Montag, 26. August 2019

Awirek li romana ‘Ev Rê Naçe Bihuştê’




Romana Yildiz Çakar "Ev Rê Naçe Bihuştê" îsal ji alî weşanxaneya Lîsê ve hate çapkirin. Vebêjera romanê Şemsîxan e, û bi xwe saxfilitiyek e ji trajediyeke mezin. Ew trajedî digel ku navê Êzîdî û Şengalê di nav romanê de tinebin jî, em bi peyvên wekî 'zarokên Rojê, Qewlbêj, Teyrê Tawis', 'reşahî, kujerê destbişûr' têderdixin ku behsa Şengalê û zilma DAIŞ’ê tê kirin. Şemsîxan dikeve destê 'reşahiyan' û dibe êsîra wan. Şemsîxan tenê qala êsîrtiya xwe nake di ber re jî qala rojên beriya êsîrtiya xwe dike ku tê de bibîranînên wê yên xweş jî hene. Zemanê qewimîna rûdanên di romanê de lînear (li ser xeteke rast a ber bi pêş ve) e, bes vegotina wan fena zîkzakê ye, ango di nav çîrokê de vebêjer, geh rûdanê dibe paş geh tîne pêş.
Ez ê di vê nivîsê de dêhna xwe bidim ser zeman û şiklê vegotina romanê ku bi ya min qisûr û nuqteyên nelihevkirî dihewine. Perspektîva vegotinê 'ez' e ango bi fokusa Şemsîxanê em pê dihesin bê ka çi diqewime. Lê çawa di romanê de 'ez' bi du forman derdive pêşberî me; 

Ez-a vedibêje: Ez a ku ji me re meselê dibêje, qala qewimînan dike. Bi zimanê medyayê em bêjin, weşana zindî ye.
Ez-a vegotî: Ew ez e ku di nav rûdanan de ye, tiştên qala wan dike tevde qewimîne û ew bi xwe jî şahida wan e. Dîsa em bi zimanê medyayê bêjin, weşana ji arşîvê ye.

Her wiha ew her du 'ez'-an jî xwedan du zemanên cuda ne.

Zemanê vedibêje: Ew zeman e ku romanê vedibêje, hê neqediyaye û diqewime.
Zemanê vegotî: Ew zeman e ku qewimiye û qediyaye, 'ez' êdî dibe 'min', û ji vî zemanî bihuriye û çûye dipeyive, hereket dike û hwd.

Hevdûnegirtina zeman û ez-an
Nabe ku vebêjer her du zemanan têvlî hev bike û serî li xwendevanên xwe gêj bike. Ger bi qest bixwaze serî lê gêj bike jî, gerek ji heq derkeve, mirov bizane ku derdê wê 'serî lê gêj kirin' e, sermeselê, teknîka herikîna hiş, vê mecalê dide vebêjer ku zeman ji dewrê derxe û di hizir de vî li bin guhê hev bixe. Lê di vê romanê de bi ya min, li hin ciyan şaştî, qisûr û nelihevkirina zeman û ez-an hene. Ez ê bi çend mînakan ji romanê mebesta ji qisûr û nelihevkirinan zelaltir bikim;

"Dawîya her şevê heye helbet. Dema palikê çavên min hêdî hêdî vebû, tîrêjeke bi rehm xwe bera nava çavên min da û nema zanim bê çawa şeva tarî bi dawî bû. Tu tiştek nayê bîra min. Naxwazim were bîra min jî. Serê min pir giran bûye." (Rûpel 58)

Her du hevokên destpêkê eydê ez-a vegotî û zemanê vegotî ne. Hingî "palikê çavên" wê hêdî hêdî vebûye, yanî her tişt qewimiye. Hevoka sêyemîn jî bileksê her du hevokên pêşî eydê ez-a vedibêje û zemanê vedibêje ye ji ber di vê kêliyê de yanî di kêliya vegotinê de tiştek nayê bîra wê û jixwe, naxwaze bîne bîra xwe jî. Ji ber formên her du ez û zemanan hene, mirov hebekî dilikume, bes bi hevoka dawî bi vebêjer re serê xwendevan jî giran dibe, ji ber ku nizane bê di kîjan zemanî de serê wê giran bûye. Jixwe, hingî her du formên ez û zemanan ketiye nav hev, di nav hevokekê de jî ew tevlîhevî xuya dike; "tîrêjeke bi rehm xwe bera nava çavên min da û nema zanim bê çawa şeva tarî bi dawî bû" Ji bo duristî û berbiheviya hevokê gerek "min nema dizanî" bûya, bi min ew ne şaştiyeke bêhemd e, bileks qisûr û nelihevkirina ez û zemanan xwe di tevlîheviya formên zemanan de daye der.

Heta carinan welê dibe ku vebêjer xwe ji bîr dike;

"Tu deng jê nedihat. Sîyek bû û dabû dû min. Hîn jî di quncikê de sekinîbû û li min dinihêrî." (R.70)

Ez- a vedibêje ji me re qala çîroka qewimî dike, lê di wir de ez-a vegotî ji zemanekî bihûrî dibêje "hîn jî", jixwe, di warê gramerê de jî hevokeke jihevdeketî ye; "Hîn jî di quncikê de sekinîbû", 'hîn' hokereke Kurdî ye û gava yekser bi lêkerê re pêwendiya wê hebe, îşaret bi tiştekî pêk tê an pêknehatî dike lê belê lêkera wê hevoka navbirî "sekinibû" ye ango pêkhatî ye.   

Kî dipeyive?
Ma carna xwe ji bîr dike û hew! Bi hevokên ku em pê nizanin bê ka ji kîjan ez û zemanê dipeyive, şîroveyên felsefîk dike;

"Dîroka azadiyê di navbera du dinyayan de maye; çiqas rûyê jinê li dinyaya ronî be jî, mêran, lingekî wê bi dinyaya tarî ve zincîr kirine." (Rûpel- 49)

Şemsîxan di rojên êsîrî de çav bi Biro dikeve ku lawê mala Şerîfo ye. Paşê hizra wê dihere ser kêliyên bi wan re bihurîne; "Ji bêçaretiyê dîsa min çavê xwe kir qelîştokê. Rêyeke dûdirêj xuya dikir. Ew qas dûdirêj bû ku, çû çû heta ber derîyê mala xalê Şerîfo". (R. 136)

Paşê li xwe divarqile, lê ne li cih û zemanê rast;

"Ew çi tofan bû niha van bîranîna hemû yeko yeko ji hişê min dikeve li vê qedera reş û parçe parçe dibe. Niha Xidirê mala Şerîfo di nava reşahîyên ku ji xwe re dibêjin em ‘’leşkerên xwedê ne’’ de wekî wan tilîya xwe radike hewayê û tekbîrê tîne." (Rûpel 137-138)

Kengî û li ku wiha dihizire? Gerek di zemanê vedibêje de wiha bigota, ji ber êsîrbûna wê qewimî û çûye ne mimkun e ji vir ji me re bîranînên xwe neqil bike.

Derdikeve derveyî hikmê xwe
Mînakên lihevnekirin û qisûrên vegotin û zemanê dikarim zêde bikim lê ez dibêm qey ewqas bes in. Carna jî ez-a Şemsîxan di vegotinê de derdikeve derveyî hikmê xwe yanî tiştên nikare bibîne jî dibîne.

"Derîyekî biçûk xuya bû. Dêya min destê min ber bi deriyê biçûk ve kaş kir û got: ‘’Zû ke, derî veke, têkeve hundir û dernekeve!’’ Laşê min ji tirsan dicirifî. Zûzûka min xwe avêt pişt lastîkên reş û derîyê biçûk bi ser xwe de girt" (Rûpel 75)

Derî di ser xwe de girtiye lê dîsa jî Şemsîxan tiştên li pişt derî dibîne;

"Hîn berî dayê Xasê bi lastîkan pêşîya dêrîyê biçûk bigire, Çinê, Alê, Zîzê, Nofa û Perwîna biçûk, bi hewar hewar xwe avêtin hewşê. Min ji dengê wan ew nas kir. Dayika min, bi hatina wan re bêtir şaş û şerpeze bû, lewma nizanîbû ka çi bike, hema derîyê biçûk vekir, yeko yeko şand cem min û bi dengekî nizm em temî kirin: ‘’Dengê xwe nekin! Çi dibe bila bibe, lê ji vir dernekevin. Çi jî bibe haa!" (Rûpel 75)

Jixwe, Şemsîxan bi xwe jî dibêje, "Min ji dengê wan ew nas kir" lê belê rexmî ku li pişt derî ye, dikare "şaş û şerpeze bû"na diya xwe bibîne.
Piştre em pêdihesin ku dikare hewşê û meydana gund jî bibîne. "Derîyê biçûk ê darînî me bi ser xwe de girt. Di qelîştokên derî re me hewş didît û di qelîştokên pirîketan re jî meydana gund" (Rûpel 75) Ha ji wê "qelîştokên pirîketan" heta dikare detaya "girêz ji devê wan dihat" jî bibîne!

Çima Kurd çima ne Êzîdî?
Wekî me di destpêkê de jî got, nivîskar qet navê Êzîdî û Şengalê hilnade, lê sermeselê navê Mûsilê heye, "Mûsil; çarşiya xanîmetan" (R. 109) Mirov dikare bêje, tercîha nivîskar e, bes li dewsa Êzîdî bikaranîna Kurd bi serê min neket.

"Ax Şemsîxan! Ev ferman e, fermana me kurdan e, li hember xwedayê me hemû xerab rabûne xwîna me kirine şerbet qurtequrta wan e. Ev fermana heftê û çaran e.’’ (R. 153)

Nizanim, min heta niha hîç nebihistiye û nexwendiye li dewsa fermana Êzîdiyan kesî gotibe fermana Kurdan. Ji bo romanê ger rûdaneke ji jiyana rastîn û fermaneke her kes pê dizane hatibe tercîhkirin, nexwe divê peyv û diyalogên romanê jî bi qasî rûdanê rast bin.

Gerek nivîskar ewqas comerd nebe
Her wiha di romanê de şaşitiyên herfan pir hebûn, çend mînak ji wan şaşitiyan;
"giren mezin, giren biçûk" (Rûpel 18),  "Kelaşo" (R. 21), "mêwan" (R.136)

Ji xeynî şaşitiyên herfan hin şaşitiyên beloq jî -dibe ku tercîh jî bin- hebûn, hin ji wan:
"Her kesî berê xwe dan goristanê." (Rûpel 19)
A rast: Her kesî berê xwe da goristanê

"Şirmaqek di bin guhê Perwîn de lê xist" (R. 48)
A rast: Şirmaqek li bin guhê Perwînê xist

"ku ka" (R 133,152,167)
A rast: Ger ka hebe ne hewcêyî ku’yê ye.

"Ew gotina dayê Xasê pir zora Zîzê biribû" (R. 137)
A rast: Ew gotina dayê Xasê pir çûbû zora Zîzê

"tilîlî bikişîne" (R. 186)
A rast: bililîne

Ji xeynî wan, tenê di rûpela 66’an de 5 caran gotiye "dayika min digot", bi ya min gerek nivîskar di bikaranîna peyvan de ewqas comerd nebe.


Ev nivîs 26'ê Tebaxa 2019´an di rojnameya Yeni Ozgur Politika de derçû




Donnerstag, 8. August 2019

Du xeber; yek a şabûnê yek a hiznê



'Ulmdarê cahil’ û profêsor Maksîmê Xemo

Rojnameya R’ya Teze ji bo Kurdan de di gelek biwaran de girîng e. Berî her tîştî arşîveke bêhempa ye. Helbet divê em bi bîr bixin ku R’ya Teze bi Kurdî bû bes ne a Kurdan bû. Digel ku niha ji alî Kurdan ve tê birêbirin jî heta hilweşîna Sovêtê organeke îdeolojîk a dewletê bû. Jixwe li serê bi herfên gir dinivîsand: 'Organa Kommerk’ezîya PKE. Sovêta Tewreblind û Sovêta Mînîstrêd R’SS Ermenîstanê' û slogana wê jî 'Prolêtarêd hemû welata, yekbin!' bû. Herçiqas xebatkarên wê kurdewar û eşqê Kurdistanê bûn jî, nikarîbûn bi dilê xwe behsa eşq û meyla xwe neteweperwerî bikin. Karê kolxoz, sovxoz û silemetiya sovêtan ji bo dewletê ji Kurdîtî û Kurdistanê girîngtir bû. Loma jî wêje û ilm ji wan re bû rêkeke maqul û xweîfadekirinê, derheqa Kurd û Kurdistanê de.  

'Em ulmdarê cahilr’a açîxîya dixwezin'
Piranî nifşê duduyê yê nivîskar û ilmdarên Kurd salên 60’î dest bi nivîsandin û xebata xwe ya ilmî kirine. Van salan jî R’ya Teze car car behsa cahilên bimarîfet kiriye. Carna ilmdar, carna şayir carna jî sazbendê cahil bûye mêvanên R’ya Teze.
Li wir ezê behsa du xeberan bikim ku her du jî di R’ya Teze de derçûne. A yekê bi qewlê zimanê R’ya Teze, 11ê Dêkabrê (Kanûn) sala 1966’a neşir bûye. Bi sernivîsa 'Ulmdarê cahil' behsa Maksîmê Xemo yî 32 salî dike. Ev nivîsara xweş ku şabûna Kurdan dide kifşê wisa ye:
''Neh’îya Aparanê, ort’a ç’yada gundekî k’urdayî bedew heye. Avayêd wîye k’awe-k’ubar binet’ara t’epeê Cag’a şaxvedaye, hema vir gundê Çobanmazêda (neh’îya Aparanê) Husêynê Xemoyî kolxozvanr’a sala 1934-a kur’ek bû, navê wî danîn Mek’sîm.
Mek’sîmê biç’ûk mezin bû, çû mek’t’eba gund, paşê mek’t’eba Sag’kahovîtêda hînbû û li wir jî xwendina ort’e dest anî, çû bajarê Êrêvanê, sala 1954-a ûnîvêrsîtêta dewletêda fakûltêta fîlologîêda hate qebûlkirinê. Li vir jî r’êke t’eze ber wî vebû, ew ne ku t’enê nava zman û lîtêratûra ermenîya û ûrîsada k’ûr bû, lê usa jî nava ya almanada. Li vir ew bi mqale û dakladêd xweye ulmîêva berbiç’e’v bû, êd ku paşwextîê ew ser xebitî û nêtêd xwe pêşda bir.
Sal-pey sala derbazbûn. Mek’sîmê Xemo sala 1959-a pey xilazkirina ûnîvêrsîtêtêr’a aspîrantûra p’ara înstîtûta cmae’têd Asîaêye Lênîngradêda hate qebûlkirinê. Li vir k’urdzanêd e’yan Orbêlî, K’urdoêv, Sûkêrman û êd mayîn k’omeke mezin dane ulmdarê cahil, lê Q. K’urdoêv bi xwe serekvanî xebata wîye ulmîê dikir. Li vir kovarêd başqe- başqeda xebatêd wîye ulmîê neşir dibin. Ew nava we’dekî kinda dîsêrtasîa xwe bi t’êma ''Zaravê k’urdêd Bedînan li Kurdstana Îraqêda'' dinvîse 28-ê meha yanvarê sala 1966-a wê bi serfinyazî Êrêvanêda xwey dike û navê kandîdatê ulmêd fîlologîê distîne.
Mek’sîmê Xemo dha sêktora akadêmîa R’SS Ermenîstanêda ulmaye r’ohilatzanîêda, k’oma k’urdzanîêda dixebite çawa xebatçîê ulmîê. Zûtirekê dîsêrtasîa wîye neşirbe, lê diha ew ser t’êma ''Frazologîa k’urda'' dixebite. Em ulmdarê cahilr’a açîxîya dixwezin di xebata ulmîêda û e’mrda.
'' (11-ê Dêkabrê s. 1966)

Cêrgên sêrekbûyî hê sêrek bûn…
Piştî 65 salan di ser vê nivîsara hindik û rindik re derbas dibin û vê carê bi nivîseke behsa zimanzan Maksîmê Xemo tê kirin lê ne ya şabûnê ya hiznê ye. R’ya Teze vê carê xebera mirina wî dide bi sernivîsa 'Profêsor Mak’sîmê Xemo çû ser dilovaniya xwe' Vê carê bi hûrgilî qala jiyan û xebata wî tê kirin û tê gotin: ''Zanyar-kurdzanekî mezin ji ji dibistana rewşenbîrya kurdên Ermenistanê koça xwe bar kir. Cêrgên sêrekbûyî hê sêrek bûn…'' (Heziran, s. 2011)    
Di bin vê nivîsê de navên gelek kesan jî hene ku wan jî piştî Maksîmê Xemo xatir ji vê dinê xwest; Karlênê Çaçanî, Emerîkê Serdar, Egtê Cimo, Torinê Torînî.
Sal bi sal cêrgên sêrekbûyî hê sêrek dibin.

                                                 Ev nivîs di Kovara Dilop de (Hejmar: 9- Tirmeh û Tebax) derçûye

Freitag, 2. August 2019

Strana Qasimê Meyro

Wêne: Luqman Ehmed

'Keko, xudê xirab bike bahara vî welatî, çima ha bi zû tê?'

Gelek kesan bi miqam û formên cuda strana 'Qasimê Meyro' gotiye. Bi kurt û Kurmancî mesela vê stranê ew e;
Qasimê Meyro nêçîrvan e. Ew û mala Şêro dijminê hev in. Rojek ji rojan Qasim dîsa li serê çîyê ye û li pey nêçîrên xwe digere. Tu nabêjî sê çar xortên mala Şêro jî xwe li quntara çiyê veşartine. Bi nemerdî Qasimê Meyro dikujin û xwişka wî jî vê kilamê davêje ser.
Ordîxanê Celîl di pirtûka xwe ’Stranê Zargotina Kurdaye Tarîqîê’ de ji devê dengbêjan pir baş cih daye vê stranê. Divê ez bêjim, gava min ew ji kîrîlî quliband ser herfên latînî, qet dest neda orîjînala wê, sermeselê carna gotiye 'Mecîdê’ carna 'Mecîtê', 'bahar' jî carna dibe 'bihar' û hwd.
Di pirtûka Hecîyê Cindî 'Kilamên Cimeta Kurda' de jî wekî du stran 'Qasimo' û 'Dilê min Heware' cih digire. Esas gava meriv her du dide ber hev fena ku dewama hev in dixuye, lê di pirtûkê de wekî ku du stranên cihê ne.




Ji pirtûka Ordîxanê Celîl, Stranê Zargotina Kurdaye Tarîqîê, Êrêvan, 1975
 


Qasimê  Meyro

183

Hey-lo, hey-lo, hey-lo, hey-lo,hey-lo, hey-lo
Qasimo hey-lo lao, dilê dayka te hewara vê gazîê.
De bir’e syarê mala Şêro-begê syar bûne, de wê mînanî gurê sivatê vêsivê xwe dane, lo xwayo,
li qunt’ara ç’îê,
Bira xêrê waê nebîne t’or’ina zor k’afir Şêro-begê, wê gullekê li berî bedena Qasimê lawê Meyro serekê neç’îrvana gula cerdan û cerdbaşîan dane, de lo xweyo, de çima me kuştine mezinê alayê.
H’eyfa minê naê kuştin vî şêrî, heyfa minê tê
wê h’eyfê- cinyazê vî maqûlî wê maye zozanê bilind, belekîê.
Menal, menal, menal, menal, menal,menal,
Qasimo lao, te nalîn tê, min xew naê, de wezê şevê paîza, ber serê Qasimê lawê Meyro ji xwera bûma be’lgî, berp’al.
De xelqê undakirîye t’ekan û t’ûkane, minê undakirîye Qasimê lawê Meyro, şêrê delal.

Hey-lo, hey-lo, hey-lo, hey-lo, hey-lo, hey-lo
Qasimo hey-lo lao, dilê dayka te vêsbê darê heyanî darê,
Bira kulê, tê bik’evî mala zor k’afir Şêro-begê,
de wê bir’e syarê mala Şêro syar bûne, mînanî gurê sivatê t’eko-t’eko bûne navsera serê ç’îêda, gidîno xwer’a hatine xarê,
De bira kulê bik’evî mala zor kafir Şêro- begê,
de wê gullekê berî bedena Qasimê lawê Meyro, serekê nêç’îrvana, gula cerdan û cerdbaşîan dane, de vêsbê ûrt-ocaxê mala bavê min qelandine derê vê baharê.
Menal, menal, menal, menal, menal, menal,
Qasmo lao, te nalîn tê, min xew naê, de wezê şev vê paîza ber serê Qasimê lawê Meyro ji xwer’a bûma be’lgî, berp’al,
De xelqê undakirîye t’ekan û t’ûkane, minê undakirîye Qasimê lawê Meyro, şêrê delal.
Hey-lo,hey-lo,hey-lo,hey-lo,hey-lo,hey-lo,
Qasimo lo lao, dîkê nîşev dayka te qîr’îa,
De wê bir’e syarê mala Şêro-begê syar bûne mînanî gurê sivatê, wê t’eko-t’eko bûne navserê serê ç’îêda, la dêranê, weldîrîa.
Bira xêrê nebîne mala zor k’afir Şêro-begê, de wê gullekê li berî bedena Qasimê lawê Meyro, serekê neç’îrvana, gula cerdan û cerdbaşîan dane derbekêva k’oka mêran û mêrxasa, lo xweyo, ji mala me qelîa.
Menal, menal, menal, menal, menal,menal,
Qasimo lao, te nalîn tê, min xew naê, de wezê şevê paîza berserê Qasimê lawê Meyro ji xwer’a bûma be’lgî, berp’al,
De xelqê undakirîye t’ekan û t’ûkane, minê undakirîye Qasimê lawê Meyro, şêrê delal.

184
Wêne: Luqman Ehmed


De hey-lo, hey-lo, hey-lo, hey-lo, hey-lo, hey-lo,
Keko, xudê xirab bike bahara vî welatî, çima ha bi zû tê?
E’rdî p’azaxê, ç’êre ha bi r’û tê,
De gava ser Qasimê lawê Meyro dibû tengasya mêra, bira lê derk’eta Gêncoê P’aşo, beledê ç’yaê Me’redîê,
Xudê, mêrê xudêva e’yane, mêre, mêrxase, hert’im hert’im nav deng ha bi dû tê.
Hey-lo keko, hûnê lêxi ha bi hevr’a.
Şeşxana dagrin, wezinê (1) wana ha bi derv’a, h’erafe meydanê h’eyfa Qasimê lawê Meyro vekin navê xwera

Hey-lo, hey-lo, hey-lo, hey-lo, hey-lo, hey-lo
Keko, wer hewarê, vê gazîê,
Eskerê mala Şêro girane, fenanî gurê sivatê xwe dane navsera ç’îê,
Gullekê Qasimê lawê Meyro, serekê cerdbaşîya, gula syara, çîçeka govenda dane, kesekê t’uneye berê vê baharê mala Hêsir bike serwêrîê.
De lêxin, ha bi hevr’a,
Hey-lo keko, şeşxana dagrin, wezinê wana ha bi devr’a,
H’erafê meydanê h’eyfa Qasimê lawê Meyro vekin lo navê xwer’a.

185

Qasimo lo lao, dilê dayka te kanya vê berwarê,
Desta mala Şêro girane mîna gurê sibatê ji navsera ser ç’iêda hatine xarê,
Wê gullekê berî bedena Qasimê lawê Beyro, gulê neç’îrvana dane, qelandine ûrt’-ocaxê mala bavê min berî vê biharê,
Qasimo lao, menal, hey-lo lao, menal,
Te nalîn tê min xew naê, ezê evarda ber serê birîndarê mala bavê xwe r’ûniştim, dikim nakim p’iltê mûmê, qendê şêkir k’ew lê naê.

Qasimo, hey-lo lao, dilê dayka te kanya qîrê vê qet’ranê t’ev qelya,
Dîkê nîvro min qîr’ya, h’ekîmê loqma dû-dermanê xwe hilda ser Qasimê lawê Beyro, gula neç’îrvana r’evya,
Qasimo lao, menal, hey-lo lao menal,
Te nalîn tê min xew naê, ezê evarda ber sarê
birîndarê mala bavê xwe r’ûniştime dikim,
nakim p’iltê mûmê, qendê şêkir k’ew lê naê.

Qasimo lao, dilê dayka te hewara vê gazîyê,
Desta mala Şêro girane, xwe dane navsera serê ç’îê, wê gullekê berî bedena Qasimê lawê Beyro gula nêçîrvana dane, qelandine serekê vê hêsîrîê,
Qasimo lao, menal te nalîn tê min xew naê, ezê dikim nakim birîna Qasimê lawê Beyro k’ûre, xedarin, k’ew lê naê.

186

Hey lo keko, binêr’in hewarê li vê gazîê,
Eskerê mala Şêro girane, ji k’ubara sibêda li fenanî gurê sibatê, keko xwe dane navserê ç’îê.
H’ico bi sê denga ba kir, got: ''E’yno, r’ebenê, li mexelê yalê r’astê gullekê li Mecîtê Qaso, delalyê malê, gula syara dana, keko, de danê vê baharê, kesekê t’ine li mala Îsê bike serwerîê.
De menal, menal, menal, xelkê undakirîe t’eke û t’ûke, me undakirye Mecîtê  Qaso, ne welleh, şêrê minî delal.


De keko, dilê min weke kanya qîrê û qet’ranê dik’elya,
Ezê bala xwe bidimê Mecîtê Qaso, delalîê malê, îro li e’rafê meydanê, yazix, çawa ser birîna xweda dine’lîa.
H’ico bi sê denga ba kir, go: ''E’yno, r’ebenê, îro li e’rafê meydanê gullekê li Mecîtê Qaso, delalê malê, gula cerdbaşîa dane, çawa dane vê baharê ûrt'-ocaxê mala Îsê li me qelya?
De menal, menal, menal
Xelkê undakirye t’eke û t’ûke, me undakiriye Mecîtê Qaso, welleh’ şêrê minî delal.

De keko, binhêr’in hewarê li vê gazîê,
Eskerê mala Şêro girane ji k’ubara sibêda cot, cotî bû, keko, li fenanî gurê sibatê navsera ç’îê hatine xare,
H’ico bi sê denga ba kir, go: ''E’yno, r’ebenê, li mexelê yalê r’astê, gullekê li Mecîtê Qaso, delalîê malê, r’ewşa qîz û bûka, gula cerdbaşîa dane, keko, de, çawa ûrt'-ocaxê mala Îsê qelandin danê vê baharê…

187

Binhêr’in li hewarê, vê gazîê,
Eskerê mala Şêro-begê girane, k’ubara sibêda cot-cotî bûn li fenanî gurê sibatê, keko, xwe dane navserê ç’yê,
H’ico bi sê denga gazî kir, go: ''E’yno, rebenê, li meg’elê yalê r’astê, gullekê li Mecîdê Qaso, delalyê malê, gula syara dane, de çewa k’esek t’une danê vê biharê li malê Îsê wa bike serwerîê…


Dilê min kanîya qîrê û qet’ranê dik’elya,
Mecîdê Qaso, delalîê malê îro li meydanê yazix, çawa ser birînê xweda dinalya,
H’ico ba kir: '' E’yno r’ebenê, meg’elê yalê r’astê gullekê li Mecîdê Qaso, delalyê malê, gula syara dane, de danê vê biharê ûrt' û ocaxê mala Îsê çaw bi carekê wa li meqelya…  

(1)Wezin-Cîê ko barût’ê dadigrin.

                                                        ***
  


Ji pirtûka Hecîyê Cindî, Kilamên Cimeta Kurda, Yêrêvan, 2008                                        



Qasimo

Qasimo, lawo
Dilê dayka te hewarya vê gazîyê,
Hewarya mala Şêko zore-zor girane,
Malê me danîne quntirî çiyayê van belekîyane,
Çawa ku Qasimî lawî Meyro,
Sê gulê maûzêrê birîndare.

Qasimo, lawo,
Te nelîn tê, min xew nayê,
Şevek şevê van payîza
Destekî min berpala Qasimê lawê Meyro-
Yek bûye belgî, yek bûye berpal.
Qasimo, lawo,
Te nelîn tê, xew nayê,
Caveke nexêrîyê bidine Seyranê,
 Bê- Seyranê, wa dêranê,
Bike bilezîne,
Hemê Mûsêra xwe bigihîne,
Dû-dermanê simêla kekê Zînê jêra bîne.


Dilê min Heware

Dilê min heware vê gazîyê,
Hewara mala Şêko girane,
Navsera çîyêda welgerya,
Gullekê li Mecîtê Qaso, serekê cerdbaşya dane,
Ûrt-ocaxê mala Şeko li vê biharê me qelya,
Êlê dayê, rebenê,
Dilê min hewarê vê gazîyê,
Hewara mala Şêko girane,
Mîna gurê sevatê xwe dane nav Sereçîyê.
Gullekê li Mecîtê Qaso li serekê cerdbaşiya dane,
Ûrt-ocaxê mala Şeko qelandine danê vê biharê.

Bavo, dilê min kanya qîrê û qetranê diqelya,
Mecîtê Qasoyî birîndare,
Ser birînê xweda dinihêrî, dinelya.
Gullekê Mecîtê Qaso, serekê cerdbaşya,
Gulî nêçîrvana dane,
Ûrt-ocaxê mala kafir Şêko li vê biharê me qelya.

Menal, lawo, menal,
Wexta nalînê te tên-
Ez merûmê ketime qizilmê vê tayê.
Qasimo, lawo, dilê dayka te vê sîzanê,
Rave temaşeke ordya mala Şêko sekinîye helafê vê meydanê,
Ûrt-ocaxê mala Şêko qelandine dena vê biharê

Got: Egîtê Abas

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...