Xortê ‘Lorî lorî’ hatiye
Navenda Lêkolînên Dersimê Adara bihurî, kitêba Bijareyên Baran çap kir. Tê de 147 stran hene ku pirranî beyt û kilamên bi Kurmancî û Kirmanckî yên Dêrsimê ne.
Hin muzîkjen hene ku nav û dengê kilamên wan ji navê wan bêhtir belav dibe. Mirov dikare bêje kilamên wan dide pêşiya navê wan. Alî Baran jî yek ji wan stranbêjan e ku kilamên wî li temama Kurdistanê belav bûne, û êdî guhê me elimiye meqam û gotinên wan. Kilamên wî fena ‘Şîrîna min’, ‘Lorî lorî’, ‘Lorî lorî lora mina’, ‘Dilêm loy loy’, ‘Axbaba ye’, ‘Demê demê’ jî di nav de, bi saya kasêtên Alî Baran di nav Kurdan de pirr belav bûn. Jixwe, ew bi xwe dibêje, “Çaxê ez çûm Ermenistanê, ji min re digotin, ew xortê ‘Lorî lorî lora mina dibêje, hatiye mala me’’. Du ‘Lorî lorî’ yên Alî Baran hene ku her du jî di nav Kurdan de belav bûne. Yek jê ‘Lorî Lorî’ya bi Kurmancî ye, ya din jî bi Kirmanckî ye.
Bijareyên Baran
Navenda Lêkolînên Dersimê Adara bihurî, kitêba Bijareyên Baran çap kir. Tê de 147 stran hene ku pirranî beyt û kilamên bi Kurmancî û Kirmanckî yên Dêrsimê ne. Li gel gotinên wan, gelek ji wan bi noteyên xwe û hin ji wan jî bi çîrokên xwe hatine nivîsîn. Stranên di pirtûkê de bi pirranî yên mala Baran e; çend stranên hunermendên wekî Mihemed Şêxo, Tehsîn Teha, Arif Cizrawî û Eyaz Yûsiv jî hene. Alî Baran heta niha 12 albûm çêkirine, ew stranên di albûmên xwe de gotî hemû di kitêbê de hene, her wiha stranên mala Baran jî hene. Mahmut Baran bavê Alî Baran li Dêrsimê û derûdora Dêrsimê hunermendekî naskirî bûye, jixwe Alî Baran jî dibêje, ‘’Mala me wekî mektebekê bû’’. Sala 201´an Alî Baran albumeke bi navê Bijareyên Baran derxistibûn ku tê de 13 stranên wî yên herî eyan hebûn.
Ji min re gotin ‘Kurmanciya te baş e’
Stranên Alî Baran reng û parçeyekî Kurdî ye ku îroroj êdî ew reng di Kurdî de kêm dibe. Ew reng jî bi Kurmanciya li Dêrsimê her wiha bi beyt û kilamên Kurmancî yên Elewiyan heye. Nexasim 20 salên dawî gava behsa Dêrsimê dibe, tenê muzîka Kirmanckî tê bîra mirovan. Wekî ku bi Kurmancî muzîk nayê çêkirin lê stranên Alî Baran jî bi pirranî bi Kurmancî ne. Min jê pirsî, ‘’Gelo Kurmancî li Dêrsimê asîmîle bûye yan muzîka bi Kirmanckî bûye ‘mode’ yan jî em bêjin bazara wê xurt e?’’. Alî Baran jî bi ken got ‘’Mode ye bavo, populer bûye Zazakî. Heta hebekî me jî ewk dikin, yanî Zazakî tinebe Dêrsîmî nabînin. Ez çûm Hewlêrê, rojnameya Kurdistan xwest bi min re qise bike, ji min pirsî, wa Kurmanciya te baş e ma çawa Dêrsîmî Kurmancî qise dikin? Min got, wele roj baş, xebera wan ji Dêrsimê tine. Ma Dêrsimî tenê Zazakî qise dikin, Kurmancî jî heye. Hedê bila ji sedî 40 nebe, ji sedî 30 be. Binê Xozatê heta Pêrtagê, heta Qereqoçanê [Dep], Mazgîrtê Kurmancî qise dikin. Heta li Ovacixê jî gundên Kurmancî qise dikin, hene. Esas, 86’an min ‘Lorî lorî lora min’ hatim naskirin ku stran Zazakî bû, wê gavê kesî bi Zazakî nedigot. Heta ew strana min, Aramê Tîgran jî got. Mixabin ji bo gotin û muzîkê navê min nenivîsîbû. Bi vî zimanî ez pirr rind nizanim jî, lê ez ji sedî 70 dizanim. Cara ewilî min got. Hozan Serdar digot, li Dêrsimê jî hinekan digot, lê ne zêde.’’
Min dîsa qise çêkir ji wan re
Stranên Alî Baran ên wekî ‘Ax baba ye’, ‘Demê demê’ ku beytên Elewîtiyê ne jî, zêde belav bûn. Min jê pirsî ‘’Rêûresma Elewîtî ya bi Kurdî her ku diçe kêm dibe, li gundê we ew hê jî bi Kurmancî ye?’’, wî wiha li min vegerand: ‘’Hîna jî hene. Berê jî min gotibû, strana ‘Demê demê’ hê ez zaro bûm, min ji Rayberê gundê xwe bihîst, ez tam navê wî nizanim belkî Seyît Hesen bû. Digot ‘Demê demê, werin bigrin semê’ lê qiseyên din tinebûn, ew qiseyên din hemû min nivîsîn. Min ew kelîme jê bihîstibû, kes nizane, hemî ji bîr kirine, hemî kirine Tirkî. Min girt jê re qiseyên teze nivîsîn. Mesela strana ‘Ax baba’ min nivîsiye, çavkanî Seyît Azîz e. Zaro bûm min bihîstibû lê qise tinebûn, mecbûr min dîsa qise çêkirin jê re. Heta hêla me ya Mereş e hîna dibêjin ‘Axbaba ye axbaba ye, çi eşq û çi sevda ye’ ema Tirkî dibên. Eslê wî Kurdî ye lê paşê kirine Tirkî.
Sala 2000’î me li Kolnê Elewiyan festîvalek çêkiribû. Min li sehnê strana ’Axbaba’ got, min dît Aşik Mahsûnî hat ez maç kirim, got bi salan e ez li vê stranê digerim, hê ez nemirime ez vê bêjim. Lê wî berê bi Tirkî gotibû, bi gotinên ‘Gücenme Ey Sofu Baba’. Seyîd Azîz, ê ku min ew stran jê bihîstiye, talibên me bûn, ew ji Elbistanê bû.
Kurmancî diçerixiyan
Her albumeke min de rîtuelek heye. Berî bavê min jî bapîrê min gotiye. Bapîrê min, me digot Memê. Paşê ez jî fêr bûm mala me ji berê de stranvan bûye. Bapîrê min Memê keman lê dixist, tembûr lê dixist. Normal, di nav Elewiyan de keman tine lê li mala me hebû. Li Dêrsimê merivkî bipirse bêje Mahmut Baran, hema dibên ha ew seyîd in, li filan cihê ne. Gundê me Kurmancî qise dike, ez zaro bûm jî Kurmancî lêdixistin, diçerixiyan.’’
Gerîla bi xwe re digerand
Mahmut Baran ne tenê li Dêrsimê her wiha Sêwas, Meletî û Erzînganê jî bi nav û deng bûye. Gelek kasêtên wî bi xêra Alî Baran heta gihîştiye îro. Alî Baran wiha behs dike ka çawa dest bi qeydkirin û berhevkirina kasêtên Mahmut Baran kiriye: ‘’Kasetên wî, wî bixwe neçûbû li derekê nexwendibû, min berhev kiribûn. 1984 bû çûm Duisburgê, Hunerkom hebû. Ez çûm cem wan, min got, em vê albumê çêkin, min got albumeke min jî heye, ez vê çêdikim, min got vê jî derxînin. Gotin, gere tu endamê Hunerkomê bî gere. Lê gotin, em ê yê bavê te çêkin. Ê bavê min em du rojan ketin studyoyê, me hebekî rîtim lêxist, xwezî me rîtîm jî lênexista, diha rind bû. Me got belkî bi rîtm xweştir be. Ewana derxistin. Gerîla gava diçûn Dêrsimê, kasêta wî bi xwe re digerandin, dibirin malan digotin kasêta Baran li cem me heye. Lê ên min jî dernexistin, min bi Orhan Temur re albuma Ey Dêrsimê çêkiribû, di nav de stranek hebû pirr xweş bû ‘Lê bûkê çavreş bûkê’. Min jî albuma xwe bir da Komkarê, ez jî bi vê albumê hatim naskirin, Komkar jî vê albumê baş firot xêrek jê dit. Paşê Aramê Tîgran anîbûn Newrozê, Duisburgê, şeveke mezin bû. Aram got, ew ê ku ‘Lorî lora min’ digot ew xortê hanê ye, gotin erê. Got were ez te maçî bikim. Vê gavê hê Sovyet belav nebûbû, bi izin anîbûn ew. Go, muzîka wî wek a Ermeniyan e, li Ermenistanê jî te nas dikin êdî bi vê stranê. Paşê salên 90’î ez çûm Ermenistanê jî. Ez çûm malekê, min dît telefonî hev dikin, dibêjin, werin ew xortê ku ‘Lorî lorî lora min’ dibêje, hatiye mala me.
Min mêze kir mirov di nav wan de asîmîle dibe
Meraqa min li ser kultura Kurdî jî hebû. Carna min teyib dibir, min digot bavo hela vê stranê bêje. Çaxê Deniz Gezmiş wan meyla min demek çû ser Halkin Kurtuluşu lê min mêze kir mirov di nav wan de asîmîle dibe, ez ji wan qetiyam. Ez di şeva wan de derdiketim sehnê, jixwe sala 1977´an gava li Dîlan Sînemasi ya li Diyarbekirê min stranên Kurdî gotin, hatim girtin. Ew jî şeva wan bû, ji min re digotin netirs stranên xwe bêje, li paş deriyek heye, em ê te ji vir derxin. Min 6 stran gotin, hemû jî Kurdî bûn, milet hê jî dixwest. Paşê ez hatim girtin, berî sersalê ez pêlekê mam girtî û mehkeme li min vekirin û ceza dan. Ez jî revîm hatim Elmanyayê.''
Ev hevpeyvîna min a bi Alî Baran re 6'ê Tebaxa 2020 di rojnameya Yeni Özgür Politika de çap bû
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen