Montag, 21. Oktober 2019

Hevpeyvîna bi Bextiyar Elî re





















Dixwazin me têxin nav sindoqên klîşeyan



Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê her sal fuara herî mezin a pirtûkan çêdibe ku ji her derê dinyayê weşanxane beşdarî dibin. Di vê organîzasyona mezin de her çend dezgeheke Başûrê Kurdistanê hebe jî di nav fuarê de hebûna Kurdan zêde ne xuya ye. Îsal nivîskarê Kurd Bextiyar Elî mêvanê dezgeha weşanxaneya xwe ya bi zimanê Elmanî, Unionsverlagê bû. Bi rêya Unionsverlagê heta niha sê romanên Bextiyar Elî bi Elmanî çap bûne û wan her sê romanan kir ku Bextiyar Elî di nav welatên elmanîziman de bê naskirin. Di nav bazara weşangerî û medyaya Elmanî de ji xeynî siyasetê di qada wêjeyî de Bextiyar Elî Kurdekî naskirî ye, heta mirov dikare bibêje tekane nivîskarê Kurdî ye di nava vê bazarê de. Bi minasebeta vê fuarê me ew dît û me pê re hevpeyvîneke kurt çêkir. Ji xeynî çend pirsên derheqa tecrûbeya wî ya nivîskarî û wêjeyî de, me pirsa Rojavayê Kurdistanê ji jê kir ku wî ji bo Rojava digot, liberxwedana li Rojava nîşanî me da ku ruhê liberxwedana miletê me hê jî zindî ye û dinya piştevaniya me dike.           
   
Mamoste, gava te Xelata Nelly-Sachs wergirt te di axaftina xwe de digot; 'Ez wekî nivîskar timî li pey xeyeleke mezin bûm, ne wekî parêzvanekî zimanekî bêm dîtin.' Di medya biyanî de nivîskarên Kurd bi pirranî bi îmaja 'nivîskarê/a zimanekî qedexe' tên nîşandan. Gelo îtîrazên te yên li vê yekê çi ne?
Helbet ez wekî nivîskarekî hewl didim ne tenê li ser zimanê xwe biaxivim, bêhtir bi rêya wî xwe îfade bikim. Lê belê wekî Kurdekî, wekî nivîskarekî Kurd, qedera me jî li meydanê ye. Bi pirranî nivîskarên dinyayê bi kêf dinivîsin, lê em bi nivîsê dixwazin zimanê xwe jî xelas bikin. Em wekî mirovekî agirkuj in di nav daristanekê de û di nav vê de gelek ziman hene, lê belê agir bi zimanê me ketiye, û em jî mecbûr in zimanê xwe ji agir bifilitînin. Loma jî em xelaskirê zimanê xwe ne jî. Em tenê deng nadin miletê xwe, her wiha em dengê wî jî diparêzin. Ew ferqeke mezin e di navbera me û nivîskarên xelkê de. Belkî nivîskarên dîtir dixwazin fikir û hestên xwe bi gewde bikin lê li gel me nivîsandina Kurdî bi xwe dibe aksiyoneke polîtîk. Her wiha şert û civaka em tê de û hebûna me jî me mecbûr dihêle em rêyeke wisa hilbijêrin.
Lê wekî nivîskarekî xeyala min ew e ku xewnên xwe jî fikrên xwe jî, hestên xwe jî îfade bikim, ne ku wekî parêzvanekî zimanê qedexe bim. Her wiha ne bi dilê min e ku wekî figurekî polîtîk bêm dîtin. Ew figur e ku parêzvanê zimanê xwe ye û dixwaze wî xelas bike an jî notirvanê tim û daîm. Dixwazim wekî nivîskarekî normal bêm dîtin. Lê halî hazir jî ew zehmet e ji ber hê jî pêşhukm hene, pêşhukmên wekî 'Tu Kurd î û te gelek tehde li te bûye, tu di şert û mercên giran de jiyaye'. Hin klîşeyên diyarkirî jî hene, hema dixwazin me têxin nava van sindoqên klîşeyan. Bes ez timî van rast dikim, erê ez Kurd im, ji bo zimanê xwe û miletê xwe têdikoşim, belê ez insan im jî, hestên min jî hene, fikrên min jî hene boçûna min a felsefîk jî, her wiha dixwazim perspektîfa xwe ya felsefîk û polîtîk jî îfade bikim. Ez tenê ne ew kes im ku hewl dide ji bo qenciya Kurdan kar bike, ez jî nivîskar im wekî nivîskarên din. Lê belkî têgihîştina vê hê jî zehmet e, bes hema hema bibêje rojane ez behsa van tiştan dikim.   

Pirseke mina din a têkildarî vê jî heye. Îmaja medyaya Ewrûpî ji bo nivîskarên ji Rojhilata Navîn jî hema hema eynî ye. Li gel wan meyl û meraqa oryantalîzekirina wêjeya nivîskarên rojhilatî heye. Gelo tu jî carinan pêrgî vê oryantalîzekirinê têyî?  
Erê çawa, ew jî eziyetek e. Carinan hevoka wan a pêşî 'Çîrokên hezar û yek şevê’ ye. Dibêjin çîrokên te jî wek ên 'Çîrokên hezar û yek şevê‘ ne. Ez jî dibêjim erê wekî nivîskarekî karê min ew e ku ez jî bi awayekî lihevkirî çîrokan bibêjim û figuran çêkim, lê ew elaqeya xwe bi 'Çîrokên hezar û yek şevê' tineye. Ew sindoqa klîşeyan jî ne xweş e. 'Tu ji Rojhilata Navîn î', 'Zimanê te egzotîk e' û çend hevokên din ên klîşe. Lê maneya vê jî ev e ku di navbera rojava û rojhilat de hê jî hin dîwarên edebî hene, her wiha welatên rojava jî zêde li ser rojhilat û cîhana me ne agahdar in. Ew bi serê xwe ecêbek e. Sermeselê, gava Şarî Musîqarê Spîkan bi Elmanî çap bû, ez belkî heta niha li Elmanya, Awusturya, Swîsre beşdarî zêdeyî 40 çalakiyên xwendinê bûme, lê her carê di metnan de aliyên fantazî wekî rastî aliyên rastî jî wekî fantazî didîtin. Wekî mînak, bajarê ku tê de jin laşê xwe difiroşin wekî fantazî dibînin, lê ew rast bû, bajarên wisa hene. An jî Samir Babilî ew zilamê destbixwîn û zalim, ew rastî jî hebû û bûbû sedema sedan qurbaniyên me. Tiştên di romanê de fantazî bûn wekî rastî, ên rastî bûn jî wekî fantazî fêhm kiribûn. Heta, min carinan wêneyê hin cihan nîşanî wan dikir, min digot ha ew der otela şewitî ye, ew jî bajarê ku jin tê de laşê xwe difrotin. Ew meraq û meyla wan a oryantalîzekirinê jî kêşeyek e ji bo min.   



 

Ji bo romanên Bextiyar Elî ên min xwendî ez dikarim bibêjim, bi qasî fîgurên sereke fîgurên kelekê jî xurt in, heta, carinan ji wan xurttir in. Wekî Nesredînê Bêhnxweş, Mihemedê Dilşûşe, nexasim Mengurê Babagewre ku gelek kêfa min jê re tê. Û ew yek jî di wêjeya Kurdî de hindik e. Tu xusûsî giringeye didî figurên xwe yê kêlekê?
Bi ya min, nivîskarek divê bi qasî fîgurên sereke li figurên xwe yên kêlekê jî miqate be. Sermeselê, ji bo protagonîst cih pirr e, mirov dikare li ser baş bixebite, çawa bixwaze dikare wê/wî biafirîne. Lê cihê fîgurên kêlekê biçûk e. Lê huner bi xwe jî ew e ku di vî cihê biçûk de firsendan heta ji me tê baş bi kar bînin û wî zindî bihêlin. Ne wekî bibe parçeyek ji fîgurê sereke an jî alavek bo xurtkirina wî. Divê ew jî diyar û xurt bibin, bibin parçeyek bigewdekirina jiyanê.

Mamoste tu niha li ser çi dixebitî, gelo wekî din ji bo wergerên nû yên romanên te haziriyên te hene?
Ez niha li ser kitêbeke dixebitim li ser Tirkiyê ye, li ser tarîxa qedexekirina ziman bi destê Tirkiyê. Ew eybek e mezin e ku sedsal e Tirkan em ji zimanê me dûr xistine û wan zimanê me qedexe kiriye. Û em li ser vê jî zêde nenivîsîne. Ez naxwazim zêde behsa romanê bikim dibe ku Nîsan an jî Gulanê li Kurdistanê çap bibe. Ez ê bikim ku ev romana min zû bê tercûmekirin jî. Hin wergerên romanên min xelas bûne, ew ê jî çap bibin.

Haya cenabê te ji dagirkeriya dewleta Tirk a Rojava heye, derheqa vê yekê de wekî nivîskarekî Kurd ê hezkirî û eyan, tu dixwazî çi bibêjî?
Tirkên faşîst ev bû sedsal, hewl didin zimanê me, nasnameya me tine bikin. Sloganên wan jî jixwe 'Yek welat, yek milet, yek ziman' e lê em jî dizanin di nava Tirkiyê de pirr ziman û nasname hene. Ji bo vê jî gelê Kurdistanê dibe sedema panîk-atakên Tirkên faşîst. Di sedsala 20’an de xwestin me qir û tine bikin lê ew projeya wan têk çû. Erdogan jî niha dixwaze dewama vê tarîxê bîne, lê îro roj em di dinyayeke din de ne, ne di salên 1940’î an 50´î de ne jî. Niha gelek alî piştevaniya me dikin, piştevaniyeke dinyayî ye. Erê dijminên me jî têra xwe hene, rastgirên radîkal li her derê hene, li Elmanya jî li Emerîka jî. Faşîst hevalên hev in, wekî zincîrekê ne. Lê divê em jî zincîra xwe ava bikin, zincîra piştevaniyê. Û ew piştevaniya global sîleha me ya herî xurt e, ew jî carekê diqewime. Em niha di xala werçerxê de ne, belkî heta mehekê beriya niha jî rûyê Tirkiyeyê ew qasî kifş nebûbû, lê niha dinya alemê ew nas kir. Maskeyê wan ji ber rûyê wan ket. Ev jî werçerxeke tarîxî ye ji bo me, divê em karibin ji vê sûdeke baş wergirin. Helbet divê em şervanên xwe jî silav bikin. Nîşanî me dan ku ruhê liberxwedana miletê me hê jî zindî ye, lê a muhîm jî ew e ku ew ruhê liberxwedanê ne tenê eskerî ye, hunerî ye, liberxwedana bi muzîkê bi peyvê ye, estetîkê ye. Ew giş parçeyên projeya me ya liberxwedanê ne li dijî projeya tinekirinê ya dewletê. 


Ew hevpeyvîn 21´ê Cotmeha 2019 di rojnameya Yeni Ozgur Politika de derçû.

Sonntag, 20. Oktober 2019

Çiya û helbest



 
FOTO: NESÎHO ASÎRAKÎ


Di sê nifşên helbesta Kurdî de gotara çiya


Di helbestên klasîk ên Kurdî de 'çiya’ ne bi konteks û wateya neteweyî xwe dide der, bêhtir di konsteksta efsane û çîrokên dînî de derdikeve pêşmerî me wekî "Kohê Qaf", "Kohê Tûr”. Her wiha di destpêka helbesta nûjen a Kurdî de jî ku ew jî teqabulî destpêka sedsala 20´an dike, hingî jî 'çiya’ di teswîrkirina welêt de parçeyeki jê ye, zêde rola wî tine. Paşê, pêde pêde bi çêbûna hizra neteweyî Kurd jî wekî her miletekî din dawa heqê xwe yê neteweyî dikin, ew dawkirina Kurdan jî dibe şerê bi dewletên dagirker re. Hin ji wan li deşt û nav bajaran hin ji wan jî li çiyayan diqewimin. Her wiha piştî têkçûna van şeran çiya dibin şahidê komkujiyên mezin jî. Ji ber vê yekê heta dewra 1960´an jî çiyayên Kurdistanê bêhtir êş û kuştin dianîn bîra Kurdan. Lê li Başûrê Kurdistanê piştî bipêşketina Şoreşa Îlonê, paşê jî li Bakurê Kurdistanê bi teqîna guleya 15´ê Tebaxê re jî êdî çiya ji nû ve dibin meydanên liberxwedanê. Ji vê demê û şûn ve, êdî ew meydana liberxwedanê xwe bi şiklekî di helbestên Kurdî de jî dide der. Dixwazim di vê nivîsê de behs bikim bê ka di helbesta Kurmancî ya sê nifşan de çawa û bi çi şiklî qala çiya hatiye kirin. Em ê bibînin ku şairên van her sê nifşan; Hawar, Riya Teze û Tîrêj digel ku li zeman û mekanên cuda bûne jî boçûn û qîmeta li çiyan çawa nêzî hev bûne. Ew ê jî şanî me bide ku çiya di çêbûn û kemilîna neteweperweriya Kurdî de bi dewr û roleke diyarker rabûye. Her wiha ew helbestên hanê ku hinek ji wan digel ku ji hest û fikra takekesî peyde bûbin jî pirranî hestên komelî û diyarkirina xemeke kolektîf e ku xwe bi kirasê 'çiya' nîşan dane.      

Nifşê Hawarê û çiya
Kovara Hawar sala 1932’yan li Şamê dest bi weşana xwe kir, ji kovareke wêdetir bû xwendingeha Kurmancî û pê re jî navenda rewşenbiriya Kurdî. Taybetiya nifşê Hawarê ew e ku aktor û şahidên serhildanên berî û piştî nîveka sedsala 20’an in. Osman Sebrî yê ku digot ''Kurd in em şêrên çiyan in’’ di kovara Hawarê de jî kesekî aktîv bû. Di nivîsa xwe ya 'Agirî' de wiha bang li çiyê dikir: ''Çiyayo bizan, şerê xesala miletekî heye ko bisekine lê ew beriya xelasiya wî miletî naqede, dom dike… Pêş de diçe''   
Çiya her çiqas bêdeng be jî hêviya wan heye ku rojekê dîsa dengê xwe li her derê belav bike. Cegerxwîn yeqîn dike ku helbet rojekê çiya ji bo ve wê geş bibe:

''Bîna barûdê
Kete pozê min
Dixwazim hawîr
Biteqim ji bin
Dîsa wek mêra bikevin çiya’’

Jixwe piştî çend salan Qedrî Can mizginiya şiyarbûna çiyê dide:
'' Dîsa li ser çiyan
Dîsa li nav meydan
Deng dike,
Ceng dike,
Berzanî… Berzanî….’’





FOTO:  VALER KOCHARYAN /ELEGEZ


Riya Teze û çiya
Di nifşê ewil ê Riya Teze de çiya bêhtir bi bedewbûn û ezameta xwe ya şirûştî xwe di helbestê de dida der. Emînê Evdalê yek ji şairên vî nifşî ye ku di helbestên wî de çiya hê politîze nebûye:
''Binhêr li çyaê Elegezê,
Çiqas rindin xişikêd wê.’’

Lê belê şairên nifşê duyem bi pirranî salên 60’î rahiştine qelemên xwe û hingî Şoreşa Îlonê jî li Başûr dest pê kiribû. Di helbestên Mîkaêlê Reşîd, Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen de em ê bi meselê dakevin. 
Li cem Mîkaêlê Reşîd çiyayên Kurdistanê ji bo Kurdan sitar in, bi kubariya xwe jî tekane ne:
"Û ç’yaê bilind boy min sitarin
Boy min mertalin pêşberî neyar,
Kuda jî herin, dinê bigerin,
Tu cîya nabînin ç’yaê ha kubar."

Dilê xwe jî daniye van çiyayan:

"Dilêm wire, li wan ç’ya,
Li wan cya,
Kîderê ku zeng û zinar
Bona kurda bûne sitar,"

Çiya parçeyekî nasnameya Kurdan e jî; herçî bixwaze Kurdan nas bike jî çiya rênîşander e:

''Tu zanî em kêne?
Em li ç’yê dimînin,
Nêzikî xudêne.’’

Her wiha Kurd hingî êşiyane û karesat jî ditine, encax ezamet û mezinahiya çiyayan dikare van terîf bike:

''Ji kul û derdê me
Nava dewr û qurna
Ev ç’ya xuliqîne.’’

Çiya cangoriyên welêt jî hewandiye di sînga xwe de, wan jî ji bîr nake:

"Ez dixwezim li wan ç’ya,
Li wan cya
Rokê rabim û bigerim,
Kîderê ku xûn bû, mirin,
Û ramûsim mezelê wan,"

Çiya wekî şahidê dem û dewrana xwe jî dizane:

"Û herkê rokê ç’ya gişk xeberdin,
Wê caba gelek pirsê me bidin,"  

'Tebyethiz’î û dilketina Fêrîk
Li gel Fêrîkê Ûsiv hebûna çiya bi serê xwe dibe coş û peroşa hestên wî, mirov dikare bibêje bona Fêrîk çiya ne eydê qewmekî ye, "non-ethnic" e. Ji helbestên epîk bêhtir bi helbestên pastoral 'tebyethiz’iya xwe dide kifşê. Ewqas ji çiyê hez dike, bengiyê wî ye jê têr nabe:
"Dîsa-dîsa we têr nebûm, çiyano
Dîndara we zivêr nebûm, çiyano,"

Carna vî dike dewsa dê jî:
"Hûn dê bûbe, hûn dê bûne, ez-dergûş,
Li hafê we firîme wek qereqûş,"

Gava dibe payîz jî melûl dibe, jê dipirse:
"Çiyano, bêjin, ka nexşê we?
War-mikanê we kuda çûn?
Ax ez digirîm bo rewşê we,
Rewş-rihanê we kuda çûn?"

Lê li gel melûliya xwe hêviya xwe ji biharê nabire:
"Emê şîn bin, şên bin car din,
Bixemilin sal û zeman,"

Gava dibêje "Pampa min" jî çiyayên Dibûrdax, Qemerdax, Elegez, Hevtêmanat ji bîr nake:
"Pamp mîna bûka, bûka xeml lê bend,
Dorê çiyayêd me girtine govend"

"Deşt û dûz" zêde bala wî nakişîne, herçî xwe xwedan bi deşt û dûzan dibînin ji wan re jî çend gotinên wî hene:
"Bira deştê we li we bimbarek bin,
Xweyê deşt-dûza,
Bira çiyayêd me li me bimbarek bin,
Me tebiyethiza."

Fena ku wî pirsa wekî "ka çi kerametên van çiyayan hene tu li ser wan dinivisî" bibihîze, bersiva pirsê dide:
"Lê helbet me jî kar û keremek
Van çiyada dîtiye"

Lê xuya ye, ditîna çiyayên Kurdistanê jî ji xwe re kiriye derd û hesret :
"Min seyr kira serê çiyayê Sîpan-Xelat,
Min seh kira fûre-fûra çemê Ferat,
Min pê danya ser topraxa kulî tebyet.."

Belkî xwe bi çiyayên xwe dewlementirî kesê dinyayê jî dihesiband:
"Ezî dewletîme bê hed, bê hesab, bê çap û qeder,/
Xezîna min heye çelkirî serê çiyayê Qemer,"

Şikoyê Hesen jî Kurd wekî qewmekî çiyayî dizane û dibêje:
''Û ez bîr nakim eslê xweî çiyayî,
Tim mînanî çiya ez zor im, kubar’’ 


FOTO: ALÎ DOOSTÎ/KIRMANŞAN


Kovara Tîrêj û çiya
Kovara Tîrêj di navbera salên 1979 û 1981’ê de tevî ku çar hejmarên wê tenê ronayî dîtine jî yek ji wan li Ewrûpayê çap bûbû, di helbesta Kurmancî û Kirmanckî de bû rengekî modern û neteweyî.  
Di nav helbestvanê nifşê Tîrêjê de belkî herî zêde Arjen Arî "çiya" wekî "bîra neteweyî" bi kar anîye, çiya di heman demê de bûye bîr jî. Ew bîra hanê jî li gel wî digel ku têkçûn û şikestinên kambax jî ditîne, "rûspî ne“:

"Di qada şer de pişta me negihişt erdê.
Te şahid bivê, va Herekol.
Miradkar, bi bext û ol
Va Cûdî
û va ye ev ax!"

Tu carî jî betal nemaye:

"Kîj wextî bêleheng ma?
Kî gavê bêkêr?"  

Jixwe, nasnameya xwe jî ji çiyayan çêkiriye loma jî dibêje "ez Çiyayî Me" û pêwendiya xwe ya xurt a bi çiyan re jî wiha raberî me:

"Dema ku dinivîsim
bêhemdê min
çiya û dîmenên çiyê
têne ber çavê min.."

Yek ji şairên nifşê Tîrêj Mem Ronga jî qîmeteke mezin dida çiyayan û sedema xwe bi çend malikan wiha rave dike:

''min parastin ji mirinê
ragihandin îro
ev çiyayên ferzane
ev zinarên jîrik

çewa hiznekim ji wan
bi qasî ku hizdikim
ji azadiyê
ji axê’’

Êdî çav û guhê Kurdan li çiya û zindanan bû, Rojen Barnas wek şahid na, wek rola çêkera tarîxa Kurdan jî dide wan:

''Bi mêrxasî destana xwe dihonin
Çi li zindanê, çi li serê çiyê’.’

Yek ji şairên vî nifşî Berken Bereh jî nav rûpelên kovara Tîrêjê bajar û kolan bi îmajeke ne baş û wekî mekana tolaziyê terîf dike, û her wiha ji bo jiyaneke nû jî çiya hêvî ye:

''bi şev bi roj
em evînek bihonin
evînek nû û mestir…

Lew
niha stran me dibêjin
stran li çiya.’’     

Li şûna encamê
Di helbesta nû ya Kurdî de ji bo xurtkirina hest û fikrên neteweyî teswîrkirina dîmenê welêt bêhtir nasyonalîzekirinê vê xwe dide der, êdî çiyayên vê jî ne çiyayek dera hanê ye, çiyayê Kurdan e, û rengê xwezeya vê jî fena rengên ala wê ye û xwedî nasnameyek e. Çawa me di sê ekol û nifşên cuda yên Kurmancî de dît, piştî bipêşketine fikra neteweyî û şerê bi dewletên serdest re helbestvanên Kurd ji bo çiyayên Kurdistanê tenê bi motîfeke teswîrkirinê qîma xwe nayînin û êdî çiya dibe aktoreke berbiçav. Çawa di dewra Hawarê de çiya bi şahidiyên xwe wekî aktorekê ye, di dewra Riya Teze û Tîrêjê de jî êdî aktoreke diyarker û zindî ye. Piştî van her sê nifş û ekolên helbestvanên Kurdî, çi li welêt çi li diyasporayê, çi klasîk çi modern şairan di helbestên xwe de cih da çiyayên Kurdistanê.   
            
Çavkanî:

Nerît û Helbest- Nerîta Neteweyî Di helbesta Nû ya Kurdî de (1880-1970), Zülküf Ergün, weşanxaneya Nûbihar, 2017
Payîz û Ba- Şi’rên Bijarte, Şikoyê Hesen, weşanxaneya Avesta, 2008
We’de-Pencere-Mitale, Mîkaêlê Reşîd, Weşanên Belkî,2019
Rêdame, Mîkaêlê Reşîd, Neşireta ''Sovêtakan Grog'', Êrêvan-1985
Hemû Berhemên Wî, Qedrî Can, weşanên Belkî, 2009
Pampa min-Berhemên bona zarokan, Fêrîkê Ûsiv, weşanxaneya Lîmûş, Êrêvan-2009
Dîvan, Melayê Cizîrî, Transkrîb û wergera Kurdî bo Tirkî: İlhami Sidar, weşanên Ayrıntı, 2018
Bijare, Fêrîkê Ûsiv, weşanxaneya Lêgal Pîyûs, Êrêvan.2010,
Destê min li destê te digere, Mem Ronga, weşanxaneya Mezopotamya, 1995
Kîme ez-Dîwana III, Cigerxwîn, 1973
Şiêran û Poêman, Emînê Evdal, weşanxaneya Belkî, 2015
Milkê Evînê, Rojen Barnas, weşanên Nûdem, 1995
Kovara Tîrêj, Hejmar 2, 1980  
Kovara Hawar, Hejmar 36, 1941
http://helbestakurdi.com



Ew nivîs di PolitikARTa 269´an de derçû

Donnerstag, 10. Oktober 2019

Qalkirinek ji bo romana 'Qal'ê

 
Wêne: Malva (Omar Hamdi)


Di romanên beriya 2000´an ên Kurmanciyê de bêtir hewla vegotina serpêhatiyên biyografîk û qewimînên tarîxî hebû, jixwe piranî li diyasporayê hatibûn nivisîn. Lê piştî 2000´an li Bakur bi nivîskarên nû re pêre pêre êdî di romanan de ji serpêhatiyên ferdî bêtir, pevçûna di hundirê insanên modern de, girêkên wî yên derûnî, kêşeyên wî yên hebûnî, obsesîfbûna wî û wekî din, hatin tercîhkirin. Lehengên van romanan jî bi pirranî kesên dilweswesoyî, lomekar, melankolîk û meyldarên xwekuştinê bûn. Heta hingî lehengên reş û spî, baş û nebaş çawa bi xetên stûr ji hev hatibûn cudakirin, êdî ev xetên stûr tenik dibûn, û herçiqas dîsa ew lehengên hanê di nav civaka xwe de mirovên maqûl bin jî, aliyên wan ên xerab jî hebûn. Nivîskarên van romanan jî li bajaran bûn û her wiha xwendekar an xwedî karekî bûn di nav saziyên dewletê de. Tecrûbeyên xwe ên jiyanê û xwendinên xwe yên bi zimanên din, vê carê ji bo Kurmanciyê û bi teknîkên nû sêwirandin. Bi ya min di prosesa vê ceribandinê de tesîra Oguz Atay li ser metnên van nivîskaran heye, heta ez ê gavekê bi pêş ve herim û bibêjim, her yekî ji wan belkî dixwest bibe Oguz Atayê Kurmanciyê. Oguz Atay nexasim bi romanên xwe ruhê xwendevanên xwe têr dikir loma jî asayî ye xwezîpêanîn û çavlêkirina nivîskariya Oguz Atay di mirov de peyda bibe.
Di vê nivîsê de dixwazim, behsa romana “Qal” bikim ku îsal çap bû û yekem romana nivîskarê gênc, Hesen Ildiz e, her wiha bi xisleta xwe jî dişibe romanên me li jor behsa wan kir. Lehengê romanê R. Baran e, û R. Baran yekî cirnexweş, bavekî xemsar û kurekî ruhseqet e. Di jiyana wî de her tişt asayî xuya bike jî ew di hundirê xwe de bi her tiştî re û bi her kesî re pev diçe. Çawa destpêka romanê şanî me dide, R. Baran xwe kuştiye, lê dîsa jî qala çîroka xwe dike.
Weşanxaneya Peywend  'Qal' çap kir
Nexasim bipêşketina psîkanalîzê û ketina vê a nav wêjeyê di romanê de ‘mantiq’ êdî ne hewce bû, çawa mirov nikare xewn û xeyal li parzûna qalib û qaydeyên ‘mantiq’ê bixe, welê li romanê jî hat. R. Baran jî digel ku xwe kuştiye, ji me re qala xwe dike. Ji bo vê yekê, hema em ji xwe re bibêjin, yê dipeyive ruhê R. Baran e, an jî hişê wî bi xwe ye. Em ji romanê fêhm dikin ku piştî her tişt qewimiye, wî çîroka xwe nivisandiye:
“Bêyî ku bizanibim ez ê rojekê van bûyerên ku hatine serê min û fikrên ku weke avek lîşo di mejiyê min de diherikîn binivsînim, min çenteyê xwe yê reş ê ji çermê heqîqî çêbûbû, ê ku hêdî hêdî terkên rizandinê lê peyda dibû, di destê xwe de kil dikir û di nav qerebalixiya xwendekaran de di deriyê dibistanê re derketim derve.” (R.13)*
Mirov gava vê dixwîne, dibêje, dibe ku wî hema were, ji xwe gotibe loma jî tam qanih nabe ji ‘nivîsandinê’, bes bi dubarekirina ‘nivîsandin’ê di rûpeleke din de êdî hebekî pê qayîl dibe:
“Gava ev fikrên ku di vê kêliyê de di mejîyê min de zayibûn min nivîsand û wan sere rast kir têgihiştim ku ez çiqasî mirov im.” (R.40) Ji ber têkçûyîna ergatîvîte û neberbihevbûna hevokê, mirov xweşik tênagihîje bê ka di vir de vebêjer çi dibêje. Bes, dîsa jî muhtemel e, vebêjer di dema kêliya nivîsandinê de be, ango di dema vedibêje de ye.** Li gorî vê, em dikarin bibêjin, di romanê de zemana vegotî û zemana vedibêje heye. Her tişt qediyaye û paşê vebêjer ji me re qala çîrokê dike û di ber re jî carinan ji dema niha, yanî dema ku çîrokê vedibêje, dipeyive, dihizire û wekî din. Em ê niha li çîroka R. Baran vegerin. Ew pêdihese, lawekî wî çêbûye: “Loma aniha gava gotina ‘lawê te’ kete kerrika guhê min,…” (R.37) û hevok dewam dike, zemanê vegotinê û yê vedibêje li bin guhê hev ketine, ji ber meseleya qalkirî qewimiye, bes wekî ku hê jî bidome, dibêje ‘aniha’!   
Dîsa R. ji me re ji zemanê bihûrî qala hevdîtina xwe û bi hevalê xwe Mistefa re dike. Lê carinan vebêjer xwe ji bîr dike fena ku zemanê vegotinê hê neqediyaye, ango gava zemanê çîrokê û zemanê vedibêje eynî be:
“Lê bo van pirsan tu bersiveke ku karibe hema min jî qanih bike min peyda nekir. Lê îro ecêb bû!” (R.66)
Ev şaşitiya hanê ne îstîsna ye di gelek cihan de xwe dide der:
“Mistefayê ku heta îro gelek carî şahidî li vê rewşê kiribû, bêdeng ma, beriya niha her tim bi hawayekî navbênçîtî kiribû, li me temaşe dikir. (R.67)
“Wek hercar bêbavê dîsa bêdad bû. Îro nizanim çima ez ji rojê, ji canê xwe bêhtir aciz bûbûm.” (R.73)
“Îro ez jî di şiklê demê derketim hemberî wî…” (R.86)
“Aniha xweziya wêneyekî min wiha bihata girtin…” (R.89)
“Îro berbanga sibê pirîka min mir.
(R.105)
 
Ji kû dizane?
Ji xeynî lihevnekirina zemên, vebêjer xwe jî bîr dike û qala hin tiştan dike ku ne mimkun e zanibe:
“ ‘Ê’ got û gotina ‘quzulqurt’a di dilê xwe de bi tundî gotibû daqurtand.”
Çawa dizane vî kesî di dilê xwe de çi gotiye?

Vebêjer kî ye, ’tu’, ‘em’, ‘ew’ kî ne?
“Temam tu guh nadî min fahm kir, qey tu nikarî! Nabe. Min destê xwe ji guhdayîna te şûştiye. Lê çima gava hêk tê devê qûna te, tu nikarî vêya jî paş guh bikî. Ka tu sersar bû mêro! Çima nikarî wek bexîlekî tev bigerî, madem nikarî nebe sersar bavê min. Ma sersarî qey ewqas hêsan e. Tu vê tahdeyê him li xwe dikî û him jî li me. Çima?” (R.28)
R. Baran esas ji xwe aciz e. Wexta dibêje “tu” ew kes jî ew bi xwe ye, ji bûyereke qewimî aciz bûye. Lê gava dibêje, “tu” vê tahdeyê “him li xwe dikî û him jî li me” mirov nizane ew kirdeya pirjiimar “em” kî ye, qesta wî çi ye, ji ber ku di vê kêlîkê de ji xeynî R. Baran kesekî din napeyive. Em bibêjin, ew giş hizir in, hema wilo diherikin, lê hizir ji zemanê vegotî ji vegotina eynî kesî çawa diherikin? Tiştê kirî û hiziriye çûne derbas bûne, hesabê xwe ji xwe wekî ku di nav vê kêlîyê de be, dipirse, lê çawa me di destpêkê de got, çîrok qewimiye.
Carinan jî wekî ku behsa kesê seyem dike behsa xwe bi xwe dike: “Ger wî bersivek bida R., an divê qîza xwewî ji tora vî kûçikî xelas bikira an jî êdî wî yê nikaribûya nigên xwe bi mala qîza xwe bixista.” (R. 56)

Mirov dikare texmînan bike
“Min hewl da ku jixwebawer bim, hemû hêza xwe di çavê xwe de kom kir û xarî çavê wî kir. Lê ez li gotinên ji çavê wî diherikî likumîm. Lê binêre hela çawa çavên xwe wek ê mêran bel dike, yekî nizanibe dê bibe qey bi rastî jî mêrê birra ye ha! Kurooo em qûna hev dizanin, erê ez dergevan im lê tu kî yî, tu çi gû yî, te heta îro çi kiriye te du kevir danine ser hev, hela lê binere dibê qey ez ê çavê xwe bidim alî, ez dikarim heta sibê wisa bisekinim û li te binerim!!! Min hew debar kir, di bin nerînên wî de û min serê xwe bera ber xwe da û derbas bûm.” (R. 33-34)
Jixwe beriya wî bi fokusa dergevan qala vê dem û bûyerê hatiye kirin, li wir jî em bibêjin piştî “ez li gotinên ji çavê wî diherikî likumîm”, hizra dergevan tê. Jixwe, beriya vê, ji fokus û hizra dergevan, me ew bûyer xwendibû, bes niha dîsa hizra dergevan dikeve nav vegotina Rizgar Baran û li kû dest pê dike û li kû diqede tam ne zelal e. Tenê bi texmînan mirov ji xwe re hin tiştan jê derdixe.

Ma dîdaktîk û hew!
R. Baran pirr bi babet û termên felsefîk dadikeve, lê carinan zorê dide romanê û term û peyvan li metnê dibarîne, carinan di nav rûpelekê de jî tibabek peyvên werre hene; terîtoriyal (R.76), katalîzor, mekanîzma, sfensekî, sirkulasyon (R.86), obje, aûra (R.87).
Jixwe li hin cihan êdî wekî ku dersa felsefe û psîkanalîzê bide, dîdaktîk in, mirov ji xwendina wan aciz dibe. Carinan hingî lê germ dibe, bi formên nas û klasîk ku li romanê nayên: “Ser meselê”, “Xala herî girîng” (R.36), “Wek mînak” (R.37) hevokên wî dest pê dikin. 
  
Şaşitiya rastnivîs û gramerê
Li gel qisûr û xavitiya vegotinê di romanê de zêde zêde şaşitiyên gramer û rastnivîsê hebûn. Ger ez bibêjim, di her rûpelê de hebûn, ez dibêm wê ne mibalexe be. Ez ê li vir çend mînakan bidim da ku bi xweşikahî bê fêhkirim ka bi van şaşîtiyan îşê xwendevan çendî zehmet e. Nexasim li pey hev siwarkirina lêkera alîkar, partîsîp û lêkera esas kiriye ku hevokên romanê jihevdeketî bin û neyên fêhmkirin. Ji her yekê çend mînak li jêr in: 
 

Lihevnekirina kirde û lêker
“Ew dengên ku ji nav lepên wan filitîbû,…” (R.57)

Hevokên neberbihev
û jihevdeketî

“Tu dibê qey hemû rengên dinê nemaze jî rengê sor, ji qirika wî ya bi jilêtê zingarî hatiye qelişî herikîne.” (R.8)

“Bo dewsa şopên wî, yê ku li dû xwe li ser ciyê min nû paqijkiribû hişt, paqij bikim bi şurta destê xwe bi hêrs bi dû wî ketim û çûm hundirê apartmanê.” (R.32)

“Ka di vê kanalê de çi heye. Jinekek pêncî û du salî gava qala mêrê ku dixwest kir, têgihiştim ku ez ê ti car nikaribim kesekî bibînim, Xaloyê heftê salî nizanim bo çi jinekê ji xwe re dixwaze, lê jinekek çil û şeş salî wî qebûl kir.” (R.32-33)

“Gava ji rûyên wan ên ku gelek tişt ji wan dihat têgihiştin tu tiştek fêm nekir…” (R.55)

“Hebûnek hewl dida ku xwe ji azadiyê pêk bîne dibû amûrek da dîlbûniyê zêde bike.
(R.86)

Tewang

 Qat di eynî rûpelê de him mê ye him nêr e: “Li qatê sêyem, “qata sêyem(R.40)
“…, ew sixêfa di guhê min de beriya çend çirkan wek çend peyvên rêzkirî cî girtibû, di mejî de watedar bû.” (R.17) 
“Ewran bêyî ku guh bide meha pûşberê û orta nîvroyê…” (R.21)

Ergatîv:
“…beriya rûnim min wê xist şarjê…” (R.35)
“…vî pitikî min bêhizûr dikir.” (R.46)
“…min wê qontrol kir…” (R.47)
“Ev tişt qet te bêhêvî nedikir?” (R.62-63)

 

* Şaşitiyên gramer û rastnivîsê di pirtûkê de çawa bin, wer hatine hiştin. 
** Ji bo ferqa zeman û ez-ên vegotî û vedibêje:
http://yeniozgurpolitika.net/awirek-li-romana-ev-re-nace-bihuste/



*Ew nivîs 10´ê Cotmeha 2019´an di rojnameya Yeni Ozgur Politika de derçû.

Dienstag, 8. Oktober 2019

Berbi qur’lt’a nvîsk’arêd Ermenîstana Sovêtîê

Nvîsk’arê lewzşîrin*

Payîze**.. Berêvare… Bakî hênik ji ç’yaê Elegezê tê, ser Êrêvana k’awe-k’ubarr’a derbaz dibe, dibe xuşîna darêd belgzêr’în û belg hêdî-hêdî diweşine e’rdê. Merîkî beşerxweşî p’or’z’îvîn ji soqaqa Abovîapê berjêr dibe. Ew bi dilekî baristan dor-berêd xwe dinhêr’e, Êrêvana k’awe-k’ubarr’a şa dibe, vedibeşire û paşê te hew nihêr’î lezande malê. Lezand ku wan h’emû fikrêd xwe bi lewzekî k’urdîyî şîrîn, bi xeberêd cewahir, bi nexş û nîgarava bir’êje ser k’ag’ezê.
Û awa her êvar, eger ew r’ojêd payîzêye hênike xweşbin, eger ew r’ojêd
Rûpela orîjînal a gotarê
zvistanêye sar û h’işkîbin, yanê jî r’ojêd havîna Êrêvanêye germîbin, E’rebê Şemo (E’reb Şamîlov) dertê û bi h’emdî xwe diger’e, diger’e û die’firîne, ew e’frandinana dibin k’t’êbêd p’ir’qîmete giranbaha. Dibine arzîtîya cmae’tê. Ne axir ew ji dilê cmae’t’ê xeber dide û xazna lîtêreratûra k’urdaye Sovêtîê dewlemend dike!    
H’îmdarê lîtêratûra k’urdêd Sovêtîê bi r’êke e’mre çetîne giranr’a derbaz bûye. Lê ew ji wan e’frandaraye, êd ku wê bi qur’na bimîne û a’frandinêd wî nolanî gulekê wê bîn bilind, şaxvedin, silsileta r’uh’dar û cankin.
Belê, r’ya e’mrê wî çetin û giran bûye. Sala 1897-a bi h’ezara k’urdêd am û t’am t’evî cmae’têd bindeste mayîn bûne şih’îdêd şûrê R’omê. Hema wî çaxî E’reb Şamîlov ji dîa xwe bû. Et’îmî, belengazî, r’ev û kuştin - a, ew bû h’alê cmae’ta k’urdêd R’omê. Mala bavê E’rebê xilfikî xwe avîte ber bextê cmae’ta ûrîs. Çû gundekî ûrisa Alêk’sandrovskêda cîwar bû. Ew bere-bere mezin bû. Bû berxvan, paşê şivan…
Şer’ê h’emdinyaêyî yekê. Dîsa et’îmî, belengazî… Wî çaxî Şamîlov li Sarîqamîşê li ser çêkirina r’ya maşînêya h’esin dixebite. Li vir jî şuxulvaniya wîye r’evolyûsîon destpê dibe û sala 1918-a ew derbazî nava cêrgêd Partîa Bolşêvîka dibe…
Şer’ê bajarvanîêda jî E’reb Şamîlov xwe nîşan dide çawa komûnîstekî erhede.
Sala 1920-î bajarê Moskvaê. Li vir em E’reb Şamîlov înstîtûta Lazarêvda dibînin çawa xwendk’ar. Lê h’ub û h’izkirina berbi cmae’tê w’i berbi xwe dik’işand. Ewî her teherî dixwest bê nava p’areke cmae’ta xweye azabûyî. Qasî qewata xwe k’arê bide cmae’ta xwe û awa pey xilaskirina înstîtûtêr’a em E’rebê xebath’izî egin*** li Erêvanê dibînin. Li vir ew gelek xebatêd cebdar dike û pêr’a jî derheqa r’ojêd cmae’ta xweye zelûlîê, r’ojêd qet’il û xûnê, derheqa r’ojêd wêyî gulvedayîda die’frîne. Ew ne ku t’enê bi e’frandinêd bedewetîêva pêşda tê, lê usa jî bi êd seyasetîêva.
Sala1930-î k’t’êbêd wî „E’mrê Lenîn’’, „Şivanê Biç’ûk’’, „K’oç’ek’w derewîn’’, „Kurmancêd Elegezê’’, „Heleqetîêd Fêodalîê Nava K’urdêd Pişkavkazêda’’ û xebatê mayîn dû hevdu neşir dibin. Her e’frandineke wî bi lut’bekî k’urdiyî şîrinî nazikva hatye nvîsarê, her e’frandineke wî ji r’uh’ê cmae’ta wî tê, ew her qeremanekî e’frandinêd xwe ji e’mrê cmae’tê hiltîne, êd ku bi xeysetê xweva te qey t’irê ber te sekinîne.
Sal pey sala nolanî gûzê jimare tên û derbaz dibin, lê qelema nvîsk’arê meşûr r’uh’ û qewateke t’eze distîne. Ew r’uh’ û qewata e’mrê meyî îroyîne, pêşdaçûyîn û gulvedana e’mrê merivêd Sovêtîêye, dewrana kosmîkîêye, mêrxasî û wet’enh’izîya merivêd Sovêtîêye. A, bona çi nolanî kanîke nemiç’iqî, lal û dur' ji qelema wî dir’ijine ser k’ag’ez’ê.
Belê, wîr’a berbangeke ç’îk-sayî vebûye û badilhewa nîne, ku ewî navê r’omaneke xwe danî „Berbang’”, ya ku sala 1958-a neşir bû. Sala 1959-a Êrêvanêda bi k’urdî r’omana wîya mayîn „Jîyana bextewar’’ tê çapkirinê. Vê r’omanêda  îdî meydana wî fireye. Eger „Berbang’’-êda ew e’mrê cmae’ta k’urde berêye belengaz û azabûna p’areke wê cmae’têye biç’ûk dida k’ivşê, lê vê r’omanêda bi hûrgilî dinvîse dêrheqa r’abûn-r’ûniştin, xeyset, e’detê cmae’ta xwe, şer’k’ariya wê mqabilî zevtçîêd R’omê, dostîya cmae’ta ermenîya û k’urda, azabûna wêda. Her qewmandin nolanî girêfûtkeke hevr’a têne qep’e çekirinê û e’slîne.
Sala 1966-a lîtêratûra k’urdaye sovêtîê bi r’omaneke t’ezeva jî dewlemend bû. Cara e’wlîn r’omana t’erîqîê bi lewzê E’reb Şamîlovî şîrinva bi sernvîsara „Dimdim’’ dik’eve nava lîtêratûra me. Bi vê r’omanêva nvîsk’arê meşûr r’êke t’eze vedike bona lîtêratûra me û dide k’ivşê şer’k’arîya cmaa’ta k’urda mqabilî zevtçîêd Îranê û R’omê. Gerekê bê gotinê, wekî ev r’omana nava lîtêratûra k’urdêd sovêtîêda guleke nava gulane.   
Zûtirekê emê 70-salîya bûyîna nvîsk’arê navûdeng bidne k’ivşê. Em dibêjin navûdeng, çimkî e’frandinêd wî bi zmanê ûrisî, fransî, înglîsî, almanî, ermenî, gurckî, adirbêcanî û bi zmanêd mayî hatine t’ercmekirinê û ji alîê wan cmae’tada bi h’ub û h’izkirineke mezinva hatine qebûlkirinê. E’reb Şamîlov nêzîkî 70 saliye, lê r’uh’ê wî cahile, çimkî her peşdaçûyîneke e’mrê me wî cahil dike û qewatê dide qelema wî. Îro ew ser r’omana xweye „Gundê me’’ dixebite, ya ku ewî p’êşk’êşî 50-saliya R’êvolîûsîa Oktyabrêye sosîalîstîêye mezin û 100-salîya bûyîna B. Î. Lênîn kirye. Em bi dil û can seh’et û qewatê nvîsk’arê k’urdayî  e’yanî lewzşîrin - E’reb Şamîlovr’a dixwezin!

Karlênê Çaçanî


*Ew gotar sala 1966’an 3’ê meha Mijdarê (Noyabrê) di Riya Teze de çap bûye. Gotar ji bo rojnameya Yeni Özgür Politika ji kîrîlî hatiye latînîzekirin û 8’ê Cotmeha 2019’an jî hatiye çapkirin.  
** Min bi xwe qet dest nedaye rastnivîsa gotarê. Ji xeynî alfabeya wê her tiştê nivîsê wekî xwe ye.
*** Ew peyv tam nayê xwendin.

Dienstag, 1. Oktober 2019

Kürt aydınlanmasının yılı: 1963





Kürt aydınlanması ve Dicle-Fırat



1963, Kürt aydınlanmasında önemli bir yıl. İsyan söylenceleriyle büyümüş bir kuşağın, her alanda kendini göstereceği bir yıl… Birbirinden habersiz olsalar da gelecek kuşakların belleğinde bu isimler ve girişimler aynı resmin birer parçası olacaktır. Ne mi var 1963 yılında? Ne yok ki? Kürtler açısından çok hareketli ve bereketli geçti 1963 yılı. Irak’ta rejimle Kürt savaşçıları arasında Mustafa Barzani öncülüğünde başlayan ve daha sonra ‘Eylül Devrimi’ olarak anılacak olan savaşın doruğa çıktığı, General Kasım’ın darbe ile devrildiği yıldır. Abdullah Peşêw o yıl devrime katılır ve Hewlêr dergisinde ilk kez şiiri yayımlanır. Şêrko Bêkes de 5 yıl sonra yayımlanacak olan ilk kitabında yer alacak şiirlerini o yıl yazar. Cegerxwîn Şam’da tutuklanır. Yılmaz Güney ise cezaevinden çıkar ve ilk filmlerinden biri olan ‘İkisi de Cesurdu’ filmini senaryosunu yazıp, oynar. Avrupa’daki Kürt öğrenciler ‘Hêviya Welêt’ dergisini, İstanbul’da ise Musa Anter ‘Deng’, Doğan Kılıç ‘Roja Newe’ gazetesini çıkarırlar. 12 kişi daha sonra ’23’ler Davası’ diye anılacak davada ‘Kürt Devleti kurmak isterken’ yakalanır! Ayşe Şan plak çıkarmak için İstanbul’un yolunu tutar. Riya Teze’nin de en verimli yıllarındandır. Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Mîkaêlê Reşîd, Sehîdê Îbo, Emerîkê Serdar gibi genç yazarların yazıları, şiirileri ilk kez gazetede yayımlanır. Yine girişken iki genç Ordîxanê Celîl ve Celîlê Celîl köy köy dolaşıp Kürt folklorunu derlerler.  Silvanlı Yusuf Azizoğlu Sağlık ve Sosyal Yardım Bakanı’dır. Tarık Ziya Ekinci, avukat kardeşi Tahsin Ekinci ve Canip Yıldırım ile beraber Diyarbakır’da TİP il örgütünü kurar ve aynı yıl TİP Diyarbakır’da girdiği yerel seçimlerde aldığı yüzde 12,58 oy oranıyla üçüncü parti olur. Rehim Qazî’nin Pêşmerge romanı Bakü’de Azerice yayımlanır. W. E Eaglton ‘The Kurdish Republic of 1946’ kitabını Londra’da basar. Yine başka bir Kürdolog M. B. Rudenko, Mele Mehmûdê Bazidî’nin ‘Adat û Rusûtnameyê Ekradîye’ kitabını Moskova’da yayımlar. Hala dillerde olan ‘Welatê me Kurdistan e’ şarkısı o yıl yapılır. Sanat ve siyaset dışında da hareketlilik vardır. Diyarbakırlı maceraperest çocuk Mehmet Şori ikinci kez Almanya’ya gider ve Amerika’ya kaçmak isterken yakalanır. Türk tiyatrosunda Keşanlı Ali olarak bilinen ünlü kabadayı Kürt Cemali Ankara’da öldürülür…

8 sayı çıkan Dicle-Fırat
Bir efsunu vardır 1963’ün. Kürt aydınlanmasının yılıdır derim kendi kendime. Dicle-Fırat gazetesi de var, Edip Karahan’ın çıkardığı Kürtçe ve Türkçe olan gazete. Gerçi o, 1 Ekim 1962 yılında yayın hayatına başladı fakat 8 sayısından 5’i 1963’e ait. Bu yüzden onu da 1963 Kürt Aydınlanması’nın hanesine eklersem, yanlış yapmış olmam sanırım. Toplamda 8 sayı olmasına rağmen o yıllarda çıkmış en uzun ömürlü Kürt gazetesidir. Aylık yayımlanan gazetenin bir sayısı bir gün, iki sayısı iki gün, bir sayısı da 11 gün gecikmeyle çıkmış. 23’ler Davası’nda Edip Karahan da tutuklanınca, gazete de kapatılır.
Gazetenin yazarları arasında dönemin etkin aydınları var. En aktif iki isim olan Edip Karahan ve Musa Anter gerçek isimlerinin yanı sıra farklı isimlerle de yazarlar. Dr. Sait Kırmızıtoprak, Hüseyin Sağnıç, Şevket Epözdemir ve daha niceleri de var yazar kadrosunda. Farklı şehir ve ilçelerden birçok okuyucu mektubunun yayımlandığı gazeteyi, Osman Sebrî bir şiir ile selamlar.
Bu okuyucu mektuplarından biri de 22 yaşında ölen şair ‘Selâhattin Gümgüm’e aittir. Mektubu gönderdiği tarihte 18 yaşında olan Selahaddînê Gumgumî o yıllarda Serda mahlasıyla Kürtçe şiirler yazar. Geçen yıl Serda’nın tek divanı ‘Derdê Welat’ adıyla Nûbihar yayınları tarafından basılmıştı. Yayımlandığı dönemde yasaklamalar, engellemler ve toplatılmalar ile karşı karşıya kalan gazete maddi zorluklar ile de boğuşur. Son sayısında Edip Karahan biraz da hayıflanarak şöyle seslenir: ”Urfa, Siverek, Elazığ, Iğdır, Van, Tutak bayilerimizden haber alamıyoruz. Bizi finanse eden bir sermayedar yok. Bayilerimiz de gazete paralarını göndermezlerse gazete ne ile çıkar? Gazete çıkarmak için yağmur duasına mı çıkalım?”







                                                                                     * Bu yazı 1 Ekim 2019'da Yeni Özgür Politika gazetesinde yayımlandı.

Bir cümlelik silah: Kürdistan sömürgedir

Foto: İbrahim Demirel 70’li yılların ikinci yarısında Kuzeyli Kürt örgütleri içinde sömürgecilik tartışmaları popülerdi. Ancak o günlerdeki ...