Rojava û Sînemayê li hev tînin
“Piştî sînemayê gava em çûn dibistanê sinif hemû virt û vala bûn. Li sinifên ku berê şox û şeng bûn, yek yan du zarok mabûn. Ew roj wekî mirinê ye. Rexmî ku ew qas sal di ser re derbas bûne, heçko doh çêbûye. Gava tê bîra min, nikarim xwe ber bigirim. Ew çûn, mirin. Lê em yên mayî, 50 sal e her roj dimirin.” (Şahîdê Şewata Sînemaya Amûdê Zinar Şexmûs)
Şewata Amûdê di ´Bîr´a Rojava de êş û mirin e. Sînema bûyereke trawmatîk e di dîroka Amûdê de, lewra jî navê wî ma ‘Amûda Şewîtî’. Piştî Şewata Amûdê, Rojava û Sînema her car bi têgeha ‘tevkuji’yê re hatin ´Bîr´ê, Rojava ji Sînemayê xeyîdî û ew 55 sal in ku bê sînema bû.
Komîna Fîlm a Rojava ji bo lihevanîna Sînema û Rojava fîlmê Charlî Chaplîn ‘The Kid (Zarok)’ hema bêje li seranserê Rojava nîşan da. Komîna Fîlm a Rojava pirekê di navbera paşeroj û siberojê de ye, lewre jî ji bo vê yekê xebatkarê Komînê Diyar Hesso dibêje:” Him divê em ji bîr bikin, him jî di bîr û wijdanê xwe de bihêlin. Him pêwîst e ku em wê li pey xwe bihêlin, him jî tê de bijîn.”
Di Şewata Sînemayê de zarok mirin loma ji vê rojê şûnde nema çavê zarokên Rojava li sînemayê ket. Ji bo ve yekê Komîna Fîlm a Rojava ji bo nîşandanê, fîlmek li gorî zarokan hilbijartin û li seranserê Rojava fîlmê Charlie Chaplin ‘The Kind (Zarok)’ nîşan da. Me xwest bi Komînê re li ser nîşandana fîlman, çavdêriya wan ya di nava gel de, tirsa ji sînemayê û trawmaya Amûdê biaxivin. Li ser Şewata Amûdê gelek tişt hatin gotin lê divê li wê derê dîsa zarok bi hev re herin temaşekirina fîlman, bê tirs û fikar herin li ser paldankan rûnên û kêfa sînemayê derxin.
Li ser navê Komîna Fîlm a Rojava Diyar Hesso bersiva pirsên me da.
Şewata Sînemeya Amûdê di dîroka Rojava de cihekî taybet û tijî keser digire. Gelo ew taybetî û keserî hê jî di nava welatiyan de zindî ye, di jiyana rojane de meriv rastî vê dîrokê tê?
Rast e. Bûyereke wiha jixwe di wijdan û bîra gelê Rojava da her zindî bimîne. Her çiqasî ku ta dawiyê ne diyar be, ku heta astekê hatibe derbaskirin, ku mirov di jiyana rojane rastî wê neyê jî, lê çi cara ku mijar li ser zarokan, Amûdê, sînema yan jî kombûnekê be, mirov dikare bibîne ku Şewata Sînemayê û tirsa bi xwe re aniye hêjî zindî ne.
Sînema di bîr û hestên Rojava de, trawmayek e. Di cîhanê de mînaka vê yekê heye ango sînema di dîroka wan de wekî trawma cihê xwe girtibe?
Di dîroka cîhanê de, pir mînakên qeze yan jî tundiya ku li deverên kombûna milet an jî li hole nîşandanên sînemayê çêbûne, hene. Ta bi carnan kuştina bi gulebaranê jî çêbûne. Mînakên vê jî li gelek deverên cîhanê hene, çi li Skoçyayê be, çi li Emerîkayê û Tirkiyeyê û gelek welatên din be. Lê dema ku bûyerek wiha li welatekî di bin mêtîngeriyê de, di civakeke xwecih de, li bajarekî biçûk wekî Amûdê çêbibe, helbet wê cuda be. Bi taybetî jî ku ew hejmara mezin ji zarokên biçûk, çeleng û dilbiçûk, jiyana xwe ji dest dan. Ji ber van yekan cihekî mezintir di bîr û wijdana gel de ma, û ne gengaz bû, bi tu awayî ku sînema bi giştî bi vê şewatê ve neyê girêdan. Lewre jî derbaskirina vê serpêhatiyê li gorî deverên dîtir ên cîhanê, zehmetir e.
Li seransarê Rojava we li bajaran filmên Charlî Chaplîn nîşan dan. Gava ku we ev kar dimeşand, hûn rastî trawmaya Amûdê dihatin. Bi mînakeke hêsan em bibêjin, gelo dê û bavan bi dilekî rehet zarokên xwe dişandin sînemayê yan jî dihiştîn zarok herin nîşandana sînemayê?
Jixwe dema me behsa sînemayê dikir, bi taybet ku fîlmekî ji bo zarokan bû, encex ev bûyer bihata bîra milet. Her çiqasî hejmareke mezin ji zarokan kombûn û bi şadî fîlm temaşekirin jî, lê şûna wê bûyerê jî her diyar bû. Li gelek deveran milet, bi tirsa beriya 55 salan, zarokên xwe ne şandin sînemayê. Dema me afîş û reklama fîlm dikir, bi taybetî li gundan, zarokan digotin ku malbatên me nahêlin ku em bên ji ber ku dibêjin wê şewatek derkeve, yan jî dê teqînek çêbibe. Li gelek deveran jî zarok direviyan û bêyî malbatên xwe bi me re dihatin li fîlm temaşe bikin.
Gelo hûn di xebatên xwe de pêrgî wan kesan hatin ku dema şewata sînemeya Amûdê zarok bûn yan jî ji şewatê sax filitîn?
Belê, em rastî çend kesan hatin. Tev de jî bi rastî bi hestariyeke mezin nêz dibûn. Serkeftin dixwestin û digotin ku xebata we tolhildan û zindîkirina wan zarokan e. Lewre jî bi destên zarokên xwe girtin û bi hev re hatin fîlm temaşe bikin.
We çima ji bo nîşandana fîlman Charlin Chaplin hilbijart sedemeke ve ya taybet hebû?
Di serî de me xwest em bi fîlmekî ji bo zarokan dest pê bikin. Ev jî him ji ber ku em dizanin xebatên hunerî çi qasî girîng e bo zarokan, him jî weke gavekî xurt û zehmet ku em bikaribin zarokan pê kom bikin. Da ku em bikaribin bibêjin ku êdî zarok dîsan dikarin bê tirs li sînemayê fîlman temaşe bikin. Him jî me xwest ji gelê xwe û ji tevayî cîhanê re jî bidin xuyakirin ku zarokên Kurdan ne neçarî koçkirinê ne, ne mecbûr in ku noqî avê bibin, ne jî mecbûr ku ji bo tiştekî ku tênagihêjin ji vê derê biçin. Ji ber ku zarok dikarin êdî li fîlman temaşe bikin, şadiyekê bijîn, ji dilê xwe bikenin, bibin hevalên Şarlo û şekiran jî bixwin.
Ji bo van yekan me bi taybet ev fîlmê Charlie Chaplin ê The Kid hilbijart. Ji ber ku, kenewer e, bi rihekî xweş hatiye çêkirin, û ya girîngtir ku têkiliya bav û zarok, di bingeha rêhevaltiyê, bi awayekî pir hêsan û bedew dide xuyakirin ku hem zarok hem jî yên mezin dikarin têbigihêjin. Ji aliyekî din ve jî pir nêzî rihê herêmê, bi taybet Kurdan e, ta ku hinek mêvanên biyanî ku bi zarokên Rojava re li fîlm temaşekirin gotin, êdî bi rastî jî me fêm kir ku Charlie Chaplin bi eslê xwe Kurd e.
Ji bo van yekan me bi taybet ev fîlmê Charlie Chaplin ê The Kid hilbijart. Ji ber ku, kenewer e, bi rihekî xweş hatiye çêkirin, û ya girîngtir ku têkiliya bav û zarok, di bingeha rêhevaltiyê, bi awayekî pir hêsan û bedew dide xuyakirin ku hem zarok hem jî yên mezin dikarin têbigihêjin. Ji aliyekî din ve jî pir nêzî rihê herêmê, bi taybet Kurdan e, ta ku hinek mêvanên biyanî ku bi zarokên Rojava re li fîlm temaşekirin gotin, êdî bi rastî jî me fêm kir ku Charlie Chaplin bi eslê xwe Kurd e.
Gelo mirov dikare bibêje, piştî nîşandana fîlman Rojava û Sînema li hev hatin?
Me fîlm ji Dêrikê ta Kobanê nîşan da. Hejmareke mezin ji zarokan hazir bûn. Gel jî me û xebata me ya bi coş jî dît û nas kir. Hin kes jî ji ber van nîşandanan tevli xebatên me bûn. Lê ev encex gava yekem be. Xebatên mezin, giran û berfireh pêwîst in. Ji ber ku sînema bi temamî hatibû kuştin. Girêdana sînemayê bi bûyerên wek sînemaya Amûdê, yan jî bi gandêriyê, yan jî bi televîzyonê pirsgirêk in, pir aloz in. Sînema ji aliyên çêkirin, afirandin, rêxistinkirin, perwerdedayîn, nîşandan û temaşekirinê, pêdivî bi sererastkirin û jinûveavakirinê heye. Jixwe weke tevayî hunerên din, ji aliyê naverok û teşe, pêdivî bi têgihiştin û naskirinê heye li Rojava. Hunera ku dikare herî zêde nêzî gel bibe, heta dawî ji gel hatibû dûrxistin. Lewre jî, ji aliyê civakî ve, pêwîstiya Rojava ew e ku sînema bibe wekî şanoya kevin, şanoya gelan, ango ku bigihêje her kesî. Encex wê çaxê em ê bikaribin behsa lihevhatina sînema û Rojava bikin.
Wekî Komîna Fîlm a Rojava hûn ê ji bo siberojê çi bikin, ji bo kewandina ‘Bîr’ û ‘Birîna’ Amûdê xebatên we wê bidomin?
Mijara şewata Amûdê dibe ku yek ji mijarên sereke yên pirsa sînema li Rojava ye. Bi rastî jî mijareke pir taybet e jî. Ji ber ku him gerek e em ji bîr bikin, him jî di bîr û wijdanê xwe de bihêlin. Him pêwîst e em derbas bikin, him jî tê de bijîn. Him hewce ye em pê biêşin, him jî nehêlin kes pê biêşe. Him jî em dizanin ku bîranîneke wiha, encex bi xebatên sînemayê zindî bimîne, lewre jî me di bîranîna 55’emîn a Şewata Sînemayê, li pêşberî gel, sozeke wiha da “Îro, di salvegera 55’emîn a şewata sînemaya Amûdê de, em soz didin ku em ê wan 300 dilên biçûk di dilên xwe de û di wijdanên xwe de biçînin û wan bi xwêdana xwe av bidin. Em ê xewnên wan ên nazik bi rêya sînemayê re zindî bikin. Di vê çaxa ku fişar û mêtîngeriyeke mezin li ser tevayî hunerê û bi taybet sînemayê hene, em soz didin ku em ê xebatên xwe bi qasî wan delalan, çeleng, zelal û bicoş, bilind bikin.”
Kar û barê Komîna Fîlm a Rojava
Komîna Fîlm a Rojava 14’yê Tîrmeha 2015’an weke saziyeke xebatên sînemayê li Rojava hat damezirandin. Komîn bi 7 endaman hat damezrandin û niha zêdeyî 20 endamên wê hene, û 15 şagirtên sînema li Akademiya Hunerê ya Şehîd Yekta Herekol perwerde dike. Kar bi awayekî sereke li ser 3 mijaran tê meşandin.
1- Çêkirin: Di vî beşê xebatê de, alîkarî û desteka bingehîn bi sînemagerên ku ji Rojava ne yan jî ji derveyî wê ne, û dixwazin li Rojava fîlmekê çêkin, tê kirin. Her wiha li ser afrandina fîlmên ku ji berhemên Komînê ne disekine.
2-Nîşandan: Di vî beşê xebatê de, li ser peydakirin û avakirina deverên nîşandana sînema, nîşandana fîlmên Komînê, fîlmên dîtir ên Rojava û Kurdistanê, û fîlmên cîhanê (piştî ku werin wergerandin an jî dublajkirin-ku studyoya dublajê me nû ava kir) her wiha bernasiya fîlman û lidarxistina festival û rojên fîlman, disekine.
3- Rêxistinkirin. Di vî beşî de jî, li ser avakirina saziyên sînema û xurtkirin û destekdayîna yên heyî, û avakirina têkiliyan bi sazî û kesên sînemaya Kurdistanê û Cîhanê, tê sekinandin. Her wiha rêxistinkirina perwerdeya sînemayê, ku niha hem kargeh tên lidarxistin hem jî akademiya sînemayê hatiye avakirin.
Li Amûdê çi qewimî?
Şewata Sînemaya Amûdê an jî Agirê Sînemaya Amûdê di dîroka Kurdan de tevkujiyeke reş û giran e. Di 13’ê Mijdarê 1960’î de li Amûdê çêbû. Di şeva 13’ê Mijdarê de agir ket Sînemaya Amûdê û di encamê de 283 zarok di nav pêtên agir de mirin.
500 zarok wê rojê fîlma ji bo piştgiriya şoreşa Cezayirê ya bi navê Cerîmet Nisif el-Leyl (Cerîmeya nîvê şevê) ji aliyê dewleta Misirê ve hatibû çêkirin û ji zarokên Amûdê re hat pêşandan. Rejîma Baasê sînemaya ku têra 200 zarokî dikir 500 zarok hewandibûn. Wexta 500 zarok di sînemayê de agir dest pê kir. Deriyê salona sînemayê girtî bû. Di vê bûyera kesertijî de 283 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest da. Li gorî çavkaniyan dewleta Sûriyê ev bûyer pêk aniye.
Ev hevpeyvîn 4ê Kanuna 2015an li rojnameya Yeni Ozgur Politika derçû