Samstag, 17. Juni 2017

Tonguç Ok: Herkes dikare fêrî Kurdî bibe

Herkes dikare fêrî Kurdî bibe 

  • Girtiyê siyasî Ok: Ergatîvî ji bo şagirtan metelhişt be jî bi dîtîna min tiştekî ewqas dijwar nîn e. Bi semaxkirin û şixûlînê mirov dikare ji heqê wê dekeve. 

Tonguç Ok şoreşgerekî Tirk e û bi ser gotina hevalekî xwe yê PKK´yî xwe fêrî Kurdî dike.


Tonguç Ok ev 18 sal in ku girtiyekî siyasî ye û li girtîgehê dest bi wergêriyê kiriye. Beriya ku bikeve girtîgehê fêrî Ingilîzî bûbû her wiha di girtîhê de fêrî sê zimanên nû dibe. Pêşî Spanî pey re Îtalî û herî dawî jî fêrî Kurdî dibe. Girtîgeh ji bo wî dibe zanîngeh. Tonguç Ok heta niha sê pirtûk wergerandine Kurdî. Ew sê pirtûk "Manîfestoya Partiya Komunîst (Karl Marx- Friedrich Engels), Marksîzm û Pirsgrêkên Zimanzaniyê (J.V. Stalîn), Divê Çi Bê Kirin (V.I. Lenîn) in. Ok şoreşgerekî Tirk e û bi ser gotina hevalekî xwe yê PKK´yî xwe fêrî Kurdî dike.
Kurd ji ber ku bindest in, li xwe bi berçavkên serdestan dinihêrin. Nikarin bi awayekî zanistî li zimanê xwe binihêrin ji ber ku bi zimanê serdest hînî zanyarî û zanistiyê bûne. Derûnî û hişmendiya bindestiyê çavê giyana Kurdî kor, zimanê wî lal kiriye. Gava bixwaze biqîre jî divê bi zimanê serdest biqîre, bêhna xwe berde. Mirov dikare di warê hişmendî û pergal a polîtîk de qala dekolonyalîzma Kurdistanê bike. Lê di warê giyan û çandê de hê jihevderxistineke Kurdî û Kurdewar pêk nehatiye. Lêwre têkiliya mirovên Kurd bi Kurdî re têkiliyekî "bêmirêz" e. Ji bo ku giyan û hiş bi Kurdî be, divê "Kurdê bêmirêz" di derhişê xwe de bi qasî serdestê xwe "bedew" be. Hinek Kurd ên kurdîneaxêv ji bo fêrnebûna Kurdî gelek sedeman derdixin pêş. Lê ew sedem ji holê rabin jî ew kes nikarin fêrî Kurdî bibin. Ji ber ku her tim bi cîhaza bindestiyê li Kurdî binihêrin, bi salan li hepsê, li çiyê û di nav gel de jî bimînin rola Kurdî di jiyana wî/ê de naguhere. Lê mînaka Tonguç Ok derdixe pêş ku gava mirov bi tenê bi awayekî zanistî jî li Kurdî binêhêre dikare bi rehetî fêrî Kurdî bibe. Ne hewcê ye ku mirov mijarê polîtîze bike û jixwe carinan Kurdî ji ber sedemên polîtîk li paş dimîne.  Mirov çawa zimanên din hîn dibe dikare Kurdî jî bi wî hawî di her astê de hîn bibe. Hînbûna Kurdî di mînaka Tonguç Ok de dixuye ku ne diyardeyeke "awarte" ye, berovajî "asayî" ye. Gava Kurdî wek zimanên din (derveyî nîqaşên polîtîk û rojane) bi awayekî zanistî tenê "ziman" were dîtîn û hesibandin wê çaxê fêrbûna Kurdî wê hêsan be.
Me pirsên xwe bi rêya nameyan ji Tonguç Ok re rê kirin, wî jî bi dilgermî pêşniyaza hevpeyvîna me qebûl kir û bersiva pirsên me da. 

Tonguç Ok kî ye? Wergêr, şoreşger, şagirt an jî gerokekî zimanan e, kijan ji wan e/in?
Bi rastî ne hesan e ku mirov xwe bide nasîn. Sala 1974'an li gundekî Avşaran ê bi navê Payasli ku ser bi navçeya Pinarbaşiya bajarê Kayseriyê ye ji dayîk bûme. Min dibistana seratayî li Kayseriyê xwend. Ji Lîseya Anadoluyê ya Bursayê mezûn bûm. Sala 1993'an ketim Zanîngeha Marmarayê, beşa zimanê Ingilîzî. Lê piştî du salan ji ber ku polês li min digeriyan ez ji zanîngehê veqetiyam. Di serê sala 1997'an de hatim girtin. Ji wê demê ve girtî me. Ji ber ku cezayê girtîgehê yê mûebbeta girankirî dane min, ev şeş sal in di çaviyeke Girtîgeha Kandirayê (F-2) de bi tena serê xwe me.
Dawiya şagirtiyê nayê. Rast e, ez şagirtê jiyanê me. Belê, ez fêrî çend zimanan bûme û heta niha min nêzî bîst pirtûk wergerandine. Digel vê yekê ez xwe wek wergêr nahesibînim. Ji fêrbûna zimanan hez dikim û heta ku ji destê min were li deryaya zimanan çeplan diavêjim. Ez şoreşger û komûnîst im; ya rast hewl didim bibim şoreşger û komûnîst.

Bi qasî em dizanin cenabê te li girtîgehê fêrî sê zimanên nû bûye. Ji bo te ezmûneke çawa bû di girtîgehê de fêrbûna zimanan?
Ji hêla fêrbûna zimanan ve avantajên girtîbûyînê hene, dezavantajên wê jî. Bi qasî ku têr bike wextê mirov heye. Ku tu vî wextî baş bi kar bînî, girtîgeh ji te re dibe dibistan. Lê ji hêla din ve, da ku mirov zimanê xwe bi pêş ve bibe divê zimanê ku fêr dibe di jiyana xwe de bi kar bîne. Ji ber ku ez ji vê derfetê bêpar im, min hewl da vê kêmasiya xwe bi xwendina rojname, kovar û pirtûkan; bi nivîsandina nameyan û bi guhdarîkirina weşanên radyoyên biyanî temam bikim. Dikarim bibêjim ku vê kêferata min encam dayê.

Cenabê te di nava îzolasyoneke dijwar de dijî. Tu dikarî ji me re hinekî qala pêvajoya hînbûna Kurdî bikî?
Ku ne şaş bim, sala 2006'an bû. Cîranên me yên çaviyê, hevalên PKK'yî bûn. Ji ber tecrîdê me nedikarî hevûdu bibînin, êvaran di dema woltayê de me dengê xwe di ser dîwaran re digihand hev û bi vî awayî qise dikir. Rojekê hevalê min ê hêja Nedîm Yilmaz ji min pirsî: " Hevalê Tonguç, tu bi Îngîlîzî dizanî, fêrî Spanî û Îtalî jî bûyî. Ma qet zimanê birayên xwe yên Kurd meraq nakî?" Pirsa wî bandoreke mezin li ser min kir. Min bi tenê karî bibêjim : "Çawa meraq nakim? Ma te pirtûk şandiye ku ez fêrî Kurmancî bibim." Sibehê wî pirtûkeke kevin û zerbûyî ya bi navê " Dersên Zimanê Kurdî" di ser dîwêr re ji min re avêt. Çîroka min a fêrbûna Kurmancî wiha dest pê kir. Di demek kin de ji hêla xwendin û nivîsandinê, min gellek rê kudandibû. Lê min dixwest bi Kurmancî biaxivim û bi hevalên xwe yên Kurd re bi zimanê wan ê zikmakî qise bikim. Bi vê mebestê em bi hevalên ji doza PKK'ê yên li girtîgehê re derketin sohbeta navxweyî. Ev ji bo min derfeteke bêhempa bû. Bi saya van sohbetan min ji hêla axaftinê ve jî Kurmanciya xwe bi pêş ve bir.

Çavkaniyên ku te ji bo fêrbûna Kurdî sûd ji wan wergirt di warê zanistî û çawanî de berhemên çawan in? Bi çavekî wergêr û şagirt dîtîna te çi ye ji bo wan berheman?
Dema mirov van çavkaniyan dinirxîne, divê şert û mercan jî li ber çavan bigire. Her kes weşanên Oxfordê diecibîne, lê divê neyê jibîrkirin ku Oxford saziyek 500 salî ye.
Bêguman hinek kêmasiyên çavkaniyên ku min ji bo fêrbûna Kurdî sûd jê wergirt hene. Lê bêyî van çavkaniyan min nedikarî fêrî Kurmancî bûma û klasîkên Marsîzmê wergerandana. 
Pirtûkên rêzimanî yên Samî Tan, ferhenga Zana Farqînî, weşanên Enstituya Kurdî bi rastî berhemên hêja ne. Zimanzanên Kurd xwe bixwe gihandine û digel hemû bêderfetî û astengiyan berhemên baş pêşkeşî me kirine. Bi rastî ew jî serkeftinek mezin e û bixwe hêjayî teqdîrê ye. Da ku berhemên bêkemasî bêne afirandin zanîngeh. akademî û derfetên dewletê divên.


Di rêzimana Kurdî de du mijarên dijwar û girîng hene; ergatîvî û tewang. Di fêrbûna Kurdî û wergêrî de ew her du mijarên sereke ji bo te zehmetî derxistin? 
Di serî de bi rastî ez heyîrî mam. Min rê û rêbaza fêrbûna zimên dizanî, lê belê qet li benda tiştekî bi vî rengî (ergatîvî) nebûm. Ez piçekî tengav bûbim jî, bi demê re ez hînî vê yekê bûm. Hevalekî min heye, wî jî bi min re dest bi fêrbûna Kurmancî kiribû. Lê belê wî kir û nekir, ergatîvî bi serê wî neket. Ji ber vê dev jê berda. Ergatîvî ji bo şagirtan metelhişt be jî bi dîtîna min tiştekî ewqas dijwar nîn e. Bi semaxkirin û şixûlînê mirov dikare ji heqê wê dekeve.

Berhemên ku cenabê te wergerandine Kurdî berhemên Marksîstî û zanîstî ne. Gelo karê wergêrên Kurdî li gor zimanên din hinek zehmettir dike?
Bi ya min, na. Wergerandina bo Tirkî çiqasî zehmet e, wergerandina bo Kurdî jî ewqasî zehmet e. Ne zêde ye ne jî kêm. Hebanoka peyvan a zimanê Kurdî gelekî dewlemed e. Zimanê Îngîlîzî, bo mînak , hebanoka xwe ya peyvan ji sedî heftê/heştê ji latînî girtiye. Lê belê îro hemû zanyarên cîhanê yên xwedî gotin gotarên xwe ne bi Latînî, bi Îngilîzî dinivîsin. Wek tê zanîn, sedema vê ne dewlemendiya zimanê Ingilîzî ye, dewlemendî û serdestiya emperyalîzma Anglo-Saksonan e.
Kurdî zimanekî gelekî dewlemend û qedîm e. Bingeha wê xurt e. Lê belê ji ber sedemên ku tên zanîn, bi qasî zimanên din neşixulandî ye. Divê mirov xizanî û neşixulandîbûnê tevlî hev neke. Ez dikarim bi dilekî rihet bibêjim ku hemû berhemên zanistî yên lîteratura cîhanê dikarin bo Kurdî werin wergerandin.

Niha tu li ser çi dixebitî, çi mar di destê te de hene?
Vê gavê ez serê xwe bi pirranî bi lîteratûra Spanyolî diêşînim. Dibe ku di demên pêş de berhemek ji lîteratûra Spanî wergerînim Kurdî. Niha qîma xwe bi xwendin û lêkolînê tînîm.

Ev hevpeyvîn 7´ê Îlonê 2015 di rojnameya Yeni Ozgur Poltika de derçû

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...