ku jinên defbidest, mêrên çekbidest ketine nêçîra aşiqan, û dijminê perperîkan in. Niştecihên wî welatî hey behsa welatên efsane dikin, dibêjin şadî û bextewarî li wê derê tê dîtin. 

“Welat hemû goristaneke mezin bû, yan gora tevlihev ya wan leşker û pêşmergeyan bû ku şer laşên wan di nav zevî û bax û cade û kolanan de dihişt, yan gora wan dildaran bû ku xencerên bira, bav û grubên olî û mezhebî yên şerperest ew serjê dikirin.”

Herçî xwe xelas dike, pêjna wî nayê, herçî mayî ji xwe re “eşqistanek“ di nav daristanan de çêdike. Ew der dibe stargeha aşiqan, Perwane jî yek ji wan aşiqan e ku xwe li vê stargehê girtiye û em bi saya xwişka wê Xendana Piçûçik bi ser çîroka wê ve dibin. Piştî çûyîna Perwane jiyana Xendana Piçûçik jî bi temamî diguhere, ji bo bişirîn li ser rûyê wê bikujin, wan dibin tobexaneyê û li wir perwerde dikin. Xendana Piçûçik ne wekî Perwane wêrek e ku xwe ji zilma jinên defbidest û mêrên çekbidest bifilitîne, jixwe bi xwe jî dibêje “ez ne weke Perwane bi cesaret bûm.”

Nesredîn bi destmalakê nav çavên xwe dimalişt û digot, “Çawa evîna bextewer nîne? Evîn bi xwe bextewerî ye.” Ciwanê hûrmûrfiroş ku çend helbestên klasîk ezber kiribûn, bandora van helbestan jî ser zimanê wê reng dabû, bersiva wî dida, “Na, Nesredînê Bêhnxweş, eşq xeyal e, eşq xeyaleke ecêb e…” 




Xwe naxe rehetiya atmosfera sîyasî
Dîdaktîzma romana Kurmancî bûye bela serê wê. Li ser vê meseleyê ew çend sal in ku minaqeşeyên bi fêde çêdibin, hêdî hêdî şêwaz, teknîk, tema û hwd. diguherin lê her ku diguherin, dixwaze bê silav li deriyê qalibên postmodern bide û ji vî deriyî ve têkeve hundir. Helbet ev tercîha nivîskêr e, lê qalibên postmodern carinan dike ku roman xav û lawaz bibe. Di romanên Bextiyar Elî de serketina herî mezin xwe naxe bela dîdaktîzm û rehetiya atmosfera sîyasî. Atmosfera siyasî hebe jî di pişt perdeyê de heta mirov zorê nede xwe nabîne. Deriyên nû bi hostetî, bi xwendavanên xwe dide vekirin û lehengên ecêb û jiyana mirovên jirêzê bi mirov dide naskirin. Romanên Bextiyar Elî ev çend sal in nexasim bi Ingilizî û Elmanî derdiçin, her romana ku derdiçe rexnegir û wêjehezên biyanî dimînin şaş ku heta niha nivîskarekî bi vî hawî jêhatî çawa nehatiye naskirin. Her ku wergerên Kurdî zêde dibin, berhemên Kurdî jî li dinyayê tên nasîn. Bi hêviya ku rojekê hemû miletên cîhanê bi romanên Kurdî û yên Bextiyar Elî tahmijkî bibin.
Ev nivîs 18'ê Nîsana 2017'an di rojnameya Yeni Özgür Politika de derçû

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...