Hevnasîna Hawar û Riya Teze
- Di nasîna Hawarê ya Riya Tezê de navekî qedirbilind derdikeve pêşberî me. Ev kes Heciyê Cindî ye. Wêjekar, fîlolog û folklornas Prof. Dr. Heciyê Cindî bi rêya nivîskarê Ermenî Prof. Dr, Harutyun Migirdiçyan rojnameyan dişîne ji Celadet re.
Di sedsala 20'an a wêjeya Kurmancî de meriv dikare qala du ekolên sereke bike. Yek ji wan Kovara Hawar û nivîskarên wê, ya din jî Riya Teze û nivîskarên wê ne. Her duyan jî bêyî haya wan ji hev hebe, dest bi karê weşangerî û wêjekariyê kirin. Ji bo nivîskarên ciwan ên vê demê her du weşan jî dibû rawestgeha yekemîn. Cihê xwe îsbatkirin û kemilandina nivîskariyê bû. Jixwe gelek kesên ku rêya xwe bi wan her du weşanan xistin, di wêjeya Kurmancî de bûn pêşengên şêwaza modernîzmê.
Gelo meriv dikare ji wan her du ekolan yekê wekî 'navend' a din jî wekî 'cihî' bi nav bike? Gava ku em dêhna xwe didin analîz û lêkolînên li ser wêjeya Kurmancî, meyla bicîhkirina Hawarê li navendê zêdetir e. Hin rexneyên li ekola Riya Teze yên wekî nivîsandina bi zimanekî devokî, bandora îdeolojîk û qelsiya hûnandina mijarê û hwd, di hişê mirovan de bicîhkirina 'cihîbûnê' xurt dikin. Her wiha rengdêra 'sazûmankarî' ji bo çîrok, helbesta modern jî - her çiqas hin gengeşî dewam bikin jî - di derbarê vê mijarê de li ekola Hawar tê îstînad kirin û îmajeke 'navendî' ji bo Hawarê tê qewîkirin.
Mijara vê nivîsê ne rûberîhevkirina her du ekolan e, hevnasîna her du weşanan e. Ji ber ku Riya Tezê weşana fermî ya Partiya Komunîst a Ermenistanê bû, ne pêkan e ku li wir behsa Hawarê bike. Lê di Hawarê de di hejmara 8'an de (12 Îlona 1932'yan derçûye) cara ewil behsa Riya Tezê û weşanên din ên çapbûyî tê kirin.
Celadet Bedirxan, bi navê Herekol Azîzan der barê Rojnamê Riya Teze de agahiyan dide. Ji nivîsên wî xuya dibe ku hê nû haya wî ji rojnameyê çêbûye û dixwaze bi wê nivîsê Riya Teze silav bike. Celadet wiha dinivîse:
"REYA TEZE Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve. Li gora ko Rêya Teze rûjnameke deh rûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye. Em ji hevalê xwe re rêyeke xweş û dawîyeke geş hêvî dikin. Divêt ko her gav me hay ji hev hebit û gerek e ko em hevdu ser xebata hev serwext bikin."
Nivîsa xwe bi helbesteke zarokan a ji pirtûkê jê re hatî şandin, bi dawî dike.
Bivênevê, di serê mirov de pirsa gelo Celadet çawa ji hebûna Riya Teze agahdar bûye, peyde dibe. Jixwe Celadet Bedirxan di kovarê de tiştên ku bi Kurdan re têkildar ên ku ji weşanên cihêreng ên biyanî derçûyî, radigihand xwendevanên xwe. Wekî mînak di hejmara 19'an a Hawarê de Celadet behsa kovara Zerdeştên Hindistanê dike û ji kovarê, gotareke Îngilîzî werdigire û van agahiyên li jêr dide:
"Birayên me ên zerdeştî, li Hindistanê, di Bombayê de kovarakê bi navê (Iran lig) bi zimanên îngîlîzî û farisî derdixînin. Kovara Zerdeştiyan di hejmareqe xwe de qala serxwerabûna miletê kurdan kiriye û di heqê me de çend pirsên biheq û dilovan nivîsandine. Herwekî me ew bendika ha jor ve û weke xwe guhastiye stûnên xwe jêr ve ji werdigerînin zarê xwe."
'Radyo Qefqasê'
Celadet li kû derê, dengê Kurdî û Kurdewarî were, tavil xeber û mîzginiya wê digihîne xwendavanên xwe. Çi radyo be û çi rojname be, çi kovar be, guhên wî pel bûn û çavên wî bel. Di hejmara 27'an de Celadet behsa radyoyên bi Kurdî dike. Di serenava 'Di Radyowê De Weşinekên Kurdî' de 'Radyoya Rohelat', a ku li Beyrûtê weşan dikir û 'Radyoya Bexda'yê dide nasîn û agahiyan dide der heqa wan de û piştre behsa 'Radyoya Rewan'ê dike lê li ser Radyoyê ne serwext e, tenê bihîstiye bi Kurdî jî weşanê dike. Ji ber vê yekê, ji bo wê dibêje, 'Radyoke Qefqasê' bang li Kurdan dike û wiha dinivîse:
”Me çend caran ji stasyoneke Qefqasê stranine kurdmancî bihîstine. Lê heta niho me nizanî ew kîjan stasyon e, kengê û li ser kîjan pêlan diweşîne. Me gumana Rawanê kiriye. Me hêvî ji xwendevanên xwe heye heke pê dizanin bila ji me re bidin zanîn da ko em pronivîsa wê stasyonê jî di Hawarê de belav bikin.”
Nasîna Riya Tezê
Lê di nasîna wê ya Riya Tezê de navekî qedirbilind derdikeve pêşberî me. Ev kes Heciyê Cindî ye. Wêjekar, fîlolog û folklornas Prof. Dr. Heciyê Cindî bi rêya nivîskarê Ermenî Prof. Dr, Harutyun Migirdiçyan rojnameyan dişîne ji Celadet re. Îhtîmaleke mezin Heciyê Cindî bi riya endamên Federasyona Şoreşger a Ermenistanê (Taşnak) yên li Sûriyeyê, ji hebûna Hawarê serwext dibe û têkiliyê bi Celadet re datîne.
Keça Heciyê Cindî û hevjîna Ferikê Ûsiv, Firîda Hecî Cewarî di pirtûka xwe ya bi navê "Bîranînên min" de ji devê Harutyun Migirdiçyan wiha qala serhatiya şandina nameyan dike:
"Hecî minra go: 'Dixwazim pirtûkên dersa û çend rojnamên Rya teze bişînim Sûryayê, Bedirxanra. Min jî ji karkirê (navê wî vê demê nayê bîra min) Partiya komûnîstiyê pirsî, kanê em dikarin pirtûk û rojnama wanara bişînin? Ewî go: "Ezê sibê bersîva te bidim". Hilbet, ewî jî ji mezinê xwe pirs kiribû, û piştî du roja ewî gazî min kir, go: "Hevalê Mikirtçyan, hun gere xwexwe wan pirtûk û rojnama bişînin. Bişînin, bera bizanbin, wekî li Ermenîstanê çi to mecal hatine saz kirinê bona pêşdaçûyîna çanda kurda. . .'
De, piştira, Hecî pirtûkên dersa, çend hejmarên rojnamê anîn mala niviskara, adiresek jî da min û min jî ser wê adirêsê şand, adirês jî bir da wî hevalî.
Ev bûye rastî! Dadêda min derheqa vê yekêda got û dubare zêde kir: Bi destûra dîwanê min bi xwe bi riya postê pirtûk û rojname şandine Sûryayê."
Piştî çend salan pê dihise
Firîda Hecî Cewarî piştî çend salan, bi saya gotara Temûrê Xelîl pê dihise ku nameyên Heciyê Cindî gihane ber destê Celadet Bedirxan. Her wiha di heman pirtûkê de behs dike ka çima bavê wî tê girtin û çima haya wan ji naveroka nameyên Celadet Bedirxan tuneye û name çawa tên şewitandin:
"Min zanibû, wekî roja girtina bavê me -18 adara sala 1938-a, wexta polîs bona dîtina îzbatan navmala me serobinî kiribûn tenê hejmareke kovara Hewarê ya 24-a dîtibûn, lê hijmarên din, ku diya min nava sova dîwêrda, bin êzingada weşartibûn, wana neditibû (Her sal 15-e meha adarê mala bavê min îda sove vênedixistin û darê ku ber diman dildrine nava wê sovê. Girtina bavê min jî pey 15-e adarê bû). Belê, çend nemên Celadêt Bedirxan, çend kovarê Hewarê û usa jî çend nemên din mala ineda hersal usa dihatine weşartinê. Lê wexta ev pêla duda destpê bû, gava merivê amûtam dîsa digirtin, sirgûn dikirin, rihetiya bavê min tunebû. Destê wî nediçû wan tişta bavêje, bişewitîne, dayîka me jî newêrbû hêrsa bavê me rake."
Her wiha nivîskar Eskerê Boyîk jî di pirtûka xwe ya bi navê 'Nûra Elegezê- Çend dîdem ji edebiyata Kurdên Ermenistanê' de behsa sedema girtina Heciyê Cindî dike (di pirtûka xwe de girtina Heciyê Cindî berevajî Firîda Hecî Cewarî ne weke 18'ê Adara 1938'an lê belê ya 1937'an diyar dike) û dibêje ku yek ji sedemên girtina wî nameyên wî ne ku ji Celadet re şandine. Nivîskar li wir behs dike ku Heciyê Cindî ne tenê ji ber şandina nameyan hatiye girtin û wî ji bahoza Stalînîzmê para xwe girtiye û bûye hedef.
Li gor salixên keça Heciyê Cindî, Firîda Hecî Cewarî, meriv têdigihije ku Heciyê Cindî bixwe jî nizanîbû ka nameyên wî gihiştine Celadet yan na. Jixwe çend salan piştî şandina nameyan, Heciyê Cindî tê girtin û bi xebatên dij-şoreşgerî û casûstiyê tê tawanbarkirin. Salekê di hepsê de dimîne û di pirtûka Firîda Hecî Cewarî ya "Heciyê Cindî-Jiyan û Kar" de hestên wî piştî derketina hepsê wiha raberî me dike:
"Rast salekê şûnda Hecî vegerîya malê. Ewî roja girtin-berdana xwe, roja 18 adarê, kivş kir çawa roja bûyîna xwe."
Ev nivîs 10´ê Tebaxê 2016 di PolitikARTê de derçû
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen