Donnerstag, 8. August 2019

Du xeber; yek a şabûnê yek a hiznê



'Ulmdarê cahil’ û profêsor Maksîmê Xemo

Rojnameya R’ya Teze ji bo Kurdan de di gelek biwaran de girîng e. Berî her tîştî arşîveke bêhempa ye. Helbet divê em bi bîr bixin ku R’ya Teze bi Kurdî bû bes ne a Kurdan bû. Digel ku niha ji alî Kurdan ve tê birêbirin jî heta hilweşîna Sovêtê organeke îdeolojîk a dewletê bû. Jixwe li serê bi herfên gir dinivîsand: 'Organa Kommerk’ezîya PKE. Sovêta Tewreblind û Sovêta Mînîstrêd R’SS Ermenîstanê' û slogana wê jî 'Prolêtarêd hemû welata, yekbin!' bû. Herçiqas xebatkarên wê kurdewar û eşqê Kurdistanê bûn jî, nikarîbûn bi dilê xwe behsa eşq û meyla xwe neteweperwerî bikin. Karê kolxoz, sovxoz û silemetiya sovêtan ji bo dewletê ji Kurdîtî û Kurdistanê girîngtir bû. Loma jî wêje û ilm ji wan re bû rêkeke maqul û xweîfadekirinê, derheqa Kurd û Kurdistanê de.  

'Em ulmdarê cahilr’a açîxîya dixwezin'
Piranî nifşê duduyê yê nivîskar û ilmdarên Kurd salên 60’î dest bi nivîsandin û xebata xwe ya ilmî kirine. Van salan jî R’ya Teze car car behsa cahilên bimarîfet kiriye. Carna ilmdar, carna şayir carna jî sazbendê cahil bûye mêvanên R’ya Teze.
Li wir ezê behsa du xeberan bikim ku her du jî di R’ya Teze de derçûne. A yekê bi qewlê zimanê R’ya Teze, 11ê Dêkabrê (Kanûn) sala 1966’a neşir bûye. Bi sernivîsa 'Ulmdarê cahil' behsa Maksîmê Xemo yî 32 salî dike. Ev nivîsara xweş ku şabûna Kurdan dide kifşê wisa ye:
''Neh’îya Aparanê, ort’a ç’yada gundekî k’urdayî bedew heye. Avayêd wîye k’awe-k’ubar binet’ara t’epeê Cag’a şaxvedaye, hema vir gundê Çobanmazêda (neh’îya Aparanê) Husêynê Xemoyî kolxozvanr’a sala 1934-a kur’ek bû, navê wî danîn Mek’sîm.
Mek’sîmê biç’ûk mezin bû, çû mek’t’eba gund, paşê mek’t’eba Sag’kahovîtêda hînbû û li wir jî xwendina ort’e dest anî, çû bajarê Êrêvanê, sala 1954-a ûnîvêrsîtêta dewletêda fakûltêta fîlologîêda hate qebûlkirinê. Li vir jî r’êke t’eze ber wî vebû, ew ne ku t’enê nava zman û lîtêratûra ermenîya û ûrîsada k’ûr bû, lê usa jî nava ya almanada. Li vir ew bi mqale û dakladêd xweye ulmîêva berbiç’e’v bû, êd ku paşwextîê ew ser xebitî û nêtêd xwe pêşda bir.
Sal-pey sala derbazbûn. Mek’sîmê Xemo sala 1959-a pey xilazkirina ûnîvêrsîtêtêr’a aspîrantûra p’ara înstîtûta cmae’têd Asîaêye Lênîngradêda hate qebûlkirinê. Li vir k’urdzanêd e’yan Orbêlî, K’urdoêv, Sûkêrman û êd mayîn k’omeke mezin dane ulmdarê cahil, lê Q. K’urdoêv bi xwe serekvanî xebata wîye ulmîê dikir. Li vir kovarêd başqe- başqeda xebatêd wîye ulmîê neşir dibin. Ew nava we’dekî kinda dîsêrtasîa xwe bi t’êma ''Zaravê k’urdêd Bedînan li Kurdstana Îraqêda'' dinvîse 28-ê meha yanvarê sala 1966-a wê bi serfinyazî Êrêvanêda xwey dike û navê kandîdatê ulmêd fîlologîê distîne.
Mek’sîmê Xemo dha sêktora akadêmîa R’SS Ermenîstanêda ulmaye r’ohilatzanîêda, k’oma k’urdzanîêda dixebite çawa xebatçîê ulmîê. Zûtirekê dîsêrtasîa wîye neşirbe, lê diha ew ser t’êma ''Frazologîa k’urda'' dixebite. Em ulmdarê cahilr’a açîxîya dixwezin di xebata ulmîêda û e’mrda.
'' (11-ê Dêkabrê s. 1966)

Cêrgên sêrekbûyî hê sêrek bûn…
Piştî 65 salan di ser vê nivîsara hindik û rindik re derbas dibin û vê carê bi nivîseke behsa zimanzan Maksîmê Xemo tê kirin lê ne ya şabûnê ya hiznê ye. R’ya Teze vê carê xebera mirina wî dide bi sernivîsa 'Profêsor Mak’sîmê Xemo çû ser dilovaniya xwe' Vê carê bi hûrgilî qala jiyan û xebata wî tê kirin û tê gotin: ''Zanyar-kurdzanekî mezin ji ji dibistana rewşenbîrya kurdên Ermenistanê koça xwe bar kir. Cêrgên sêrekbûyî hê sêrek bûn…'' (Heziran, s. 2011)    
Di bin vê nivîsê de navên gelek kesan jî hene ku wan jî piştî Maksîmê Xemo xatir ji vê dinê xwest; Karlênê Çaçanî, Emerîkê Serdar, Egtê Cimo, Torinê Torînî.
Sal bi sal cêrgên sêrekbûyî hê sêrek dibin.

                                                 Ev nivîs di Kovara Dilop de (Hejmar: 9- Tirmeh û Tebax) derçûye

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...