Sûretê Nûrî Hîzanî, ji rojnameya Riya Teze hatiye wergirtin |
Ji rewşenbîriya Kurdî
Ermenekî Kurdîziman: Nûrî Hîzanî
Di rewşenbiriya Kurdî de biqasî Kurdan carna ji wan zêdetir jî ne Kurdên Kurdîziman bi behremendî û berhemên xwe xwedî cih in. Çi rojhilatnasên biyanî çi Mesihiyên li Kurdistanê bi lêkolînên xwe carna jî bi kilamên xwe kelopora Kurdî dewlemend kirine. Di vê nivîsê de ez ê jî berê xwe bidim Ermenekî Kurdîziman, Nûrî Hîzanî* an jî bi navê xwe yî Ermenîkî, Hovakim Margaryan**. Nûrî Hîzanî, şair, nivîskar û mamosteyê Kurdî ye ku îroroj mirov dikare ji bo wî bêje kesekî jibîrçûyî ye. Em ê jî hewl bidin agahî, dane û belgeyên di destê xwe de her wiha li gorî zanîn û kanîna xwe ji bo ronîkirina jiyan û rewşenbiriya wî berbiheve binivîsin.
Nûrî Hîzanî sala 1896’an li qeza Hîzanê gundê Xakêvê tê dinê. Di Qirkirina Ermenan de ew jî berê xwe dide Ermenistanê. Xwendina xwe ya bilind li Êrêvanê kuta dike. Wê sala 'Texnîkûma Kurdaye Pêdagogîye'*** nû teşkîl dibe, ew jî tê de wekî dersdar kar dike û gelek kitêban bo Kurdî tercume dike. Di pêşgotina kitêba wî ya Kurdî 'Hub û Xebat' de Ê. Bekoyev ji bo wî dibêje, ''Nûrî bi dil û eşq emrê cimaetê kurdara girêdaîye. Xwendevanêd kurdara Nûrî usa jî eyane çawa nivîskar û şaîr.''
Berhevoka serpêhatiyên wî bi navê 'Şebeqa sibê' di sala 1935’an de çap dibe. Paşê kitêba wî ya diduyan ku helbestên Kurmancî ne, 'Hub û Xebat' di 1962’an de li Êrêvanê ronayî dibîne. Gava ew kitêba wî derdikeve, Emerîkê Serdar derheqa wê de heman salê ji Riya Teze re dinivîse. Emerîkê Serdar li gel rexneyên xwe şabûna xwe ji Nûrî Hîzanî û kitêba wî 'Hub û Xebat' wiha nîşan dide: ''Nûrî Hîzanî hîmlî bi zaravê kurmancî dinivîse, bi kîjanî piranya kurda xeber didin. Vê derecêda ew tiştekî teze, xeberêd teqle baş lîtêratûra meye tezera tîne. Eva yeka, bêftya, tiştekî pesnandinêye.'' Ji ber ku em ê paşê behsa vê kitêbê bikin, çêtir e em vegerin ser jiyana Nûrî Hîzanî.
Nûrî Hîzanî an jî Hovakim Margaryan li gel karê xwe dersdariyê ji Riya Teze re jî gelek helbest û meqale nivîsîne. Ew dilxwazekî çak ê rejîma Sovyetê bû.
Di sala 1966’an de bi minasebeta 70 saliya wî li Êrêvanê ji alî Kurdan ve jê re şahiyeke qedigirtinê tê çêkirin. Hingî Emerîkê Serdar ku li gel niviskariya xwe rojnamavenek bû, xebera vê şahiyê ji Riya Teze re nivisiye. Em ê xebera Emerîkê Serdar ku zêde ne dirêj e, yekser neqil bikin:
Orîjînala nûçeya Emerîkê Serdar |
''Êvarîya qedirgirtinê
Çendekî pêşda sera mala nvîsk’arêd Ermenîstanêda gelek merî berev bibûn. Ewana hatibûn bona bi hizkirin û qedirgirtin 70-salîa bûyîna şayîr, pêdagog Nûrî Hîzanî (Hovakîm Margeryan) bidne k’ifşê.
Nûrî Hîzanî şayîr û dersdarekî h’izkirîye. Paşî t’estîqbûna qeydê sovêtîê li Ermenîstanê, îlajî salêd 30-sa ewî xebateke hêle kirîe bona pêşdabirin û gulvedana lîtêratûra k’urdaye sovêtîê, hazirkirina dersdarêd k’urd. Xênjî e’frandinêd bedewetîê, ku h’etanî nha bi çend berevokêd başqe neşirbûne, Nûrî Hîzanî usa jî gelek xebatêd başqe-başqe û k’t’êbêd dersa t’erxmeyî zimanê k’urdî kirine, wextêda texnîkûma k’urdaye pêdagogîêda dersdar xebitîye.
Derheqa e’mr û şuxulkirina Nûrî Hîzanîye lîtêratûrîê û pêdagogîêda E’lîê Evdilr’eh’man daklad da.
H’ecîê Cndî, Mîroê Esed, Aramê Çaçan, Tîtal Mûradov derheqa wê komekdarîya dostîê û pizmamtîêda xeberdan, ku wekîlêd cmae’ta emenîaye bra dane bona pêşdabirina lîtêratûra û kûltûra k’urdaye sovêtîê. Wana nlahî derheqa emekê Nûrî Hîzanîda bi dilovanî xeberdan û jêr’a e’mrekî drêj xwestin. Lê şayîr Fêrîkê Ûsiv ew şiêra xwe xwend, ku p’êşk’êşî 70-salîa Nûrî Hîzanî kirîe.
K’utasîê Hobêlîar xeberda û r’azîbûna xweye bi alavî da hazira. Ewî usa jî çend kerî ji şuxulêd xweye bedewetîêye t’ezenvîsî xwend.’’ (R’ya TEZE, 24ê Fêvralê Sala 1966-a)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen